Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedê Wana Kerem Dike, Yên ku li Wî Digerin

Xwedê Wana Kerem Dike, Yên ku li Wî Digerin

“Ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (ÎBRN. 11:6).

KILAMÊN: 136, 139

1, 2. a) Bawerî û hizkirin ça hevva girêdayî ne? b) Emê kîjan pirsa şêwir kin?

EM YEHOWA hiz dikin, “çimkî ewî pêşda em hizkirin” (1 Yûhn. 4:19). Yehowa usa jî hizkirina xwe dide kifşê bi vê yekê, ku xizmetkarên xweyî amin kerem dike. Em çiqas zef Xwedê hiz dikin, haqas zef baweriya me qewî dibe. Em qayîm bawer dikin, wekî Yehowa wan xelat dike kîjana hiz dike. (Bixûne Îbranî 11:6.)

2 Yehowa meriva kerem dike, û ew yek dide kifşê ku ew yekî ça ne û çi dike. Hergê em dudilî ne, wekî Yehowa wê kerem ke wan yên ku li wî digerin, wekî usa ne baweriya me kêm e. Çimkî bawerî ew e, çaxê em “dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî” (Îbrn. 11:1, DT). Belê, hergê baweriya me heye, emê hîviya keremên Xwedê bin, kîjan ku ewî soz daye me. Lê hergê em bawer dikin ku Yehowa wê me kerem ke, ew çi karê dikare mera bîne? Gelo ça Yehowa berê xizmetkarên xwe kerem dikir û ça îro kerem dike? Were em şêwir kin derheqa wê yekê.

YEHOWA SOZ DIDE KU XIZMETKARÊN XWE KEREM KE

3. Malaxî 3:10-da derheqa kîjan sozê Xwedê tê gotinê?

3 Yehowa Xwedê soz da ku xizmetkarên xwe xelat ke. Lema jî ew dixwaze wekî em çi ku dikarin hemû tiştî bikin, seva ku keremên wî bistînin. Yehowa dibêje: “Min bi vêya bicêribînin, Xudanê artêşan dibêje, ma gelo ezê . . . ezmana ji wera venekim û qasî ku têra we dike zêdetir ezê bereketê ser weva nerijînim?” (Malx. 3:10). Belê, Xwedê mecalê dide me, wekî em wî bicêribînin. Û çaxê em evê mecalê didine xebatê, bi vê yekê em razîbûna xwe jêra didine kifşê.

4. Çira em dikarin baweriya xwe giliyên Îsa bînin, kîjan ku Metta 6:33-da nivîsar in?

4 Îsa gote şagirtên xwe, ku hergê ewana Padşatiya Xwedê daynin ciyê pêşiyê, Xwedê wê alî wan bike. (Bixûne Metta 6:33.) Îsa ew gilî got çimkî ewî zanibû, wekî hemû sozên Xwedê timê têne sêrî (Îşa. 55:11). Lema em jî gerekê bawer bin, ku hergê em bi temamî baweriya xwe Yehowa bînin, ew wê sozê xwe bîne sêrî. Xwedê xwexa mera soz da: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim” (Îbrn. 13:5). Ew sozê Yehowa alî me dike, wekî baweriya xwe giliyên Îsa bînin ku Metta 6:33-da nivîsar in.

Îsa şagirtên xwera nîşan kir, ku ewana wê bêne keremkirinê seva qurbankirinên xwe (Binihêre abzasa 5)

5. Çira ew caba ku Îsa da Petrûs, baweriya me qewî dike?

5 Carekê, Pawlosê şandî ji Îsa pirsî: “Me hemû tişt hîştiye û pey te hatine, lê axiriya me wê çawa be?” (Met. 19:27). Îsa seva wê pirsê Pawlos sûcdar nekir. Dewsê ewî gote şagirtên xwe, ku ewana wê ji bo xizmetiya xwe bêne xelatkirinê. Ew şandiyên amin û bijartiyên din, wê tevî Îsa li ezmana serwêrtiyê bikin. Lê îro jî xizmetkarên Xwedê xelatê distînin. Îsa got: “Hemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan diya xwe, yan jina xwe, yan zarêd xwe, yan erdêd xwe bona navê min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna heta-hetayê jî war be” (Met. 19:29). Şandiyên Îsa yên ku bona Padşatiya Xwedê tiştek ji xwe kêm dikirin, ese wê bistandana keremên hê mezin. Gelo em xwexa şa nabin wekî çi jî me bona Padşatiyê ji xwe kêm kir, me tiştên hê qîmet qazanc kir, mesele ça Îsa got, bav, dê, bira, xûşk û zarên ruhanî?

