Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hemû Xemên Xwe Bavêje ser Yehowa

Hemû Xemên Xwe Bavêje ser Yehowa

“Hemû xemêd xwe bavêjine ser [Yehowa], çimkî ew bona we xem dike” (1 PET. 5:7).

KILAMÊN: 38, 7

1, 2. a) Çira em ecêbmayî namînin, ku cara em dilteng dibin? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

EM DIJÎN rojên gelek çetinda, çimkî Mîrê-cin gelek hêrs e û “mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Pet. 5:8; Eyan. 12:17). Lema em ecêbmayî namînin, wekî em ça xizmetkarên Xwedê, cara dilteng dibin û kul-derda divînin. Berê jî xizmetkarên Xwedê cara dilteng dibûn. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Dawid padşa ji xemên xwe dineliya (Zeb. 13:2). Usa jî bînin bîra xwe, wekî Pawlos jî seva hemû civîna xem dikir (2 Korn. 11:28). Lê hergê em îda kul-derdada dixeniqin, em çi dikarin bikin?

2 Bavê meyî ezmana ku me hiz dike, çawa berê alî xizmetkarên xwe dikir, usa jî îro ew alî me dike çaxê em kul-derda dikişînin. Kitêba Pîroz me şîret dike: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Pet. 5:7). Lê ça em dikarin evê yekê bikin? Vê têmayêda emê şêwir kin derheqa çar tişta. Ya pêşin ew heye dua, ya duda Xebera Xwedê bixûnin û ser bifikirin, ya sisiya ji Xwedê ruhê wîyî pîroz bixwazin, û ya çara, derheqa xemên xwe gilî kin wî kesîra, îtbariya xwe kê jî tînin. Çaxê em ewan tişta şêwir kin, bifikirin hela çida wera lazim e hê pêşda herin.

“TU BARÊ XWE BIDE XUDAN EWÊ HILGIRE DEWSA TE”

3. Ça hûn dikarin bi saya dua “barê xwe” bidine Yehowa?

3 Gava pêşiyê, ku çawa barê xwe bidine Xwedê, ew heye dua. Yehowa bavê meyî ezmana me gelek hiz dike. Û lema çaxê hûn seva tiştekî berxwe dikevin, dilteng dibin, yan diçerçirin, dilê xwe jêra vekin û gilî kin derheqa çetinayên xwe. Dawidê zebûrbêj ji Yehowa reca dikir: “Xwedêyo, guh bide duayê min”. Paşê dîsa vê zebûrêda, ewî got: “Tu barê xwe bide Xudan ewê hilgire dewsa te” (Zeb. 55:1, 22). Çaxê hûn aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva çetinayê derbaz kin, lê çetinayî dîsa dimîne, berxwe nekevin, bi dil dua bikin Xwedêra. Lê ça dua dikare alî me bike, çaxê derd-kul dilê meda zêde dibin? (Zeb. 94:18, 19).

4. Çaxê em dilteng in, çira dua gelek ferz e?

4 Bixûne Fîlîpî 4:6, 7. Yehowa dikare caba dua û recayên me bide. Lê gelo çawa? Çaxê dilê meda û hişê meda derd hene, Xwedê dilrihetiyê dide me, wekî em aza bin ji wan derda. Gelek xûşk-birên me ser xwe texmîn kirine, wekî wedê tengasiya, ewana ne ku tevhev bûne û tirs ketiye dilê wan, lê Xwedê edilayî û dilrihetî daye wan ku ji hiş-aqilê meriva zêdetir e. Hûn jî dikarin ser xwe texmîn kin evê yekê. “Edilayîya Xwedê” dikare alî me bike her tengasî û çetinaya derbaz kin! Bi temamî îtbariya xwe vî sozê Xwedê bînin: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; . . . belê, ezê alî te bikim” (Îşa. 41:10).

DILRIHETÎ JI XEBERA XWEDÊ

5. Xebera Xwedê ça dikare dilrihetiyê bide me?

5 Gava duda, ku em ça dikarin dilrihetiyê bistînin, ew e ku Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin. Gelo çira ew yek ferz e? Kitêba Pîrozda hene rêberî û şîret kîjan ku dikarin alî me bikin, wekî kêm xemgîn bin, û cara xwe ji xema xwey kin jî. Xebera Xwedê dikare alî me bike û me hêsa ke, çimkî li wêderê giliyên Xwedê nivîsar in kîjan ku bîlanî ne. Çaxê hûn her roj bifikirin ser giliyên Xwedê, û dişirmîş bin ku ça şîret û rêberiya wî bidine xebatê, hûnê gelek qewî bin. Xwexa Yehowa mera dibêje wekî xwendina Xebera wî, dikare qewat û mêrxasiyê bide me (Yêşû 1:7-9).

