Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 39

Çaxê Tu Milûk î Tu Qewî yî

Çaxê Tu Milûk î Tu Qewî yî

“Li xulamê Xudan nakeve, ku şer bike, lê hindava hemûyada berbihêr be” (2 TÎMOTÊYO 2:24).

KILAMA 120 Çev Bidine Milûktiya Îsa

VÊ GOTARÊDA a

1. Ciyê xebatê yan jî mektebêda, derheqa çi dikarin pirsa bidine me?

 GAVA hevalxebatçî yan hevaldersxanek derheqa baweriya te tiştekî ji te dipirse, tu xwe ça texmîn dikî? Dibeke tu ber xwe dikevî? Gelek ji me xwe usa texmîn dikin. Pirsên usa eşkere dikin, ku ew meriv çawa difikire yan çi bawer dike. Bi vê yekê mecal dikeve destê me, ku em jêra şedetiyê bidin. Lê cara nêta hine meriva ew e, ku qerfê xwe baweriya me bikin. Em ji vê yekê ecêbmayî namînin, çimkî hine meriva tiştên nebaş derheqa baweriya me bihîstine (Karên Şandiya 28:22). Usa jî em “rojên axiriyêda” dijîn û gelek meriv “bêrem” û “zulmkar” in (2 Tîmotêyo 3:1, 3).

2. Çira ferz e ku em milûk bin?

2 Diqewime tu ber xwe dikevî û difikirî: “Gava kesên din dixwazin derheqa baweriya min tevî min bikevine dewê, ez çawa dikarim rihetiyê xwey kim û bi merîfetî tevî wan xeber dim?” Gelo çi dikare alî te bike? Vê derecêda berbihêrî dikare alî te bike. Gava merivê nerm û milûk eciz dikin, yan jî çaxê ew nizane ku ça caba xwe bide, yeke ew zû hêrs nakeve (Metelok 16:32). Tu dikarî bifikirî, ku gotin hêsa ye, lê kirin çetin e. Gelo tu ça dikarî diha berbihêr bî? Gava kesek ji bo baweriya te tera dikeve dewê, tu ça dikarî bi zimanekî nerm wîra xeber dî? Dê-bav ça dikarin zarên xwe hîn kin, ku ewana baweriya xwe bi nermî biparêzin? Vê gotarêda emê cabên van pirsa bistînin.

ÇA MILÛKTIYÊ PÊŞDA BÎNIN?

3. Çira em dikarin bêjin ku milûktî qewat e, ne ku kêmasî ye? (2 Tîmotêyo 2:24, 25)

3 Milûktî qewat e, ne ku kêmasî ye. Dereca çetinda, seva ku meriv rihetiyê xwey ke, qewat lazim e. Milûktî yek ji hunurên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Bi zimanê Yûnanî, xebera “milûktî” cara hindava hespekî beyanî didine xebatê, yê ku dihate hînkirinê. Rast e hespê usa hêdî-hêdî nerm dibe, lê dîsa jî ew qewî ye. Lê em ça dikarin him milûk bin, him jî qewî bimînin? Bi qewata xwe em nikarin vê yekê bikin. Em gerekê bona ruhê pîroz dua bikin û ji Xwedê bixwazin, wekî Ew alî me bike. Serhatiyên gelek meriva nîşan dikin, ku ev yek ferz e. Mesele, gava meriv dixwestin xûşk-birên mera bikevine dewê, yan hêrsa wan rakin, yeke ewana berbihêr û milûk diman. Milûktiya wan ser kesên din hukum dikir û ewana îda derheqa Şedên Yehowada baş difikirîn (Bixûne 2 Tîmotêyo 2:24, 25). Tu ça dikarî milûktiyê, xwera bikî qewat?

4. Ji mesela Îshaq, em dikarin derheqa milûktiyê çi pêbihesin?

4 Gelek serhatiyên ji Kitêba Pîroz nîşan dikin, wekî milûktî çiqas qîmet e. Mesele, gava Îshaq li herêma Gêrarê cî-war bû, Filistiya ji hevsûdiyê bîrên avê, yên ku xulamên bavê wî kola bûn, xitimandin. Dewsa ku ew tevî wan şer bike, Îshaq malbeta xweva ji wêderê derbazî cîkî din bû û bîrên teze kola (Destpêbûn 26:12-18). Lê Filistiya gote wan: “Eva ava me ye”. Wê carê jî ewî ew çetinayî bi edilayî safî kir (Destpêbûn 26:19-25). Gava kesên din wî eciz dikirin yan hêrsa wî danîn, gelo çi alî wî dikir milûk bimîne? Bê şik, mesela dê-bavê wî gelek ser wî hukum kiribû. Ewî didît wekî bavê wî Birahîm merivekî edilayîhez e û diya wî Sera jî yeke “milûk û girane” (1 Petrûs 3:4-6; Destpêbûn 21:22-34).

