Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 38

Dema Edilayê bi Bîlanî Bide Xebatê

Dema Edilayê bi Bîlanî Bide Xebatê

“Welat rihet bû û di wan salada cenga wî tunebû, ji ber ku Xudan rihetiyê dabû wî” (2 DÎR. 14:6).

KILAMA 60 Wê Yekêva Girêdaye Emirê Wan

VÊ GOTARÊDA *

1. Kengê li hineka zor tê ku Yehowara xizmet bikin?

BI DÎTINA TE, kengê hê zor e ku em Yehowara xizmet bikin – gava em di tengasiyêda nin yan gava ku jiyana meda qet tengasî tune? Gava em rastî tengasiya tên, em xwe dispêrin Yehowa. Lê heger tengasiyên me tune, em çi dikin? Gelo em carina bîr dikin ku xizmeta Xwedê çiqas ferz e? Yehowa miletê Îsraêlra gotibû ku bira ew haş ji xwe hebin ku ewana şaşîke usa nekin (Qan. Dcr. 6:10-12).

Asa Padşa pûtparistî ji holê rakir (Binihêre abzasa 2) *

2. Asa Padşa kîjan warîda mera bû mesele?

2 Asa Padşa meseleke baş e, çimkî ewî xwe bi temamî dispart Yehowa. Ewî him wextên zorda him jî wextên aştiyêda Yehowara xizmet dikir. Ji cahiltiyêva, “dilê Asa her tim bi Xudanra yek bû” (1 Padş. 15:14). Ewî pûtparistî ji welatê Cihûda rakir û bi vî awayî aminiya xwe îzbat kir. Kitêba Pîroz dibêje ku Asa gorîgehên pûtparist û ciyên bilind ji holê rakirin û stûn û dîrekên pîroz şikênandin (2 Dîr. 14:3, 5). Bi serda, ewî pîrika xwe Maaka ji padşatiyê derxist. Gelo çima? Çimkî ewê piştgiriya pûtparistiyê dikir (1 Padş. 15:11-13).

3. Vê gotarêda, emê li ser çi xeber din?

3 Xêncî vê ku Asa Padşa pûtparistî ji holê rakir, ewî piştgiriya hebandina Yehowa dikir û alî cimeta Cihûda kir ku ew vegerin bal Yehowa. Bi saya bereketa Yehowa, li welatê Cihûda demeke edilayê destpêbû. * Di bin hukumdariya Asa Padşada, welat weke 10 sal “rihet bû” (2 Dîr. 14:1, 4, 6). Vê gotarêda, emê bivînin ku Asa Padşa ev dema aştiyê çawa bi kar anî. Paşê, emê bivînin ku şagirtên Îsa yên pêşin demeke aştiyê çawa bi kar anî. Usa jî, emê caba vê pirsê bistînin: Heger hebandina Yehowara di welatê meda serbest e, em çawa dikarin vê dema edilayê bi bîlanî bidine xebatê?

ASA PADŞA DEMA EDILAYÊ ÇAWA DA XEBATÊ?

4. Li gora 2 Dîrok 14:2, 6, 7, Asa Padşa dema aştiyê çawa bi kar anî?

4 2 Dîrok 14:2, 6, 7 bixûne. Asa cimetêra got wekî yê ku edilayî da wan, Yehowa ye. Ew nedifikirî ku dema edilayê, dema rihetiyê ye, lema ewî dest bi avakirina bajar, sûr, birc û dergeha kir. Ewî ji cimeta Cihûdara usa got: “Hê welat li ber me ye”. Asa dixwest çi bigota? Meniya gotinên Asa Padşa ev e ku milet aza bû virda-wêda here û şixulê avakirinê berdewam bike, çimkî li derdora wan dijmin tune bû. Lema Asa cimetêra got ku bira ew vê dema aştiyê rind bi kar bînin.

