Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo Waîz 5:8 tenê besa hukumdarên vê dinyayê dike, yan besa Yehowa jî dike?

Di vê rêzêda, tê gotinê: “Heger tu bivînî ku li vî welatî xizana [kesîba] dixin tengasiyê û rastiya dadiyê dikeve zorê, bi vî karî şaş nebe; ji ber ku li ser yê bilind, yê hê jî bilindtir e dinihêre û li ser wan jî yê hê jî bilindtir in hene” (Waîz 5:8).

Gava em vê rêzê dixûnin, em dibeke difikirin ku ev rêz tenê besa hukumdarên vê dinyayê dike. Lê bi eslê xwe, li vê rêzê derheqa Yehowa jî fikreke ferz heye, ya ku dilê me rihet dike û mêrxasiyê dide me.

Waîz 5:8 besa hukumdarekî xirab dike, yê ku belengaza bin dest dike û neheqiyê li wan dike. Gerekê kesên usa bîr nekin ku dibeke, yekî ku ji wan bilindtir e, wana divîne. Xêncî vê, belkî kesên hê bilind jî hene. Sed heyf e ku di hukumdariyên vê dinyayêda gelek kesên xirab hene, û xelq seva neheqiya wan pir dinale.

Hal çiqas bêçare bê kifşê jî, ev yek ku Yehowa wana divîne dilê me rihet dike. Em dikarin hewara xwe Xwedê bînin û barê xwe bidine wî (Zeb. 55:22; Fîlî. 4:6, 7). Em zanin ku “çevên Xudan, bona ku di oxra yên ku dilên wan bi wîra yek in wê xwurtbûna [qewata] xwe nîşan bike, li hemûya rûyê erdêva fir dibe” (2 Dîr. 16:9).

Lema, Waîz 5:8 dîna me dikişîne ser hukumdarên vê dinyayê û tîne bîra me, ku her tim ji wana bilindtir kesek heye. Serda jî, ev rêz alî me dike wekî em bîr nekin ku yê herî bilind, Yehowa ye. Ew niha bi saya Kurê xwe Îsa Mesîh serwêrtiyê dike. Xwedê, yê ku her tiştî divîne, her tim heq û rast e, û Îsa Mesîh jî usa ye.