BAWERÎ BONA ME “LENGERE YE”

6. Çira Yehowa soz da xizmetkarên xwe, ku wê wana xelat ke?

6 Yehowa soz dide xizmetkarên xwe, wekî wê ese wan xelat ke. Û ew sozê wî alî wan dike, wekî ewana tengasiyada û cêribandinada amin bimînin. Xizmetkarên Yehowayî amin xêncî wan kerema ku îro distînin, axiriyêda wê keremên diha mezin bistînin (1 Tîmt. 4:8). Belê, hergê em dudilî nînin wekî Yehowa wê “wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin”, emê baweriyêda qewî bin (Îbrn. 11:6).

7. Çira em dikarin bêjin, ku bona me bawerî heye ça lenger?

7 Îsa wedê xizmetiya ser çiyê got: “Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e. Bi vî cûreyî pêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin” (Met. 5:12). Xêncî wan yên ku wê jîyîna li ezman bistînin, dîsa wê gelek bistînin jîyîna heta-hetayê ser erdê, û ew yek bi rastiyê menî ye, wekî em “eşq û şa bin” (Zeb. 37:11; Lûqa 18:30). Firqî tune emê ser erdê bijîn, yan ser ezmana, baweriya me seva axiriyê bona me ça “lengereke hîmgirtî” û qewî ye (Îbrn. 6:17-20). Ça lengere wedê firtone gemiyê xwey dike, usa jî baweriya me ku Xwedê wê kerema bide me, hemû aliyava me xwey dike. Ew bawerî qewatê dide me, wekî em wedê tengasiyada sebir kin.

8. Baweriya hindava sozên Xwedê ça xemên me kêm dikin?

8 Hîviya me ser axiriyê, qewatê dide me seva kêm xema bikin. Sozên Xwedê bona me ça derman e, kîjan ku dilê me rihet dike. Rastî jî çiqas em dilgerm dibin, çaxê em barê xwe didine ser Yehowa, û em zanin wekî ew wê alî me bike (Zb. 55:22). Em gerekê sed selefî bawer bin, wekî Xwedê “dikare . . . ji tiştê ku em dixwazin yan jî difikirin hê gelek zêdetir bike” (Efes. 3:20, ÎM). Bidine hesabê xwe, wekî Yehowa bona me dikare ne ku gelek bike, lê “gelek zêdetir” bike!

9. Çira em gerekê dudilî nîbin, wekî dikarin keremên Yehowa bistînin?

9 Seva ku ji Yehowa xelatê bistînin, em gerekê bi temamî baweriya xwe wî bînin, û gura temî û rêberiyên wî bikin. Mûsa gote cimeta Îsraêl: “Xudan wê ese dua li te bike li ser wî erdî, ku Xudan Xwedêyê te çawa milk dide te ku qazinc kî. Tenê tu rind guhdarîya dengê Xudan Xwedêyê xwe bike û tam vî emirê ku ez îro li te emir dikim, bike ku biqedînî. Çimkî Xudan Xwedêyê te wê dua li te bike, çawa ku wî gote te” (Qan. Dcr. 15:4-6). Hergê tu Yehowara amin dimînî, tu bawer dikî wekî ew wê ese te kerem ke? Bi rastiyê menî heye, wekî tu vê yekêda gerekê qe dudilî nîbî.

YEHOWA EWANA XELAT DIKIRIN

10, 11. Yehowa ça Ûsiv kerem kir?

10 Kitêba Pîroz bona kara me hate nivîsarê. Vêderê hene gelek serhatî, ku çawa Xwedê xizmetkarên xweyî amin kerem dikir (Rom. 15:4). Were serhatiya Ûsiv şêwir kin. Birên wî nemamiya wî kirin û wî dîltî frotin, paşê jina axayê wî şer avîte wî, û lema Ûsiv kete kela Misirê. Lê gelo Xwedê Ûsiv wî halîda hîşt? Tu car na! Yehowa “tevî Ûsiv bû û huba xweye amin da kifşê . . . Xudan tevî wî bû û hemû şixulê wî Xudan jêra li hev danî” (Destp. 39:21-23). Wan tengasiyada, Ûsiv bi sebir hîviya Yehowa bû, wekî ewê çarekê bike.

