Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 40

Çi ku Tera Hate Dayînê Biparêze

Çi ku Tera Hate Dayînê Biparêze

“Tîmotêyo! Tiştê ku li te hatiye spartin, biparêze” (1 TÎMT. 6:20, ÎM).

KILAMA 29 Em Bijîn Anegorî Wî Navî ku li Ser Me ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Li gora 1 Tîmotêyo 6:20, Tîmotêyora çi hatibû dayîn?

EM GELEK cara tiştên xwe yên biqîmet tesmîlî kesên din dikin. Mesele, em belkî perên xwe tesmîlî bankayê dikin, û em bawer in ku perên me wê li wê derê unda nebin û neyên dizîn. Lema em rind fem dikin ku çi tê hesabê tiştekî tesmîlî kesekî bikin.

2 1 Tîmotêyo 6:20 bixûne. Pawlosê şandî anî bîra Tîmotêyo ku wî tiştekî biqîmet standibû – zanebûna zelal ya li ser nêta Xwedê. Usa jî, qedirekî usa jêra hatibû dayînê ku “xeberê dannasîn ke” û “kirê mizgîndar bike” (2 Tîmt. 4:2, 5). Pawlosê şandî Tîmotêyo temî kir ku bira ew vê yekê çi ku jêra hatibû dayînê xwey ke. Wek Tîmotêyora, hine tiştên biqîmet mera jî hatine dayînê. Gelo ev tiştên biqîmet çi ne? Û çima lazim e wekî em xizna ku Yehowa daye me, biparêzin?

RASTIYÊN BIQÎMET MERA HATINE DAYÎN

3-4. Rastiyên Kitêba Pîroz çima pir biqîmet in?

3 Yehowa zanebûna zelal ya li ser rastiyên biqîmet yên Kitêba Pîroz daye me. Rastiyên Kitêba Pîroz pir biqîmet in, çimkî ew me hîn dikin, ku em çawa dikarin bibin dostên Yehowa û bextewariya rastî qazanc kin. Gava em van rastiya qebûl dikin û li gora wan dijîn, em ji bindestiya hînkirinên qelp û ji jiyaneke bênamûs difilitin (1 Korn. 6:9-11).

4 Usa jî, rastiyên Kitêba Pîroz pir biqîmet in ji ber ku Yehowa wana tenê kesên milûkra eyan dike, “yên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e (Kar. Şand. 13:48, DT). Kesên usa tiştên ku “xulamê amin û serwaxt” derheqa Kitêba Pîrozda hîn dike, qebûl dikin (Met. 11:25; 24:45). Belê, meyê nikaribûya ev rastiyên biqîmet xwe bi xwe fem bikirana (Metlk. 3:13, 15).

5. Yehowa çi qedrekî din jî daye destê me?

5 Yehowa usa jî şixulekî ferz daye me. Ew dixwaze ku em rastiya derheqa wî û nêtên wî bigihînin însana (Met. 24:14). Mizgîna ku em bela dikin pir biqîmet e, çimkî bi saya vê mizgînê, meriv dikarin bikevin malbeta Yehowa, û jiyana heta-hetayê qazanc kin (1 Tîmt. 4:16). Lema, bira em heta ku ji destê me tê piştgiriya vî îşê herî ferz bikin! (1 Tîmt. 2:3, 4). Çi qedrekî mezin e ku em hevalkarên Xwedê ne! (1 Korn. 3:9)

TIŞTÊN KU TERA HATINE DAYÎN, BIPARÊZE

Tîmotêyo xwe li rastiyê qayîm digirt, lê kesên din ji rastiyê dûr diketin (Binihêre abzasa 6)

6. Çi hat serê hine kesên ku haş ji xwe tunebûn?

