Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 40

Mîna Petrûs, Berdewam ke Yehowara Xizmet ke

Mîna Petrûs, Berdewam ke Yehowara Xizmet ke

“Xudan, dûrî min here, ez yekî gunekar im” (LÛQA 5:8).

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

VÊ GOTARÊDA a

1. Çaxê Îsa bi keremetî alî Petrûs kir, ewî çi ser xwe texmîn kir?

 PETRÛS temamiya şevê qe mesî negirt. Îsa jêra got: “Qeyikê bibe ciyê kûr û torên xwe bavêjine nêçîrê” (Lûqa 5:4). Petrûs dudilî dibû, lê dîsa jî gura Îsa kir. Ewî tevî mesîgirên din haqas mesî girtin, ku torên wan diqetiyan. Gava wana fem kir, ku Îsa keremet kiriye ewana gelek ecêbmayî man. Petrûs got: “Xudan, dûrî min here, ez yekî gunekar im” (Lûqa 5:6-9). Usa tê kifşê, ku Petrûs xwe hêja hesab nedikir, wekî kêleka Îsa be.

2. Çira kêrhatî ye ku em dîna xwe bidine mesela Petrûs?

2 Petrûs rast got, ku ew “yekî gunekar” e. Van rêzada tê kifşê ku cara ew ji bo gotin û kirên xwe poşman dibû. Gelo tu jî cara xwe usa texmîn dikî? Gelo tu himberî qisûr û kêmasiyên xwe, yan jî xwestinên nerast şer dikî? Hergê erê, mesela Petrûs dikare berdiliyê bide te. Hela bifikire: Kêmasiyên Petrûs dikaribûn Kitêba Pîrozda ne jî bihatana nivîsarê. Lê Yehowa ew dane nivîsarê, wekî em ji wan şaşiyên wî hîn bin (2 Tîmotêyo 3:16, 17). Petrûs merivekî mîna me bû. Ji mesela wî emê bivînin, ku Yehowa bêqisûrtiyê ji me dewa nake. Ew dixwaze ku em himberî qisûr û kêmasiyên xwe şer bikin û timê xîret bin.

3. Çira em gerekê xîreta xwe unda nekin?

3 Çira ferz e ku em xîret bin? Çaxê em ser tiştekî dixebitin em vê yekêda dibine hoste. Mesele, seva ku meriv bikaribe bibe sazbendekî baş, jêra gelek sal lazim e. Wedê hînbûnê ew gelek şaşiya dike, lê hergê ew hertim vê yekêva mijûl be, ewê pêşda here. Hergê ew bibe hoste jî, dibeke ew cara şaşiya bike. Lê dîsa jî, ew berdewam dike vê yekêda pêşda here. Mîna vê yekê, gava em ser kêmasîke xwe bixebitin û xwe rast kin, dibeke em dîsa vê şaşiyê bikin. Lê em xîret dikin ku bigihîjin nêta xwe. Em carna tiştekî dibêjin yan dikin û paşê jî poşman dibin. Lê hergê em xîreta xwe unda nekin, Yehowa wê alî me bike ku em pêşda herin (1 Petrûs 5:10). Emê niha dîna xwe bidine xîreta Petrûs. Rast e kêmasiyên Petrûs hebûn, lê yeke Îsa hindava wîda dilovan bû. Ev yek dikare dilê me qewî ke, ku em berdewam kin Yehowara xizmet kin.

XÎRETA PETRÛS Û KEREMÊN WÎ

Hergê tu dewsa Petrûs bûyayî, teyê çi bikira? (Binihêre abzasa 4)

4. Li gora Lûqa 5:5-10, Petrûs xwe çawa hesab dikir, lê Îsa ça dilê wî rihet kir?

4 Nivîsarên Pîrozda nayê gotinê ku Petrûs çira xwe ça merivekî “gunekar” hesab dikir (Bixûne Lûqa 5:5-10). Lê diqewime ewî hine şaşiyên giran kiribûn û lema jî xwe bêqîmet hesab dikir. Îsa haş ji tirsa wî hebû û zanibû, ku Petrûs dîsa jî dikare amin bimîne. Lema jî ewî bi dilovanî Petrûsra got: “Netirse!” Gotinên Îsa emirê Petrûs bi temamî guhast. Petrûs û birê wî Endrawis şixulê mesîgiriyê hîştin û pey Mesîh çûn (Markos 1:16-18). Bona vê safîkirina xwe, wana keremên mezin standin.

