Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 40

Yên ku Geleka Digihînin Rastiyê

Yên ku Geleka Digihînin Rastiyê

“Kesên ku gelek meriva li rastiyê zivirandine wek steyrka her û her bibiriqin” (DANIYÊL 12:3, ÎM).

KILAMA 151 Wê Gazî ke

VÊ GOTARÊDA *

1. Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, wê çi qewimandinên mexsûs biqewimin?

 ÇAXÊ rabûna miriya wedê Serwêrtiya Îsa Mesîh ya Hezarsalî ser erdê destpêbe, nigê me wê şabûna erd negire! Em hizreta vê yekê ne ku dîsa merivên xweye hizkirî bivînin, û Yehowa jî hizreta vê yekê ye (Îbo 14:15). Bide ber çevê xwe, ku gava em dîsa wana bivînin, emê çiqas şa bin! Gotara pêşiya vêda, em pêhesiyan ku “yên heq”, navê kîjana kitêba jîyînêda nivîsî ne, wê “bona jiyînê” bêne saxkirinê (Karên Şandiya 24:15; Yûhenna 5:29). Him jî gelek merivên meyî hizkirî, dibeke wedê destpêka rabûna miriya, bona jîyîna ser erdê bêne rakirinê. * Usa jî, “yên neheq”, dêmek kesên ku pêşiya mirinê êpêce mecala wan tune bû, ku Yehowa nas kin yan ji wîra bi aminî xizmet kin, wê “bona dîwanê” bêne rakirinê.

2-3. (a) Çawa ku Îşaya 11:9, 10-da tê gotinê, bernama hînkirinê ya herî mezin wê çi be? (b) Vê gotarêda, emê derheqa çi şêwir kin?

2 Wê lazim be wekî hemû kesên saxkirî bêne hînkirinê (Îşaya 26:9; 61:11). Lema jî, bernama hînkirinê ya herî mezin wê destpêbe (Îşaya 11:9, 10 bixûne). Gelo çima? Çimkî wê lazim be wekî merivên neheq, yên ku wê bêne rakirinê, hîn bin derheqa Îsa Mesîh, Padşatiya Xwedê, qurbanê û pirsa derheqa nav û serwêrtiya Yehowa. Usa jî wê lazim be wekî merivên heq jî zanebûna herî teze derheqa nêta Yehowa bona erdê, bistînin. Hine kesên amin bi seda sala pêşiya ku nivîsandina Kitêba Pîroz xilaz bû, miribûn. Belê, wê lazim be ku him kesên neheq him jî yên heq gelek tişta hîn bin.

3 Vê gotarêda, emê van pirsa şêwir kin: Ev bernama hînkirinê wê çawa bê derbazkirinê? Ev bername wê ça li ser vê yekê hukum ke, hela navê kesekî wê ser heta-hetayê kitêba jîyînêda bê nivîsarê yan na? Gelek ferz e ku em cabên van pirsa bistînin. Lema jî, emê dîna xwe bidine hine tişta, yên ku berêva kitêbên Daniyêl û Eyantîda hatibûn gotinê. Bi saya van pêxembertiya, emê diha zelal fem bikin, ku paşî rabûna miriya çi wê biqewime. Pêşiyê, were em dîna xwe bidine gotinên ji Daniyêl 12:1, 2.

“GELEK KESÊN NAV TOZA ERDÊDA WÊ HIŞYAR BIN”

4-5. Daniyêl 12:1 derheqa rojên xilaziyê çi dibêje?

4 Daniyêl 12:1 bixûne. Kitêba Daniyêl pêşda gotibû ku xilaziya rojên axiriyê, çi wê pey hev biqewime. Mesele, vê rêzêda tê gotinê ku Mixayîl, dêmek Îsa Mesîh cimeta Xwedê “diparêze”. Pareke vê pêxembertiyê destpêkir bê serî, gava sala 1914-da, Îsa hate kifşkirinê ça Padşê Padşatiya ezmanî.