5. Asa Padşa çima ordiya xwe hê qewî kir?

5 Usa jî, Asa Padşa ev dema aştiyê bi kar anî ku ordiya xwe hê qewî bike (2 Dîr. 14:8). Gelo ev yek tê hesabê ku baweriya wî sist bû? Na. Asa zanibû ku wek padşa, yek ji cabdariyên wî ev e ku miletê xwe ji bo tengasiya hazir bike. Asa Padşa zanibû ku dema aştiyê wê rojekê xilaz bibe, û bi rastî jî usa bû.

ŞAGIRTÊN ÎSA YÊN PÊŞIN DEMA EDILAYÊ ÇAWA DA XEBATÊ?

6. Şagirtên Îsa yên pêşin dema aştiyê çawa bi kar anî?

6 Li qirna yekê, şagirtên Îsa pir zulm didît, lê belê carina, wana rojên rihet jî didîtin. Gelo wana di dema aştiyêda çi dikir? Van şagirtên amin mizgîna Padşatiyê “bi tirsa Xudan” û bê sekinandin bela dikir. Kitêba Karên Şandiyada tê gotinê ku ew “bi tirsa Xudan pêşva diçûn”. Axiriyêda, şagirtên Îsa çiqas diçû “zêde dibûn”. Eşkere ye ku Yehowa îşê ku wan di dema aştiyêda dianî sêrî, bibereket dikir (Kar. Şand. 9:26-31).

7-8. Gava mecal diketin destê Pawlos û şagirtên din, wana çi dikir?

7 Şagirtên Îsa yên pêşin hemû mecal dida xebatê ku mizgînê bela bikin. Mesele, gava Pawlosê şandî li bajarê Efesê bû, ewî dît ku bona belakirina mizgînê derîkî mezin vebû, û ewî ev mecal bi kar anî ku mizgînê bide gelek meriva û wana bike şagirtên Îsa (1 Korn. 16:8, 9).

8 Di sala 49 D.M.-da, wexta ku problêma sinetbûnê safî bû, Pawlos û şagirtên dinra mecaleke nû çêbû ku ew mizgînê bela bikin (Kar. Şand. 15:23-29). Paşî ku safîkirina koma rêberiyê civatara hat elam kirin, şagirtên Îsa pir xîret kir ku ‘xebera Xudan hîn dikir û dannasîn dikir” (Kar. Şand. 15:30-35). Axirî çi bû? Kitêba Pîroz usa dibêje: “Civînên bawermenda di baweriyêda qewî dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû” (Kar. Şand. 16:4, 5, ÎM).

DEMA EDILAYÊ BI BÎLANÎ BIDE XEBATÊ

9. Halê gelek welata çawa ye, û wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?

9 Li gelek welata, em dikarin mizgînê aza bela bikin. Heger di welatê teda azaya baweriyê heye, ji xwe usa bipirse: “Gelo ez vê azayê çawa bi kar tînim?” Li van rojên axiriyê, teşkîleta Yehowa xebera xêrê li seranserê dinyayê bela dike. Ev îş bi rastî jî pir mezin e (Marq. 13:10). Bona xizmetkarên Yehowa gelek mecal hene ku vî şixulîda alîkariyê bidin.

Gelek mizgînvan ji bo xizmetê derbazî welatekî din bûne yan zimanekî nû hîn bûne. Bi saya vê, wana bereketên mezin standine (Binihêre abzasa 10 heta 12) *

10. Li gora 2 Tîmotêyo 4:2, wê baş be ku em çi bikin?

10 Gelo tu çawa dikarî vê dema aştiyê bi bîlanî bidî xebatê? (2 Tîmotêyo 4:2 bixûne). Gelo tu yan jî neferekî malbeta te dikare hê zêde xizmet bike yan jî bibe pêşeng? Niha wexta topkirina mal û milk nîne, çimkî emê nikaribin van tişta xwera bibin dinyaya teze (Metlk. 11:4; Met. 6:31-33; 1 Yûhn. 2:15-17).

11. Hine mizgînvan çi dikin ku mizgînê bigihînin meriva?

11 Îro, gelek mizgînvan ji bo belakirina mizgînê zimanekî nû hîn dibin. Teşkîleta Xwedê edebyeta bi gelek zimana hazir dike ku mizgîn bigihîje hemû meriva. Di sala 2010-da, edebyetên me weke bi 500 zimanî dihatin derxistin, lê îro, edebyetên me îda zêdetirî 1 000 zimanî tên neşir kirin!

