GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 38
Şîrhelal û bi Îtbar be!
“Gilîgero surê eyan dike, lê şîrhelal wê yekê vedişêre” (METELOK 11:13).
KILAMA 101 Bi Yektî Kar Bikin
VÊ GOTARÊDA *
1. Kesê şîrhelal û bi îtbar yekî çawa ye?
KESÊ şîrhelal û bi îtbar rastiyê dibêje û her tiştî dike, wekî sozên xwe bîne sêrî (Zebûr 15:4). Meriv zanin ku dikarin îtbariya xwe wî bînin. Em dixwazin wekî xûşk-birên me ser me jî usa binihêrin. Gelo çi dikare alî me bike, ku em merivên bi îtbar bin?
2. Em çawa dikarin îzbat kin, ku em merivne bi îtbar in?
2 Em nikarin zorê meriva bikin, wekî ewana îtbariya xwe me bînin. Gerekê em îzbat kin ku em merivên bi îtbar in, û em gerekê ser xwe bixebitin wekî usa bimînin. Yê herî bi îtbar, Yehowa ye. Em dikarin hertim îtbariya xwe wî bînin, çimkî ew amin e û “hemû kirinên Wî bi heq-helalîyê ne” (Zebûr 33:4). Û ew dixwaze wekî em çev bidine wî (Efesî 5:1). Were em dîna xwe bidin çend xizmetkarên Yehowa, yên ku çev didane Bavê xweyî ezmana û îzbat dikirin, ku ewana merivne bi îtbar in. Usa jî, emê bivînin ku em hewcê kîjan pênc hunura ne, wekî kesên din bikaribin îtbariya xwe me bînin.
JI XIZMETKARÊN BI ÎTBAR DERSA HÎN BE
3-4. Daniyêl ça îzbat kir ku ew yekî bi îtbar e? Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?
3 Daniyêl pêxember merivekî bi îtbar bû. Gava ew dîltiya Babîlonêda bû, gelek wext derbaz nebû ku kesên din fem kirin, wekî ew yekî çiqas şîrhelal û bi îtbar e. Gava ewî pê alîkariya Yehowa xewna Nebûkedneser şirovekir, ew diha zêde bû yekî nav û deng. Carekê lazim bû wekî Daniyêl padşêra bêje, ku Yehowa ji wî razî nîne. Nebûkedneser mêrekî gelek sert û hêrs bû, lema jî hêsa nîbû wekî Daniyêl vê xeberê wîra bêje (Daniyêl 2:12; 4:20-22, 25). Gelek sal şûnda, gava Babîlonêda ser dîwarekî qesirê nivîsareke ecêb hate kifşê, Daniyêl mena vê nivîsarê eşkere zelal kir û bi vî cûreyî îzbat kir, wekî ew yekî bi îtbar e (Daniyêl 5:5, 25-29). Wext şûnda, Daryûs Medî û berdestiyên wî jî dîtin, wekî Daniyêl merivekî çiqas şîrhelal û bi îtbar e. Bi dîtina wan, Daniyêl merivekî “dilsoz bû, ne şaşîtiya wî û ne jî sûcê wî hebû” (Daniyêl 6:3, 4, ÎM). Belê, serwêrên pûtparist jî ser Daniyêl ça ser merivekî bi îtbar dinihêrîn!
4 Wê baş be ku em ji xwe usa bipirsin: “Merivên ku ne Şedên Yehowa ne, ser min çawa dinihêrin? Gelo ewana difikirin ku ez yekî bi îtbar im, yê ku cabdariyên xwe bi aminî tîne sêrî?” Gelo ev yek çira ferz e? Çimkî hergê em merivên bi îtbar bin, emê navê Yehowa rûmet kin.
5. Hananya çira ça merivekî bi îtbar nas bû?
5 Sala 455 B.D.M., paşî ku Nehemiyayê Welî, dîwarên Orşelîmê ava kiribûn, ewî mêrên bi îtbar digeriya, yên ku wê bikaribûna vî bajarî rind xwey kin. Yek ji kesên ku ewî bijart, mêrekî bi navê Hananya bû, yê ku “serekê bircê” bû. Kitêba Pîroz dibêje ku ew “dilsoz bû û ji gelek kesa zêdetir ji Xwedê ditirsiya” (Nehemiya 7:2, ÎM). Hananya Yehowa hiz dikir û nedixwest dilê wî bêşîne, lema ewî cabdariyên xwe ça lazim e dianî sêrî. Ev hunur dikarin alî me jî bikin, wekî em xizmetiya Xwedêda amin û bi îtbar bin.
