Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 37

“Rihetiyê Nede Destê Xwe”

“Rihetiyê Nede Destê Xwe”

“Toxim sibehê bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe” (WAÎZ 11:6, DT).

KILAMA 68 Biçînin Toximê Padşatiyê

VÊ GOTARÊDA *

1-2. Gotinên Waîz 11:6 çawa bi belakirina mizgîna Padşatiyêva girêdayî ne?

HINE welatada, gelek meriv mizgînê bi dilxwazî qebûl dikin. Gava ewana mizgînê dibihên, ew pir şa dibin. Lê belê, hine welatada merivara hewas nîne derheqa Xwedê yan Kitêba Pîroz xeber din. Gelo merivên li mihala te li mizgînê çawa dinihêrin? Nihêrandina wan çi be jî, Yehowa dixwaze ku em belakirina mizgînê nehêlin heta ew nebêje “Bes”.

2 Yehowa ji berêda qirar daye ku belakirina mizgînê wê kengê biqede, û “hingê xilazî wê bê” (Met. 24:14, 36). Heta wê demê, em çawa dikarin guh bidin van gotina: “Toxim sibehê bireşîne û heta êvarê rihetiyê nede destê xwe”? * (Waîz 11:6, DT)

3. Vê gotarêda, emê li ser çi xeber din?

3 Gotara pêşiya vêda, me dît ku gerekê em çi bikin, wekî bibin mizgînvanên pêşdaçûyî (Met. 4:19). Vê gotarêda, emê bivînin ku çi dikare alî me bike wekî em li ber tengasiya jî belakirina mizgînê nedin sekinandinê: (1) Gerekê em dîna xwe bidine xizmetê, (2) bisebir bin û (3) baweriya xwe xwey kin.

DÎNA XWE BIDE XIZMETÊ

4. Çima ferz e ku em dîna xwe bidin îşê ku Yehowa daye me?

4 Îsa Mesîh şagirtên xwera gotibû ku li rojên xilaziyê, çi wê biqewime û meriv wê çi cûreyî bin. Ewî zanibû ku halê dinyayê wê bikaribe bibe sebeb ku şagirtên wî bi temamî dîna xwe nedin ser îşê belakirina mizgînê. Lema, ewî temî da şagirtên xwe ku ewana “hişyar bimînin” (Met. 24:42). Li rojên pêşiya Tofanê, meriva guh neda Nuh, çimkî gelek şixulên dinva mijûl dibûn, û îro jî, hiş-aqilê me dikare derbazî ser tiştên din be (Met. 24:37-39; 2 Pet. 2:5) Lema, gerekê em bi temamî dîna xwe bidin îşê ku Yehowa daye me.

5. Li gora Karên Şandiya 1:6-8, mizgîn heta kîderê gerekê bihata belakirin?

5 Bi rastî jî ferz e ku em bi temamî dîna xwe bidin îşê belakirina mizgîna Padşatiyê. Îsa Mesîh ji berêda gotibû ku paşî mirina wî, şagirtên wî wê ne tenê vî şixulî berdewam bikin, lê hela hê heta serê dinyayê jî bela bikin (Yûhn. 14:12). Paşî mirina Îsa, hine şagirtên wî vegeriyan îşê mesîgiriyê. Paşî ku Îsa ji mirinê hat rakirin, ewî bi keremetekê alî şagirtên xwe kir ku ewana gelek mesiya bigirin. Paşê, ewî wanra got ku şixulê belakirina mizgînê ji her şixulê din ferztir e (Yûhn. 21:15-17). Pêşiya ku Îsa Mesîh hilkişiya ezmana, ewî şagirtên xwera got ku mizgîn wê ne tenê li welatê Îsraêl, lê li seranserê dinyayê jî bê bela kirin (Karên Şandiya 1:6-8 bixûne). Gelek sal şûnda, Îsa Mesîh nîşanî Yûhennayê şandî kir ku “di roja Xudanda” çi wê biqewime. * Dîtinokêda, Yûhenna dît ku melekekî “Mizgîniya . . . heta-hetayê” elamî “hemû mileta, bereka, zimana û cimeta” dikir (Eyan. 1:10; 14:6). Eşkere ye ku Yehowa dixwaze wekî em mizgînê li seranserê dinyayê bela bikin heta ku ev îş xilaz be.

6. Çi dikare alî me bike ku em dîna xwe bidin şixulê belakirina mizgînê?