6 Li rojên Tîmotêyo, hine şagirtên Îsa vî qedirî qîmet nedikir ku ew hevalkarên Xwedê ne. Dîmas dinya haqas hiz dikir ku ewî qedirekî usa ku tevî Pawlos xizmet ke, ji destê xwe berda (2 Tîmt. 4:10). Usa tê fem kirin ku Fûgelo û Hêrmoxênîs dest ji xizmetê berda, ji ber ku ewana ditirsiyan ku ewê wek Pawlos rastî zulimê bên (2 Tîmt. 1:15). Hûmenayo, Skender û Filîto li himberî rastiyê derketin (1 Tîmt. 1:19, 20; 2 Tîmt. 2:16-18). Eşkere ye ku ev meriv di serîda rastiyêda qewî bûn, lê wana pey zemanra bîr kir ku çi bi rastî biqîmet e.

7. Mîrê-cina çi mêtoda bi kar tîne ku me bixapîne?

7 Mîrê-cina çi mêtoda bi kar tîne ku me bixapîne, wekî em çi ku Yehowa spartiye me, bihêlin? Mesele, bi saya têlêvîzyon, sînema, întêrnêt, rojname, kitêb û jûrnala, ew dixwaze fikir, hal û hereketên me biguhêze, wekî em rastiyê bihêlin. Usa jî bi saya hukumê hevala û zêrandina, ew dixwaze me bide sekinandinê ku em mizgînê bela nekin. Hin jî, ew dixwaze ku em guh bidin tiştên “ku bi derew ji wanra ‘zanîn’ tê gotin” û ji riya rastiyê derkevin (1 Tîmt. 6:20, 21).

8. Serhatiya birayekî çi me hîn dike?

8 Heger em haş ji xwe tune bin, em dikarin hêdî-hêdî ji rastiyê dûr bikevin. Serhatiya birakî me, yê ku lîstikên komputerê hiz dikir, bîne ber çevê xwe. Ew usa dibêje: “Gava ez weke 10 salî bûm, min dest bi lîstikên komputerê kiribû. Serîda, lîstikên ku min dilîstin ne xirab bûn. Lê hêdî-hêdî, ez derbazî lîstikên zordar û cindar dibûm”. Axiriyêda, ewî her roj weke 15 sihet bi van lîstika mijûl dibû. Birayê me dibêje: “Dilê xweda, min zanibû ku lîstikên min û wexta ku min ser wan xerc dikir ez ji Yehowa dûr dixistim. Lê belê, îsafa min îda hişk bû, û ez difikirîm ku prînsîpên Kitêba Pîroz ne bona min in”. Belê, mijûliyên me dikarin ser me hukum kin û me ji rastiyê dûr xin. Ew dikare bibe sebeb ku em tiştên biqîmet, yên ku Yehowa daye me, unda bikin.

EM ÇAWA DIKARIN XWE LI RASTIYÊ QAYÎM BIGIRIN?

9. Li gora 1 Tîmotêyo 1:18, 19, Pawlosê şandî Tîmotêyo beramberî kê dikir?

9 1 Tîmotêyo 1:18, 19 bixûne. Pawlosê şandî Tîmotêyo beramberî eskerekî kir, û wî ew temî kir ku bira ew “şerê . . . qenc ”, dêmek şerê ruhanî berdewam bike. Şagirtên Îsa çida mîna eskera ne? Eskerên Mesîh hewceyî kîjan hunura nin? Niha emê dîna xwe bidin pênc dersa, yên ku em dikarin ji mesela Pawlos hîn bin. Ev ders dikarin alî me bikin ku em xwe qayîm li rastiyê bigirin.

10. Aminî çima ferz e?

10 Aminiya xwe zêde bike. Eskerê baş, yekî amin e. Ew hizkiriyên xwe û tiştên biqîmet bi aminî diparêze. Lema Pawlosê şandî Tîmotêyora got ku bira ew aminiya xwe zêde bike (1 Tîmt. 4:7). Heger em Xwedê ji dil hiz dikin, emê bixwazin xwe di rastiyêda qayîm bigirin (1 Tîmt. 4:8-10; 6:6).

Heger em paşî rojeke dirêj westiyayî bin, lê dîsa jî herin civîna, emê bereketa bistînin (Binihêre abzasa 11)

11. Çima mera dîsîplîn lazim e?

