Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 49

Em Dikarin Heta-Hetayê Bijîn!

Em Dikarin Heta-Hetayê Bijîn!

“Ev e jiyîna heta-hetayê” (YÛHENNA 17:3).

KILAMA 147 Emirê Heta-Hetayê Sozdayî

VÊ GOTARÊDA a

1. Gava em ser sozê jîyîna heta-hetayê difikirin, ev yek çawa ser me hukum dike?

 YEHOWA soz daye ku ewê “jiyîna heta-hetayê” bide kesên, ku guh didine wî (Romayî 6:23). Gava em ser vî sozê Xwedê difikirin, gelo ev yek alî me nake ku em wî hê zêde hiz bikin? Belê, Bavê meyî ezmana dostên xwe usa hiz dike, ku dixwaze wekî ewana her û her bijîn.

2. Sozê jîyîna heta-hetayê çawa alî me dike?

2 Bi saya sozê jîyîna heta-hetayê, em dikarin nava çetinayên îroyînda qewî bisekinin. Hergê dijminên me bêjin ku wê me bikujin, dîsa jî emê Yehowara amin bimînin, çimkî em zanin ku ewê me ji mirinê rake û jîyîna her-heyî bide me (Yûhenna 5:28, 29; 1 Korintî 15:55-58; Îbranî 2:15). Gelo em çima dikarin bawer bin, ku jîyîna heta-hetayê rêalî ye? Were em dîna xwe bidine van meniya.

YEHOWA HER Û HER DIJÎ

3. Em çira dikarin bawer bin, ku Yehowa dikare jîyîna her-heyî bide me? (Zebûr 102:12, 24, 27)

3 Em zanin ku Yehowa dikare jîyîna heta-hetayê bide me, çimkî ew Kaniya jîyînê ye û ew xwexa her û her dijî (Zebûr 36:9). Çend rêz nîşanî me dikin, ku Yehowa timê hebûye û wê timê hebe. Mesele, Zebûr 90:2 dibêje ku Yehowa “ji her-heyê heta-hetayê” ye. Zebûr 102 jî usa dibêje (Zebûr 102:12, 24, 27 bixûne). Hebaqûq jî derheqa Bavê meyî ezmana usa nivîsîbû: “Ma yê ji herheyiyê ne tu yî, Ya Xudan, Xwedayê min yê pîroz? Tê nemirî” (Hebaqûq 1:12, ÎM).

4. Hergê mera çetin e fem bikin, ku Yehowa hertim hebûye, gelo em gerekê ji bo vê yekê xemgîn bin?

4 Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa “Xwedayê herheyî” ye. Gelo tera çetin e vê yekê fem bikî? (Îşaya 40:28, ÎM) Bi rastî jî gelek meriva zor tê ku vê yekê fem bikin. Mesele, Elîhû derheqa Xwedê gotibû ku lêkolîna “hejmara salên wî” nabe (Îbo 36:26). Lê ev yek ku em tiştekî fem nakin nayê hesabê, ku ev tişt ne rast e. Mesele, diqewime em rind fem nakin, ku ronayî çawa dixebite, lê ev yek hilbet nayê hesabê, ku ronayî tune ye. Mîna vê yekê, dibeke em tu car bi temamî fem nekin, ku Yehowa çawa timê hebû û wê timê hebe, lê ev yek nayê hesabê, ku Xwedê her û her najî. Rastiya derheqa Xwedê vê yekêva girêdayî nîne, ku em çi fem dikin û çi fem nakin (Romayî 11:33-36). Li gora Kitêba Pîroz, pêşiya çêkirina erd û ezmana, Yehowa hebû. Efirandarê her tiştî ew e (Yêremya 51:15; Karên Şandiya 17:24). Lê gelo dîsa çi mera îzbat dike, ku em dikarin heta-hetayê bijîn?