6 Yehowa alî me dike ku em dîna xwe bidin îşê belakirina mizgînê. Mesele, bi saya alîkariya Yehowa, em gelek edebyetên neşirkirî û elektronîk, aûdîo-vîdêo û bernameyên Întêrnetê distînin. Ser malpera me, bi zêdetirî 1 000 zimanî elametî heye! (Met. 24:45-47) Ji bo sebebên polîtîkî, rêlîgî û êkonomîkî, dinyayêda yektî tune. Lê belê, zêdetirî 8 mîlyon xizmetkarên Xwedê bi rastî jî di yektiyêda nin. Mesele, li 19 Nîsanê sala 2019-da, bi mîlyona Şedên Yehowa li seranserê dinyayê vîdêoyeke ya rêza rojê temaşe kir. Wê êvarê, nav temamiya dinyayêda 20 919 041 meriva bona Bîranîna Mirina Îsa Mesîh top bûn. Gava em van bereketên Yehowa divînin, gelo ev yek xwestina me zêde nake ku em berdewam kin dîna xwe bidin şixulê Padşatiyê?

Îsa Mesîh tu car belakirina mizgînê nedida sekinandinê (Binihêre abzasa 7)

7. Mesela Îsa Mesîh çawa alî me dike ku em dîna xwe bidin xizmetê?

7 Usa jî, wê baş be ku em Îsa Mesîh xwera bikin mesele. Ewî tu cara îzin nedida ku tiştek dîna wî ji belakirina mizgînê bikişîne ser tiştekî din (Yûhn. 18:37). Gava Mîrê-cina “hemû padşatiyên dinyayê û rûmet û bedewiya wan” Îsara nîşan kir û gava meriva dixwest ew bikira padşa, ewî ev yek qebûl nekir (Met. 4:8, 9; Yûhn. 6:15). Ew nediket pey mal û milk, û miqabilîbûna dijmina nikaribû ew bida sekinandin (Lûqa 9:58; Yûhn. 8:59). Çaxê baweriya me tê cêribandin, wê baş be ku em şîreta Pawlosê şandî bînin bîra xwe. Ewî got ku bira em pey Îsa Mesîh herin, wekî em “newestin û dilê xweda sist nebin”! (Îbrn. 12:3)

BISEBIR BE

8. Em çima hewceyî sebrê ne?

8 Gava em hîviyê ne ku halekî xirab xilaz be yan wekî xwestineke me bê sêrî, mera sebir lazim e. Mesele, Hebaqûq pêxember hîviyê bû ku zulm û zordariya li welatê Cihûdayê xilaz be (Hebq. 1:2). Şagirtên Îsa yên pêşin hîviyê bûn ku Padşatî zû bê û wana ji bindestiya Romayê bifilitîne (Lûqa 19:11). Niha em hîviyê ne ku Padşatiya Xwedê xirabî û zulmî kuta ke û dinya nû saz bike (2 Pet. 3:13). Lê belê, gerekê em bi sebir hîviya wexta ku Yehowa kifş kiriye, bisekinin. Gelo Yehowa çawa alî me dike ku em bisebir bin?

9. Sebra Yehowa çawa eşkere dibe?

9 Ji aliyê sebrêva, Yehowa mesela herî baş e. Ewî êpêce wext dabû Nuh ku “rastî dannasîn” bike û gemiyê ava bike (2 Pet. 2:5; 1 Pet. 3:20). Gava Birahîm derheqa qirkirina bajarên Sodom û Gomorayê gelek pirs dan, Yehowa bi sebir guh da wî (Destp. 18:20-33). Bi gelek sedsala, Yehowa li himberî serhişkiya miletê Îsraêl sebreke mezin eyan dikir (Nehem. 9:30, 31). Îro jî, Yehowa sebra xwe merivên dilpakra eyan dike û mecalê dide “ku hemû tobe bikin” (2 Pet. 3:9; Yûhn. 6:44; 1 Tîmt. 2:3, 4). Heger Yehowa haqas sebir dike, gelo nelazim e ku em jî îşê belakirin û hînkirina mizgînê bi sebir berdewam bikin? Meseleke ku di Kitêba Pîrozda tê nîşan kirin me hîn dike ku sebir çiqas ferz e.

Wek cotkarekî bisebir, em bawer in ku keda me wê ber bide (Binihêre abzasa 10 û 11)

10. Mesela cotkar çi nîşanî me dide?

10 Aqûb 5:7, 8 bixûne. Mesela cotkarekî ku hîviya berê erdê ye, nîşan dike ku em çawa dikarin sebir bikin. Rast e, hine toxim zû şîn dibin, lê belê, heçî zef toximara gelek wext lazim e ku ew bigihîjin û ber bidin. Li welatê Îsraêl, heta wexta berhevkirinê weke 6 meh derbaz dibûn. Cotkar, toxim paşî baranên pêşin payîzê direşand, lê berê erdê paşî baranên paşin biharê top dikir (Marq. 4:28). Wê baş be em jî mîna cotkara bisebir bin. Lê belê, ev yek carina hêsa nîne.