6. Tixîko çawa Pawlosê şandîra bû hevalekî bi îtbar?
6 Usa jî, dîna xwe bide mesela hevalekî Pawlos, bi navê Tixîko. Gava ku Pawlosê şandî malda girtî bû, ewî xwe disparte Tixîko, yê ku wîra bû “qulixkarê . . . amin” (Efesî 6:21, 22). Bi saya Tixîko, Pawlos him nemên xwe şandin xûşk-birên li bajarên Efes û Kolosyayêra, him jî hêlan û dilbînî da wan. Mîna Tixîko, îro jî birên amin û bi îtbar hene, yên ku bona hewcên meye ruhanî xem dikin (Kolosî 4:7-9).
7. Rûspî û berdestiyên civatê çida nîşan dikin, wekî ewana bi îtbar in?
7 Em gelek qîmet dikin rûspî û berdestiyên civatê, yên ku şîrhelal û bi îtbar in û em cefên wan gelek dişêkirînin. Mîna Daniyêl, Hananya û Tixîko, ewana ser cabdariyên xwe sivik nanihêrin. Mesele, gava em diçine civata “Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin”, em zanin ku hemû parên bernamê hatine hazirkirinê. Gava her kes dersa xwe hazir dike û pê vê dersê dertê, rûspî ji wana gelek razî ne. Çaxê em xwendekarên xwe gazî civîna xilaziya heftiyê dikin, em natirsin ku dibeke bira bîr kirine gotarvan teglîf kin. Usa jî, em bawer in ku edebyetên bona xizmetê wê timê hebin. Belê, ev birên amin bona me xem dikin, û em ji Yehowa razî ne ku ewî birên usa delal daye me. Gelo em çawa dikarin nîşan kin, ku em jî merivên bi îtbar in?
ÎNFORMASIYA KONFÎDÊNSYAL BELA NEKE
8. Çira em gerekê xwegirtî bin, û nekevine nav şixulên şexsî yên xûşk-bira? (Metelok 11:13)
8 Em xûşk-bira ji dil hiz dikin, û em xêra wan dixwazin. Lê dîsa jî, em gerekê xwegirtî bin û nekevine nav şixulên wane şexsî. Qirna yekêda, Pawlos derheqa hine Mesîhiya gotibû ku ewana gilîgero ne, û “tevî şixulê xelqê dibin û tiştên necayîz xeber didin” (1 Tîmotêyo 5:13). Em naxwazin mîna wan bin. Bide ber çevê xwe, kesek tiştekî şexsî mera dibêje, û naxwaze wekî ev yek bikeve guhê kesekî din. Mesele, dibeke xûşkek mera besa nexweşî yan problêmeke xwe dike û mera dibêje ku bira ev yek orta meda bimîne. Lazim e wekî em li gora xwestina wê bikin * (Metelok 11:13 bixûne). Were em dîna xwe bidin çend meselên din, ku çira gelek ferz e tiştên konfîdênsyal xwey kin.
9. Neferên malê ça dikarin îzbat kin, ku ewana merivne bi îtbar in?
9 Malbetêda. Lazim e ku hemû neferên malê, problêmên şexsî yên malbeta xwe veşartî bihêlin. Mesele, bide ber çevê xwe, cem xûşkeke me xeysetekî usa heye, ku timê kenê mêrê wê tîne. Gelo mêrê wê kesên dinra wê besa vê yekê bike û lê bide şermê? Na. Hergê ew jina xwe hiz dike, ewê pê vê yekê dilê wê neêşîne (Efesî 5:33). Wê baş be wekî dê-bav qedirê zarên xwe jî bigirin û şaşiyên wan kesên dinra eşkere nekin (Kolosî 3:21). Zar jî gerekê hîn bin ku tiştên şexsî yên malbeta xwe xelqêra nebêjin (Qanûna Ducarî 5:16). Hergê malbetêda her kes aliyê xweda giliyên malê dernexe, yektiya malbetê wê diha qewî be.