11 Dîsîplîna xwe zêde bike. Ji bo ku eskerek her tim bona şerkirinê hazir be, wîra dîsîplîn lazim e. Tîmotêyo li himberî hukumê Mîrê-cina qewî disekinî, ji ber ku wî guh da şîreta Pawlos ku ji xwestinên nerast bireve, hunurên baş bi pêş bixe û xûşk-birara hevaltiyê bike (2 Tîmt. 2:22). Ji bo vê, Tîmotêyo hewceyî dîsîplînê bû. Mera jî dîsîplîn lazim e ku em miqabilî xwestinên bedenê ser kevin (Rom. 7:21-25). Xêncî vê, em hewceyî dîsîplînê ne ku em merivê kevin ji xwe bêxin û merivê nû li xwe bikin (Efes. 4:22, 24). Usa jî, gava em paşî rojeke çetin westiyayî ne, dibeke dîsîplîn lazim be ku em dîsa jî herin civînê (Îbrn. 10:24, 25).

12. Em çawa dikarin hê baş Kitêba Pîroz bidine xebatê?

12 Ji bo ku eskerek bibe hoste, lazim e ku ew çekên xwe her tim bi kar bîne. Mîna vê, wekî em bibin mamosteyên baş, gerekê em Xebera Xwedê her tim bidine xebatê (2 Tîmt. 2:15). Em hilbet dikarin di civînada hine hunura hîn bin. Lê belê, heger em dixwazin kesên din bidine bawerkirinê ku gotinên Kitêba Pîroz bona wan kêrhatî ne, gerekê em berdewam kin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Seva ku baweriya me hê qewî be, gerekê em Xebera Xwedê rind bidine xebatê. Bes nîne ku em Kitêba Pîroz tenê bixûnin. Gerekê em kûr bifikirin û di edebyetên meda lêgerînê bikin, wekî Nivîsarên Pîroz rast fem bikin û bi kar bînin (1 Tîmt. 4:13-15). Bi vî awayî, emê bikaribin rastiyê bi alîkariya Xebera Xwedê kesên din hîn bikin. Ji bo vê, bes nîne ku em rêza tenê guhdarên xwera bixûnin. Gerekê em alî wan bikin ku ew maneya rêza fem bikin û tê derxin ku gotinên rêza ji bo wan çima kêrhatî ne. Bi saya lêkolîna şexsî, em dikarin hunurên xwe yên ji bo hînkirina Kitêba Pîroz çiqas diçe zêde bikin (2 Tîmt. 3:16, 17).

13. Li gora Îbranî 5:14, çima ferz e ku em “têgihîştina” xwe, dêmek femdariya xwe zêde bikin?

13 Femdar be. Lazim e ku esker telika pêşda bivîne û xwe ji wan biparêze. Mîna vê, gerekê em jî fem bikin ku çi dikare zirarê bide me, û gerekê em xwe ji tiştên usa biparêzin (Metlk. 22:3; Îbranî 5:14 bixûne). Mesele, gerekê em mijûliyên xwe rind hilbijêrin. Di gelek fîlm û bernameyên têlêvîzyonêda bênamûsî heye. Tiştên usa dilê Xwedê xweş nayên û wê zû yan dereng zirarê bidin me. Lema, gerekê em xwe ji mijûliyên ku dikarin hizkirina Xwedê dilê meda hêdî-hêdî sist bikin, dûr bigirin (Efes. 5:5, 6).

14. Femdariyê çawa alî birakî me kir?

14 Birayê ku me besa wî kiribû fem kir, ku lîstikên zordar û cindar ne baş in. Ew di “Kitêbxaneya Birca Qerewiliyêda” înformasiya geriya, yên ku wê alî wî bikira ku ew problêma xwe safî bike. Axirî çi bû? Ewî terika lîstikên xirab da û hevaltiya bi lîstikvanên dinra qetandin. Ew usa dibêje: “Dewsa ku ez bi lîstikên komputerê mijûl bûma, ez îda diçûm derva yan tevî xûşk û bira wext derbaz dikir”. Ev birayê me niha pêşeng û rûspî ye.

