Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 50

Yehowa Azayê Dide We

Yehowa Azayê Dide We

“Bona hemû binelîyêd ser erdê azadîyê elam kin” (QAN. KAH. 25:10).

KILAMA 22 Bira Padşatiya Te Bê!

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Çi ye Yûbîl? (Binihêre çargoşe “ Wedê Berê Yûbîl Çi Bû?”). b) Çawa ku Lûqa 4:16-18-da nivîsar e, Îsa çi got?

HINE welatada, cejinên mexsûs derbaz dikin, çaxê 50 salên serwêrtiya padşa yan jin-padşa temam dibe. Ewê cejinê dikarin rojekê, heftêkî yan jî hê zêde wext derbaz kin, lê çaxê cejin xilaz dibe, wede şûnda meriv îda evê yekê bîr dikin.

2 Lê vê gotarêda emê şêwir kin derheqa yûbîlekê, kîjan ku diha baş e, ne ku hela hê yûbîla 50 saliyê jî, ku cimeta Îsraêlê berê derbaz dikir. Ew sala Yûbîlê cimeta Îsraêlra azayî dianî. Lê çira kêrhatî ye ku em derheqa vê yekê şêwir kin? Çimkî ew sala Yûbîlê ku Îsraêliya derbaz dikirin, tîne bîra me wekî Yehowa bona me çi kir, seva em îda nihada vê azayê bistînin, derheqa kîjanî Îsa got. (Bixûne Lûqa 4:16-18.)

Îsraêlêda Yûbîl şabûn dianî, çimkî ewên ku xulam bûn azayî distandin, vedigeriyan malên xwe û erdên xwe (Binihêre abzasa 3) *

3. Li gora Qanûna Kahîntiyê 25:8-12, Îsraêliya çi kar distandin ji sala Yûbîlê?

3 Were pêşiyê derheqa Yûbîla berê şêwir kin, kîjan ku Xwedê cimeta xwera got wekî derbaz kin. Usa emê hê rind fem kin giliyên Îsa derheqa azayê. Yehowa gote Îsraêliya: “Sala pêncî hûn pîroz kin û li ser erdê bona hemû binelîyêd ser erdê azadîyê elam kin. Eva wera bibe sala rawastîyê. Her kes bira vegere here li ser milkê xwe, her kes bira vegere here nava malbeta xwe”. (Bixûne Qanûna Kahîntiyê 25:8-12.) Gotara pêşiya vêda me şêwir kir, ku çawa Îsraêliya kar distandin ku her heftî roja Şemiyê xwey dikirin. Lê ji sala Yûbîlê wana çi kar distand? Mesele, bidin ber çevê xwe, wekî Îsraêlîk bin deynada bû, û erdê xwe firotibû, seva deynê xwe bide. Sala Yûbîlêda, ew erd paşda jêra vedigeriya. Lema jî ewî dikaribû “vegere here li ser milkê xwe”, û milkê zarên wî unda nedibû. Dereceke dinda, Îsraêlî seva deynê xwe bida, dibeke gerekê zara xwe yan hela hê xwe jî bifirota dîltiyê. Lê wedê sala Yûbîlê, xulam gerekê vegeriya “nava malbeta xwe”. Lema jî tu kes nedibû xulamê usa, ku tu car azayî nestanda. Rastî jî Yehowa çiqas xem dikir bona cimeta xwe!

4-5. Çira em gerekê şêwir kin derheqa Yûbîla berê?

4 Lê dîsa çida sala Yûbîlê bona cimetê kêrhatî bû? Yehowa şirovekir: “Li nava teda kesîb gere tunebe, çimkî Xudan wê ese dua li te bike li ser wî erdî, ku Xudan Xwedêyê te çawa milk dide te ku qazinc kî” (Qan. Dcr. 15:4). Lê dinya îroyînda merivên dewletî hê dewletî dibin, lê merivên kesîb hê kesîb dibin! Rastî jî firqîke çiqas mezin e!