6. Hûn çi karê dikarin bistînin ji giliyên Îsa?

6 Em ji Xebera Xwedê pêdihesin, ku Îsa ça xeberdida tevî meriva. Giliyên wî û hînkirinên wî bona wan meriva ça derman bû, û ewana dilrihet dibûn. Elalet dihate cem wî, çimkî ew ber dilê dilşkestiyada dihat, yên sist qewî dikir, û berdilî dida yên dilteng. (Bixûne Metta 11:28-30.) Ewî hemû aliyava seva meriva xem dikir ça ruhanîda, êmosiyalîda usa jî hewcên fîzîkîda (Marq. 6:30-32). Sozê Îsa, ku ewî Mettada got bona me ye jî. Çawa ewî alî şandiyên xwe dikir, usa jî wê alî me bike. Seva ku alîkariyê ji Îsa bistînin, eseyî nîne ew kêleka me be, ça tevî şandiyên xwe. Ew niha ser ezmana Padşa ye, lê dîsa jî ber dilê meda tê. Û çaxê em dilteng dibin, ew dikare wededa alîkariyê bide me. Belê, Îsa wedê tengasiya dikare alî we bike wekî sebir kin, û ew dikare usa jî dilrihetiyê û mêrxasiyê bide we (Îbrn. 2:17, 18; 4:16).

HUNUR KU BI SAYA RUHÊ PÎROZ PÊŞDA TÊN

7. Çaxê hûn ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin, hûnê çi karê bistînin?

7 Îsa soz da wekî çaxê em ji Bavê meyî ezmana ruhê pîroz bixwazin, ew wê ese bide me (Lûqa 11:10-13). Dêmek, ya sisiya ew heye berê ruhê pîroz, yanê qewata Xwedê, kîjan ku dikare alî me bike kêm xemgîn û dilteng bin. Ew hunurên ku bi ruhê Xwedêyî pîroz pêşda tên, rind eyan dikin wekî Xwedêyê Himzor yekî ça ne. (Bixûne Galatî 5:22, 23; Kols. 3:10.) Hergê em ewan hunura pêşda bînin, heleqetiya me tevî meriva wê baş be. Dêmek emê hê kêm rastî wan dereca bên, kîjan ku dikarin me dilteng kin û dilê me bêşînin. Were şêwir kin ku ça berê ruhê pîroz dikare gelek alî me bike.

8-12. Berê ruhê Xwedêyî pîroz ça dikare alî me bike, wekî kêm xema bikin û dilteng nebin?

8 “Hizkirin, şabûn, edilayî”. Hergê hûn hindava meriva bi qedir bin, hûnê bivînin, wekî meniya xemgîniyê cem we wê hê kêm be. Lê çawa? Çaxê hûn hizkirinê didine kifşê hindava xûşk-bira, hindava wanda şewat in, û bi qedir in, hûnê hê kêm rastî wan dereca bên, ku dikarin we dilteng kin û bargiran kin (Rom. 12:10).

9 “Sebirkirin, şîrinayî, qencî”. Kitêba Pîroz me şîret dike, wekî çawa em dikarin tevî meriva edilayê xwey kin: “Hevra şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin” (Efes. 4:32). Hergê em usa bikin, emê ew çetinayên ku dikarin derdên me zêde kin, hê zû safî kin. Hin jî, mera wê diha hêsa be çetinayên orta me û merivada safî kin, kîjan ku ji bo qisûrtiya me pêşda tên.

10 “Aminî”, û bawerî. Îro em diha zef berxwe dikevin û xema dikin seva pera û tiştên din ku em dixwazin qazanc kin (Metlk. 18:11). Seva ku em kêm xemgîn bin bona wan tişta, em gerekê qayîm bawer kin wekî Yehowa wê wan çetinayada alî me bike. Hin jî, şîreta Pawlos ku pê rêberiya Xwedê hate nivîsarê, dikare alî me bike, wekî em seva wan tişta gelek berxwe nekevin. Pawlos got: “Destêd weda çiqas heye, razî bin”. Paşî wan giliya ewî zêde kir: “Xwedê got: ‘Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim’. Lema jî rûyê me digire ku em bêjin: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?’” (Îbrn. 13:5, 6).