15. Gerekê em xwe çima ji xeberên derewîn dûr bigirin?

15 Wek Tîmotêyo, gerekê em fem bikin ku elametiya derewîn, ya ku raber bela dikin, telik e û xof e (1 Tîmt. 4:1, 7; 2 Tîmt. 2:16). Mesele, ew belkî derheqa xûşk û bira yan jî derheqa teşkîletê xeberên derewîn bela dikin. Derewên usa dikarin me ji riya rastiyê derxin. Lema gerekê em haş ji xwe hebin ku em seva propagandaya “merivên ku hişê wan xirab bûye û ji rastiyê bêpar bûne” neyên xapandin. Nêta wan tenê ev e ku şer-dewa pêşda bînin (1 Tîmt. 6:4, 5, ÎM). Ewana dixwazin ku em derewên wan bawer bikin û îtbariya xwe hindava xûşk û bira unda kin.

16. Gerekê em xwe ji çi biparêzin?

16 Bi temamî dîna xwe bide îşê Padşatiyê. Tîmotêyo “eskerê Mesîh Îsayî qenc” bû, lema lazim bû ku ew bi temamî dîna xwe bide ne li ser mal û milk yan nêtên dinyayî, lê li ser xizmetê (2 Tîmt. 2:3, 4). Wek Tîmotêyo, gerekê em îznê nedin ku hebûkhizî bikeve dilê me. “Xapandina dewlemendiyê” dikare bibe sebeb ku hizkirina Yehowa dilê meda sar be, ku em îda qîmetê nedin Xebera Xwedê û xwestina xwe unda kin ku mizgînê bela bikin (Met. 13:22). Gerekê em bi jiyaneke sivik bijîn û “berî her tiştî li Padşatiya Xwedê . . . bigerin” (Met. 6:22-25, 33).

17-18. Em çawa dikarin xwe ji telika biparêzin?

17 Li himberî telika hazir be. Esker gerekê pêşda bizanibe ku ew çawa dikare xwe biparêze. Seva ku em tiştên ku Yehowa tesmîlî me kirine, biparêzin, gerekê em telika têderxin û derbêra tiştekî bikin. Çi dikare alî me bike ku em her tim hazir bin? Ji bo vê, pir ferz e ku em pêşda bifikirin ku gava em rastî telika bên, gerekê çi bikin.

18 Mesele, gava meriv diçin konsêrtê, wanra carna tê gotin ku bira ew li ciyê usa rûnên kîderê derî nêzîk e. Gelo çima? Ji bo ku wedê qeziyê ew zû ji avayê derên birevin. Mîna vê, gerekê em jî pêşda bizanibin ku emê kîjan “derîra” birevin heger em li întêrnêtê yan li têlêvîzyonê nişkêva tiştekî nebaş bivînin, mesele bênamûsî, zordarî yan edebyetên kesên ku li himberî rastiyê derketine. Heger em xwe pêşda hazir bikin, emê bikaribin xwe zû biparêzin û di çevê Yehowada paqij bimînin (Zeb. 101:3; 1 Tîmt. 4:12).

19. Heger em tiştên biqîmet, yên ku me ji Yehowa standine, biparêzin, emê çi bereketa bistînin?

19 Yehowa rastiya Kitêba Pîroz û qedirê belakirina mizgînê tesmîlî me kirine. Gerekê em van tiştên biqîmet rind biparêzin. Heger em usa bikin, emê bibin xweyê îsafa temiz û bi jiyaneke bextewar bijîn. Usa jî, emê bikaribin alî kesên din bikin wekî ewana Yehowa nas bikin, û ev yek wê dilê me şa bike. Bi alîkariya Yehowa, emê bikaribin vê yekê çi ku ewî tesmîlî me kiriye, biparêzin! (1 Tîmt. 6:12, 19).

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

^ abz. 5 Em serbilind in ku em rastiyê zanin û dikarin alî kesên din bikin ku ew jî rastiyê hîn bibin. Ev gotar wê alî me bike ku em evî qedirî qîmet bikin û tu cara rastiyê nehêlin.