Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Kitêba Pîroz dibêje, wekî lap kêm 2 şede lazim in, seva kesek bê dîwankirinê (Jimar 35:30; Qan. Dcr. 17:6; 19:15; Met. 18:16; 1 Tîmt. 5:19). Lê bin Qanûna Mûsada, hergê mêr qîza nîşankirî “çolêda” xirab kira, û ewê bikira hewar-gazî, ew mêr qaviyêda dihate neheqkirinê, lê qîzik na. Hergê du şede tune bûn, çira ew qîzik nedihate neheqkirinê, lê mêr neheq derdiket?

Dereca ku Qanûna Ducarî 22:25-27-da nivîsar e, nabêje, wekî gunê mêr gerekê bihata îzbatkirinê, çimkî ew îda neheq dihate hesabê. Ew qanûn bona qîza negunekar bû. Dîna xwe bidin kontêkstê.

Rêzên pêşiya vêda, tê gotinê derheqa mêrê ku “bajêrda” qîzikeke nîşankirîra serê xwe danî. Vê derecêda ew mêr ziniyêda dihate neheqkirinê, çimkî qîzika nîşankirî îda mêrkirî dihate hesabê. Lê derheqa qîzê tê gotinê, wekî ew “bajêrda bûye lê nekirîye hewar-gazî”. Hergê ewê bikira hewar-gazî, bajêrda wê ese kesekî bibihîsta qarîniya wê û  ew xwey kira. Lê ewê nekiriye hewar-gazî. Lema ew jî qaviyêda neheq bû, dêmek herdu jî gunekar bûn (Qan. Dcr. 22:23, 24).

Qanûnêda paşê derheqa dereceke mayîn tê gotinê: “Lê heger çolê merivek rastî qîza nîşankirî bê, wê bigire û serê xwe wêra dayne, bira tenê ew merivê ku tevî wê serê xwe danîye bimire. Lê dest nede qîzê, gunê hêjayî mirinê li ser qîzê tuneye. Ev mîna wê yekê ye gava yek bigihîje li ser yekî din û bikuje. Çimkî ew çolê rastî wê hatîye, qîza nîşankirî kirîye hewar-gazî lê tu kes li wir tunebûye ku wê xilaz ke” (Qan. Dcr. 22:25-27).

Vê derecêda hakima baweriya xwe qîzikê dianîn. Çira? Hakim difikirîn, wekî ewê “kirîye hewar-gazî lê tu kes li wir tunebûye ku wê xilaz ke”. Lema ew bênamûsiyêda nedihate neheqkirinê. Lê mêr xirabkirinêda û qaviyêda neheq bû, çimkî ewî qîzika nîşankirî girt û serê xwe wêra danî.

Dêmek, ev qanûn derheqa qîzika neneheq bû, lema jî vê derecêda mêr dihate neheqkirinê bona xirabkirinê û zinêkariyê. Em dikarin dudilî nebin, wekî hakima ev derece enene dikirin û rind lêkolîn dikirin, û li gora qanûn û prînsîpên Xwedê safî dikirin, ku Ewî gelek cara zelal diwekiland (Qan. Dcr. 13:14; 17:4; Derk. 20:14).