5 Em çawa Mesîhî, bin Qanûna Mûsada nînin. Ew tê hesabê, wekî em Yûbîla berê derbaz nakin, ku azayî xulamara dianî, deyn dihatine baxşandinê û milk dihatine vegerandinê (Rom. 7:4; 10:4; Efes. 2:15). Lê yeke meniya me heye, wekî em şêwir kin derheqa sala Yûbîlê. Çira? Çimkî ew cejin tîne bîra me, wekî Yehowa bona me çi kir.

ÎSA DERHEQA AZAYÊ ELAM KIR

6. Însanet ji çi gerekê aza be?

6 Her kes ji me hewcê azayê ye, çimkî em xulamên gune ne. Ji bo gune em kal-pîr dibin, nexweş dikevin, û dimirin. Ewê yekê meriv eşkere divînin, çaxê xwe neynikêra dinihêrin yan jî diçin bal hekîm, seva xwe qenc kin. Em usa jî dilteng dibin çaxê gune dikin. Pawlosê şandî anî ser xwe, wekî bibû “hêsîrê qanûna guna, ya ku nava [wîda bû]”. Ewî paşê got: “Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! Kî wê min ji destê vî qalibê pûçî-mirî xilaz ke?” (Rom. 7:23, 24).

7. Îşaya derheqa kîjan azayê pêxembertî kir?

7 Çiqas baş e ku Xwedê tiştekî usa kir, wekî em xilaz bin, dêmek ji gune aza bin. Îsa roleke sereke lîst ku em bikaribin vê azayê bistînin. Heta ku Îsa bihata ser erdê, 700 salî zêdetir pêşiya vê yekê, Îşaya pêxembertî kir derheqa azaya mezin. Ew azaya mezin wê azaya diha baş û mezin bîne, ne ku wedê sala Yûbîla Îsraêliya. Ewî nivîsî: “Ruhê Xudan, Yehowa li ser min e; çimkî Yehowa ez bijartim, wekî dilnimizara mizgîniyê elam kim. Ewî ez şandim seva birînên dilşkestiya bipêçim, elam kim derheqa azaya dîla” (Îşa. 61:1, DT). Lê gelo ew pêxembertî derheqa kê ye?

8. Pêxembertiya Îşayada derheqa azakirinê bona kê tê gotinê?

8 Ew pêxembertiya ferz derheqa azayê, destpêbû bê sêrî paşî destpêka xizmetiya Îsa. Çaxê Îsa çû kinîştê, şeherê xwe Nisretêda, ewî Cihûyara yên ku wêderê top bibûn, ev pêxembertiya Îşaya xwend. Îsa derheqa xwe got: “Ruhê Xudan li ser min e, çimkî ewî ez bi rûnkirinê kifş kirim, wekî Mizgîniyê bidime feqîra, û ez şandime hêsîrara boy serbestiyê û korara boy dîtinê dannasîn kim, azayiyê bidime bindesta û sala Xudane remê jî bidime naskirinê” (Lûqa 4:16-19). Lê Îsa ça ew pêxembertî anî sêrî?

YÊN PÊŞIYÊ KU GEREKÊ AZAYÎ BISTANDANA

Îsa kinîşta Nisretêda derheqa azayê elam kir (Binihêre abzasa 8-9)

9. Gelekên wedê Îsada hîviya kîjan azayê bûn?

9 Azayî derheqa kîjanî Îşaya pêxembertî kir, û ku Îsa xwend, qirna yekêda destpêbû bê sêrî. Îsa ev yek îzbat kir, çaxê elam kir: “Ev nivîsara ku we îro bihîst hate sêrî” (Lûqa 4:21). Gelekên ku bihîstin çi ku Îsa xwendibû, dibeke hîviyê bûn azaya ji serwêrtiya Romê bistînin. Ewana dibeke mîna wan du mêra difikirîn, yên ku gotin: “Me tirê ewê Îsraêlê aza ke” (Lûqa 24:13, 21). Lê em zanin, wekî Îsa tu car şagirtên xwe hêlan nedikir, wekî miqabilî Romê derkevin seva ji serwêrtiya wê derên. Dewsê ewî got: “Yêd Qeyser in bidine Qeyser” (Met. 22:21). Wekî usa ne, wî çaxî Îsa çi azayî anî?

