Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 39

Gelo Navê Te “Kitêba Jiyînêda” Nivîsî ye?

Gelo Navê Te “Kitêba Jiyînêda” Nivîsî ye?

“Bona yên ku ji Xudan ditirsin . . . li ber wî pirtûkek[e] bîranînê hate nivîsandin” (MALAXÎ 3:16).

KILAMA 61 Herin Şedetiyê Bidin!

VÊ GOTARÊDA *

Nava terîxiyêda, Yehowa navên gelek meriva kitêba jîyînêda dinivîse (Abzasa 1 û 2 binihêre))

1. Li gora Malaxî 3:16, Yehowa kîjan kitêbê dinivîse, û têda çi tê nivîsarê?

 BI HEZARA sala, Yehowa kitêbeke mexsûs dinivîse. Vê kitêbêda, navên kesên amin hene. Merivê pêşin, yê ku navê wî vê kitêbêda hatibû nivîsandinê, kurê Adem Habîl bû * (Lûqa 11:50, 51). Ji wî çaxîva, Yehowa navên merivên din jî vê kitêbêda zêde kirine, û îro têda bi mîlyona nav hene. Kitêba Pîroz vê kitêbê ça “pirtûkek[e] bîranînê” û “kitêba jiyînê” nav dike. Vê gotarêda, emê jêra bêjin “kitêba jiyînê” (Malaxî 3:16 bixûne; Eyantî 3:5; 17:8).

2. Navên kê kitêba jîyînêda nivîsî ne, û seva ku navê me têda bê nivîsandinê, em gerekê çi bikin?

2 Vê kitêba mexsûsda navên wan hemû meriva nivîsî ye, yên ku bi xof û hurmetê Yehowa dihebînin, û navê wî qîmet dikin. Mecala wan heye ku jîyîna heta-hetayê bistînin. Hergê em ser hîmê qurbana Îsa Mesîh nêzîkî Yehowa bin, navê me jî dikare vê kitêbêda bê nivîsandinê (Yûhenna 3:16, 36). Firqî tune ku em hîviya jîyîna ser ezmana ne yan ser erdê, em gişk jî dixwazin wekî navê me vê kitêbêda hebe.

3-4. (a) Hergê navê me niha kitêba jîyînêda nivîsî be, gelo ev yek tê hesabê ku emê heta-hetayê bijîn? (b) Vê gotarêda û gotara dinda, emê cabên kîjan pirsa bistînin?

3 Gelo ev yek ku navê kesekî kitêba jîyînêda nivîsî ye, tê hesabê ku ewê sed-selefî jîyîna heta-hetayê bistîne? Derketin 32:33-da, Yehowa Mûsara usa gotibû: “Kê li ber min gune kirîye, ezê wî ji kitêba xwe resît kim”. Belê, hergê navê kesekî vê kitêbêda nivîsî be jî, Yehowa dikare vî navî temiz ke, çimkî ew nav ça bêjî pê qelemê nivîsî ye, ne ku pê hubirê (Eyantî 3:5). Heta ku navê me ser heta-hetayê pê hubirê bê nivîsandinê, em gerekê aliyê xweda her tiştî bikin, wekî navê me vê kitêbêda bimîne.

4 Dibeke çend pirsên me hebin. Mesele, Kitêba Pîroz derheqa kesên ku navên wan kitêba jîyînêda nivîsî ne û derheqa kesên ku navên wan têda ne nivîsî ne, çi dibêje? Kesên ku navên wan vê kitêbêda dimîne, wê kengê jîyîna heta-hetayê bistînin? Halê miriyên ku mecala wan tune bû Yehowa nas bikin, wê çi be? Gelo navên wan dikare vê kitêbêda bên nivîsandinê? Vê gotarêda û gotara dinda, emê cabên van pirsa bistînin.

NAVÊN KÊ KITÊBA JÎYÎNÊDA HEYE?

5-6. (a) Li gora Fîlîpî 4:3, navên kê kitêba jîyînêda nivîsî ne? (b) Navên wan wê kengê ser heta-hetayê kitêba jîyînêda bêne nivîsandinê?

5 Navên kê vê kitêba sîmbolîkda nivîsî ne? Bona caba vê pirsê, emê dîna xwe bidin pênc cûre-cûre komên meriva. Navên hineka ji wan, kitêba jîyînêda nivîsî ne, lê navên hineka jî têda ne nivîsî ne.

