Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 37

Mîna Şimşon, Xwe Bispêre Yehowa

Mîna Şimşon, Xwe Bispêre Yehowa

“Ya Xudan, Xudan, ez lava dikim, min di bîra xweda bîne . . . min xwurt [qewî] bike” (HAKIMTÎ 16:28).

KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost

VÊ GOTARÊDA a

1-2. Lêkolîna serhatiya Şimşon çi karê mera tîne?

 GAVA tu navê Şimşon dibihêyî, gelo çi tê bîra te? Diqewime qewata wîye mezin tê bîra te. Lê carekê Şimşon bona safîkirineke nebaş, êşeke mezin kişand. Dîsa jî Yehowa dîna xwe dida aminiya Şimşon û serhatiya wî bona kara me daye nivîsarê.

2 Yehowa bi saya Şimşon alîkarîke mezin da cimeta xwe Îsraêliya. Bi qirna paşî mirina Şimşon, Yehowa Pawlosê şandî hêlan kir, wekî ew navê Şimşon nava rêza mêrên bawermendda binivîse (Îbranî 11:32-34). Mesela Şimşon dikare qewatê bide me. Hela hê derecên çetinda jî, ewî xwe disparte Yehowa. Vê gotarêda emê bivînin, ku em dikarin ji Şimşon çi hîn bin û mesela wî çawa dikare dilê me qewî bike.

ŞIMŞON ÎTBARIYA XWE YEHOWA DIANÎ

3. Şimşon çi cabdarî stand?

3 Gava Şimşon hate bûyînê, Îsraêlî bin destê Filistiyada bûn û dihatine zêrandinê (Hakimtî 13:1). Lema jî Îsraêliya gelek êş dikişand. Yehowa Şimşon bijart ku Îsraêliya ji destê Filistiya xilaz ke (Hakimtî 13:5). Cabdarîke ne hêsa bû! Şimşon gerekê îtbariya xwe Yehowa bianiya, seva ku bikaribûya ew cabdarî bianiya sêrî.

Şimşon xwe disparte Yehowa û hazir bû li gora dereca xweye teze hereket bike. Bona ku xwestina Yehowa bîne sêrî, ewî tiştê ku ber destê wî hebû, da xebatê (Binihêre abzasa 4-5)

4. Yehowa çawa alî Şimşon kir ku ew xwe ji destê Filistiya xilaz ke? (Hakimtî 15:14-16)

4 Emê niha şêwir kin ku Şimşon çawa xwe disparte Yehowa û alîkariya wî qebûl dikir. Carekê eskerên Filistiya hatibûne Lehiyê, wekî Şimşon bigirin. Mêrên Cihûdayê tirsiyan û safî kirin, wekî Şimşon bidine destê dijmina. Wana Şimşon pê du bena girêda û tesmîlî Filistiya kir (Hakimtî 15:9-13). Lê “ruhê Xudan bihêz hate ser” Şimşon, û ewî benê destên xwe qetand. Paşê ewî “hestiyekî çenga kerekî ya teze dît”, ev hilda û pê vî 1 000 mêrên Filistî kuşt! (Bixûne Hakimtî 15:14-16)

5. Şimşon çawa nîşan kir ku ew xwe dispêre Yehowa?

5 Bi rastî, hestiyê çenga ker, çekekî netebiyetî bû. Gelo Şimşon çira ev da xebatê? Bê şik, Şimşon zanibû wekî serketina wî ne ku çekva, lê Yehowava girêdayî bû. Ev mêrê bawermend seva ku li gora xwestina Yehowa hereket bike, çi ku kete ber destê wî, da xebatê. Belê, Şimşon xwe disparte Yehowa, lema jî ew serdiket!

6. Gava em cabdarîke xwe tînin sêrî, em çi dikarin ji Şimşon hîn bin?

6 Bi qewata Yehowa, em jî dikarin cabdariyên xwe bînin sêrî, hela hê hergê ewana gelek çetin jî têne kifşê. Cara Xwedê bi cûrên usa alî me dike, ku em ne jî hîviyê ne. Mîna Şimşon, em jî bawer in, wekî Yehowa wê alî me bike, ku em xwestina wî bînin sêrî. Bona vê yekê, lazim e ku em hertim xwe bispêrin Xwedê û bawer bin ku ewê alî me bike (Metelok 16:3).