10. Îsa cimetêra çi azayî anî?

10 Kurê Xwedê hate ser erdê, seva du cûre azayî bîne. Ya pêşin, Îsa alî cimetê kir ku aza bin ji hînkirinên serwêrên rêlîgiya, ku barê giran bûn. Gelek Cihû xulamên eyd-qeyd û baweriyên qelp bûn (Met. 5:31-37; 15:1-11). Û ewên ku yançi aliyê ruhanîda alî cimetê dikirin, ça bêjî kor bûn, çimkî xwexa rast Xwedêra xizmet nedikirin. Wana Mesîh û hînkirina ruhanî ku ewî dida, înkar kirin, lema teriyêda û nava gunada man (Yûhn. 9:1, 14-16, 35-41). Lê Îsa tiştên rast hîn dikir û mesela baş bû, û bi wê yekê ewî merivên milûkra eyan kir, ku çawa ewana dikarin ji hînkirinên qelp aza bin (Marq. 1:22; 2:23–3:5).

11. Îsa çi cûreyî azaya duda anî?

11 Azaya duda, ku Îsa anî, ew hebû azaya însanetê ji xulamtiya gune. Bi saya qurbana Îsa, Xwedê dikaribû gunê wan bibaxşanda, yên ku pê kirên xwe bawerî didane kifşê hindava vê kirînê (Îbrn. 10:12-18). Îsa got: “Heger Kurê Xwedê we aza ke, hûnê rastî aza bin” (Yûhn. 8:36). Ew azayî hê mezin bû ne ku azaya wedê sala Yûbîlê. Mesele, merivê ku wedê Yûbîlê ji dîltiyê aza dibû, paşê dîsa dibeke bibûya xulam, û yeke axiriyêda wê bimira ça hemû meriv. Lê azaya ku Îsa tîne, wê heta-hetayê bimîne.

12. Kê bûn yên pêşin ku azayî standin, derheqa kîjanî Îsa elam kiribû?

12 Roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., Yehowa pê ruhê pîroz şandî û jin mêrên dine amin bijart. Ewî wana kire ça kurên xwe, seva ku axiriyêda ewana ji mirinê rabin, wekî ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Rom. 8:2, 15-17). Ewana yên pêşin bûn, ku ev azayî standin, derheqa kîjanê Îsa kinîşta Nisretêda elam kir. Ew meriv îda xulamên hînkirinên qelp nîbûn ku serwêrên Cihûya bela dikirin, û usa jî xulamên wan edeta nîbûn, yên ku miqabilî Xebera Xwedê bûn. Xwedê usa jî hesab dikir, ku ewana ji gune aza bûne, kîjan ku mirinê tîne. Yûbîla sîmbolîk ku sala 33 D.M.-da destpêbû pê bijartina şagirtên Mesîh, wê xilaz be xilaziya Hezarsaliya Serwêrtiya Îsa. Lê nava wî wedeyîda wê çi biqewime?

AZAYÎ BONA BI MÎLYONA MERIVA

13-14. Xêncî Mesîhiyên bijartî, kê dîsa dikare azayê bistîne, ya ku Îsa elam kir?

13 Îro, bi mîlyona meriva ji hemû mileta dikevine nava “pezêd . . . din” (Yûhn. 10:16). Ewana nehatine bijartinê wekî tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin. Dewsê, hêviya wan heye, ku ser erdê heta-hetayê bijîn. Hêviya te jî ew e?