6 Koma pêşin ew hene kesên ku hatine bijartinê, wekî tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Gelo navên wan niha kitêba jîyînêda nivîsî ne? Belê. Li gora giliyên Pawlosê şandî ku ewî “heval-xebatên” xwera ji Fîlîpyayê gotibû, navên kesên bi ruh kifşkirî, yên ku wê tevî Îsa serwêrtiyê bikin, niha kitêba jîyînêda nivîsî ne (Fîlîpî 4:3 bixûne). Lê seva ku navên wan vê kitêba sîmbolîkda bimîne, ewana gerekê amin bimînin. Paşê, gava ewana mora xwe ya xilaziyê bistînin, yan pêşiya mirina xwe yan jî pêşiya destpêka tengasiya mezin, navên wan wê ser heta-hetayê vê kitêbêda bêne nivîsandinê (Eyantî 7:3).

7. Li gora Eyantî 7:16, 17, navên kesên ji elaleta mezin, wê kengê kitêba jîyînêda ser heta-hetayê bêne nivîsandinê?

7 Koma duda ew hene merivên ku dikevin nava elaleta mezin, dêmek pezên din. Gelo navên wan niha kitêba jîyînêda hene? Belê. Paşî ku ewana ji Harmegedonê sax derbaz bin, gelo navên wan wê hela hê kitêba jîyînêda hebe? Belê! (Eyantî 7:14). Îsa gotibû wekî kesên ku bi sîmbolîk ça pez têne hesabê “wê herine jiyîna heta-hetayê” (Metta 25:46). Dîsa jî, kesên ku ji Harmegedonê derbaz bin wê jîyîna herheyî derbêra nestînin. Navên wan wê ça bêjî bi nivîsa qelemê kitêba jîyînêda bimîne. Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, Îsa “wê şivantiyê li wan bike, wan bibe ser kaniyên ava jiyînê”. Kesên ku rêberiya Îsa qebûl kin û wedê dîwankirina xilaziyê ça merivên amin bêne hesabê, navên wan wê kitêba jîyînêda ser heta-hetayê bêne nivîsandinê (Eyantî 7:16, 17 bixûne).

8. Navên kê kitêba jîyînêda tune, û çi wê bê serê wan?

8 Koma sisiya ew hene merivên ku bi sîmbolîk bizin in, yên ku wê Harmegedonêda bêne qirkirinê. Navên wan kitêba jîyînêda tune. Îsa gotibû ku ewana wê ser heta-hetayê bêne kutakirinê (Metta 25:46). Bi rêberiya Xwedê, Pawlosê şandî jî gotibû ku ewana wê “wêranbûna heta-hetayê bibînin” (2 Têsalonîkî 1:9; 2 Petrûs 2:9). Halê wan meriva jî usa ye, yên ku miqabilî ruhê pîroz gune kirine. Ewana jî wê ser heta-hetayê bêne qirkirinê, dêmek wê ji mirinê ranebin û jîyîna herheyî nestînin (Metta 12:32; Marqos 3:28, 29; Îbranî 6:4-6). Niha were em dîna xwe bidine du komên ku wê bona jîyîna ser erdê bêne rakirinê.

KÊ WÊ BONA JÎYÎNA SER ERDÊ BÊNE RAKIRINÊ?

9. Li gora Karên Şandiya 24:15, kîjan du kom wê bêne rakirinê, û firqî nav wanda çi ye?

9 Kitêba Pîroz dibêje ku du kom, dêmek “hemû heq û neheqê” ji mirinê bêne rakirinê, û mecala wan wê hebe heta-hetayê ser erdê bijîn (Karên Şandiya 24:15 bixûne). “Yên heq” ew in, yên ku bi aminî Yehowara xizmet kiribûn. Kesên “neheq” Yehowara xizmet nekiribûn, û rabûn-rûniştin û kirên wan nebaş bûn. Gava ew herdu ku kom bêne rakirinê, gelo ev yek tê hesabê ku navên wan kitêba jîyînêda nivîsare? Bona caba vê pirsê, were em derheqa van du koma şêwir kin.

10. “Yên heq” wê çira ji mirinê rabin, û hine ji wan wê çi cabdariyê bistînin? (Derheqa rabûna miriya bona jîyîna ser erdê, usa jî vê jûrnalêda binihêrin “Pirsên Xwendevana”.)

10 Koma çara, ew heye merivên “heq”. Pêşiya mirinê, navên wan kitêba jîyînêda hatibû nivîsandinê. Lê çaxê ewana mirin, gelo navên wan ji vê kitêbê hatin derxistinê? Na. Bîra Yehowada, ewana hê “sax” in. Yehowa ne ku “Xwedêyê miriya ye, lê yê zêndiya ye, çimkî bona wî hemû jî sax in” (Lûqa 20:38). Lema jî gava yên heq bona jîyîna ser erdê bêne rakirinê, navên wan wê kitêba jîyînêda nivîsî bin, lê serîda tenê ça bêjî pê “qelemê” (Lûqa 14:14). Hinekên ji wan wê bêşik dinya tezeda ça “serwêr ser temamîya erdê” xizmet kin (Zebûr 45:16).