12. Gava meriv mizgîna Padşatiyê bi zimanê xwe dibihên, ev yek li ser wan çawa hukum dike? Meselê bîne.

12 Gava meriv mizgîna Padşatiyê bi zimanê xwe dibihên, ev yek li ser wan çawa hukum dike? Li Amêrîkayê, xûşkeke me çûbû civateke mezin, ya ku bi zimanê Kînyarwanda derbaz dibû. Ev ziman herî zêde li Rwanda, Ûganda û Komara Dêmokratîk ya Kongo belabûyî ye. Paşî civînê, xûşka me usa got: “Ez 17 sal berê derbazî Amêrîkayê bûm, lê di vê civata mezinda, min cara pêşin bername bi zelalî fem kir”. Eyan e ku gava xûşka me bernameya civîna mezin bi zimanê xwe bihîst, vê yekê dilê wê girt. Gelo li derdorê te merivên ku bi zimanekî din xeber didin, hene? Seva ku tu mizgînê bigihînî wan, gelo tu dikarî zimanê wan hîn bî? Ev yek hilbet hêsa nîne, lê bawer be ku xîreta te wê bê xelat kirin.

13. Li Rûsyayê, xûşk û birayên me dema aştiyê çawa dane xebatê?

13 Hine xûşk û birên me nikarin mizgînê bi serbestî bela bikin. Li hine welata, îşê me ji aliyê dewletêva hatiye qedexe kirin. Mesele, halê Rûsyayê bîne ber çevê xwe. Xûşk û birayên me, yên ku li Rûsyayê dijîn, bi deha sala ji aliyê dewleta Sovyetê zulm didît, lê di meha Adarê ya sala 1991-da, dewleta Rûsiyayê îzin da îşê Şedên Yehowa. Li wê demê, li Rûsyayê weke 16 000 mizgînvan hebûn. 20 sal şûnda, hejmara wan ji 160 000 zêdetir bû. Eşkere ye ku xûşk û birên me serbestiya xwe bi bîlanî dabû xebatê. Lê rojekê, dema edilayê xilaz bû. Dîsa jî, xîreta xûşk û birayên me kêm nebûye. Ew çi ji destê wan tê dikin ku xizmeta xwe berdewam bikin.

DEMA EDILAYÊ WÊ ROJEKÊ XILAZ BE

Paşî ku Asa Padşa ji dil dua kiribû, Yehowa alî ordiya wî kir ku ew himberî dijmina bi ser bikeve (Binihêre abzasa 14 û 15)

14-15. Yehowa çawa alî Asa Padşa kir?

14 Di rojên Asa Padşada, wext hat ku edilayî xilaz bû. Ji mîlyonekî zêdetir eskerên Etyopyayî hicûmî ser welatê Cihûda kir. Fermandarê wan Zerah bawer bû ku ordiya wî wê hêsa bikaribe welatê Cihûda bin dest bike. Lê belê, Asa Padşa baweriya xwe Yehowa anî. Ewî usa dua kir: “Ya Xudan Xwedayê me, alîkariyê bi mera bike! ji ber ku me xwe sipartine te û em bi navê te li dijî vê ajaweyê [elaletê] derketin” (2 Dîr. 14:11).

15 Rast e eskerên Etyopyayî weke du cara ji eskerên Cihû zêdetir bûn, lê Asa zanibû ku Yehowa dikare xizmetkarên xwe biparêze. Bi rastî jî usa bû. Bi alîkariya Yehowa, ordiya Etyopyayî li himberî wan bin ket (2 Dîr. 14:8-13).

16. Em ji ku zanin ku rojekê, dema edilayê wê xilaz bibe?

16 Em hilbet nizanin ku çi wê biqewime, lê em zanin ku dema edilayê wê heta bi hetayê berdewam nebe. Îsa Mesîh ji berêda gotibû ku “hemû milet” wê şagirtên wî “nefret bikin” (Met. 24:9). Pawlosê şandî jî gotibû ku “her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê” (2 Tîmt. 3:12). Mîrê-cina gelek hêrs e, û gerekê em nefikirin ku hêrsa wî wê li ser me hukum neke (Eyan. 12:12).