14 Hela hê îro jî hûn wan kerema distînin, yên ku Mesîhiyên bijartî distînin. Bi saya baweriya hindava xûna Îsa, ku bona me hate rêtinê, hûn dikarin baxşandina gune bistînin. Axiriya vê yekê ew e, ku hûn ber çevê Xwedê rast têne hesabê û îsafa we ber wî temiz e (Efes. 1:7; Eyan. 7:14, 15). Usa jî bifikirin ser wan kerema ku hûn distînin, çimkî aza bûne ji hînkirinên qelp. Îsa got: “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhn. 8:32). Em çiqas bextewar in, ku azaya meye usa heye!

15. Em dikarin axiriyêda kîjan azayî û kerema bistînin?

15 Lê azaya mezin hê pêşiya me ye. Zûtirekê, Îsa wê qira rêlîgiya qelp û serwêrtiyên merivaye xirab bîne. Xwedê wê “elaleteke mezin” ku jêra xizmet dike, xilaz ke, û paşê ewana wê cinetêda ser erdê keremara şa bin (Eyan. 7:9, 14). Gelek meriv wê ji mirinê rabin û wê mecala wan hebe aza bin ji hemû ziyanên ku ji gunê Adem pêşda hatine (Kar. Şand. 24:15).

16. Kîjan azaya mezin hîviya însanetê ye?

16 Wedê Hezarsaliya Serwêrtiyê, Îsa û yên ku tevî wî serwêrtiyê bikin, wê alî însanetê bikin ku qazanc kin sihet-qewata bêkêmasî û heleqetiya bêqisûr tevî Xwedê. Ew guhastin û azayî wê mîna Yûbîla Îsraêlê be. Hemûyên ser erdê ku bi aminî Xwedêra xizmet dikin, wê bibine bêqisûr, û ji gune aza bin.

Dinya tezeda emê ji şixulên ku bikin, lezetê bistînin (Binihêre abzasa 17)

17. Îşaya 65:21-23 derheqa cimeta Xwedê çi pêxembertî kiriye? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

17 Axiriyêda jîyîna ser erdê wê usa be, ça Îşaya 65:21-23-da (Bixûne.) hatiye pêxembertîkirinê. Lê emê wêderê bêşixul nîbin. Kitêba Pîroz eyan dike, wekî wî çaxî cimeta Xwedê wê şixulekî kêrhatî bike, kîjan ku wê şabûnê bîne. Xilaziya Hezarsaliyê, em dikarin îda dudilî nebin, ku “efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21).

18. Çira em dikarin dudilî nebin, wekî axirîke baş hîviya me ye?

18 Çawa ku Yehowa usa organîze kir, wekî wedê Îsraêliya hebe hin bona xebatê û hin jî bona hêsabûnê, ew wê usa jî wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh usa bike. Wêderê wê wedê me hebe, wekî şixulên ruhanî jî bikin. Seva em îro bextewar bin, em gerekê Xwedê bihebînin, û dinya tezeda jî wê usa be. Belê, hemû merivên amin wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh wê emirê xwera şa bin, çimkî gişk wê Yehowa bihebînin û şixulên baş bikin.

KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin

^ abz. 5 Yehowa bona Îsraêliya tiştekî usa saz kir, ku azayî wanra dianî. Ew hebû sala Rawastiyê, dêmek Yûbîl. Rast e em ça Mesîhî îro bin Qanûna Mûsada nînin, lê ew sal mera derheqa tiştekî ferz eyan dike. Vê gotarêda emê bivînin, wekî Yûbîla berê ça tîne bîra me, ku Yehowa bona me çi kir û ev yek çi karê mera tîne.

^ abz. 61 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Wedê Yûbîlê, merivên ku xulam bûn, aza dibûn û îda dikaribûn vegeriyana malên xwe û erdên xwe.