GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 38
Cahilno Hûn Emirekî Ça Dixwazin?
“Aqilê miqatîyê li te bike” (METELOK 2:11).
KILAMA 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”
VÊ GOTARÊDA a
1. Yoaş, Ûziya û Yoşiya rastî kîjan dereca çetin hatin?
BIDE ber çevê xwe wekî tu hê zar î yan jî cahil î û dibî Padşê cimeta Xwedê! Teyê qewat û qulixa xwe ça bida xebatê? Kitêba Pîroz besa çend cahila dike, yên ku bûne padşên Cihûdayê. Mesele, Yoaş 7 salî bû, Ûziya 16 salî bû û Yoşiya jî 8 salî bû. Ev cabdarî bona wan barekî giran bû! Halê wan çiqas çetin bû jî, Yehowa û kesên din alî wan dikirin ku ewana tiştên baş bikin.
2. Çira kêrhatî ye dîna xwe bidin serhatiyên Yoaş, Ûziya û Yoşiya?
2 Em ne padşa ne jî xanim in, lê ji meselên Yoaş, Ûziya û Yoşiya em dikarin hine tiştên qîmet hîn bin. Wana him safîkirinên baş him jî yên ne baş dikirin. Ji serhatiyên wan, emê bivînin ku çira em gerekê hevalên baş bijbêrin, milûk bimînin û diha nêzîkî Yehowa bin.
XWERA HEVALÊN BAŞ BIJBÊRE
3. Kahînê Mezin Yehoyada ça alî Yoaş Padşa dikir, wekî ew safîkirinên bîlan bike?
3 Mîna Yoaş safîkirinên baş bike. Gava Yoaş Padşa cahil bû, bavê wî mir û Kahînê Mezin Yehoyada ew mezin dikir û derheqa Yehowa wî hîn dikir. Yoaş yekî bîlan bû, çimkî ewî guh dida şîretên Yehoyada. Ev yek alî Yoaş kir, wekî Yehowara xizmet ke û alî cimetê bike, ku ewana jî Yehowara xizmet bikin. Usa jî Yoaş hebandina rast vegerand (2 Dîrok 24:1, 2, 4, 13, 14).
4. Çira em gerekê temiyên Yehowa hez bikin û guh bidine wan temiya? (Metelok 2:1, 10-12)
4 Hergê dê-bavê te yan kesekî din te hîn dikin, wekî tu Yehowa hez bikî û li gora prînsîpên wî bijîyî, ev yek tiştekî gelek qîmet e (Bixûne Metelok 2:1, 10-12). Cûre-cûre mecal hene bi saya çi jî dê-bav dikarin zarên xwe hîn kin. Bavê xûşkeke bi navê Katya alî wê dikir, ku ew safîkirinên baş bike. Her roj çaxê bavê wê ew dibire mektebê, wana rêza rojê şêwir dikir. Katya dibêje: “Ev şêwirkirin alî min dikirin, ku ez derecên çetin yên ku nava rojêda pêşda dihatin, safî kim”. Diqewime dê-bavê te qeyda datînin, û tu difikirî ku ev yek azaya te sînor dikin. Çi dikare alî te bike, wekî tu rêberiya wan ya li gora Kitêba Pîroz qebûl bikî? Xûşkeke bi navê Anastasîya dibêje wekî dê-bavê wê wext vediqetandin, wekî jêra şirovekin ku çira ewana filan sînora datînin. Ew dibêje: “Bi vî cûreyî min fem dikir, ku nêta van qeyda ne ew bû ku min kontrol bikin, lê ev bû ku min biparêzin, çimkî ewana min hez dikin”.
5. Kirên te wê ser dê-bavê te û Yehowa ça hukum kin? (Metelok 22:6; 23:15, 24, 25)
5 Gava tu guh didî şîretên ji Kitêba Pîroz û wana tînî sêrî, dê-bavê te şa dibin. Ya diha ferz jî ev e, ku Xwedê wê şa be û dostiya te tevî wî wê diha qewî be (Bixûne Metelok 22:6; 23:15, 24, 25). Belê, ev meniyên baş in, wekî çev bidine mesela Yoaş gava ew cahil bû.