11. Pêşiya ku navên kesên “neheq” kitêba jîyînêda bêne nivîsandinê, wê lazim be ku ewana çi hîn bin?

11 Koma pênca, ew heye kesên “neheq”. Pêşiya mirinê, wana bi jîyîneke rast nedijîtin, çimkî dibeke derheqa qanûnên Yehowa nizanibûn. Lema jî navên wan kitêba jîyînêda nehatibû nivîsandinê. Gava Xwedê wana ji mirinê rake, wê mecalê bide wan, wekî ewana navên xwe vê kitêbêda bidine nivîsandinê. Ji bo vê yekê, kesên “neheq” wê hewcê alîkariyê bin. Jîyîna xweye berêda, hine ji van kesa tiştên gelek xirab kiribûn. Lema jî gerekê ewana bêne hînkirinê, ku çawa li gora qanûnên Yehowa bijîn. Bona vê yekê, bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda, bernama hînkirinê ya herî mezin wê destpêbe.

12. (a) Kê wê kesên neheq hîn ke? (b) Çi wê bê serê kesên ku alîkariyê qebûl nekin?

12 Kê wê kesên neheq hîn ke? ‘Elaleta mezin’ û “yên heq”, ku ji mirinê bêne rakirinê, wê vî şixulî bikin. Seva ku navên kesên neheq kitêba jîyînêda bê nivîsandinê, gerekê ewana bibine dostên Yehowa û jîyîna xwe bidine destê wî. Îsa Mesîh û hempadşên wî, wê rind dîna xwe bidine wan hemû kesên neheq, hela ewana hînkirinêda ça pêşda diçin (Eyantî 20:4). Kesên ku alîkariyê qebûl nekin, wê bêne kutakirinê, hela hê hergê ewana 100 salî bin jî (Îşaya 65:20). Yehowa û Îsa Mesîh dikarin dila bixûnin, û ewê îzinê nedin wekî kesek dinya tezeda xirabiyê bike (Îşaya 11:9; 60:18; 65:25; Yûhenna 2:25).

RABÛNA BONA JÎYÎNÊ Û BONA DÎWANÊ

13-14. (a) Berê, me Yûhenna 5:29 çawa fem dikir? (b) Derheqa van gotina, em gerekê dîna xwe bidine çi?

13 Îsa derheqa merivên ku wê ser erdê bêne rakirinê, usa gotibû: “Wext nêzîk dibe, ku hemûyên tirbada wê dengê wî bibihên. Yên ku qencî kirine wê bona jiyînê rabin, yên ku xirabî kirine bona dîwanê” (Yûhenna 5:28, 29). Gelo ew rêz çi tê hesabê?

14 Berê em difikirîn ku Îsa digot derheqa kirên merivên saxkirî, kîjan ku wê paşî rabûnê bikin; dêmek em difikirîn ku hinek wê bêne rakirinê û tiştên baş bikin û hinek jî wê bêne rakirinê û tiştên xirab bikin. Lê Îsa negotibû ku kesên rakirî tiştên baş yan xirab bikin. Bi rastî ewî ser wan got “yên ku qencî kirine” û “yên ku xirabî kirine”. Gotinên wî nîşan dikin ku wana pêşiya mirina xwe qencî yan xirabî kiribûn. Eva bi logîkî ye, usa nîne? Bi rastî, dinya tezeda wê tu kesîra îzin neyê dayînê, wekî zulmiyê bike. Lema jî eşkere ye wekî yên neheq pêşiya mirina xwe xirabî kiribûn. Lê gelo rabûna “bona jiyanê” û rabûna “bona dîwanê” çi tê hesabê?

15. Kê wê “bona jiyînê” bê rakirinê, û çira?

15 Kesên heq, yên ku pêşiya mirina xwe qencî kiribûn, wê “bona jiyînê” rabin, çimkî navên wan kitêba jîyînêda nivîsî ne. Dêmek, rabûna wan “yên ku qencî kirine”, ji Yûhenna 5:29, û rabûna “yên heq”, ji Karên Şandiya 24:15, yek e. Ev şirovekirin bi van gotinên ji Romayî 6:7 girêdayî ye: “Ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye”. Gava kesên heq dimirin, gunên wan têne paqijkirinê, lê kirên wane amin nayêne bîrkirinê (Îbranî 6:10). Paşî rabûna ji mirinê jî hemikî wê lazim be wekî ewana amin bimînin, seva ku navên wan ji kitêba jîyînê neyêne paqijkirinê.