5. Dê-bav ça dikarin zarên xwe hîn kin, ku ewana bibine merivên nerm û milûk? Meselê bînin.

5 Îro jî lazim e wekî dê-bav zarên xwe hîn kin, wekî ewana bibine merivne milûk. Were em dîna xwe bidine mesela Maksêns, yê ku 17 salî ye. Mektebêda û xizmetiyêda, merivên dor-berê wî hêrs bûn. Dê-bavê wî ew hîn dikirin ku bibe yekî milûk. Ewana dibêjin: “Maksêns fem kir, ku hêsa ye meriv zû ji xwe derê û hêrs keve, lê merivê qewî dikare hêrsa xwe kontrol ke”. Belê, Maksêns hîn bû ku bibe yekî milûk.

6. Duakirin çawa dikare alî me bike, ku em milûk bimînin?

6 Hergê kesek derheqa Xwedê yan jî Kitêba Pîroz tiştekî xirab bêje, em çi dikarin bikin? Em gerekê qewat û bîlaniyê ji Xwedê bixwazin, wekî em bikaribin bi nermî caba wan bidin. Lê hergê me bi sert caba wan da, wî çaxî em çi dikarin bikin? Em dikarin bona wê derecê dua bikin û bifikirin ku careke din, em çawa dikarin diha baş caba wan bidin. Paşê, Yehowa wê bi saya ruhê pîroz qewatê bide me, ku em xwe kontrol kin û milûk bimînin.

7. Rêzên Kitêba Pîroz ça alî me dikin, ku em gilî û kirên xwe kontrol kin? (Metelok 15:118)

7 Hine rêzên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin, ku em derecên çetinda zimanê xwe bikaribin. Ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em van rêza bînin bîra xwe (Yûhenna 14:26). Mesele, prînsîpên kitêba Metelokda dikarin alî me bikin ku em nerm bin (Bixûne Metelok 15:1, 18). Usa jî, rêzên vê kitêbê eşkere dikin, ku kara zimanê nerm û şîrin çiqas mezin e (Metelok 10:19; 17:27; 21:23; 25:15).

FEMKARÎ ALÎ ME DIKE MILÛK BIN

8. Gava kesek tiştekî dipirse, gerekê em derheqa çi bifikirin?

8 Bi saya femkariyê, em dikarin milûk bin (Metelok 19:11). Gava yek hicûmî baweriya kesekî femkar dike, ew xwegirtinê nîşan dike. Fikirên meriva mîna berê kûr in. Dêmek, gava kesek tiştekî dipirse, gelek car nêta pirsa wî tiştekî din e. Lema jî pêşiya ku caba wî bidin, diha baş e em ser nêta pirsa wî bifikirin (Metelok 16:23).

9. Gîdeon çawa femkarî û milûktî nîşan kir çaxê mêrên Efrayîm jêra ketine dewê?

9 Dîna xwe bidinê ku Gîdeon ça caba Efrayîmiya da. Wana bi hêrs pirsî, ku ewî çira bêyî wan miqabilî dijminên Îsraêlê şer kir. Gelo ewana çira hêrs ketin? Gelo ji bo wê yekê qedirê wan ket? Firqî tune menî çi bû, dîsa jî Gîdeon wana fem kir û cabeke nerm da wan. Paşê hêrsa wan danî û bîna wan fire bû (Hakimtî 8:1-3).

10. Çi wê alî me bike wekî em derheqa baweriya xwe bi nermî caba meriva bidin? (1 Petrûs 3:15)

10 Dibeke hevalxebatçî yan hevaldersxanek ji me bipirse, ku çira em guh didine qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz. Hemikî, emê baweriya xwe biparêzin, lê yeke emê qedirê nihêrandina kesên din jî bigirin (Bixûne 1 Petrûs 3:15). Ferz ew e, ku em pirsên usa înkar nekin, lê mecalê bivînin, wekî nêta wî fem bikin. Meniya pirsa wî çi be jî, yeke em gerekê bi nermî caba wî bidin. Cabên me dikarin ser wî hukum kin, wekî ew ser nihêrandina xwe bifikire. Hergê ew sert yan bêqedir xeber de, dîsa jî em gerekê bi qedir caba wî bidin (Romayî 12:17).