11 Usa jî qewimî, çend sala şûnda, Firewin ji kelê Ûsiv aza kir û ew xulamê milûk, bû merivekî duda paşî Firewin (Destp. 41:1, 37-43). Çaxê Ûsivra du kur bûn, Ûsiv navê kurê xweyî pêşin danî Minaşe, çimkî ewî got ku “Xwedê hemû derd-kulê min û mala bavê min ji bîra min derxistin”. Lê navê yê duda danî Efrayîm û got: “Xwedê wî welatê zelûlîya minda, bedena min şîn kir” (Destp. 41:51, 52). Çimkî Ûsiv Yehowara amin ma, lema jî Yehowa ew usa kerem kir, wekî ewî hin Misirî hin jî Îsraêlî ji birçîbûnê xwey kir. Eyan e, wekî Ûsiv fem dikir ew kerem ji Yehowa ne, û destê Xwedê tevî wî ye (Destp. 45:5-9).

12. Îsa ça amin ma wedê tengasiya?

12 Îsa Mesîh jî, wedê tengasiyên giranda gura Xwedê dikir û jêra amin ma, û seva vê yekê ew hate keremkirinê. Lê gelo çi alî Îsa kir, wekî wan tengasiyada sebir ke? Xebera Xwedê dibêje: “Bona wê şabûna pêşiya xwe ewî stûn hilanî, şerm ber tiştekî hesab nekir” (Îbrn. 12:2, DT). Bona Îsa şabûneke mezin bû, wekî ewî dikaribû navê Xwedê rûmet ke. Îsa hate xelatkirinê bi vê yekê, ku Xwedê ji wî razî bû û gelek şixulên mezin da destê wî. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Îsa “kêleka Xwedêye rastê ser text rûnişt”. Xêncî vê yekê, Kitêba Pîrozda em dixûnin: “Xwedê ew hê bilind kir û navekî usa pêşkêşî wî kir, ku ji hemû nava bilindtir e” (Fîlî. 2:9).

YEHOWA KIRÊN ME BÎR NAKE

13, 14. Yehowa ça dinihêre ser kirên me?

13 Em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa qewata me dişêkirîne, kîjan ku em bona xizmetiya wî xerc dikin. Ew me fem dike çaxê em sist in yan çaxê em xweda dudilî dibin. Ew dikeve halê me û ber dilê meda tê, çaxê divîne ku mera çetin e jêra xizmet kin ji bo çetinayên perava girêdayî, yan sihet-qewatê, yan jî diltengbûnê. Em gerekê bi temamî bawer bikin, wekî ew gelek qîmet dike çaxê em hemû tiştî dikin seva wîra amin bimînin. (Bixûne Îbranî 6:10, 11).

14 Usa jî bîra xweda xwey kin, wekî Yehowa dua dibihê. Lema tu car dudilî nebin wekî ew ese wê caba duayên we bide (Zeb. 65:2). “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê”, wê ese alîkariyê bide me, ça êmosiyalîda usa jî ruhanîda. Mesele, dibeke ew bi saya xûşk-birên me alîkariyê bide me (2 Korn. 1:3). Dilê Yehowa gelek şa dibe çaxê em hindava meriva dilşewat in. “Yê ku alîkariya kesîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê jî ber dayîna wîva, wî xelat ke” (Metlk. 19:17; Met. 6:3, 4). Ji vê rêzê em divînin wekî çaxê em alîkariyê didine wan yên ku tengasiyêda nin, Yehowa evan kirên meyî baş hesab dike ça deyn ser xwe, dêmek em ça bêjî Jêra deynî didin. Û ew soz dide, wekî wê me kerem ke bona qenciya me.

EW ME KEREM DIKE ÎRO JÎ Û HETA-HETAYÊ

15. Hûn hîviya kîjan kerema ne? (Binihêre şiklê ewlin.)

15 Mesîhiyên ku bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê, hîviyê ne wekî wê bistînin “kofiya rastiyê, ya ku Xudan, Hakimê rast” wê bide wan (2 Tîmt. 4:7, 8). Lê hergê hûn hîviya vê keremê nînin, lê hîviyê ne ku bijîn heta-hetayê ser erdê, ew nayê hesabê wekî Xwedê we hê kêm qîmet dike. Bi mîlyona meriv, bi dil û can hîviyê ne ku wê jîyîna heta-hetayê cinetêda bistînin. Ewana “xêr-xweşiyêva wê xinê bin û şa bin” (Yûhn. 10:16; Zeb. 37:11).