17. Dibe ku baweriya me wê çawa bê cêribandin?

17 Di demeke nêzîkda, aminiya me wê bê cêribandin. Wek Îsa Mesîh gotibû, “tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye” (Met. 24:21). Li wê demê, dibe ku merivên me wê bibin dijminên me û îşê me wê bê qedexe kirin (Met. 10:35, 36). Gelo emê mîna Asa Padşa baweriya xwe bi Yehowa bînin û bawer bin ku ewê me biparêze?

18. Li gora Îbranî 10:38, 39, çi wê alî me bike ku em bona xilazbûna dema aştiyê hazir bin?

18 Bi gelek sala, Yehowa alî me kiriye ku baweriya me qewî be. Bi saya “xulamê amin û serwaxt”, Yehowa di wexta rastda xwarina ruhanî dide me, wekî em riya rastiyêda qewî bisekinin (Met. 24:45). Gerekê em xîret bikin ku baweriya me hindava bi Yehowa her tim saxlem be (Îbranî 10:38, 39 bixûne).

19-20. Li gora 1 Dîrok 28:9, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin, û çima?

19 Mîna Asa Padşa, gerekê em li Yehowa bigerin (2 Dîr. 14:4; 15:1, 2). Gelo em çawa dikarin li Yehowa bigerin? Gava pêşin ev e ku em wî nas bikin û bêne nixumandinê. Gerekê em çi ji destê me tê bikin ku hizkirina Yehowa dilê xweda hê mezin bikin. Seva ku em fem bikin ka em bi rastî li Yehowa digerin yan na, wê baş be ku em ji xwe usa bipirsin: “Gelo ez diçim hemû civîna?” Li civînên ku ji aliyê teşkîleta Yehowava tên organîze kirin, em him hêlan dibin him jî xwarina ruhanî distînin (Met. 11:28). Usa jî, wê baş be ku em ji xwe usa bipirsin: “Gelo min lêkolîna Kitêba Pîroz xwera kiriye xeyset?” Heger tu tevî malbeta xwe dijîyî, gelo tu her hefte ji bo qulixkirina tevî malbetê wext vediqetînî? Heger tu tenê dijîyî, gelo tu dîsa jî ji bo lêkolînê wext vediqetînî? Usa jî, çi destê te tê, tu belakirina mizgînêda dikî?

20 Wê çima baş be ku em van pirsa ji xwe bipirsin? Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa hiş û dilê me lêkolîn dike, lema gerekê em jî usa bikin (1 Dîrok 28:9 bixûne). Heger em têderxin ku gerekê em nêt, nihêrandin yan fikrên xwe biguhêzin, lazim e em alîkariyê ji Yehowa bixwazin ku em bikaribin van guhastina bikin. Gerekê em xwe nihada bona cêribandina hazir bikin. Bira tu tişt nebe sebeb ku em dema edilayê bi aqilmendî nedin xebatê!

KILAMA 62 Kilama Nû

^ abz. 5 Gelo hebandina Yehowa di welatê teda serbest e? Gelo tu vê dema edilayê, dêmek aştiyê çawa bi kar tînî? Vê gotarêda, emê bivînin ku Asa Padşa û şagirtên Îsa yên pêşin çawa dema aştiyê bi bîlanî didane xebatê, û em çawa dikarin wana xwera bikin mesele.

^ abz. 3 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Meniya xebera “edilayî”, dêmek “aştî” ne tenê ev e ku şer tune. Di vê xeberêda, fikra sihet-qewata baş, bêxofî û silamet jî heye.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Asa Padşa pîrika xwe ji padşatiyê derxist çimkî ewê pûtparistî dikir. Kesên ku piştgiriya Asa dikir ew xwera kir mesele û pût şikênandin.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin û mêrekî bixîret jiyana xwe sivik dikin seva ku ewana bikaribin herin welatekî ku hewceyî mizgînvana ye.