Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 41

Tiştên ku Em ji Du Nemên Petrûs Hîn Dibin

Tiştên ku Em ji Du Nemên Petrûs Hîn Dibin

“Ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we” (2 PETRÛS 1:12).

KILAMA 127 Ez Gerekî Yekî Çawa bim

VÊ GOTARÊDA a

1. Pêşiya mirina Petrûsê şandî, Yehowa çi cabdarî da wî?

 PETRÛSÊ şandî gelek sal bi aminî Yehowara xizmet dikir. Ew tevî Îsa diçû xizmetiyê, deştên tezeda mizgînî bela dikir û ça endemê koma rêberiyê xizmet dikir. Pêşiya mirina Petrûs, Yehowa hê zêde şixul da wî. Weke sala 62-64 D.M.-da, ewî ji bîna ber Xwedê du neme nivîsîn, dêmek yekê Petrûs û duduyê Petrûs. Petrûs bawer dikir, ku paşî mirina wî, ev du nemên wî wê alî Mesîhiya bikin (2 Petrûs 1:12-15).

2. Nemên Petrûs çima usa ferz in?

2 Petrûs hingê nemên xwe nivîsîn, çaxê xûşk-bira ji bo “cûre-cûre cêribandina” xemgîn dibûn (1 Petrûs 1:6). Pêxemberên derewîn dixwestin hînkirinên qelp û bênamûsiyê bikine civatê (2 Petrûs 2:1, 2, 14). Hine wede şûnda, Mesîhiyên ku Orşelîmêda dijîtin “axiriya her tiştî” dîtin, dêmek çaxê bajarê Orşelîmê û sîstêma Cihûya ji aliyê eskerên Romayî hatine wêrankirinê (1 Petrûs 4:7). Bê şik, nemên Petrûs alî xûşk-bira dikirin, wekî xwe bona tengasiya hazir kin û Yehowara amin bimînin. b

3. Çima gerekê em du nemên Petrûs lêkolîn bikin?

3 Rast e Petrûs nemên xwe Mesîhiyên qirna yekêra nivîsî, lê dîsa jî Yehowa nemên wî kire para Xebera Xwe, wekî em jî bikaribin karê bistînin (Romayî 15:4). Îro jî her dera bênamûsî bela bûye, lema jî baweriya me tê cêribandinê û hêsa nîne ku Yehowara xizmet kin. Xêncî vê yekê, zûtirekê tengasiya mezin wê destpêbe. Her du nemên Petrûsda, şîretên gelek ferz hene. Ew neme wê alî me bikin hîviya roja Xwedê bin, tirsa ber meriva alt kin û bi dil û can hevdu hez bikin. Him jî, hine şîret dikarin alî rûspiya bikin, ku rind şivantiya berxên Xwedê bikin.

HÎVIYA ROJA YEHOWA BIN

4. Li gora 2 Petrûs 3:3, 4, çi dikare baweriya me sist ke?

4 Gelek meriv baweriya xwe pêxembertiyên Kitêba Pîroz naynin. Ji bo vê yekê ku em gelek wext derheqa axiriya vê dinyayê xeber didin, hine meriv cara qerfên xwe me dikin. Hinek jî dibêjin, ku roja Xwedê wê tu car neyê (Bixûne 2 Petrûs 3:3, 4). Hergê em tiştên usa wedê xizmetiyê, ser xebatê, yan jî ji neferên malê bibihên, şik dikare bikeve dilê me û baweriya me sist ke. Gelo giliyên Petrûs çawa dikarin alî me bikin?

5. Çi wê alî me bike bi sebir hîviya kutakirina vê dinyayê bin? (2 Petrûs 3:8, 9)

5 Dibeke hine meriv difikirin, ku Yehowa kutakirina vê dinya xirab derengî dixe. Giliyên Petrûs tînin bîra me, wekî nihêrandina Yehowa ser wede ji nihêrandina meriva gelek cude dibe (Bixûne 2 Petrûs 3:8, 9). Bona Yehowa hezar sal mîna rojekê ye. Ew sebir dike û naxwaze ku kesek qir be. Lê gava roja wî bê, ev dinya xirab wê qir be. Bi rastî jî qedirekî çiqas mezin e, ku em dikarin ew wedê ku maye, mizgîniyê ser temamiya dinyayê bela kin.