11. Di xizmetêda, sebir çima lazim e?

11 Em qisûrdar in, lema em dixwazin berê keda xwe zû-zû bistînin. Lê heger em dixwazin ku baxçê me berdar be, gerekê em berdewam kin bikolin, biçînin, zîwana ji kokêva rakin û av bidin. Ji bo îşê hînkirinê jî pir wext û xîret lazim e. Mesele, wext lazim e ku em alî xwendekarên xwe bikin ku “zîwana” ji dilê xwe derxin, dêmek firqiyê nekine orta meriva û bêtalaş nîbin. Gava em rastî tengasiya tên, sebir dikare alî me bike wekî em dilteng nebin û dilxweşiya xwe unda nekin. Heger hine kes hazir in ku guh bidin me, dîsa jî lazim e ku em bisebir bin. Em nikarin baweriya xwendekarên xwe bi zorê mezin bikin. Carina şagirtên Îsa Mesîh jî zû fem nedikir ku ewî dixwest çi bigota (Yûhn. 14:9). Gerekê em jî bîr nekin ku em çiqas biçînin û av bidin jî, yê ku mezin dike, Xwedê ye (1 Korn. 3:6).

12. Gava em mizgînê didin merivên xwe yên nebawermend, em çawa dikarin bisebir bin?

12 Hineka zor tê ku li himberî merivên xwe yên nebawermend bisebir bin. Prînsîpa li Waîz 3:7 dikare vê yekêda alî me bike. Ev rêz usa dibêje: “Wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye.” Bi rabûn û rûniştina xwe, em dikarin dîna merivên xwe bikişînin ser rastiyê. Usa jî, gerekê em her tim hazir bin ku wanra besa Yehowa bikin (1 Pet. 3:1, 2). Belê, lazim e ku em mizgînê bi xîret bela bikin, û hindava her kesî, dêmek hindava merivên xwe jî, bisebir bin.

13-14. Serhatiyên kesên bisebir çi me hîn dikin?

13 Serhatiyên kesên amin dikarin alî me bikin ku em sebra xwe zêde bikin. Hebaqûq hizreta xilazbûna xirabiyê bû, lê ew dîsa jî bi sebir hîviyê disekinî (Hebq. 2:1). Pawlosê şandî ji dil dixwest xizmeta xwe ‘bîne serî’. Dîsa jî, ewî îşê belakirina mizgînê bi sebir berdewam dikir (Kar. Şand. 20:24).

14 Serhatiya jin û mêrekî bîne ber çevê xwe, yên ku paşî xilazkirina Mekteba Gîledê, çûn welatekî ku Şedên Yehowa li wê derê hindik in. Heçî zef merivên li wêderê Mesîhî nînin, û hindik meriv hînbûna Kitêba Pîroz qebûl dikir. Gava hevaldersên wane Gîledê, yên ku li welatên din xizmet dikir, wanra digot ku xizmeta wan çiqas baş diçe û hînbûnên wan çiqas zef in, ew jin-mêr dîsa jî şabûna xwe unda nedikir. Xizmeta wan çiqas pêşdaçûyî nîbû jî, wana bi sebir xizmeta xwe berdewam dikir. Ancax paşî 8 sala, yek ji xwendekarên wan hate nixumandinê. Em ji serhatiyên van kesên bisebir çi hîn dibin? Wana tu cara xîreta xwe unda nedikir û ‘rihetî neda destê xwe’, û axiriyêda Yehowa sebra wan xelat kir. Bira em jî “çev bidine wan, yêd ku bi baweriyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn” (Îbrn. 6:10-12).

BAWERIYA XWE XWEY BIKE

15. Bawerî çawa xwestina me zêde dike ku em mizgînê bela bikin?

15 Em vê xebera ku bela dikin xwexa jî bawer dikin, lema em dixwazin vê xeberê bigihînin her kesî. Em baweriya xwe sozên Xebera Xwedê tînin (Zeb. 119:42; Îşa. 40:8). Çend pêxembertiyên Kitêba Pîroz li ber çevê me hatine sêrî. Me dîtiye ku şîretên Kitêba Pîroz jiyana meriva çawa hê baş dikin. Lema, em ji dil bawer in ku gerekê her kes mizgîna Padşatiyê bibihê.

