Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 49

“Wextê” Xebatê û Rihetiyê Heye

“Wextê” Xebatê û Rihetiyê Heye

“Werin em . . . herine cîkî xewle û hinekî rihet bin” (MARQ. 6:31).

KILAMA 143 Berdewam Xizmet kin û Hîviyê bin

VÊ GOTARÊDA *

1. Îro nihêrandina meriva hindava xebatê çi cûreyî ye?

MERIVÊN mihala weda ça nin hindava xebatê? Gelek welatada meriv zef dixebitin û çiqas diçe wedê xwe ser xebatê zef xerc dikin. Merivên ku gelek dixebitin, wedê wan tune ku hinekî hêsa bin, tevî neferên xwe wede derbaz kin, yan jî derheqa Xwedê hê zêde pêbihesin (Waîz 2:23). Alîkî dinva jî hine meriv qe xebatê hiz nakin û meniya digerin, wekî nexebitin (Metlk. 26:13, 14).

2-3. Yehowa û Îsa aliyê xebatêda çi mesele hîştine?

2 Nihêrandina merivên vê dinyayê hindava xebatê, nerast e, lema jî were pêbihesin ku Yehowa û Îsa ça dinihêrin ser xebatê. Em zanin, wekî Yehowa xebathiz e. Îsa ew yek zelal da kifşê çaxê got: “Bavê min heta niha şixulê xwe dike, ez jî dikim” (Yûhn. 5:17). Bifikirin ser hemû şixulên Xwedê, çaxê ewî bêhesab efirînên ruhanî û gerdûna mezin efirandin. Em usa jî pê çevê xwe divînin, ku çêkirnên destê Xwedêye ser erdê çiqas bedew in. Zebûrbêj derheqa vê yekê giliyên usa got: “Xudano, çiqasî gelek in kirêd Te! Her tişt bi serwaxtîya Te çêbûye, efirînêd Teva erd tijî ye” (Zeb. 104:24).

3 Îsa çev dida Bavê xwe. Kur kîjan ku serwaxtiya Bavê xwe eyan kir, tevî Xwedê “ezman çêdikirin”. Ew bal Yehowa ça “çîredest” bû (Metlk. 8:27-31). Gelek wede şûnda, çaxê Îsa ser erdê bû, ewî hingê jî şixulekî mezin dikir. Ew şixul bona wî ça xwarin bû, û kirên wî îzbat dikirin, wekî Xwedê ew şandiye (Yûhn. 4:34; 5:36; 14:10).

4. Derheqa hêsabûnê em ji Yehowa û Îsa çi hîn dibin?

4 Lê gelo ew yek ku Yehowa û Îsa gelek dixebitin û mesela baş in bona me, tê hesabê wekî eseyî nîne em hêsa bin? Tu car na. Femdarî ye, Yehowa tu car naweste, û jêra nelazim e aliyê fîzîkîda hêsa be. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî çaxê Yehowa ezman û erd efirandin, “destê xwe ji xebatê kir û rihet bû” (Derk. 31:17). Eşkere ji vê yekê tê kifşê, wekî çaxê Yehowa efirandin xilaz kir, paşê sekinî dîna xwe da çêkirina destê xwe û pêra şa dibû. Usa jî Îsa, rast e çaxê ew ser erdê bû, gelek şixul dikir, lê usa jî xwera wede didît, wekî hinekî hêsa be û tevî hevalên xwe xwarinê bixwe (Met. 14:13; Lûqa 7:34).

5. Îro gelekara çi çetin e?

5 Kitêba Pîroz cimeta Xwedê hêlan dike, wekî xebathiz bin. Xizmetkarên wî gerekê ne ku tembel bin, lê şixulda xîret bin (Metlk. 15:19). Diqewime hûn dixebitin, seva ebûra neferên xwe bikin. Û ça hemû şagirtên Mesîh, hûn jî cabdar in şixulê belakirina mizgîniyê bikin. Lê wera usa jî lazim e hinekî hêsa bin. Dibe ku cara wera çetin e wede bona xebatê, xizmetiyê û hêsabûnê parevekin? Em ça dikarin têderxin ku çiqas wede mera lazim e bona xebatê û çiqas bona hêsabûnê?