6. Paşî mirina Yehoyada, Yoaş guh dida şîretên kê, û axiriya vê yekê çi bû? (2 Dîrok 24:17, 18)
6 Ji safîkirinên nebaş yên Yoaş hîn be. Paşî mirina Yehoyada, Yoaş xwera hevalên nebaş bijart (Bixûne 2 Dîrok 24:17, 18). Ewî safî kir guh bide serokên Cihûdayê, yên ku Yehowa hez nedikirin. Wê diha baş bûya ku Yoaş xwe dûrî wan xêrnexwaza xista (Metelok 1:10). Lê sed heyf, ewî guh da şîretên wane nebaş. Gava pismamê Yoaş, Zekeriya, xîret dikir ku wî vegerîne ser riya rast, Yoaş ew da kuştinê (2 Dîrok 24:20, 21; Metta 23:35). Ewî xirabîke gelek mezin kir! Yoaş destpêka jîyîna xweda yekî baş bû, lê paşê ew bû yekî xweserîxwe û mêrkuj. Axiriyêda xulamên wî ew kuştin (2 Dîrok 24:22-25). Hergê ewî guh bida Yehowa û kesên ku Yehowa hez dikirin, jîyîna wî wê cûrekî mayîn bûya! Ji mesela Yoaş, tu dikarî çi hîn bî?
7. Gerekê tu hevalên ça xwera bijbêrî? (Binihêre usa jî şikil.)
7 Serhatiya Yoaş nîşan dike, wekî em gerekê xwera hevalên usa bijbêrin yên ku Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî şa kin. Hevalên usa wê alî me bikin ku em tiştên qenc bikin. Hevalên me dikarin ji me cahiltir yan mezintir bin. Yoaş jî ji hevalê xwe Yehoyada cahiltir bû. Ji xwe bipirse: “Gelo hevalên min alî min dikin ku baweriya min diha qewî be? Gelo ewana min hêlan dikin ku ez li gora qanûn û prînsîpên Xwedê bijîm? Gelo ewana besa Yehowa û rastiyên wîye qîmet dikin? Gelo ewana tenê tiştên usa dibêjin yên ku ez dixwazim bibihêm, û çaxê lazim e, gelo ewana derheqa şaşiya min dibêjine min?” (Metelok 27:5, 6, 17). Bi rastî, hevalên ku Yehowa hez nakin tera ne lazim in. Lê hevalên ku Yehowa hez dikin gelek qîmet in, çimkî ewana wê ser te baş hukum kin (Metelok 13:20).
8. Hergê em malperên sosyal didine xebatê, em gerekê çi hildine hesab?
8 Malperên sosyal mecalên baş didine me, ku em tevî heval û malbeta xwe têklî bin. Lê bi saya vê yekê, gelek meriv dixwazin pê şikil û vîdêoya, derheqa xwe înformasiyayê bela kin. Hergê tu malperên sosyal didî xebatê, ji xwe bipirse: “Gelo nêta min ew e ku ez bikevime çeva? Gelo ez dixwazim kesên din xweş bêm yan jî dîna her kesî bikişînim ser xwe? Gelo ez îzinê didim kesên din ku ewana bi cûrê xirab ser fikir, gotin û kirên min hukum kin?” Birê Nêytan Nor, yê ku endemekî Koma Rêberiyê bû, şîreteke usa da: “Bira nêta we ev nîbe ku meriva xweş bên. Hergê hûn usa bikin, hûnê tu kesî xweş neyên. Usa bikin ku hûn Yehowa xweş bên, û bi vî cûreyî hûnê hemû meriva xweş bên, yên ku Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî şa kin”.
EM GEREKÊ MILÛK BIMÎNIN
9. Yehowa alî Ûziya kir ku ew çi bike? (2 Dîrok 26:1-5)
9 Mîna Ûziya safîkirinên baş bikin. Ûziya Padşa cahiltiya xweda milûk bû. Ewî “Xudan digeriya”. Ewî 68 sal emir kir, û heçî zef ji temamiya emirê xwe, ewî keremên Yehowa didît (Bixûne 2 Dîrok 26:1-5). Ûziya himberî gelek dijminên miletê Xwedê serket û parastina Orşelîmê diha qewî kir (2 Dîrok 26:6-15). Bê şik, Ûziya şêkirdar bû ku ew bi saya alîkariya Xwedê pêşdaçûyî bû (Waîz 3:12, 13).
10. Çi hate serê Ûziya?
10 Ji safîkirinên nebaş yên Ûziya hîn be. Ûziya Padşa bû, lema jî bona wî tiştekî normal bû ku fermana bide kesên din. Û diqewime ew difikirî ku ew çi bixwaze dikare hema usa jî bike. Rojekê, Ûziya usa qure babax bû, ku çû paristgehê û xwest bixûrê ser qurbangehê bişewitîne. Lê padşara îzin ne hatibû dayînê vê yekê bikin (2 Dîrok 26:16-18). Kahînê Mezin, Azarya, xwest riya wî bigire, lê Ûziya gelek hêrs ket. Ûziya amin ne ma û Yehowa ew bi kotîbûnê ceza kir (2 Dîrok 26:19-21). Hergê ew milûk bima, ewê neketa halekî usa!