6. Em çawa dikarin “hîviya Roja Xwedê bin”? (2 Petrûs 3:11, 12)

6 Petrûs me hêlan dike, wekî em “hîviya Roja Xwedê bin” (Bixûne 2 Petrûs 3:11, 12). Em çawa dikarin vê yekê bikin? Her roj dinya teze bidine ber çevê xwe û derheqa sozên Xwedê kûr bifikirin. Bidine ber çevê xwe, ku em hewa temiz dikişînin, xwarina temiz dixwin û silaveke şîrin didine merivên xwe, yên ku ji mirinê hatine saxkirinê. Usa jî bidine ber çevê xwe wan meriva, yên ku gelek wext pêşda dijîtin, û em wana derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz hîn dikin. Hergê em tiştên usa bidine ber çevê xwe, ew yek wê alî me bike ku em hîviya roja Xwedê bin û bawer bin, ku dinya teze nêzîk e. Em zanin çi hîviya me ye. Lema jî em gerekê “haş ji xwe hebin”, seva ku bi hînkirinên qelp neyêne xapandinê (2 Petrûs 3:17).

TIRSA BER MERIVA ALT KIN

7. Tirsa ber meriva ça dikare ser me hukum ke?

7 Em zanin ku roja Yehowa nêzîk e, lema jî em bi xîret mizgîniyê bela dikin. Lê hine derecada diqewime em ditirsin şedetiyê bidin. Gelo çira? Çimkî diqewime em ditirsin ku meriv wê çi bifikirin, yan jî tiştekî nebaş bikin. Ev yek hate serê Petrûs. Şeva pêşiya mirina Îsa, Petrûs tirsiya bêje, ku ew şagirtê Îsa ye û ewî çend cara Îsa înkar kir (Metta 26:69-75). Lê paşê, Petrûs tirsa ber meriva alt kir û bi dilekî qewî got: “Ji meriva netirsin û xwe unda nekin” (1 Petrûs 3:14). Giliyên Petrûs nîşan dikin, ku em dikarin ji tirsa ber meriva aza bin.

8. Çi dikare alî me bike, ku em ji kesên din netirsin? (1 Petrûs 3:15)

8 Çi dikare alî me bike, ku em meriva netirsin? Petrûs mera dibêje: “Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin” (Bixûne 1 Petrûs 3:15). Dêmek, em dikarin ser vê yekê bifikirin, ku Îsa Mesîh Padşê me ye û qewata wî gelek mezin e. Hergê em cara ber xwe dikevin yan jî ditirsin şedetiyê bidin, em dikarin derheqa Padşê xwe bifikirin. Bidine ber çevê xwe, ku ew ser text rûniştiye û bi mîlyona melek der-dora wî ne. Bînin bîra xwe, ku “hemû hukumê erd û ezmên” destê wîda ne, û ewê “timê heta axiriya dinyayê tevî” me be (Metta 28:18-20). Petrûs me hêlan dike, wekî em timê hazir bin baweriya xwe biparêzin. Ser xebatê, mektebêda, yan jî ciyên din, mecal dikeve destê me, ku em mizgîniyê bela kin. Bona vê yekê lazim e ku em pêşda bifikirin û xwe hazir kin, kengê û çi bêjin. Bona mêrxasiyê dua bikin û bawer bin, ku Yehowa wê alî we bike meriva netirsin (Karên Şandiya 4:29).

BI DIL Û CAN HEVDU HEZ BIKIN

Petrûs şîreta Pawlos qebûl kir. Her du nemên Petrûs zelal dikin, ku em gerekê xûşk-birara hezkirinê nîşan kin (Binihêre abzasa 9)

9. Kîjan derecêda Petrûs xûşk-birara hezkirin neda kifşê? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Petrûs hîn bû ku çawa hezkirinê bide kifşê. Ew wêderê bû çaxê Îsa got: “Ez temîke nû didime we: “Hevdu hiz bikin. Çawa ku min hûn hiz kirin, hûn jî usa hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:34). Lê dîsa jî, çaxê ew kete ber bayê merivên din, ewî înkar kin ku tevî xûşk-birên necihû xwarinê bixwe. Pawlosê şandî, got ku ev yek “durûtî” yê (Galatî 2:11-14). Petrûs şîreta Pawlos qebûl kir. Her du nemên xweda ewî nivîsî, wekî em gerekê ne ku tenê dilê xweda xûşk-bira hez bikin, lê pê kirên xwe jî hezkirinê wanra bidine kifşê.