7. Çira ferz e ku em rêberiya Yehowa bigerin? Meselê bîne.

7 Gelek xûşk-birên me, yên ku ser proêktên avakirina avayên teşkîletê dixebitin, nîşan kirine wekî ewana xwe dispêrin Yehowa. Berê, birên me Odên Civata û avayên din, heçî zef tezeda ava dikirin. Lê ji bo vê yekê ku teşkîleta Yehowa çiqas diçe mezin dibe, lazim bû wekî ev mêtod bêne guhastinê. Birên cabdar bona rêberiyê Yehowara dua dikirin û xîret dikirin ku mêtodên teze bicêribînin. Mesele, avayî dihatine kirînê û tezekirinê. Robêrt, yê ku ser temamiya dinyayê gelek proêktên avakirinêda alîkarî daye, usa dibêje: “Sêrîda, bona hineka ev mêtodên teze çetin bûn. Çimkî berê me ev şixul cûrekî mayîn dikir. Lê xûşk-bira hazir bûn hînî guhastinên teze bin, û eşkere bû ku Yehowa ev guhastin kerem dikir”. Ev mesele jî nîşan dike, ku Yehowa çawa rêberiya xizmetkarên xwe dike, wekî xwestina wî bînin sêrî. Cara gerekê em ji xwe bipirsin: “Gelo ez rêberiya Yehowa digerim? Gelo ez hazir im guhastina bikim, wekî bi cûrê lape baş Yehowara xizmet kim?”

ŞIMŞON ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL DIKIR

8. Carekê gava Şimşon gelek tî bû, ewî çi kir?

8 Li gora Kitêba Pîroz, Şimşon tiştên din jî dikir, çi ku meriva ecêbmayî dikirin. Mesele, ewî tenê pê desta şêrek kuşt û paşê 30 mêrên Filistî Aşkalonêda kuşt (Hakimtî 14:5, 6, 19). Şimşon zanibû ku bê alîkariya Yehowa, ewê tu car nikaribe tiştên usa mezin bike. Carekê ev yek eşkere bû. Paşî ku ewî 1 000 Filistî kuşt, ew gelek tî bû. Gelo ewî çi kir? Evî ne ku xwexa xwest çarekê bike, lê ji Yehowa alîkarî xwest (Hakimtî 15:18).

9. Yehowa ça caba hewargaziya Şimşon da? (Hakimtî 15:19)

9 Yehowa dengê Şimşon bihîst û bi keremetî usa kir, ku kanîke avê kişiya. Gava Şimşon av vexwar, “ruhê wî zivirî û vejiya”, dêmek ewî dîsa qewat stand (Bixûne Hakimtî 15:19). Ça tê kifşê, bi sala şûnda, gava Samûyêl pêxember kitêba Hakimtî nivîsî, ev kanî hê hebû. Çaxê Îsraêliya didît, ku ev kanî dikişe, diqewime dihate bîra wan, ku hergê ewana xwe bispêrin Yehowa, Ewê wededa hewcên xizmetkarên xweye amin razî ke.

Gava Şimşon ava ku Yehowa da wî, vexwar, ewî qewat stand. Mîna Şimşon, gava em alîkariya ku Yehowa dide me qebûl dikin, baweriya me diha qewî dibe (Binihêre abzasa 10)

10. Seva ku em ji Yehowa alîkariyê bistînin, gerekê em çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Firqî tune em destpêşe ne, yan jî em xizmetiyêda çiqas pêşdaçûyî ne, dîsa jî em gerekê alîkariyê ji Yehowa bixwazin. Em gerekê bi milûktî qebûl kin, ku tenê bi alîkariya Yehowa em dikarin bi rastî serkevin. Gava Şimşon ava kaniyê vexwar, ya ku Yehowa da wî, ewî dîsa qewat stand. Mîna Şimşon, gava em alîkariya ku Yehowa dide me, qebûl dikin, baweriya me diha qewî dibe (Metta 11:28).