11. Çi dikare alî me bike wekî em milûk bimînin? (Binihêre usa jî şikil.)
11 Gava Ûziya bû padşa, ewî bîr kir wekî Kaniya qewatê û dewlemendtiya wî, Yehowa bû. Gelo ev çi ders e bona me? Gerekê em tu car bîr nekin, wekî her kerem û cabdarî em ji Yehowa distînin. Dewsa ku em bona pêşdaçûyîna xwe pesina bidine xwe, em gerekê pesina bidine Yehowa b (1 Korintî 4:7). Em gerekê bi milûktî qebûl kin, wekî em qisûrdar in û lema jî em hewcê şîreta ne. Birakî weke 60 salî, usa nivîsiye: “Ez hîn bûm, ku bi zêdeyî derheqa xwe nefikirim. Gava kesek minra derheqa şaşiyên min dibêje, ez xîret dikim wekî vê yekê qebûl kim û xizmetiyêda pêşda herim”. Belê, hergê em guh bidin Yehowa û milûk bimînin, emê bi jîyîneke xweş û bextewar bijîn (Metelok 22:4).
DIHA NÊZÎKÎ YEHOWA BE
12. Gava Yoşiya cahil bû, ewî ça Yehowa digeriya? (2 Dîrok 34:1-3)
12 Mîna Yoşiya safîkirinên baş bike. Gava Yoşiya 16 salî bû, ewî destpêkir Yehowa bigere. Ewî dixwest derheqa Yehowa pêbihese û li gora xwestina wî bijî. Lê emirê wî ne hêsa bû. Wî çaxî, heçî zef ji cimetê xudanên qelp dihebandin. Lema jî lazim bû, wekî Yoşiya qewî û ser xwe be, wekî bikaribe hebandina rast biparêze. Û ewî hema usa jî kir! Pêşiya 20 saliya xwe, ewî destpêkir welatê xwe ji hebandina qelp paqij ke (Bixûne 2 Dîrok 34:1-3).
13. Hergê tu emirê xwe tesmîlî Yehowa kî, ev yek wê çi karê tera bîne?
13 Mîna Yoşiya, cahil jî dikarin derheqa Yehowa û hunurên wîyî qîmet hê zêde pêbihesin. Hergê tu usa bikî, tuyê bixwazî emirê xwe tesmîlî Yehowa kî. Ev yek ser jîyîna te wê çawa hukum ke? Lûka, yê ku 14 saliya xweda hate nixumandinê, roja sonda tesmîlbûyînê usa got: “Îroda ezê emirê xweda xizmetiya Yehowara daynim ser ciyê pêşin û her tiştî bikin, wekî dilê wî şa kim” (Markos 12:30). Hergê tu jî usa bikî, tuyê keremên mezin bistînî!
14. Hine cahil ça çev didine Yoşiya Padşa? Meselê bîne.
14 Gelo cahilên me rastî çi çetinaya tên? Cohan, yê ku 12 saliya xweda hate nixumandinê, dibêje ku hevaldersxanên wî zorê lê dikirin, ku ew cixara êlêktronîk bikişîne. Gelo çi alî wî dikir, wekî ew nekeve ber bayê wan? Cohan dianî bîra xwe, ku cixare dikare zirarê bide him siheta-qewata wî him jî dostiya wî tevî Yehowa. Rêyçil, ya ku 14 saliya xweda hate nixumandinê, dibêje ku çi alî wê dike wekî ber çetinayên mektebêda teyax ke. Ew dibêje: “Ez gelek car çi ku divînim, tevî Kitêba Pîroz girê didim. Mesele, carna dersa terîxiyê, serhatî yan pêxembertîke Kitêba Pîroz tîne bîra min. Yan jî, gava ez hevaldersxanekî xwera xeber didim, ez difikirim ku kîjan rêzê jêra bixûnim yan jî şêwir kim”. Hergê çetinayên te ji yên Yoşiya Padşa cude bin jî, tu dikarî mîna wî safîkirinên serwaxt bikî û Yehowara amin bimînî. Çetinayên rastî kîjana tu cahiltiyêda têyî, wê te bona çetinayên diha mezin hazir kin, yên ku wê paşê rastî te bên.