10. Em ça dikarin hezkirina bê durûtî nîşan kin? (1 Petrûs 1:22)

10 Petrûs dibêje ku hezkirina me hindava xûşk-bira, gerekê bê durûtî be (Bixûne 1 Petrûs 1:22). Hergê em “guhdariya rastiyê” bikin, emê xûşk-birên xwe hez bikin. Li gora vê rastiyê, Xwedê “firqiyê nake nava mileta” (Karên Şandiya 10:34, 35). Hergê em civatêda hezkirinê tenê hinekara bidine kifşê, ev yek tê hesabê ku em guh nadine temiya Îsa. Hemikî, em jî mîna Îsa tevî hine xûşk-bira diha nêzîk in (Yûhenna 13:23; 20:2). Lê Petrûs şîret dide me, ku em gerekê “xûşk-bira hiz bikin”, dêmek hezkirinê hindava hemûya bidine kifşê, çimkî em neferên malbetekê ne (1 Petrûs 2:17).

11. Çi tê hesabê hezkirina bi dil û can?

11 Petrûs got, “bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin”. Dêmek, çiqas çetin be jî, yeke em gerekê hemû xûşk-bira hez bikin. Mesele, hergê birak dilê me bêşîne, em gerekê çi bikin? Sêrîda dibeke emê bixwazin xwe mîna wî bidine kifşê. Lê Petrûs ji Îsa pêhesiya, ku tiştên usa Xwedê xweş nayê (Yûhenna 18:10, 11). Petrûs nivîsî: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê” (1 Petrûs 3:9). Hergê kesek dilê me êşandiye, hezkirina ji dil alî me dike dîsa jî hindava wîda dilremiyê bidine kifşê.

12. (a) Hezkirina bi dil û can me berbi çi hêlan dike? (b) Li gora vîdêoya bi navê Yektiyê Qîmet Kin, hûn hêlan bûne çi bikin?

12 Neme xweye pêşinda, Petrûs got ku bira hezkirina we hindava hevda “bi dil û can be”, dêmek em gerekê hazir bin timê hevdu bibaxşînin (1 Petrûs 4:8). Diqewime Petrûs kire bîra xwe, ku çend sal pêşda, Îsa derheqa baxşandinê çend şîret dane wî. Wî çaxî, gava Petrûs got ku ewê “heta heft cara” bibaxşîne birê xwe, diqewime ewî hesab dikir, ku ew yekî gelek dilovan e. Lê Îsa wîra got, ku ew gerekê 77 cara bibaxşîne birê xwe, dêmek timê (Metta 18:21, 22). Hergê tera çetin e li gora vê temiya Îsa bijiyî, ber xwe nekeve! Em merivne gunekar in, lema jî cara mera hêsa nîne hevdu bibaxşînin. Lê gelek ferz e çi ji destê me tê bikin, wekî bibaxşînine xûşk-bira û edilayê tevî wan xweyî kin. c

RÛSPÎNO, MIQATÎ BERXÊN XWEDÊ BIN

13. Carna çima ne hêsa ye, ku rûspî şixulên şivantiyê bikin?

13 Petrûs tu car bîr nedikir ku Îsa paşî saxkirinê çi jêra got: “Şivantiyê pezên min bike” (Yûhenna 21:16). Hergê tu rûspî yî, tu zanî ku ew temî tera jî hatiye dayînê. Cara ne hêsa ye ku rûspî bona wê cabdariya ferz wede veqetînin. Berî pêşin, ewana gerekê bona malbeta xwe xem bikin, çawa fîzîkî, êmosiyalî usa jî ruhanîda. Usa jî, ewana şixulê belakirina mizgîniyêda xîret in û ser civata û civatên mezin pê gotara dertên. Hine rûspî alî Komîtêyên Hevkariya Nexweşxana yan jî Îdara Şixulê Avakirinê dikin, ya ku mihala wanda ne. Bi rastî jî gelek şixulê rûspiya heye!

Rûspiyên dilovan xîret dikin ku şivantiya berxên Xwedê bikin (Binihêre abzasa 14-15)

14. Çi dikare rûspiya hêlan ke, şixulê şivantiyê bikin? (1 Petrûs 5:1-4)

14 Petrûs şîret da rûspiya, ku şivantiyê keriyê pezê Xwedê bikin (Bixûne 1 Petrûs 5:1-4). Em zanin ku rûspî xûşk-bira hez dikin û dixwazin alî wan bikin. Lê cara şixulê rûspiya usa zef e û ewana haqas diwestin, ku difikirin wekî nikarin wê cabdariya xwe bînin sêrî. Rûspî dikarin çi bikin? Ewana dikarin dilê xwe Yehowara vekin. Petrûs nivîsî: “Heger yek xizmetkariyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê” (1 Petrûs 4:11). Hemikî problêmên xûşk-birên me vê dinyayêda wê bi temamî neyêne safîkirinê. Lê bîr nekin, ku “Serekşivan”, dêmek Îsa, ji her kesî çêtir dikare alî wan bike. Ew çawa niha, usa dinya tezeda dikare vê yekê bike. Xwedê dixwaze wekî rûspî xûşk-bira hez bikin, şivantiya wan bikin û bona wan bibine mesela baş.