11. Em çawa dikarin xwe bi temamî bispêrin alîkariya Yehowa? Meselekê bîne.

11 Were em dîna xwe bidine mesela birê me Alêksêy, yê ku li Rûsyayê rastî peyketina tê. Gelo çi alî wî dike, wekî derecên lape çetinda amin bimîne? Ew û jina wî her roj dîna xwe didine tiştên ruhanî. Ew dibêje: “Ez xîret dikim ku lêkolîna şexsî derbaz kim û her roj Kitêba Pîroz bixûnim. Her sibeh, ez û jina min rêza rojê şêwir dikin û tevayî Yehowara dua dikin”. Em ji vê meselê çi hîn dibin? Dewsa ku em xweda bawer bin, gerekê em îtbariya xwe Yehowa bînin. Bona vê yekê, lazim e ku em her roj baweriya xwe qewî kin. Mesele, bi saya duakirinê, lêkolîna Kitêba Pîroz, çûyîna civîna û xizmetkirinê. Paşê, Yehowa wê alîkariya lazim bide me, wekî em timê wîra xizmet kin. Çawa ku Ewî qewat dida Şimşon, Ewê qewatê bide me jî.

ŞIMŞON BERDEWAM DIKIR NÊTA YEHOWA BÎNE SÊRÎ

12. Şimşon kîjan safîkirina nebaş kir, û ev safîkirina wî çawa ji yên berê cude bû?

12 Şimşon mîna me, yekî gunekar bû, lema jî ewî cara safîkirinên nebaş dikir. Îlahî ji bo safîkirineke nebaş gelek tiştên xirab hatin serê wî. Hine wext şûnda, çaxê Şimşon çawa hakim xizmet dikir, ewî “newala Sorekêda jinekê hez kir û navê wê Delîla bû” (Hakimtî 16:4). Pêşiya vê yekê, Yehowa îzin da Şimşon, wekî ew bibe dergîstiyê qîzeke Filistî, çimkî ewî miqabilî “Filistiya mecalê digeriya” ku wana bikuje. Paşê, Şimşon li bajarê Filistiya, Gazayêda mala qavekêda ma. Hingê Xwedê qewat da Şimşon, wekî ew himberî Filistiya şer bike (Hakimtî 14:1-4; 16:1-3). Lê dereca wî tevî Delîlayê cude bû, çimkî diqewime Delîla Îsraêlî bû û heleqetiya tevî wê, mecal nedida wî, wekî miqabilî Filistiya şer bike.

13. Delîlayê çi anî serê Şimşon?

13 Delîlayê ji Filistiya gelek pere qebûl kir, wekî Şimşon bixapîne û bide destê wan. Diqewime Şimşon ji bo bengîbûnê têdernedixist, ku nêta wê xirab e. Delîlayê gelek car zorê wî dikir, wekî ew jêra bêje, ku meniya qewata wî çida ye. Axiriyêda ewî sira xwe jêra vekir û got ku meniya qewata wî çi ye. Sed heyf, şaşiya Şimşon bû sebeb, ku ewî ser wedekî qewata xwe û qebûlkirina Xwedê unda kir (Hakimtî 16:16-20).

14. Çi hat serê Şimşon çaxê ewî baweriya xwe Delîlayê anî?

14 Şimşon diha zêde îtbariya xwe Delîlayê anî, ne ku Yehowa. Axiriyêda ji bo vê yekê, ewî gelek êş kişand. Filistiya ew girt û çevên wî kor kirin. Wana ew bire Gazayê û avîtine kelê, kîderê ku ewî dergehên bajêr rakiribû. Wêderê ewî mîna xulamekî genim dihêra. Paşê, Filistî bona cejinê top bûn. Wana xudanê xwe Dagonra qurbaneke mezin anî, çimkî wana bawer dikir, wekî ewî Şimşon daye destê wan. Wana Şimşon ji kelê derxist û birine wêderê kîderê ku kêf dikirin, wekî qerfên xwe wî bikin û “kêfxweş” bin (Hakimtî 16:21-25).

Yehowa qewat da Şimşon ku ew xwestina wîye miqabilî Filistiya, bîne sêrî (Binihêre abzasa 15)

15. Şimşon çawa nîşan kir ku ewî dîsa îtbariya xwe Yehowa dianî? (Hakimtî 16:28-30) (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

15 Şimşon şaşîke giran kir, lê dîsa jî ewî pişta xwe neda Yehowa. Ewî mecal digeriya wekî miqabilî Filistiya şer bike, çimkî Yehowa ev şixul dabû destê wî (Bixûne Hakimtî 16:28-30). Şimşon ji Yehowa lava kir ku wî qewî ke, wekî ew ji Filistiya heyfê hilde. Yehowa duayê wî qebûl kir û qewateke mezin da wî. Û vê carê Şimşon diha zêde Filistî kuşt, ne ku berê.