16. Rabûna “bona dîwanê” çi tê hesabê?

16 Lê gelo halê kesên ku pêşiya mirinê xirabî kiribûn, wê ça be? Gava ewana mirin, gunên wan jî hatine paqijkirinê, lê çimkî wana bi aminî Yehowara xizmet nekiribû, navên wan kitêba jîyînêda nehatine nivîsandinê. Lema jî rabûna wan, “yên ku xirabî kirine” û rabûna kesên “neheq”, ji Karên Şandiya 24:15, yek e. Ewana wê “bona dîwanê” bêne rakirinê. * Dîwankirina wan tê hesabê ku ewana wê bêne cêribandinê (Lûqa 22:30). Ev kesên neheq gerekê terka xirabiya xweye berê bidin û xwe tesmîlî Yehowa kin, wekî navên wan kitêba jîyînêda bê nivîsandinê. Seva ku bê kifşê ewana hêjayî vê yekê ne yan na, wext wê lazim be.

17-18. Wê lazim be wekî hemû kesên rakirî çi bikin, û “kirên” ku Eyantî 20:12, 13 besa wan dike, çi ne?

17 Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, kitêbên teze wê bêne vekirinê, û wê lazim be wekî him kesên ku berê heq bûn him jî yên ku neheq bûn, guh bidin qanûnên ji van kitêba. Yûhennayê şandî usa gotibû: “Hingê min miriyên biçûk û mezin dîtin ku li ber text sekinî bûn. Kitêb vebûn û kitêbeke din jî vebû, awa gotî kitêba jiyînê. Dîwana miriya anegorî wan kirên wane kitêbada nivîsar hate kirinê” (Eyantî 20:12, 13).

18 Kesên saxkirî wê ser hîmê kîjan ‘kira’ bêne dîwankirinê? Gelo li gora tiştên ku wana pêşiya mirinê kiribûn? Na! Bîne bîra xwe ku gava ewana mirin, gunên wane berê hatin paqijkirinê. Lema jî eşkere ye ku kitêba Eyantî besa “kirên” wane paşî rabûna ji mirinê dike, dêmek paşî ku ewana dinya tezeda bêne hînkirinê. Hergê wê lazim be wekî kesên amin ça Nuh, Samûyêl, Dawid û Daniyêl jî derheqa Îsa Mesîh hîn bin û baweriya xwe qurbana wî bînin, îlahî wê hê zêde lazim be wekî kesên neheq vê yekê bikin.

19. Çi wê bê serê van meriva, yên ku evê mecalê qebûl nekin?

19 Çi wê bê serê merivên ku vê mecalê nedine xebatê? Eyantî 20:15 usa dibêje: “Navê kê vê kitêba jiyînêda nivîsar tunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir”. Belê, ewana wê ser heta-hetayê unda bin herin. Bi rastî jî gelek ferz e ku em her tiştî bikin, wekî navê me kitêba jîyînêda bê nivîsandinê û neyê temizkirinê!

Wedê Padşatiya Hezarsalî, birak bernama hînkirinêda kar dike (Abzasa 20 binihêre)

20. Wedê Serwêrtiya Hezarsalî çi şixulekî mezin û mexsûs wê bê kirinê? (Binihêre şikilê rûyê jûrnalê.)

20 Serwêrtiya Hezarsalî wê wextekî gelek xweş be! Hingê, bernama hînkirinê ya herî mezin wê bê derbazkirinê. Usa jî, kirên kesên heq û neheq wê bêne cêribandinê (Îşaya 26:9; Karên Şandiya 17:31). Lê gelo ev bernama hînkirinê ça wê bê derbazkirinê? Gotara dinda emê derheqa vê yekê pêbihesin.

KILAMA 147 Emirê Heta-Hetayê Sozdayî

^ Yûhenna 5:28, 29 besa rabûna miriya dike, yên ku wê “bona jiyînê rabin”, û yên ku “bona dîwanê”. Ev gotar femkirina me derheqa vê rêzê rast dike. Emê bivînin ku herdu rabûna miriya çi tê hesabê. Usa jî, emê bivînin ku kê wê “bona jiyînê rabin”, û kê wê “bona dîwanê” bêne rakirinê.

^ Nivîsandina vê kitêbê “wextê efirandina dinyayêda” destpêbû, dêmek dinya merivên gunekar, mecala kîjana heye bi saya qurbana Îsa bêne baxşandinê (Metta 25:34; Eyantî 17:8). Lema jî ça tê kifşê, Habîl merivê pêşin bû, navê kîjanî ku vê kitêbêda hatibû nivîsandinê.

^ Berê, me digot ku vê rêzêda, “dîwan” tê hesabê dîwana sûcdarkirinê, çimkî xebera “dîwan” dikare usa bê femkirinê. Lê van rêzada, ça tê kifşê Îsa xebera “dîwan” ça dema cêribandinê da xebatê, yan jî ça ferhengeke zimanê Yûnanî dibêje, “enenekirina rabûn-rûniştinê”.