5 Daniyêlra usa jî hatibû gotinê, wekî Îsa Mesîh wê “rabe” wedê “tengasîke ji roja ku . . . heta îro nehatiye dîtin”. Ev “tengasî”, ‘tengasiya mezin’ e, ya ku Metta 24:21-da tê gotinê. Xilaziya vê tengasiyê, dêmek wedê Harmegedonê, Îsa Mesîh wê rabe ku xizmetkarên Xwedê biparêze. Kitêba Eyantî wana nav dike ça “elaleteke mezin”, ya ku ji “tengasiya mezin” hatiye (Eyantî 7:9, 14).

6. Çaxê elaleta mezin ji tengasiya mezin xilaz be, çi wê biqewime? (Derheqa rabûna jîyîna ser erdê, binihêre gotara “Pirsên Xwendevana” ya ku vê jûrnalêda heye.)

6 Daniyêl 12:2, bixûne. Paşî ku elaleta mezin ji vê tengasiyê sax derbaz be, çi wê biqewime? Berê em difikirîn ku ev rêz besa saxkirina sîmbolîk dike, dêmek rabûna ruhanî ya xizmetkarên Xwedê rojên axiriyêda. * Lê niha em fem dikin ku ev rêz besa rabûna miriya dike, ya ku wê dinya tezeda destpêbe. Em çira usa difikirin? Çawa Îbo 17:16-da tê gotinê, xebera “ax” tê hesabê “warê miriya”, dêmek mezel. Lema jî em fem dikin ku Daniyêl 12:2 besa rabûna miriya dike, ya ku wê paşî xilazbûna rojên axiriyê, dêmek paşî şerê Harmegedonê destpêbe.

7. (a) Hinek wê çawa bona “jîyîna herheyî” bêne rakirinê? (b) Rabûna wan çira “hê qenc” e?

7 Usa jî, Daniyêl 12:2, dibêje ku hine kes wê rabin bona “jîyîna herheyî, ÎM”. Ev tê hesabê wekî merivên ku wedê serwêrtiya 1 000 salî ji mirinê bêne rakirinê, Yehowa û Îsa Mesîh nas bikin, yan jî berdewam kin “nas kin” û guh bidin wan, wê jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhenna 17:3). Ewana wê “ji mirinê rabin bigihîjine jiyîneke hê qenc”, dêmek jîyîna heta-hetayê, ne ku mîna merivên berê kîjan ku ji mirinê hatibûn rakirinê, lê paşê dîsa mirin (Îbranî 11:35).

8. Hinek wê çawa bona “jiyaneke rûreş” bêne rakirinê?

8 Gelo her kes wê bernama hînkirinê ji Yehowa qebûl ke? Na. Kitêba Daniyêl dibêje ku hinek wê rabin bona “jiyaneke rûreş, ÎM”. Lê çimkî wê ewana rastiyê qebûl nekin, navên wan wê kitêba jîyînêda neyê nivîsarê, û ewana wê jîyîna herheyî nestînin, lê heta-hetayê kuta bin. Daniyêl 12:2 eşkere dike, ku axiriya wan kirên wanva girêdayî ye, yên ku ewana wê paşî rabûna ji mirinê bikin * (Eyantî 20:12). Hine meriv wê jîyîna herheyî bistînin, lê hinek jî na.

KESÊN KU GELEKA DIGIHÎNIN RASTIYÊ

9-10. Paşî tengasiya mezin dîsa çi wê biqewime, û kî wê mîna şewqa ezmanî bibiriqin?

9 Daniyêl 12:3 bixûne. Xêncî tiştên ku rêza 2-da têne gotinê, rêza 3 jî besa hine tişta dike, yên ku wê paşî “tengasiya mezin” biqewimin.

10 Gelo kê “wê mîna qûbeya ezmanî”, dêmek şewqa ezmanî bibiriqin? Metta 13:43 usa dibêje: “Hingê merivên rast wê Padşatiya Bavê xweda mîna tevê şewq bidin”. Vê kontêkstêda, Îsa besa “merivên para Padşatiyê” dikir, yên ku wê tevî wî Padşatiya ezmanîda serwêrtiyê bikin (Metta 13:38). Lema jî eyan e wekî Daniyêl 12:3 besa kesên bi ruh kifşkirî dike û şixulên ku ewana wê wedê Serwêrtiya Hezarsalî bikin.

Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, 144 000 kesên bi ruh kifşkirî, wê tevî Îsa Mesîh rêberiya bernama hînkirinê bikin (Abzasa 11 binihêre)

11-12. Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, 144 000 kesên bi ruh kifşkirî wê çi bikin?

11 Kesên bi ruh kifşkirî wê çawa geleka bigihînin rastiyê? Tevî Îsa Mesîh, ewana wê rêberiya bernama hînkirinê bikin, ya ku wê wedê Serwêrtiya Hezarsalî ser erdê bê derbazkirinê. Ew 144 000 kesên bi ruh kifşkirî wê ne tenê ça padşa, lê ça kahîn jî xizmet bikin (Eyantî 1:6; 5:10; 20:6). Ewana wê “bona qencbûna mileta” kar bikin û meriva hêdî-hêdî vegerînin bêqisûrtiyê (Eyantî 22:1, 2; Hezeqêl 47:12). Ewana wê ji vê yekê şabûneke mezin bistînin!

12 Nava van gelekada wê merivên saxkirî bin, yên ku ji Harmegedonê derbaz bin û zarên ku wê dinya tezeda bêne bûyînê. Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, hemû meriv wê bêqisûr bin. Gelo navên wan wê kengê ser heta-hetayê kitêba jîyînêda bê nivîsandinê?

CÊRIBANDINA PAŞIN

13-14. Pêşiya ku merivên bêqisûr jîyîna herheyî bistînin, wê lazim be ku ewana çi îzbat kin?

13 Ev yek ku kesek bêqisûr e, nayê hesabê ku ewê jîyîna herheyî bistîne. Derheqa Adem û Hewayê bifikire. Ewana bêqisûr bûn, lê seva ku jîyîna herheyî bistînin, lazim bû ku wana guhdariya Yehowa bikira. Sed heyf ku wan nexwest guhdariya wî bikin (Romayî 5:12).

14 Xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, her kes wê bêqisûr be. Gelo ewana wê heta-hetayê piştgiriya serwêrtiya Yehowa bikin? Yan hinek wê mîna Adem û Hewayê, yên ku bêqisûr bûn lê Yehowara amin ne man, wê ji riya Yehowa derkevin? Gelo cabên van pirsa wê çawa bêne dayînê?

15-16. (a) Hemû însan wê kengê bikaribin aminiya xwe Yehowara îzbat kin? (b) Paşî cêribandina paşin çi wê biqewime?

15 Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, Mîrê-cina wê girtî bimîne, lema jî ewê nikaribe kesekî bixapîne. Lê xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî, ewê bê azakirinê, û ewê her tiştî bike wekî însanên bêqisûr ji riya Yehowa derxe. Ev cêribandina paşin wê mecalê bide hemû meriva ku eşkere nîşan kin, hela ewana qedirê navê Xwedê û serwêrtiya wî digirin yan na (Eyantî 20:7-10). Hergê ewana guh nedin Mîrê-cina, û Yehowara amin bimînin, navên wan wê ser heta-hetayê kitêba jîyînêda bê nivîsandinê.

16 Hine meriv wê serwêrtiya Yehowa qebûl nekin. Lê Kitêba Pîroz hejmara wan eşkere nake. Gelo çi wê bê serê wan? Eyantî 20:15 usa dibêje: “Navê kê vê kitêba jiyînêda nivîsar tunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir”. Belê, kesên ku miqabilî Yehowa derên wê ser heta-hetayê bêne kutakirinê. Lê heçî zef merivên bêqisûr wê wedê cêribandina paşin amin bimînin, û navên wan wê ser heta-hetayê kitêba jîyînêda bê nivîsandinê.

