Rêberî bona Lêkolînê
Dersên Zara
Dê-bav gerekê derheqa Yehowa zarên xwe hîn kin (Efesî 6:4). Teşkîleta Yehowa bona dê-bava gelek gotar, vîdêo û kilam derxistine. Hûn ça dikarin zarên xwe bi saya van tişta hîn kin?
Bidine xebatê çi ku hatiye dayînê. Ser JW.ORG hûn dikarin bivînin hemû tiştên ku bona cahila hatiye derxistinê, nav wanda vîdêo û cûre-cûre tişt hene, çi ku bona cahila lazim e. a Seva ku van tişta bivînin, lêgerînêda binivîsin “Zar” yan jî “Cahil”.
Van tişta bijbêrin, çi ku bona zara we kêrhatî ye. Vê parêda, kîderê ku lêkiriye “Zar”, hûn dikarin bijbêrin vîdêo, kilam û tiştên din, yên ku bona zarên we kêrhatî ne.
Bona zarên xwe wede veqetînin. Zarên xwe bi saya vîdêoya yan jî edebyetên neşirkirî, ne tenê mijûl kin, lê tevî zarên xwe şêwir kin, ku ewana bibine dostê Yehowa.
a Ser JW Library® hemû vîdêo bona cahila hene, lê edebyetên neşirkirî hemû tune ne.