10. Hevalekî baş yekî ça ye? (Metelok 17:17)
10 Hevaltiyêda. Me gişkara hevalekî usa lazim e, kêra em aza dikarin dilê xwe vekin. Dibeke mera çetin e, wekî çi ku dilê meda heye, kesekîra gilî kin. Û hergê em pêdihesin ku hevalê me giliyên me kesekîra gotiye, hemikî dilê meyê bêşe. Ji aliyê dinva jî, hergê hevalê me sura me veşartî bihêle, emê gelek şa bin, usa nîne? Ew hevalekî rast û amin e! (Metelok 17:17 bixûne).
11. (a) Rûspî û jinên wan çawa nîşan dikin ku ewana bi îtbar in? (b) Em çi dikarin hîn bin ji rûspîkî ku înformasiya şexsî derheqa kesekî pêhesiyaye, lê malbeta xwera derheqa vê yekê nabêje? (Şikil binihêre.)
11 Civatêda. Rûspiyên ku înformasiya şexsî yên xûşk-bira bela nakin, bi rastî jî bona wan dibin sitar (Îşaya 32:2). Em zanin ku em dikarin rihet tevî wan xeber din, çimkî ewê giliyên me kesekîra nebêjin. Usa jî em zorê wan nakin wekî giliyên kesekî mera bêjin. Xêncî vê yekê em qedirê jinên rûspiya digirin, çimkî ewana îzinê nadine xwe, wekî tiştên konfîdênsyal ji mêrên xwe derxin. Çiqas baş e ku rûspî înformasiya şexsî yên xûşk-bira, jinên xwera nabêjin. Jina rûspîkî usa dibêje: “Ez gelek razî me ku mêrê min înformasiya şexsî minra nabêje, derheqa kesên ku ewî serlêdana şivantiyê kiriye, yan kesên ku hewcê alîkariya ruhanî ne. Ew hela hê navên wan jî minra nabêje. Ez şa me ku kîjan problêma ez nikarim safî kim, nakevin ser stûyê min. Lema jî ez dikarim civatêda tevî her kesî rihet xeber dim. Û ez bawer im, ku gava ez mêrê xwera besa hest û problêmên xwe dikim, ewê tu kesîra nebêje”. Hemikî, em gişk dixwazin wekî me ça merivne bi îtbar nas kin. Gelo kîjan hunur dikarin alî me bikin, wekî em bibine merivên usa? Were em dîna xwe bidin pênc hunurên ferz.
HUNURÊN KU ALÎ ME DIKIN BI ÎTBAR BIN
12. Em çima dikarin bêjin ku hizkirin hîmê îtbariyê ye? Meselê bîne.
12 Hizkirin hîmê îtbariyê ye. Îsa gotibû ku du temiyên herî mezin ev in, wekî em Yehowa û meriva hiz bikin (Metta 22:37-39). Em Yehowa gelek hiz dikin, lema jî em dixwazin çev bidine wî û bi îtbar bin. Em xûşk-bira jî hiz dikin, lema jî em naxwazin înformasiya şexsî derheqa wan kesên dinra gilî kin. Em naxwazin bi gotinên xwe zirarê bidine wan, ku ewana şermî bin yan dilteng bin (Yûhenna 15:12).
13. Milûktî çawa alî me dike ku em merivên bi îtbar bin?
13 Milûktî wê alî me bike wekî em merivên bi îtbar bin. Mesîhiyê milûk wê xwe bera neke ku pêşiya gişka înformasiyekê bela ke, seva pê wê yekê xwe qure ke (Fîlîpî 2:3). Ew naxwaze xwe ber çevê meriva bilind ke, ew wanara nade kifşê ku ew înformasiyeke konfîdênsyal zane, ya ku ew nikare eşkere ke. Usa jî, kesê milûk wê pê nihêrandina xwe van tişta şiroveneke û bela neke, çi ku Kitêba Pîrozda yan edebyetên meda nayê gotinê.
14. Serwaxtî çawa alî me dike wekî em merivne bi îtbar bin?
14 Serwaxtî alî me dike, ku em “dema hişbûnê û dema peyivînê” ji hev derxin (Waîz 3:7, ÎM). Hine kûltûrada gotineke usa heye, “xeberdan zîv e, lê hişbûn zêr e”. Belê, carna diha baş e ku em hiş bin û xeber nedin. Lema jî Metelok 11:12-da tê gotinê, wekî merivê aqil, dêmek serwaxt “xwe ker dike”. Hela dîna xwe bidine vê meselê: Rûspîkî cêribandîra gelek cara dibêjin ku here alî civatên din bike, gava ewana rastî problêmên mezin tên. Rûspîkî din derheqa wî usa dibêje: “Ew tu cara derheqa civatên din înformasiya veşartî eyan nake”. Lema jî rûspî qedirê vî rûspiyê serwaxt digirin. Ewana bawer in ku ewê surên wan jî kesên dinra nebêje.
