Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da ser têmên ji “Birca Qerewiliyê” ya wan paşwextiyê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên wan pirsa bidin:

Metta 18:15-17-da, Îsa derheqa kîjan gune digot çaxê temî dida?

Îsa digot derheqa çetinaya orta meriva, kîjan ku dikarin xwexa nav hevda safî kin. Lê hergê wana orta hevda safî nekiriye, wî çaxî ew dikare bê hesabê gunekî usa, ji bo kîjanî ew merivê neheq ji civatê dikare bê derxistinê. Mesele, gune dikare buxdan be, yan jî fêlbazî be (w16.05, rûp. 7).

Hûn ça dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz hê zêde karê bistînin?

Hûn dikarin wan tişta bikin: Bixûnin bi nêta rast, û dersa xwera bivînin kîjan ku wera wê karê bînin. Pirsên usa bidine xwe: “Ez ça dikarim evê înformasiyê bidime xebatê seva alî yên din bikim?”. Usa jî wedê xwendinê bidine xebatê hemû hacetên seva lêkolînkirinê (w16.05, rûp. 24-26).

Gelo ew yek nerast e hergê Mesîhî şînê dike, çaxê ew bawer dike wekî mirî wê rabin?

Ew bawerî ku mirî wê rabin, nikare ewê êşê kuta ke, kîjan ku Mesîhî texmîn dike çaxê merivê wîyî nêzîk dimire. Birahîm jî şîna Serayê dikir (Destp. 23:2). Wede çaxê derbaz be, ew êş wê hê kêm be (wp16.3, rûp. 4).

Kê bi sîmbolîk tê hesabê mêrê bi hacetê nivîskariyê, û şeş mêrê bi çeka, ku Hezeqêl serê 9-da tê gotinê?

Giliyên Hezeqêl em dikarin fem kin hergê bidine ber çevê xwe efrînên ezmana kîjan ku tevî hilşandina Orşelîmê bûn û yên ku wê şer bivin wedê Harmegedonê. Roja îroyîn ew tê hesabê, ku mêrê bi hacetê nivîskariyê ew heye Îsa, yê ku nîşana datîne ser wan yên ku wê bêne xilazkirinê wedê Harmegedonê (w16.06, rûp. 16-17).

Ji kîjan xofa Kitêba Pîroz xilaz bû?

Ew xilaz bû ku 1) nehate xirabkirinê ji bo wan matêrîala ser kîjana ew dihate nivîsarê, mesele papîrûs û pêrgamênt; 2) ji bo peyketinên ji serwêrên dewletê û serwêrên rêlîgiyên qelp, yên ku dixwastin ewê kitêbê kuta kin; û 3) dixwastin elametiya vê biguhêzin û xirab kin (wp16.4, rûp.4-7).

Çi cûreyî Mesîhî dikare emirê xwe hêsa ke?

Xwera başqe binivîse hewcên xweye ferz, ser tiştên nelazim pera xerc neke. Safî ke ku her heftî yan meh çi tera lazim e bikirî, û çiqas pere tu dikarî xerc kî. Tiştên ku tera nelazim in bifroşe, bavêje yan kesekîra bide, û hemû deynê xwe bide. Bifikire hela tu dikarî kêm bixebitî, û pêşda bifikire ku ça tu dikarî hê zêde xizmet kî (w16.07, rûp. 10).

Kitêba Pîroz çi nav dike ji zêr-zîv qîmettir?

Îbo 28:12, 15 dide kifşê wekî bîlaniya ji Xwedê ji zêr-zîv qîmettir e. Çaxê hûn ewê bîlaniyê qazanc kin, bixebitin ser xwe wekî milûk bimînin û baweriya xwe qewî xwey kin (w16.08, rûp. 18-19).

Gelo cayîz e wekî bira ser rûyê xwe berde?

Hine kûltûrada serrû tebiyetî ye û yên din nalikumîne wekî mizgîniyê qebûl kin. Yeke hine bira dikarin safî kin wekî serrûyê xwe hildin (1 Korn. 8:9). Hine kûltûr û welatên dinda, serrû necayîz e bona Mesîhiya (w16.09, rûp. 21).

Çira em dikarin dudilî nebin, wekî serhatiya Dawid û Golîat, ku Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, bi rastiyê qewimiye?

Bejna Golîat himberî bejna merivê ku rojên meda lapî bilind bû, tenê ser 15 santîmêtra zêde bû. Û Dawid bi rastiyê dijît, û manûskrîpta berê ewê yekê îzbat dike. Vê manûskrîptêda nivîsîbû derheqa mala Dawid, ku Îsa got. Kitêba Pîroz dibêje ku Dawid tevî Goliyat kîderê şer kir, û ew cî jî îzbat dike wekî ew serhatî bi rastiyê qewimiye (wp16.5, rûp. 13).

Ça zanebûn, femkarî, û bîlanî ji hev cude dibin?

Merivê ku zanebûna wî heye, ew înformasiyayê zane, yan jî îzbatkirina. Merivê femkar dikare bivîne ku çawa îzbatkirin hevva girêdayî ne. Lê merivê ku bîlaniya wî heye, zanebûna wî û femkariya wî heye, û ew dikare wan her duda jî rast bide xebatê (w16.10, rûp. 18).