5. Ev yek ku Petrûs tirsa xwe alt kir û pey Îsa diçû, ewî çi kerem stand?

5 Petrûs ça peyçûyê Mesîh, bû şedê gelek keremeta. Ewî dît, ku Îsa ça nexweşa qenc dikir, cina derdixist û hela hê miriya jî radikir b (Metta 8:14-17; Markos 5:37, 41, 42). Usa jî Petrûsra xeyalek hate dayînê, kîjanêda ewî dît ku Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê dike. Petrûs vê yekê tu car bîr nedikir (Markos 9:1-8; 2 Petrûs 1:16-18). Belê, hergê Petrûs nebûya şagirtê Îsa, ewî ev tişt wê qe nedîta. Bê şik, Petrûs gelek şa bû ku ewî fikirên xweye nêgatîv hindava xweda alt kir û ev hemû kerem dît!

6. Çi nîşan dike, wekî Petrûs himberî kêmasiyên xwe şer dikir?

6 Rast e Petrûs gelek keremet dîtin û bihîstin, lê dîsa jî ewî himberî qisûrên xwe şer dikir. Mesele, Îsa ser xwe got, ku li gora Nivîsarên Pîroz, ewê êşê bikişîne û bimire. Ser vê yekê Petrûs jêra got, ku ev yek wê tu car neyê serê wî (Markos 8:31-33). Petrûs û şagirtên din hevra diketine dewê, ku kê nav wanda yê herî mezin e (Markos 9:33, 34). Şeva pêşiya mirina Îsa, Petrûs bi hêrsê guhê mêrekî jêkir (Yûhenna 18:10). Hema vê şevê, Petrûs ji bo tirsa ber meriva sê cara got, ku ew Îsa nas nake (Markos 14:66-72). Paşê ew ji wêderê çû û kele-kel giriya (Metta 26:75).

7. Paşî mirina Îsa, çi mecal kete destê Petrûs?

7 Lê Îsa pişta xwe neda şagirtê xweye dilşkestî. Çaxê Îsa ji mirinê rabû, ewî mecal da Petrûs, ku ew hezkirina xwe wîra bide kifşê. Îsa Petrûsra got, ku ew bi milûktî miqatî berxên wî be (Yûhenna 21:15-17). Petrûs ev yek qebûl kir. Roja Pênciyê Hesab, ew Orşelîmêda bû û nav kesên pêşinda bû, yên ku bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê.

8. Li Entakyayê, Petrûs çi şaşiya giran kir?

8 Çaxê Petrûs bû xizmetkarê Xwedê yê bijartî, hingê jî ewî himberî kêmasiyên xwe şer dikir. Sala 36 D.M.-da, Xwedê Petrûs şande cem Kornêlyo, yê ku ne Cihû bû. Wêderê, Xwedê Kornêlyo bi ruhê xweyî pîroz bijart. Bi vê yekê Petrûs fem kir, ku merivên ji hemû mileta ber çevê Xwedê yek in, û ewana jî dikarin bibine para civata Mesîhîtî (Karên Şandiya 10:34, 44, 45). Paşî vê yekê, Petrûs tevî merivên ji miletên din jî xwarin dixwar. Lê pêşiya vê yekê, Petrûs wê tiştekî usa qe nekira (Galatî 2:12). Wî çaxî, hine Mesîhiyên Cihû difikirîn, wekî xûşk-birên Cihû û yên ji miletên din, gerekê tevayî xwarinê nexwin. Gava hine ji wan Cihûya hatine Entakyayê, Petrûs îda tevî xûşk-birên ku ne Cihû bûn, xwarin nedixwar, çimkî nedixwest dilê Mesîhiyên Cihû bêşîne. Pawlosê şandî ev durûtiya wî dît û ber hemû meriva şîret da wî (Galatî 2:13, 14). Paşî vî şaşiyê jî, Petrûs berdewam dikir bi xîret xizmet ke. Gelo çi alî wî dikir?

ÇI ALÎ PETRÛS DIKIR XÎRETA XWE UNDA NEKE?

9. Petrûs aminiya xwe çawa nîşan kir? (Yûhenna 6:68, 69)

9 Petrûs yekî amin bû. Ewî îzin nedida tu tiştî, ku riya wî bigire pey Îsa here. Carekê, gava Îsa tiştek şagirtên xwera got û wana fem nekir, vê demê Petrûs aminiya xwe nîşan kir (Bixûne Yûhenna 6:68, 69). Gelek peyçûyên Îsa hîviya şirovekirina giliyên wî nesekinin û pişta xwe dane wî çûn. Lê Petrûs usa nekir, çimkî ewî zanibû, ku “gotinên jiyîna heta-hetayê” cem Îsa ne.