15. Rûspîk çawa şixulê şivantiyê tîne sêrî? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Rûspîkî cêribandî bi navê Wîlyam zane, ku şixulê şivantiyê çiqas ferz e. Gava pandemiya koronavîrûsê destpêbû, ewî û rûspiyên din her tişt dikirin, wekî her heftiyê ji xûşk-birên koma xwe bipirsin, ku halê wan çawa ye . Ew şirovedike: “Gelek xûşk-bira malên xweda tenê bûn, lema jî ewana hêsa dikaribûn biketana mitala û xemgîn bûna”. Gava xûşk yan birak xwe nebaş texmîn dike, Wîlyam rind guh dide wî, wekî fem bike, ku çi xem û derdên wî hene û ew hewcê çi ye. Paşê, ew ser malpera me vîdêo yan edebyeta divîne, wekî bi saya van, xûşk-bira qewî ke. Ew dibêje: “Îro şixulê şivantiyê diha zef e ne ku berê. Em her tiştî dikin, wekî alî kesên din bikin, ku ewana Yehowa nas kin. Bi wî cûreyî, gerekê em xîret bikin ku şivantiya pezên Yehowa bikin, wekî ewana rastiyêda bimînin”.

ÎZIN BIDINE YEHOWA WEKÎ HETA XILAZIYÊ WE HÎN KE

16. Em ça dikarin dersên ji du nemên Petrûs, emirê xweda bidine xebatê?

16 Me ji du nemên Petrûs tenê çend ders şêwir kir. Çida tu dixwazî pêşda herî? Mesele, diqewime tu dixwazî hê zêde derheqa dinya teze bifikirî. Yan jî tu dixwazî ser xebatê, mektebêda yan jî dereceke dinda kesekîra şedetiyê bidî. Dibeke te mecalên teze dîtiye, ku çawa hindava xûşk-bira diha zêde hezkirinê bidî kifşê. Rûspî dikarin xwera nêt daynin, wekî bi dil û can û bi xîret şivantiya berxên Yehowa bikin. Bi saya vê lêkolînê, diqewime te çend kêmasiyên xwe dît, lê dîsa jî dilteng nebe. Bîr neke, ku Padşê me Îsa Mesîh yekî dilovan e û ewê alî te bike, wekî tu pêşda herî (1 Petrûs 2:3). Petrûs dibêje, ku Xwedê “wê xwexa we . . . bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke” (1 Petrûs 5:10).

17. Hergê em berdewam kin xîret bin û bihêlin ku Yehowa me hîn ke, emê çi kerema bistînin?

17 Carekê, Petrûs xwe hêja hesab nekir ku kêleka kurê Xwedê be (Lûqa 5:8). Lê bi alîkariya Yehowa û Îsa Mesîh, Petrûs berdewam dikir bi aminî pey Îsa here. Axiriyêda Yehowa îzin da Petrûs, wekî ew bikeve “Padşatiya heta-hetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh” (2 Petrûs 1:11). Çi xelateke mezin e! Mîna Petrûs, hergê tu berdewam kî xîret bî û îzin bidî Yehowa ku te hîn ke, tuyê jî emirê heta-hetayê bistînî. Paşê tê bigihîjî nêta baweriya xwe, dêmek bêyî xilazkirinê (1 Petrûs 1:9).

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

a Vê gotarêda emê bivînin, ku her du nemên Petrûs çawa dikarin alî me bikin, wekî em çetinayada dilteng nebin. Usa jî rûspî wê hîn bin, ku çawa cabdariyên şivantiyê bînin sêrî.

b Pêşiya ku sala 66 D.M.-da, ordiya Romê hicûmî ser Orşelîmê kir, diqewime Mesîhiyên ku Palêstînayêda dijîtin, îda ew du nemên Petrûs standibûn.

c Ser jw.org binihêrin vîdêo bi navê Yektiyê Qîmet Kin