ÇAWA SER XEBATÊ Û HÊSABÛNÊ RAST BINIHÊRIN

6. Çawa Marqos 6:30-34 dide kifşê, wekî Îsa ser xebatê û hêsabûnê rast dinihêrî?

6 Gelek ferz e, nihêrandina me hindava xebatê rast be. Silêman Padşa pê rêberiya Xwedê nivîsî: “Wextê her . . . kirinê heye”. Mesele, ewî derheqa çandinê, avakirinê, girî, ken, reqasê û kirên mayîn digot (Waîz 3:1-8). Eyan e wekî emirê meda xebat û hêsabûn ferz in. Nihêrandina Îsa ser xebatê û hêsabûnê rast bû. Carekê şandî çaxê ji rêwîtiya xizmetiyê vegeriyan, wana haqas xizmet kir, wekî “mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana”. Lema Îsa wanra got: “De werin em tenê herine cîkî xewle û hinekî rihet bin”. (Bixûne Marqos 6:30-34.) Rast e ew û şagirtên wî her gav nikaribûn xwera usa rihet bûna ça wana dixwest, lê Îsa fem dikir wekî wan hemûyara hêsabûn lazim e.

7. Şêwirkirina derheqa Roja Şemiyê wê çida alî me bike?

7 Cara mera lazim e hêsa bin yan jî grafîka xweda guhastina bikin. Evê yekê emê rind fem bikin, gava em şêwir kin derheqa Roja Şemiyê, ya ku Xwedê temî da Îsraêliya wekî xwey kin. Rast e em bin Qanûna Mûsada nînin, lê çaxê em derheqa roja Şemiyê şêwir kin, emê karê bistînin. Ew yek wê alî me bike ku nihêrandina xwe hindava xebatê û hêsabûnê bicêribînin.

ŞEMÎ ROJA HÊSABÛNÊ Û HEBANDINÊ BÛ

8. Li gora Derketin 31:12-15, roja Şemiyê bona çi bû?

8 Xebera Xwedêda tê gotinê, wekî paşî şeş “rojên” efirandinê, Xwedê efirandin xilaz kir (Destp. 2:2). Yehowa xebatê hiz dike û heta îro jî “şixulê xwe dike” (Yûhn. 5:17). Yehowa şeş “roja” xebitî û “roja” hefta hêsa bû û usa jî gote Îsraêliya wekî her roja hefta hêsa bin. Xwedê got, wekî Şemî orta wî û Îsraêliyada ça nîşan e. Ew roj bi temamî roja “rihetîyê” bû û bona Yehowa “pîroz” bû. (Bixûne Derketin 31:12-15.) Hemûşkara qedexe bû ku vê rojê bixebitin, zarara, xulamara, û hela hê heywanên malêra jî (Derk. 20:10). Ewê yekê mecal dida meriva, wekî hê zêde hiş-aqilê xwe bidin ser tiştên ruhanî.

9. Wedê Îsada derheqa roja Şemiyê kîjan nihêrandina nerast hebû?

9 Roja Şemiyê bona cimeta Xwedê kêrhatî bû. Lê yeke gelek serwêrên rêlîgiya Cihûya, wedê Îsada derheqa qanûna roja Şemiyê gelek qeyde saz kirin. Wana digot ku neqanûnî ye, wekî roja Şemiyê hela hê jî simbilên gênim biçinin bixwin, yan jî merivekî ji nexweşiyê qenc kin (Marq. 2:23-27; 3:2-5). Lê xwestina Xwedê ew nîbû, û Îsa ew yek zelal da kifşê wanra, yên ku guh didane wî.

Malbeta Îsa roja Şemiyê hiş-aqilê xwe dida ser şixulên ruhanî (Binihêre abzasa 10) *