16. Em çi berdiliyê distînin ji 1 Yûhenna 3:19, 20?

16 Cara, em dibeke difikirin wekî em şixulê Xwedê gelek hindik dikin, yan jî dibeke em dudilî dibin hela Yehowa qîmet dike çi ku em dikin. Dibeke cara em hela hê dudilî bin, ku gelo em hêja ne wekî kerema Xwedê bistînin. Çaxê fikirên usa têne hişê we, were em bîr nekin wekî “Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane”. (Bixûne 1 Yûhenna 3:19, 20.) Çaxê em baweriya xwe Yehowa tînin, û ji hizkirinê çiqas dikarin hemû tiştî dikin, ew wê ese me kerem ke, hergê jî em hesab dikin wekî em bona wî gelek hindik dikin (Marq. 12:41-44).

17. Niha em çi kerema distînin?

17 Hela hê vê dinya xirabda jî ku wê zûtirekê kuta be, Yehowa cimeta xwe kerem dike. Ew xem dike, wekî xizmetkarên wîyî rast wê cineta ruhanîda pêşda herin, kîjan ku bi xwarina ruhanî têr-tije ye (Îşa. 54:13). Çawa Îsa soz da, Yehowa îda niha me kerem dike, bi vê yekê ku malbeta meye ruhanî heye, ku ji xûşk-bira ye nav temamiya dinyayêda (Marq. 10:29, 30). Xêncî vê yekê, ewên ku li Xwedê digerin dilrihet û bextewar in (Fîlî. 4:4-7).

18, 19. Xizmetkarên Yehowa ça qîmet dikin keremên wî?

18 Xizmetkarên Yehowa nav temamiya dinyayê, keremên pir baş distînin. Mesele, Byanka ku ji Almanyayê ye, gilî dike: “Ez çi jî bikim yeke nikarim bi temamî razîbûna xwe Yehowara bidime kifşê, ji bo vê yekê ku ew timê alî min dike çaxê ez dilteng im û her roj kêleka min e. Eva dinya hevketî ye û têda dilsarî ye. Lê çaxê ez xwe li Yehowa digirim, destê wîda ez xwe xweykirî texmîn dikim. Çaxê ez bona wî qurbana dikim, ew timê bi seda cara zêdetir min kerem dike”.

19 Were binihêrin mesela Paûla, ku 70 salî ye. Nexweşiya wêye piştê heye, û bona vê yekê jêra çetin e rê here. Ew dibêje: “Kêm rê diçim nayê hesabê kêm xizmet kim. Ez bi cûre-cûre mêtoda mizgîniyê bela dikin, mesele pê têlê û neformal. Deftereke min heye, kîjanêda ez rêzên ji Kitêba Pîroz û fikirên ji edebyetên me dinivîsim, û seva dilrihet bim cara ez vê defterê dixûnim . Evê defterê ez nav dikim ‘Deftera Mine Xilazkar’. Hergê em ser sozên Yehowa difikirin, diltengî wedelû ye. Yehowa timê kêleka me ye, wekî destê xwe dirêjî me ke, û firqî tune em çi derecada nin”. Dibeke dereca we usa nîne ça ya Byanka yan Paûla. Lê hûn dikarin bifikirin, wekî Yehowa ça we û yên dor berê we kerem dike. Çiqas rind e ku em divînin, Yehowa ça niha me kerem dike, û usa jî didine ber çevê xwe çawa wê axiriyêda me kerem ke!

20. Hergê em berdewam dikin Yehowara bi dil û can xizmet dikin, em dikarin hîviya çi bin?

20 Tu car bîr nekin, wekî Xwedê duayên weyî bi dil wê ese qebûl ke û kerem ke. Û dudilî nebin, wekî hergê “hûn emirê Xwedê bînine sêrî”, hûnê “bigihîjine sozê wî” (Îbrn. 10:35, 36). De were em berdewam kin baweriya xwe hê qewî kin û bi dil û can şixulê Yehowa bikin. Belê, em bawer in wekî Yehowa bona vê yekê wê ese me xelat ke! (Bixûne Kolosî 3:23, 24.)