16. Li gora Zebûr 46:1-3, baweriya me hindava Yehowa û Îsa Mesîh çawa xwestina me zêde dike ku em mizgînê bela bikin?

16 Usa jî, em xwe dispêrin Yehowa, yê ku kaniya mizgînê ye, û em baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, yê ku ji aliyê Yehowava ça Padşayê Padşatiya Xwedê hatiye kifş kirin (Yûhn. 14:1). Çi jî bibe, Yehowa her tim sitara me ye, û ewê qewatê bide me (Zebûr 46:1-3 bixûne). Xêncî vê, em bawer in ku Îsa bi qewat û hukumê ku ewî ji Yehowa standiye, ji ezmana rêberiya îşê belakirina mizgînê dike (Met. 28:18-20).

17. Wê çima baş be ku em ‘rihetiyê nedin destê xwe’? Meselê bîne.

17 Heger baweriya me qewî be, emê dudilî nebin ku Yehowa dikare xîreta me bibereket bike. Carina, ew vê yekê bi awayên usa dike ku em ne jî dikarin bidin ber çevê xwe (Waîz 11:6). Mesele, roj bi roj bi hezara meriv li ber stêndên edebyetên mera derbaz dibin, yên ku em li gelek dera datînin. Gelo ev mêtoda belakirina mizgînê baş e? Belê! Bernameya “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ya Mijdar 2014 besa xwendekareke zanîngehê kiribû, ya ku dixwest derheqa Şedên Yehowa gotarekê binivîse. Ewê nikaribû Odeke Civatê bivîne, lê li zanîngehê, stêndeke Şedên Yehowa hebû, û wê derê, ewê çevkaniyên bona gotara xwe dîtin. Bi zemanra, ew bû Şedê Yehowa, û ew niha pêşenga hertim e. Serhatiyên usa me hêlan dikin ku em ‘rihetiyê nedin destê xwe’, çimkî însanên ku hewceyî mizgîna Padşatiyê ne, hê hene.

TU CARA RIHETIYÊ NEDE DESTÊ XWE

18. Em çima bawer in ku îşê belakirina mizgîna Padşatiyê wê di wexta rastda biqede?

18 Îşê belakirina mizgîna Padşatiyê wê di wextê rastda xilaz be. Di rojên Nuhda jî usa bû. Belê, Yehowa her tiştî di wexta rastda dike. Weke 120 sal ji berêda, Yehowa gotibû ku Tofan wê kengê destpêbe. Bi deha sala şûnda, Yehowa emir da Nuh wekî ew gemîkî ava bike. Weke 40 yan 50 sal, Nuh bi xîret di îşê avakirina gemiyêda xebitî. Usa jî, meriva çiqas guh nedida wî jî, wî belakirina fermana Xwedê berdewam dikir heta Yehowa got ku wext hatiye ku heywan bikevin gemiyê. Paşê, li wexta rast, “pey wîra Xudan derî girt” (Destp. 6:3; 7:1, 2, 16).

19. Heger em ‘rihetiyê nedin destê xwe’, emê çi xelatê bistînin?

19 Di demeke nêzîkda, Yehowa wê mera bêje ku îşê belakirina mizgîna Padşatiyê îda xilaz bûye, û ewê “derî bigire”. Yehowa wê sîstêma Mîrê-cina qir bike û dinya teze bi merivên guhdar tije bike. Heta wê demê, bira em Nuh, Hebaqûq û kesên din, yên ku ‘rihetî nedida destê xwe’ xwera bikin mesele. Bira em berdewam bikin dîna xwe bidin xizmetê, bisebir bin û baweriya xwe bi Yehowa û sozên wî bînin.

KILAMA 75 “Va me Ez! Min Bişîne!”

^ abz. 5 Gotara pêşiya wêda, em pêhesiyan ku gerekê xwendekarên Kitêba Pîroz çi bikin ku bibin “mesîgirên meriva”. Vê gotarêda, emê bivînin ku çi dikare alî hemû mizgînvana bike – him yên nû him jî yên cêribandî – wekî ewana belakirina mizgîna Padşatiyê nedine sekinandinê heta Yehowa nebêje “Bes”.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Vê gotarêda, gotinên “rihetiyê nede destê xwe” tên hesabê ku gerekê em belakirina mizgînê berdewam kin heta ku Yehowa nebêje ev şixul xilaz bûye.

^ abz. 5 Gava Îsa Mesîh di sala 1914-da bû Padşa, “Roja Xudan” destpêbû. Ev “Roj” wê heta xilaziya Hukumdariya Hezarsalî berdewam bike.