10. Em ji Metta 12:9-12 çi dikarin hîn bin derheqa nihêrandina Îsa hindava roja Şemiyê?

10 Îsa û Cihûyên ku pey wî diçûn, li gora Qanûna Mûsa Şemî xwey dikirin. * Lê Îsa hin pê giliya hin jî pê kirên xwe nîşan kir, wekî roja Şemiyê gerekê bêy qeydên zêde xwey kin, û tiştekî nerast nîne hergê vê rojê kirên qenc bikin û alîkariyê bidin. Ewî eşkere got: “Roja şemiyê qencîkirin cayîz e”. (Bixûne Metta 12:9-12.) Ew nedifikirî, wekî alîkarî û qencîkirin qanûna roja Şemiyê diteribîne. Kirên Îsa nîşan dikirin, wekî ewî fem dikir, ku meniya xweykirina Şemiyê çi ye. Menî ew bû, ku cimeta Xwedê ji şixulên xweye herrojî hêsa bin, seva hiş-aqilê xwe bidin ser tiştên ruhanî. Îsa malbeteke usada mezin bû, kîjan ku her gav roja Şemiyê xwey dikirin, seva hê nêzîkî Xwedê bin. Evê yekê em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, kîderê nivîsar e derheqa Îsa, çaxê ew şeherê xwe Nisretêda bû: “Mîna edetê xwe roja şemiyê [Îsa] kete kinîştê û rabû ku bixûne” (Lûqa 4:15-19).

NIHÊRANDINA TE HINDAVA XEBATÊ ÇI CÛREYÎ YE?

11. Kê aliyê xebatêda mesela baş hîştiye bona Îsa?

11 Bêşik, Ûsiv ser xebatê usa dinihêrî ça Xwedê, û ewî kurê xwe Îsa jî hîn dikir, wekî necartiyê bike (Met. 13:55, 56). Û Îsa xwexa jî didît, wekî Ûsiv ça her roj xebata giran dike, seva ebûra malbeta xweye mezin bike. Hewas e wekî wede şûnda Îsa gote şagirtên xwe: “Pale hêjayî heqê xwe ye” (Lûqa 10:7). Belê, eşkere ye, ku Îsa zanibû, wekî xebata giran ça ne.

12. Kîjan rêz didin kifşê, ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa xebata giran?

12 Pawlosê şandî jî xebata giran dikir. Şixulê wîyî sereke ew bû, ku şedetiyê bide derheqa navê Îsa û mizgîniya wî. Belê, Pawlos usa jî dixebitî seva ebûra xwe bike. Têsalonîkiya zanibûn, wekî Pawlos bi “xûdana eniya” xwe “şev û roj” dixebitî, seva ser tu kesî nebe bargiranî (2 Têsln. 3:8; Kar. Şand. 20:34, 35). Pawlos çaxê derheqa xebata xwe digot, ça tê kifşê derheqa çêkirina kon digot. Çaxê ew Korintêda bû, mala Ekîla û Priskîlayêda dima û “tevî wan xebitî, çimkî pêşê wan yek bû, kon çêdikirin”. Lê çaxê Pawlos got, wekî ew “şev û roj” dixebite, ewî nedixwest bigota, wekî bêy hêsabûn dixebite. Ew hêsa jî dibû, mesele roja Şemiyê. Evê rojê mecal dida wî, wekî Cihûyara şedetiyê bide, yên ku mîna wî roja Şemiyê nedixebitîn (Kar. Şand. 13:14-16, 42-44; 16:13; 18:1-4).

13. Em ji mesela Pawlos çi dikarin hîn bin?

13 Pawlosê şandî rastî jî mesela baş hîşt. Ew hin dixebitî, hin jî her gav “Mizgînîdayîna Xwedêda” xizmetkarî dikir (Rom. 15:16; 2 Korn. 11:23). Ewî usa jî dil dida xûşk-bira, wekî wî şixulîda xîret bin. Ekîla û Priskîla “şixulê Mesîh Îsada”, “heval-xebatêd” Pawlos bûn (Rom. 12:11; 16:3). Pawlos dil dida Korintiya, wekî “şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korn. 15:58; 2 Korn. 9:8). Yehowa hela hê jî rêberiya Pawlos kir, wekî binivîse: “Kî naxwaze bixebite, bira nexwe jî” (2 Têsln. 3:10).

14. Îsa çi dixwest bigota çaxê ewî giliyên ji Yûhenna 14:12 got?

14 Xebata lape ferz, ku wan rojên axiriyêda em gerekê bikin, ew heye belakirina mizgîniyê û hazirkirina şagirta. Îsa pêxembertî kir, wekî şagirtên wî wê ji kirên wî mestir bikin. (Bixûne Yûhenna 14:12.) Lê ewî negot, wekî ewana wê mîna wî keremeta bikin. Dewsê ewî dixwest bigota, wekî şagirtên wî wê hê gelek ciyada û hê gelek merivara mizgîniyê bela kin û wana hîn kin, û hê zêde wext ne ku çiqas Îsa kir.