Ev yek ku Îsa îtbariya xwe Petrûs dianî, çawa te hêlan dike? (Binihêre abzasa 10)

10. Îsa ça nîşan kir, wekî îtbariya xwe Petrûs tîne? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Îsa terka Petrûs nedida. Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa zanibû wekî Petrûs û şandiyên din, wê wî bihêlin. Lê yeke ew bawer bû, ku Petrûs wê dîsa vegere û amin bimîne (Lûqa 22:31, 32). Îsa fem dikir ku “ruh razî ye, lê beden sist e” (Markos 14:38). Lema jî çaxê Petrûs lê înkar kir, Îsa ji wî nexeydî. Paşî rabûna xwe, Îsa Petrûsra eyan bû û diqewime Petrûs wî çaxî tenê bû (Markos 16:7; Lûqa 24:34; 1 Korintî 15:5). Bi vî cûreyî, Îsa dilbînî da Petrûs!

11. Îsa ça Petrûs da bawerkirinê, wekî Yehowa wê bona wî xem bike?

11 Îsa Petrûsra got, ku Yehowa wê alî wî bike û bona wî xem bike. Paşî rabûna ji mirinê, Îsa bi keremet alî Petrûs û şandiyên din kir, ku ewana gelek mesiya bigirin (Yûhenna 21:4-6). Ji vê keremetê, Petrûs fem kir wekî Yehowa wê hemû hewcên wî razî ke. Wî çaxî, diqewime ev giliyên Îsa hatine bîra wî: Yehowa wê wan meriva bibe xweyî, yên ku “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin” (Metta 6:33). Lema jî, Petrûs pêşiya her tiştî dîna xwe dida xizmetiyê, ne ku şixulê mesîgiriyê. Roja Pênciye Hesab sala 33 D.M., ewî alî bi hezara meriva kir, ku ewana mizgîniyê qebûl kin (Karên Şandiya 2:14, 37-41). Paşê ewî alî Samerya û kesên ji miletên din dikir, ku ewana bibine xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiya 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs da xebatê, wekî merivên ji hemû mileta bibine para civata Mesîhîtî.

EM ÇI HÎN DIBIN?

12. Hergê em himberî kêmasiyên xwe şer dikin, mesele Petrûs ça dikare alî me dike?

12 Yehowa dikare alî me bike, wekî em berdewam kin bi xîret wîra xizmet kin. Lê ev yek dikare hêsa nîbe, hergê em îda gelek wext himberî kêmasîke xwe şer dikin. Cara dibeke usa tê kifşê, wekî kêmasiyên me ji yên Petrûs mezintir in. Lê Yehowa dikare qewatê bide me, wekî em dilteng nebin (Zebûr 94:17-19). Mesele, birakî me pêşiya ku rastiyê nas kira, ew gelek sal ça homosêksûal dijît. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, ewî jîyîna xwe bi temamî guhast. Lê dîsa jî, ewî cara himberî xwestinên xweye xirab şer dikir. Lê gelo çi alî wî dikir amin bimîne? Ew dibêje: “Yehowa qewatê dide me. Bi saya ruhê pîroz . . . min dît, wekî meriv dikare berdewam ke ser riya rastiyê bimîne. . . . Rast e, ez merivekî gunekar im, lê dîsa jî Yehowa min qewî dike û xizmetiyêda dide xebatê”.

Horst Hênsçêl 1 Çileyê sala 1950 destpêkir ça pêşengê hertim xizmet ke. Gelo ew qe poşman bû, ku emirê xwe tesmîlî Yehowa kir? (Binihêre abzasa 13, 15) d

13. Li gora Karên Şandiya 4:13, 29, 31, em çawa dikarin çev bidine Petrûs? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Çawa me dît, Petrûs ji bo tirsa ber meriva şaşiyên giran dikir. Lê ewî ji Yehowa alîkarî dixwest, ku bibe yekî mêrxas (Bixûne Karên Şandiya 4:13, 29, 31). Em jî dikarin himberî tirsên xwe serkevin. Were em dîna xwe bidine serhatiya birê me Horst. Wedê Şerê Hemdinyayê ya II, ew li Almanyayê dijît. Çend cara gava dersdar û hevaldersxanên wî zorê lê dikirin, ewî digot: “Hayl Hîtlêr!”, çi ku tê hesabê Hîtlêr wê me xilaz ke”. Lê ewî zanibû, ku ev yek ne rast e. Dewsa ku dê-bavê wî ser hêrs kevin, wana tevî wî dua dikir û ji Yehowa lava dikir, wekî mêrxasî bide wî. Bi alîkariya Yehowa û dê-bavê xwe, ewî qewat distand ku amin bimîne. Paşê ewî got: “Yehowa tu cara terka min nedaye”. c

14. Şivanên dilovan çawa dikarin berdilî bidine merivên dilşkestî?