11 “Milûktî, xwegirtin”. Bifikirin wekî ew hunur jî çiqas karê dikarin mera bînin. Ew hunur alî me dikin, wekî kirên usa nekin ku xwera derda zêde kin. Hin jî ew alî me dikin, ku em nekevine wan dereca, kîjanada em dikarin tiştên nerast bikin, mesele, “telayî, hêrs, berzeqî, qare-qar û kifirî-zifirî” (Efes. 4:31).

12 Milûktî usa jî mera lazim e, seva ku em îtbariya xwe “destê Xwedêyî zor” bînin û “hemû xemêd xwe bavêjine ser wî” (1 Pet. 5:6, 7). Hergê hûn milûk in, Yehowa wê ese alî we bike û çevê wî wê ser we be (Mîx. 6:8). Û çaxê hûn fem dikin wekî hemû tişt destê weda nîne, hûnê îtbariya xwe Xwedê bînin û barê xwe bidine wî. Ew yek wê xemên we diha kêm ke.

“ÎDÎ . . . XEMA NEKIN”

13. Çaxê Îsa got ku “îdî . . . xema nekin”, bi wan giliya ewî çi dixwest bigota?

13 Metta 6:34-da (bixûne), em dixûnin giliyên Îsa: “Îdî . . . xema nekin”. Lê gelek çetin e wekî em qe xema nekin. Dêmek bi wan giliya Îsa tiştekî mayîn dixwast bigota. Ewî ne got wekî çetinayî û xemên me wê tune bin. Mesela Dawid û Pawlos derheqa kîjana me jorê got, ewê yekê rind dide kifşê. Bi wan giliya Îsa dixwast şagirtên xwera bigota wekî bêfeyde ye gelek xema bikin û gelek berxwe kevin, çimkî ew yek çetinaya safî nake. Xemên meyî rojê besî me ne, lema em gerekê xwera derda zêde nekin, û derheqa berê yan axiriyê gelek nefikirin. Lê hûn ça dikarin ew şîretê Îsa bidine xebatê û kêm xema bikin?

14. Hûn ça dikarin diha kêm xema bikin seva şaşiyên xweye berê?

14 Hinek dibeke dilteng dibin seva kirên xwe yan şaşiyên xweye berê. Mesele, dibeke em xwe neheq dikin seva kirên xwe, kîjan ku dibeke hela hê gelek sal pêşda me kiriye. Padşa Dawid jî cara dilteng dibû, ji bo vê yekê ku neheqiyên wî ser serê wîra bilindtir bibûn. Ewî got: “Dikim zarîn ji axînîya dilê xwe” (Zeb. 38:3, 4, 8, 18). Vê derecêda Dawid çi gerekê bikira? Ewî ça xwe da kifşê halekî usada? Ewî bawer dikir, wekî Yehowa rem e û dibaxşîne wî. Lema ewî giliyê usa got: “Xwezî li wî bendeyî, ku neheqiyêd wî hatine afûkirinê”. (Bixûne Zebûr 32:1-3, 5.)

15. a) Çira em gerekê gelek berxwe nekevin seva roja îroyîn? b) Hûn çi dikarin bikin, seva xemên xwe kêm kin?

15 Cara em dikarin destpêkin gelek xema bikin seva roja îroyîn. Mesele, çaxê Dawid nivîsî Zebûra 55, wî wedeyî ew gelek dilşikestî bû, çimkî emirê wî bin qeziyêda bû (Zeb. 55:2-5). Lê yeke wî halê çetinda û diltengiyêda, ewî dîsa jî baweriya xwe Yehowa dianî. Vê tengasiyêda Dawid timê Xwedêra dua dikir, lê yeke xwexa jî tiştek dikir seva xemên xwe kêm ke (2 Sam. 15:30-34). Were em jî çev bidine Dawid. Wedê tengasiya gelek dilteng nebin, lê çi destê me tê bikin, seva çetinaya derbaz kin. Çi jî em nikarin, were em bidine destê Yehowa, wekî ew alî me bike.