15. Çi alî Yoşiya dikir ku bi aminî Yehowara xizmet ke? (2 Dîrok 34:14, 18-21)
15 Gava Yoşiya Padşa 26 salî bû, ewî destpêkir paristgehê teze ke. Wî çaxî, kitêba Qanûna Yehowa hate dîtinê, ya ku Xwedê bi saya Mûsa dabû cimeta xwe. Çaxê padşa bihîst ku çi hatiye nivîsarê, ewî derbêra xwest her tiştî li gora van nivîsara bike (Bixûne 2 Dîrok 34:14, 18-21). Tu hez dikî timê Kitêba Pîroz bixûnî? Gelo tu her tiştî dikî, wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnî? Lê ji vê yekê tu lezetê distînî? Lûka, besa kîjanî me jorê kir, fikirên hewas xwera dinivîsî. Hergê tu jî usa bikî, ev yek wê alî te bike rêz yan fikirên hewas bîr nekî. Çiqas tu Kitêba Pîroz lêkolîn kî û hez kî, haqas tuyê bixwazî diha zêde Yehowara xizmet kî. Û çawa ku Xebera Xwedê alî Yoşiya Padşa dikir, wekî tiştên rast bike, ewê alî te jî bike.
16. Yoşiya çira şaşîke giran kir û ew çi ders e bona me?
16 Ji safîkirina Yoşiya ya nebaş hîn be. Gava Yoşiya weke 39 salî bû, şaşîke wî bû sebebê mirina wî. Dewsa ku ji Yehowa rêberiyê bixwaze, ewî xwexa safî kir çi bike (2 Dîrok 35:20-25). Ji vê yekê, em dikarin dersekê xwera hildin. Gerekê em hertim rêberiya Yehowa bigerin, firqî tune em çend salî ne yan jî çiqas wext Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Ev tê hesabê, ku em gerekê her roj bona rêberiya Yehowa dua bikin, Xebera wî bixûnin, ser wê kûr bifikirin û guh bidin şîretên xûşk-birên ruhanîda gihîştî. Bi vî cûreyî, emê diha kêm şaşiyên giran bikin û diha zêde şabûnê bistînin (Aqûb 1:25).
CAHILNO EMIRÊ WE DIKARE XWEŞ BE
17. Em ji emirê her sê padşên Cihûdayê çi hîn dibin?
17 Cahiltiyêda meriv gelek tiştên hewas dikare bike. Serhatiyên Yoaş, Ûziya û Yoşiya nîşan dikin, ku cahil dikarin safîkirinên bîlan bikin û dilê Yehowa şa kin. Çawa ku me dît, meriv nizane ku axirî wê çi be. Lê dîsa jî em dikarin çev bidine meselên wane baş û miqatî xwe bin, wekî wan şaşiya nekin, yên ku wana dikir. Hergê em usa bikin, emirê me wê gelek xweş be.
18. Kîjan serhatiyên Kitêba Pîroz nîşan dikin, wekî tu dikarî bi jîyîneke baş bijîyî? (Binihêre usa jî şikil.)
18 Nivîsarên Pîrozda derheqa serhatiyên cahilên din jî tê gotinê, yên ku bûne dostên Yehowa û bi jîyîneke baş dijîtin. Mesele, Dawid cahiltiya xweda safî kiribû Xwedêra xizmet ke û paşê ew bû padşakî amin. Em zanin ku ewî cara şaşî dikirin, lê dîsa jî Xwedê wî ça merivekî amin hesab dikir (1 Padşatî 3:6; 9:4, 5; 14:8). Hergê tu serhatiya Dawid lêkolîn kî, mesela wî wê dilê te qewî ke, wekî tu bi aminî Yehowara xizmet kî. Usa jî tu dikarî hê zêde derheqa mesela Markos yan jî Tîmotêyo lêkolîn kî. Wana ji cahiltiyê bi aminî Yehowara xizmet dikir. Xwedê ji wan razî bû û ewana jî bextewar bûn.
19. Tu emirekî ça dikarî qazanc kî?
19 Safîkirinên ku tu îro dikî, wê ser axiriya te hukum kin. Hergê tu baweriya xwe Yehowa bînî û xwe nespêrî aqilê xwe, Ewê alî te bike wekî tu safîkirinên baş bikî (Metelok 20:24). Tu dikarî emirekî xweş qazanc kî û bextewar bî. Bîr neke, Yehowa qîmet dike, çi ku tu bona wî dikî. Tu tişt ji vê yekê çêtir tune ye, ku Yehowara xizmet kî!
KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!
a Cahilno, Yehowa zane ku cara hêsa nîne, wekî hûn safîkirinên rast bikin û dostiya xwe tevî wî xwey kin. Hûn ça dikarin safîkirinên bîlan bikin, wekî Bavê weyî ezmana ji we razî be? Vê gotarêda emê dîna xwe bidine serhatiyên sê cahila, yên ku bûne padşên Cihûdayê. Pêbihesin ku hûn ji safîkirinên wan çi dikarin hîn bin.
b Binihêrin çargoşe “Xwe ji ‘payîdayîna milûk’ dûr bigirin”, ya ku ser jw.org vê gotarêda dikarin bivînin, “Gelo Ferz e Malperên Sosiyalîda Nav û Deng bin?”