ROJÊN AXIRIYÊ

17. Melek derheqa rojên me Daniyêlra çi gotibû? (Daniyêl 12:4, 8-10)

17 Ça baş e ku Kitêba Pîroz eyan dike wekî axiriyêda çi wê biqewime! Xêncî vê yekê, kitêba Daniyêl derheqa rojên me, dêmek derheqa “wexta dawîn” jî înformasiya ferz dide (Daniyêl 12:4, 8-10 bixûne; 2 Tîmotêyo 3:1-5). Melek Daniyêlra gotibû, ku zanebûna rast wê zêde be û xizmetkarên Xwedê wê gotinên ji kitêba wî diha baş fem bikin. Usa jî, melek gotibû ku wê demê, “wê yên xirab xirabiyê bikin û wê tu kesî ji yên xiraba ye, fem nekin” van gotina.

18. Zûtirekê çi wê bê serê merivên xirab?

18 Îro carna usa tê kifşê wekî kesên xirab bona kirên xwe ceza nastînin (Malaxî 3:14, 15). Lê zûtirekê, Îsa Mesîh wê dîwana wan meriva bike, yên ku mîna bizina ne û wê wana ji kesên ku mîna pêz in, veqetîne (Metta 25:31-33). Ev merivên xirab wê ne tengasiya mezinda sax bimînin, û ne jî dinya tezeda wê ji mirinê bêne rakirinê. Navên wan wê kitêba jîyînêda neyêne nivîsandinê (Malaxî 3:16).

19. Gelek ferz e ku em çi bikin, û çira? (Malaxî 3:16-18)

19 Gerekê em bi rabûn-rûniştina xwe îzbat kin, ku em nava merivên xirabda nînin (Malaxî 3:16-18 bixûne). Yehowa îro van meriva top dike, kîjana ku ew ça malê xweye xas hesab dike. Gelo em naxwazin nava wanda bin?

Çaxê Daniyêl, merivên meyî hizkirî û gelek kesên din bona xelata xwe ji mirinê rabin, şabûna nigên me wê erd negire! (Abzasa 20 binihêre)

20. Daniyêlra çi soz hatibû dayînê, û tu çima hîviya vî sozî yî?

20 Rojên me bi rastî jî rojên mexsûs in. Demeke nêzîkda, hemû kesên xirab wê bêne kutakirinê. Paşê, emê pêkhatina vê yekê bivînin, çi ku Yehowa Daniyêlra soz dabû: “Tê hişyar bibî û xelata xwe bistînî” (Daniyêl 12:13, ÎM). Hergê tu hizreta wê rojê yî ku Daniyêl û merivên teyî hizkirî ji mirinê rabin, her tiştî bike wekî tu amin bimînî. Hingê navê te wê kitêba jîyînêda bimîne!

KILAMA 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne

^ Ev gotar nihêrandina me derheqa bernama hînkirinê, ji Daniyêl 12:2, 3, rast dike. Emê bivînin ku ev bername wê kengê bê derbazkirinê û kê wê vê yekêda kar bike. Usa jî emê bivînin ku ev bernama hînkirinê wê ça meriva bona cêribandina paşin hazir ke, ya ku wê xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî biqewime.

^ Dibeke rabûna miriya destpêbe ji merivên amin yên ku rojên axiriyêda mirin. Paşê, dibeke kesên ku pêşiya wan miribûn dor bi dor bêne rakirinê. Hergê usa be, her kes wê bikaribe rastî nasên xwe bê. Çi jî hebe, Kitêba Pîroz derheqa rabûna bona jîyîna ser ezmana dibêje ku wê “her kes dora xweda” bê rakirinê, lema jî em dikarin bawer bin ku rabûna bona jîyîna ser erdê jî wê bi organîze be (1 Korintî 14:33; 15:23).

^ Ev femkirina teze rast dike şirovekirina serê 17 ji kitêba “Dîna Xwe Bide Pêxembertiya Daniyêl!” û jûrnala “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Tîrmehê, sala 1987, rûp. 21-25

^ Ji aliyê dinva jî, xebera “yên heq û neheq”, ku Karên Şandiya 24:15-da tê gotinê, û xebera “yên ku qencî kirine” û “yên ku xirabî kirine”, ku Yûhenna 5:29-da nivîsî ye, derheqa kirên kesên saxkirî tê gotinê, yên ku wana pêşiya mirinê kiribûn.