16. Em dikarin ji şaşiya Şimşon çi hîn bin?

16 Rast e Şimşon seva şaşiya xwe gelek êş û derd kişand, lê ewî dîsa jî qirara Yehowa dianî sêrî. Hergê em şaşîkê bikin û bêne şîretkirinê, yan jî cabdarîke xwe civatêda unda kin, em gerekê xizmetiya xwe nedine sekinandinê. Bîr nekin, Yehowa hazir e bibaxşîne me (Zebûr 103:8-10). Çaxê em şaşiya dikin, çawa dereca Şimşonda, Yehowa dikare qewatê bide me jî, wekî em qirara wî bînin sêrî.

Şimşon ji bo şaşiya xwe gelek xemgîn bû, lê dîsa jî berdewam dikir Yehowara xizmet ke, em gerekê çev bidine wî (Binihêre abzasa 17-18)

17-18. Mesela Maykil çawa me qewî dike? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Dîna xwe bide mesela birakî cahil, bi navê Maykil. Ew xizmetiyêda gelek xîret bû. Ewî ça berdestiyê civatê û pêşengê hertim xizmet dikir. Lê yazix, ewî şaşî kir û lema jî cabdariyên xwe civatêda unda kir. Ew dibêje: “Heta ku ev yek biqewimiya, ez xizmetiyêda gelek xîret bûm. Lê paşê tê bêjî dîwarekî riya min girt. Rast e ez tu car nedifikirîm ku Yehowa wê terka min bide, lê min ji xwe dipirsî hela dostiya min tevî Yehowa wê dîsa çawa berê qewî be yan na. Û ez ber xwe diketim, hela ezê dîsa bikaribim mîna berê civatêda bi temamî kar bikim”.

18 Maykil terka xizmetiyê neda. Ew dibêje: “Min gelek xîret dikir wekî dîsa nêzîkî Yehowa bim. Lema jî min her roj Yehowara dua dikir û dilê xwe jêra vedikir, lêkolîn dikir û kûr difikirîm”. Wede şûnda, Maykil dîsa civatêda cabdarî standin. Ew niha ça rûspî û pêşengê hertim xizmet dike. Ew dibêje: “Îlahî rûspiya alî min kirin û ez hêlan dikirim. Usa min fem kir, wekî Yehowa hela hê min hez dike. Ez bi îsafeke rihet dîsa dikarim civatêda xizmet kim. Ez ji vê dereca xwe tiştekî hîn bûm: Yehowa wê bibaxşîne her kesê ku ji dil tobe dike”. Hergê me şaşî kiriye jî, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê cabdariya bide me û me kerem ke. Ji bo vê yekê, gerekê em çi ji destê me tê bikin, wekî ji riya rast derneyên û berdewam kin îtbariya xwe Yehowa bînin (Zebûr 86:5; Metelok 28:13).

19. Mesela Şimşon çawa dilê te qewî kir?

19 Vê gotarêda me dîna xwe da çend serhatiyên hewas ji emirê Şimşon. Rast e ew merivekî gunekar bû, lê dîsa ewî jî çi ji destê wî dihat, dikir, wekî Yehowara xizmet ke hela hê paşî vê şaşiya xwe jî, ku ewî derheqa qewata xwe, Delîlayêra gilî kir. Belê, Yehowa terka Şimşon neda û dîsa qewat da wî, wekî ew xwestina Wî bîne sêrî. Yehowa dîsa jî wî ça yekî bawermend hesab dikir û navê wî kire nava rêza merivên amin, yên ku Îbranî serê 11-da hatine nivîsarê. Belê, Bavê meyî ezmana gelek me hez dike û rojên çetinda dixwaze qewatê bide me! Ev yek dilê me rihet dike. Mîna Şimşon, were em ji Yehowa reca bikin û bêjin: “Min di bîra xweda bîne . . . min xwurt [qewî] bike” (Hakimtî 16:28).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

a Gelek meriva navê Şimşon bihîstiye. Serhatiya wî lîstik, stiran û fîlmada hatiye nivîsarê. Mesela wî ne ku tenê serhatîke hewas e, lê ji vî mêrê bawermend em dikarin gelek tişt hîn bin.