Pirsên Xwendevana
Pawlosê şandî çi dixwest bigota, çaxê ser xwe got ku ew “ne serê xwe ji diya xwe bûyî” ye? (1 Korintî 15:8)
Pawlosê şandî 1 Korintî 15:8-da, usa gotibû: “Axiriyê, pey hemûyara minva xuya bû, çawa yekî ne serê xwe ji diya xwe bûyî”. Gelo bi van giliya ewî çi dixwest bigota? Berê, em difikirîn ku gava Pawlos Îsa Mesîh bi rûmeta ezmanî dîtibû, ewî ça bêjî qedir stand ku pêşda hate bûyînê, dêmek ji mirinê rakirinê, bona jîyîna ser ezmana, ku bi qirna şûnda gerekê biqewimiya. Lê gava em vê rêzê hûr bi hûr dinihêrin, em divînin ku gerekê ev rêz cûrekî din bê femkirinê.
Ew yek rast e wekî vê rêzêda Pawlos besa vê rojê dikir, gava Îsa ser riya Şamê wîra eyan bû. Lê ewî çira xwe beramberî zara “ne serê xwe ji diya xwe bûyî” kir? Çend menî hene ku dibeke çira ewî usa got.
Baweriya wî nişkêva û bi êş hate guhastinê. Hine zar nişkêva, dêmek ne wextê xweda têne bûyînê. Gava Şawûl (yê ku navê wî paşê bû Pawlos) diçû Şamê, wekî wêderê Mesîhiya bizêrîne, ewî rêva nişkêva xewn-xeyalekêda Îsa Mesîh dît. Paşî vê yekê ewî derbêra baweriya xwe guhast û bû Mesîhî. Ev yek him bona wî him jî bona şagirtên Şamêda tiştekî ecêbmayî bû. Serda jî, çevên wî demeke kin kor bûn, çi ku jêra êş anî (Karên Şandiya 9:1-9, 17-19).
Baweriya wî “wextekî nerastda” hate guhastinê. Gava Pawlos baweriya xwe guhast, Îsa Mesîh îda vegeriyabû ser ezmana. Ew meriv, derheqa kîjana Pawlos rêzên dinda gotibû, Îsa dîtibûn, paşî ku ew ji mirinê rabibû û pêşiya ku ew vegeriya ezmana, lê Pawlos Îsa nedîtibû (1 Korintî 15:4-8). Lê paşê, qey “ne wextda” Îsa wîra xuya bû, dêmek wedekî usa ku tu kes hîviya vê yekê nîbû, û ew yek bona wî qedirekî mezin bû.
Ewî bi milûktî derheqa xwe digot. Bi dîtina hine zandara, Pawlos xwe bi van gotina hinekî nimiz kir. Dibeke Pawlos bi van gotina dixwest nîşan kira, ku ewî hesab nedikir, wekî hêjayî vî qedirî ye ku bibe şandî. Paşê ewî ser xwe usa got: “Çimkî ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand. Lê ez bi kerema Xwedê me çi jî heme” (1 Korintî 15:9, 10).
Lema jî, dibeke Pawlos dixwest bi van gotinên xwe nîşan kira, wekî Îsa nişkêva û bi cûrê ku ew hîviyê nîbû, jêra xuya bû, yan ewî baweriya xwe ne wextda guhastibû, yan jî ku ew ji aliyê ruhanîva ne hêja bû, wekî xeyaleke usa bivîne. Çi jî hebe, eşkere ye ku Pawlos vê qewimandinê gelek qîmet dikir. Ew qe nedikete şikê ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirinê. Lema jî, gava ewî derheqa mizgîniya rabûna Îsa merivara gilî dikir, ewî gelek cara besa vê yekê dikir (Karên Şandiya 22:6-11; 26:13-18).