15. Çira seva ku meriv îtbariya xwe me bînin, ferz e em helal bin? Meselê bîne.
15 Helalî jî hunurekî ferz ya îtbariyê ye. Em îtbariya xwe kesê helal tînin, çimkî em zanin wekî ewê hertim rastiyê bêje (Efesî 4:25; Îbranî 13:18). Mesele, tu dixwazî hunurên xweye hînkirinêda pêşda herî. Bona vê yekê tu ji kesekî reca dikî, wekî ew guh bide gotareke te û hine şîreta bide te. Gelo teyê îtbariya xwe kê bianiya? Kesê ku tenê tiştên ku te xweş tên dibêje, yan kesê ku bi helalî rastiyê dibêje? Cab eşkere ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Hilatina aşkela, ji hizkirina veşartî çêtir e. Birînên pêşewitîya amin in, ramûsanên neyara pir in” (Metelok 27:5, 6). Şîreta dostekî helal sêrîda çiqas guhê me xweş neyê jî, dîsa jî bona kara me ye.
16. Metelok 10:19 ça nîşan dike, ku xwegirtin gelek ferz e?
16 Xwegirtin jî hunurekî gelek ferz e, kîjan ku em gerekê nav xweda pêşda bînin, wekî kesên din îtbariya xwe me bînin. Bi saya vî hunurî, emê bikaribin înformasiya şexsî derheqa kesên din bela nekin (Metelok 10:19 bixûne). Lê çaxê em malperên sosyal didine xebatê, ev yek carna zor e. Hergê em miqatî xwe nîbin, em dikarin bê hemdê xwe tiştên konfîdênsyal gelekara eşkere kin. Paşî ku em înformasiyekê bela kin, em îda nikarin kontrol kin meriv wê ça vê yekê bidine xebatê, û çi ziyan ev yek dikare bîne. Usa jî, xwegirtin alî me dike xwe ker kin, gava yên miqabil bi fêlbaziyê dixwazin înformasiya ji me derxin, ya ku dikare ziyanê bide xûşk-birên me. Carna polîs tiştên usa dikin, îlahî wan welatada kîderê ku şixulê Şedên Yehowa bi temamî yan hine tiştada qedexekirî ye. Derecên usada, çawa ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, gerekê em ‘gemekê bavêjine’ devê xwe (Zebûr 39:1). Belê, lazim e ku em hertim bi îtbar bin, hindava malbeta xwe, hevalê xwe, hindava xûşk-bira û hindava kesên din. Û seva ku em bi îtbar bin, em hewcê xwegirtinê ne.
17. Em ça dikarin piştgiriya yektiya civatê bikin?
17 Em gelek dişêkirînin wekî Yehowa em anîne nav biratîke usa dilovan û bi îtbar! Gerekê em berdewam kin ser xwe bixebitin, ku bibine merivne bi îtbar, wekî xûşk-bira bikaribin îtbariya xwe me bînin. Çiqas ku em hizkirin, milûktî, serwaxtî, helalî û xwegirtinê pêşda bînin, haqas emê piştgiriya yektiya civatê bikin. Were em çev bidine Yehowa û îzbat kin ku em merivne bi îtbar in!
KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin
^ Seva ku kesên din bikaribin îtbariya xwe me bînin, gerekê em îzbat kin, wekî em kesên bi îtbar in. Vê gotarêda, emê bivînin ku ev yek çira gelek ferz e û gerekê em kîjan hunura nav xweda pêşda bînin, wekî kesên din bikaribin îtbariya xwe me bînin.
^ Hergê em pêbihesin ku xûşk yan birakî gunekî giran kiriye, gerekê em jêra bêjin wekî ew ji rûspiya alîkariyê bixwaze. Hergê ew usa neke, aminiya me hindava Yehowa û civatê, gerekê me hêlan ke derheqa vê yekê şivanên ruhanîra bêjin.
^ PŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspî malbeta xwera tiştên konfîdênsyal gilî nake.