16. Ew yek ku navê Xwedê çi tê hesabê, ça dikare baweriya we qewî ke?

16 Cara em dibeke gelek xema bikin, derheqa çetinaya, ku em difikirin wekî axiriyêda wê rastî me bên. Lê nelazim e wekî hûn gelek berxwe kevin seva vê yekê, çi ku hûn nizanin wê bibe yan na. Lê çira? Çimkî ew tişt dikarin ne jî biqewimin û usa xirab nîbin ça em difikirin. Xêncî vê yekê, em gerekê bîr nekin wekî hemû tişt destê Xwedêda ye, û ku em dikarin hemû xemên xwe bavêjin ser wî. Navê wî tê hesabê: “Ew Pêk Tîne” (Derk. 3:14, DT). Ew yek mera dide kifşê, wekî ew hemû tiştî divîne, û ew qirara xwe hindava xizmetkarên xwe, wê ese bîne sêrî. Hûn gerekê dudilî nebin ku Xwedê dikare kerema xwe bide yên amin, û alî wan bike, wekî xema nekin seva tiştên berê, roja îroyîn û seva axiriyê.

DILÊ XWE VEKIN WÎ KESÎRA, ÎTBARIYA XWE KÊ JÎ HÛN TÎNIN

17, 18. Ça xeberdan tevî merivê nêzîk, dikare alî we bike ku diha kêm xema bikin?

17 Gava çara, ku dikare alî we bike kêm xema bikin, ew heye xeberdan tevî wan, îtbariya xwe kê jî hûn tînin. Çaxê hûn dilê xwe cotê xwera vekin, hevalê nêzîkra, yan rûspiyê civatêra, dilê we wê rihet be û hûnê îda haqas dilteng nebin û gelek xema nekin. “Kul-derd dilê mêriv dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike” (Metlk. 12:25). Çaxê hûn derdê xwe kesekîra helal gilî kin, hûnê hê rind dereca xwe fem kin û îda wê derd dilê weda nemîne. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metlk. 15:22).

18 Yehowa usa jî bi saya civatê alî me dike, wekî gelek xema nekin. Ser civatê em xeberdidin tevî xûşk-bira, kîjan ku me hiz dikin û dil didine me (Îbrn. 10:24, 25). Bi saya vê yekê ku em dil didine hev, emê hê qewî bin û emê kêm xema bikin (Rom. 1:12).

HELEQETIYA TE TEVÎ XWEDÊ, QEWATA MEZIN E BONA TE

19. Çira hûn dikarin dudilî nebin, wekî heleqetiya we tevî Xwedê wê we qewî ke?

19 Were şêwir kin mesela birakî me rûspî, ku Kanadayêda dijî. Ew hîn bû wekî çiqas ferz e xemên xwe bavêje ser Yehowa. Ew mektebêda dersdar e, û ew xebateke gelek çetin e, aliyê êmosiyalîda, hin jî nexweşiya wî heye ku ew gelek car êmosiyalîda tevhev dibe. Lê ça ew bira wan çetinayada qewî dimîne? Ew şirovedike: “Ya pêşiyê, ez hemû tiştî dikim, seva heleqetiya xwe tevî Xwedê xwey kim. Ew yek qewatê dide min, wekî êmosyalîda xwe bigirim û tevhev nîbim. Çaxê minra gelek çetin e, hevalên min û birên ruhanî gelek alî min dikin. Xêncî vê yekê, ez dilê xwe jina xwera vedikim. Usa jî rûspiyê civatê û berpirsiyarê mihalê alî min kirin, wekî ez ser dereca xwe rast binihêrim. Ez usa jî çûm cem hekîm, û ewê yekê jî gelek alî min kir, û min îda wedê xwe cûrekî mayîn xerc dikir. Min xwera wede başqe dikir seva hêsa bim û sportêva mijûl bim. Hêdî-hêdî ez îda dilrihet bûm, û tevhev nedibûm. Çaxê çetinayî heye kîjan ku ez nikarim kontrol kim, ez didime destê Yehowa wekî ew alî min bike”.

20. a) Em ça dikarin xemên xwe bavêjine ser Yehowa? b) Têma dinda emê derheqa çi şêwir kin?

20 Vê têmayêda em pêhesiyan, wekî çiqas ferz e ku xemên xwe bavêjin ser Xwedê, dêmek jêra dua bikin, û Xebera wî bixûnin. Em usa jî pêhesiyan wekî mera çiqas lazim e, ku hunurên berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînin, usa jî dilê xwe merivê nêzîkra vekin, û bêne ser civatê. Têma dinda emê şêwir kin ku Yehowa ça alî me dike bi vê yekê, ku mera soz dide wekî me kerem ke (Îbrn. 11:6).