15. Em gerekê kîjan pirsa bidine xwe, û çira?

15 Hergê hûn dixebitin, van pirsa bidine xwe: “Ciyê xebatê, meriv min nas dikin ça yekî xebathiz? Ez wededa xebata xwe xilaz dikim û çiqas destê min tê şixul rind dikim?”. Hergê caba we erê ye, wekî usa ne hûnê bal mezinê xebata xwe navekî baş qazanc kin. Usa jî merivên ser xebata we, wê hê zêde bixwazin guh bidine mizgîniyê. Derheqa xizmetiya xwe pirsên usa bidine xwe: “Xizmetiyêda min nas dikin ça merivê xîret? Ez xwe rind hazir dikim bona serlêdanên pêşin? Ez zû serlêdana dubare dikim? Ez cûre-cûre xizmetiyêda kar dikim?” Hergê erê, hûnê xizmetiya xweda şabûnê bivînin.

NIHÊRANDINA TE HINDAVA RIHETIYÊ ÇA NE?

16. Çida nihêrandina Îsa û şandiyên wî ser rihetiyê, cude dibe ji nihêrandina merivên îroyîn?

16 Îsa zanibû, wekî cara jêra û şandiyên wîra hêsabûn lazim e. Lê gelek merivên hingê û yên îro, mîna wî merivê dewletî ne, derheqa kîjanî Îsa metelokêda got. Ewî mêrikî xwera digot: “Rûnê bixwe, vexwe û şa be” (Lûqa 12:19; 2 Tîmt. 3:4). Dilê wî pêda ser rihetiyê û lezetê bû. Lê bona Îsa û şandiyên wî, rihetî û lezetê tu car ciyê pêşin nedigirtin.

Çaxê em ser xebatê û rihetiyê rast dinihêrin, ew yek alî me dike, wekî hiş-aqilê xwe daynin ser wan şixula, ku şabûnê didine me û me geş dikin (Binihêre abzasa 17) *

17. Em çaxê diçin hêsa bin, wedê xwe ça xerc dikin?

17 Îro, em çev didine Îsa vê yekêda, ku çaxê em hêsa dibin jî, em wî wedê xwe jî didine xebatê, seva şedetiyê bidin û herin ser civata. Bona me xizmetî û civat usa ferz in, wekî em tu mecela destê xwe bernadin (Îbrn. 10:24, 25). Hela hê jî çaxê diçin cîkî hêsa bin, em wêderê jî diçin civatê, û her mecalê didine xebatê, seva şedetiyê bidine wan meriva, yên ku rastî me tên (2 Tîmt. 4:2).

18. Padşê me Îsa Mesîh, dixwaze ku em çi bikin?

18 Em çiqas razî ne, wekî Padşê me Mesîh Îsa ji me haqas dewa nake çiqas em nikarin, û ew alî me dike, wekî ser xebatê û rihetiyê rast binihêrin (Îbrn. 4:15). Ew dixwaze, wekî em çaxê lazim e rihet bin. Ew usa jî dixwaze, wekî em bixebitin, seva ebûra xwe bikin û usa jî xizmet kin û şabûnê bistînin. Gotara dinda emê şêwir kin, ku Îsa bona me çi kir seva me ji xulamtiya bêremî xilaz ke.

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

^ abz. 5 Kitêba Pîroz me hîn dike ku çawa nihêrandina rast hindava xebatê û rihetiyê qazanc kin. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku ça roja Şemiyê ku Îsraêliyara hate dayînê, wê alî me bike nihêrandina xwe hindava xebatê û rihetiyê bicêribînin.

^ abz. 10 Şagirta usa zef qedirê qanûna roja Şemiyê digirtin, wekî wana hazirkirina bihareta bona çelkirina Îsa dane sekinandinê, heta roja Şemiyê xilaz bû (Lûqa 23:55, 56).

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Ûsiv roja Şemiyê malbeta xwe dibe kinîştê.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bav, yê ku dixebite seva ebûra neferên xwe bike, bona şixulên ruhanî wedê hêsabûna xwe dide xebatê, hela hê hingê jî, çaxê diçe cîkî hêsa be.