Hergê em nêta wî merivî fem bikin, yê ku me teglîfî ser roja bûyînê dike, emê diha baş caba wî bidin (Binihêre abzasa 11-12)

11-12. (a) Pêşiya ku em caba pirseke çetin bidin, em gerekê derheqa çi bifikirin? (Binihêre usa jî şikil.) (b) Ça pirsa kesekî dikare mecalê bide me, wekî xeberdaneke xweş destpêkin. Meselê bînin.

11 Hergê hevalxebatçî ji me bipirse, ku em çira roja bûyînê derbaz nakin, em dikarin dîna xwe bidine wan tişta: Diqewime ew difikire ku îzina me qe tune kêf kin. Yan jî, diqewime ew difikire wekî ji bo vê yekê ku em roja bûyînê derbaz nakin, ev yek dikare xirab hukum ke ser heleqetiya orta xebatçiya. Hergê em nêta pirsa wî fem kin, wê mera diha hêsa be caba wî bidin. Mesele, em dikarin payê wî bidin, ku ew dixwaze wekî ser xebatê heleqetiya orta xebatçiya timê baş be, û bêjin ku nêta me jî hema ev yeke. Bi saya vê yekê diqewime mecala xeberdana baş vebe û emê bikaribin zelal wîra şirovekin, ku Kitêba Pîroz derheqa derbazkirina roja bûyînê çi dibêje.

12 Çaxê careke din dîsa pirseke usa çetin pêşda bê, vê derecêda jî em gerekê xwe usa bidine kifşê. Diqewime hevalxebatçîk bêje, wekî Şedên Yehowa gerekê nihêrandina xwe hindava homosêksûaliyê biguhêzin. Gotinên usa nîşan dikin, wekî ew bi temamî fem nake, ku Şedên Yehowa derheqa vê pirsê çi difikirin. Diqewime hevalekî wî yan merivekî wî homosêksûal e. Û ew difikire, wekî em merivên homosêksûal nefret dikin. Diha baş e, ku em wîra şirovekin wekî em qedirê nihêrandina her kesî digirin b (1 Petrûs 2:17). Paşê, em dikarin wîra zelal kin ku kara qanûnên Kitêba Pîroz derheqa nav-namûsiyê çi ye.

13. Tu çawa dikarî alî kesekî bikî, yê ku Xwedê bawer nake?

13 Hergê merivek tevî gotinên me razî nîne, em gerekê derbêra nebêjin, ku em zanin ew çi bawer dike (Tîto 3:2). Mesele, dibeke hevaldersxanekî te bêje, ku ev tiştekî bêaqilayî ye, wekî baweriya xwe Xwedê bînin. Lê gelo ev yek tê hesabê ku ew êvolûsiyayê bawer dike û derheqa vê yekê gelek tişt zane? Dibeke ew tenê wan giliya dibêje, çi ku ji kesên din bihîstiye. Dewsa ku em derheqa vê yekê jêra bikevine dewê, em dikarin dîna wî bikişînin ser tiştekî hewas, derheqa çi jî ew dikare paşê bifikire. Em dikarin ji jw.org jêra lînka gotarekê yan jî vîdêoyekê derheqa efirandinê bişînin. Paşê em dikarin derheqa van tişta xeber din. Belê, hergê em bi qedir caba wî bidin, ev yek dikare wî hêlan ke, ku nihêrandina xwe biguhêze.

14. Cahilekî bi navê Nêl ça alî hevaldersxanê xwe kir, wekî ew nihêrandina xwe derheqa Şedên Yehowa biguhêze?

14 Cahilekî bi navê Nêl malpera me dida xebatê, wekî nîşan ke, ku giliyên hine meriva derheqa Şedên Yehowa nerast in. Ew dibêje: “Hevaldersxanekî min, gelek car minra digot, wekî tu ne ku zandariyê bawer dikî, lê Kitêba Pîroz, ya ku kitêbeke çîroka ye”. Ew hevaldersxan îzin neda Nêl, wekî baweriya xwe şiroveke, lema jî Nêl dîna wî kişande ser para “Zandarî û Kitêba Pîroz” ji jw.org. Paşê hine wext şûnda Nêl têderxist wekî hevaldersxanê wî ev înformasiya ser jw.org xwendiye û hazir e derheqa vê yekê xeber de, ku ça emir pêşda hatiye. Bal we jî dikare dereceke usa hewas hebe.