14 Yehowa û Îsa wê tu car me nehêlin. Çaxê Petrûs Îsa înkar kir, lazim bû ku ew safîkirinên ferz bike. Gelo ewê dîsa berdewam kira pey Îsa biçûya û xizmetiyêda xîret bûya? Îsa ji Yehowa lava dikir ku baweriya Petrûs sist nebe. Îsa Petrûsra besa vê duayê kir. Ewî got ku Petrûs wê paşê bikaribe dilê xûşk-bira qewî ke (Lûqa 22:31, 32). Bê şik, Petrûs ji van giliyên Îsa gelek qewat stand! Gava em mecbûr bin ku safîkirinên ferz bikin, Yehowa wê bi saya şivanên dilovan dilê me qewî ke, wekî em amin bimînin (Efesî 4:8, 11). Rûspîkî cêribandî bi navê Paûl her tişt dikir, wekî dilê xûşk-bira qewî ke. Ew ji wan xûşk-birên dilteng dipirse, ku Yehowa ça alî wan kiriye, wekî rastiyê nas kin. Paşê ew bi dilovanî wanra dibêje, wekî Yehowa ji bo hezkirina xweye amin wê tu car wana nehêle. Paûl dibêje: “Min dît, ku gelek merivên dilşkestî bi alîkariya Yehowa dîsa radibin ser xwe”.

15. Serhatiyên Petrûs û Horst çawa didine kifşê, wekî giliyên ji Metta 6:33 rast in?

15 Çawa ku Yehowa bona Petrûs û şandiyên din xem dikir, Ewê bona hewcên me jî xem bike, hergê em şixulê Padşatiyê daynin ser ciyê pêşin. (Metta 6:33). Paşî Şerê Hemdinyayê ya II, birê me Horst difikirî ku bibe pêşeng. Ew gelek kesîb bû û gelek şikên wî hebûn, çimkî ewî nizanibû ku ewê çawa ebûra xwe bike û him jî ça pêşeng xizmet ke. Gelo ewî çi kir? Ewî safî kir, wekî temamiya heftiya serlêdana berpirsiyarê mihalê, here xizmetiyê. Bi vê yekê, ewî dixwest bicêribanda, hela Yehowa wê alî wî bike yan na. Xilaziya heftiyê berpirsiyarê mihalê konvêrtek da wî. Ewî çevê xwe bawer nekir! Têda haqas pere hebû, ku ewî dikaribû çend meha ça pêşeng xizmet kira. Horst hesab kir, wekî Yehowa bi vê yekê jêra da kifşê, ku wê bona wî xem bike. Heta xilaziya emirê xwe, ewî şixulê Padşatiyê datanî ser ciyê pêşin (Malaxî 3:10).

16. Em ji serhatiya Petrûs û nemên wî çi karê dikarin bistînin?

16 Petrûs çiqas şa bû, ku Îsa guh neda vê xwestina wî, çaxê ewî got, “Xudan, dûrî min here”! Îsa Petrûs hîn dikir, wekî ew bibe şagirtê wîyî amin û bona Mesîhiya bibe meselekî baş. Ji wan şîretên ku Îsa dabû Petrûs, em dikarin gelek dersên qîmet hîn bin. Qirna yekêda, Petrûs du nemên xweda, hine ji van şîreta û gelek şîretên din civatara nivîsî. Gotara dinda, emê dîna xwe bidine hine ji van dersa û bivînin, ku em çawa dikarin emirê xweda bidine xebatê.

KILAMA 126 Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

a Ev gotar alî me dike, ku em himberî kêmasiyên xwe şer bikin û bi aminî Yehowara xizmet kin.

b Gelek rêzên vê gotarêda, ji kitêba Markos hatine hildanê. Diqewime Markos tiştên ku ji Petrûs bihîstibû, nivîsî. Petrûs şedê van qewimandina bû.

c Serhatiya Horst Hênsçêl binihêre ji Hişyar Bin!, ya 22 Sibatê, sala 1998, rûp. 12-17.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Ça ser şikilê tê kifşê, dê-bavê Horst Hênsçêl tevî wî dua dikin û lê hêlan dikin, wekî ew qewî û amin bimîne.