Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çaxê Şeytan gote Hêwayê, wekî ew wê nemire hergê berê dara qencî û xirabî naskirinê bixwe, gelo ewî bi wan giliya dixwest jêra bigota, ku ruhê nemirî heye, çawa ku îro bawer dikin?

Ça tê kifşê, na. Mîrê-cina negote Hêwayê, wekî hergê ew berê ku Xwedê qedexe kir, bixwe, wê tenê bedena wê bimire, lê ruhê wê (îro dibêjin ruhê nemirî) berdewam ke cîkî bijî. Şeytan pê mer Hêwayêra got, ku hergê ew berê darê bixwe, tu car wê nemire. Bi wan giliya ewî dixwest bigota, wekî ewê berdewam ke bijî pê jîyîna diha baş, xwe serî xwe û bêy Xwedê (Destp. 2:17; 3:3-5).

Hergê ew baweriya qelp derheqa ruhê nemirî, ku îro belabûyî ye, ji Edenê nehat, lê ji ku hat? Em sed selefî nikarin bêjin. Lê em zanin, wekî hemû hebandinên qelp Sêlavêda rojên Nuhda kuta bûn. Hingê tu kesê ku tiştên qelp bawer dikir, xilaz nebû, çimkî wedê Sêlavê tenê Nuh û neferên wî xilaz bûn, yên ku xizmetkarên rast bûn.

Lema jî tê kifşê, wekî ew baweriya qelp derheqa ruhê nemirî ku îro gelek belabûyî ye, paşî Sêlavê pêşda hat. Çaxê Xwedê Babîlêda ziman hevxistin, û cimet “li ser temamîya topa dinê” bela bû, bêşik wana ew baweriya qelp derheqa ruhê nemirî jî, xwera birin bela kirin (Destp. 11:8, 9). Firqî tune ew bawerî kengê pêşda hat, yeke em zanin wekî “bavê derewa”, Şeytan Mîrê-cina ew yek pêşda anî, û şa bû, wekî ew nihêrandin gelek bela bû (Yûhn. 8:44).