XWE TEVÎ MALBETÊ HAZIR KIN

15. Dê-bav çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana bi nermî caba meriva bidin?

15 Dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin, wekî ewana bi nermî caba wan meriva bidin, yên ku baweriya wan dikine bin şikê (Aqûb 3:13). Hine dê-bav wedê qulixkirina tevî malbetê, vê yekê zarên xwe hîn dikin. Ewana derheqa pirsên usa şêwir dikin, kîjan ku mektebêda dikarin pêşda bên û wana hîn dikin, ku çawa bi nermî û zelal caba xwe bidin (Binihêrin çargoşe “ Malbeta Xwe Hazir ke”).

16-17. Hergê pêşda xwe bona hine dereca hazir kin, ev yek ça dikare alî cahila bike?

16 Hergê dê-bav zarên xwe pêşda hazir kin, ev yek wê alî wan bike, wekî ewana xwexa baweriya xweda îzbat bin û bikaribin merivên dinra şirovekin. Ser jw.org vê parêda, bi navê “Pirsên Cahila”, gelek gotarên kêrhatî hene. Ev gotar alî cahila dikin ku baweriya xwe diha qewî kin û hîn bin, wekî ewana bikaribin pê giliyên xwe caba meriva bidin. Wedê qulixkirina tevî malbetê, dê-bav û zar dikarin vê parê şêwir kin. Usa her kes wê hîn be baweriya xwe bi nermî biparêze.

17 Cahilekî bi navê Mêtyû dibêje, ku çaxê ew pêşda xwe hazir dike, ev yek ça alî wî dike. Wedê qulixkirina tevî malbetê, Mêtyû û dê-bavê wî gelek car gotarên usa lêkolîn dikin, yên ku mektebêda dikarin bêne şêwirkirinê. Ew dibêje: “Em difikirin ku çi derece dikarin pêşda bên û xwe hazir dikin ku ça caba xwe bidin. Gava ez hîmê baweriya xwe rind fem dikim, wî çaxî ez xwe diha rihet texmîn dikim. Hingê minra diha hêsa ye bi nermî caba xwe bidim”.

18. Li gora Kolosî 4:6, em gerekê çawa xeber din?

18 Hergê em tiştekî bi zelalî û rast şirovekin jî, dîsa jî hine meriv wê giliyên me qebûl nekin. Lê xeberdana bi maqûlî û milûktî dikare karê bîne (Bixûne Kolosî 4:6). Giliyên me mîna avîtina topekê ye. Em dikarin topê bi nermî yan sert kesekîra bavêjin. Gava em topê bi nermî davêjin, lîstikvan dikare hêsa topê bigire û lîstikê berdewam ke. Mîna vê yekê, hergê em bi zimanekî nerm xeber din, kesên din wê hazir bin guh bidine me û xeberdanê berdewam kin. Hemikî hergê kesek bixwaze tevî me bikeve dewê, yan qerfên xwe baweriya me bike, eseyî nîne em caba wî bidin (Metelok 26:4). Lê heçî zef meriv usa nînin. Ewana hazir in guh bidine me.

19 Eşkere ye, ku çaxê em nerm û milûk in, kara vê yekê gelek e. Gava tu caba pirsên çetin didî û rastî qerfa têyî, Yehowara dua bike û qewatê bixwaze, wekî tu milûk û nerm bimînî. Bîr neke, nermî û milûktî nahêlin wekî şer-dew pêşda bên. Û cabên teye nerm û merîfet, dikarin ser kesekî hukum kin, ku ew nihêrandina xwe derheqa me û rastiyên Kitêba Pîroz, biguhêze. Bona baweriya xwe, “her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin. . . . Lê wê yekê bi xof û milûktiyê bikin” (1 Petrûs 3:15). Belê, bira milûktî qewata te be!

KILAMA 88 Riya Xwe Nîşanî Min ke

a Vê gotarêda emê şêwir kin, ku gava kesek seva baweriya me dixwaze mera bikeve dewê, em ça dikarin baweriya xwe bi milûktî û nermî biparêzin.

b Hine şîretên kêrhatî vê gotarêda bivînin, “Kitêba Pîroz Derheqa Homosêksûaliyê Çi Dibêje?”, ji jûrnala Hişyar Bin!, sala 2016, № 4

19. Gava em baweriya xwe diparêzin em, çira gerekê bi milûktî caba xwe bidin?

Ser jw.org van parada “Pirsên Cahila” û “Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa”, gelek gotarên kêrhatî hene.