EM HATINE EFIRANDINÊ KU HER Û HER BIJÎN

5. Mecala Adem û Hewayê hebû ku jîyîneke ça bistandana?

5 Zû yan dereng, hemû şînkayî diçilmisin, û hemû heywan dimirin. Ji aliyê dinva jî, gava Xwedê merivên pêşin efirand, ewî mecal da wan, ku tu car nemirin, lê heta-hetayê bijîn. Yehowa Ademra usa got: “Ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destpêbûn 2:17). Hergê Adem û Hewayê guh bidana Yehowa, ewana wê nemirana. Ça tê kifşê Yehowa wê rojekê îzin bida wan, ku ji “dara jîyînê” jî bixwin. Usa, wana wê jîyîna her-heyî bistanda b (Destpêbûn 3:22).

6-7. (a) Dîsa em ji ku zanin, wekî Yehowa naxwaze ku em bimirin? (b) Dinya tezeda, tu dixwazî çiva mijûl bî? (Şikila binihêre.)

6 Zandar dibêjin ku mejûyê meda haqas cî heye, wekî em nikarin temamiya emirê xweda wî tije bikin. Li gora gotarekê, ku sala 2010-da hatibû derxistinê, mejûyê me qasî 2,5 mîlyon gîgabaytî ye. Dêmek hergê beramber kin, dertê ku ev têrê dike, wekî bernama têlêvîziyonê 3 mîlyon sihetî (zêdetirî 300 salî) bê nivîsandinê (Scientific American Mind). Diqewime ew cî ku mejûyê meda heye, ji vê yekê zêdetir be jî. Ev hejmar mera dide kifşê, ku Yehowa mejûyê me ne tenê bona emirekî 70 yan 80 salî çêkiriye (Zebûr 90:10).

7 Usa jî Yehowa xwestina mezin kiriye dilê me, ku em dixwazin bijîn. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “her-heyîtî kir dilê meriva” (Waîz 3:11, ÎM). Lema jî, mirin bona me dijmin e (1 Korintî 15:26). Çaxê em giran nexweş dikevin, em her tiştî dikin, wekî xwe ji vê nexweşiyê qenc kin. Mesele, em diçin bal doxdir, û em dibeke dermana vedixwin, wekî qenc bin. Çi ji destê me tê, em vê yekê dikin, ku sax bimînin. Û gava merivekî meyî hizkirî dimire, firqî tune cahil be yan emirda mezin, yeke gelek wext dilê me dêşe (Yûhenna 11:32, 33). Belê, Yehowa him xwestina jîyîna her-heyî kiriye dilê me, him jî em usa efirandine, ku em bikaribin heta-hetayê bijîn. Xêncî vê yekê, hine tiştên din jî îzbat dikin, ku em dikarin jîyîna her-heyî bistînin. Ka em dîna xwe bidine hine kirên Yehowa yên berê û yên niha, kîjan ku îzbat dikin, wekî nêta wî hindava însanetê nehatiye guhastinê.

Jîyîna heta-hetayê pêşiya me ye, û em bi şabûnê didin ber çevê xwe ku dinya tezeda, jîyîna me wê çawa be (Abzasa 7 binihêre) c

QIRARA YEHOWA NEHATIYE GUHASTINÊ

8. Îşaya 55:11 derheqa qirara Yehowa bona însanetê, çi nîşanî me dike?

8 Rast e Adem û Hewayê gune kirin û bi vê yekê mirin anîne ser zarên xwe, lê yeke Yehowa qirara xwe neguhastiye (Îşaya 55:11 bixûne). Ew dixwaze ku merivên amin her-heyî bijîn. Tiştên ku Yehowa gotiye û kiriye, wekî qirara xwe pêk bîne, vê yekê eşkere nîşan dikin.

9. Xwedê çi soz daye? (Daniyêl 12:2, 13)

9 Yehowa soz daye ku ewê miriya rake û mecalê bide wan, wekî heta-hetayê bijîn, û xizmetkarên Xwedê yên berê bi vê yekê bawer bûn (Karên Şandiya 24:15; Tîto 1:1, 2). Mesele, Îbo bawer bû, ku Yehowa ji dil dixwaze miriya rake (Îbo 14:14, 15). Daniyêl pêxember zanibû ku mecala miriya heye, wekî bêne rakirin û heta-hetayê bijîn (Zebûr 37:29; Daniyêl 12:2, 13 bixûne). Cihûyên ku rojên Îsada dijîtin zanibûn, wekî Yehowa dikare “jiyîna heta-hetayê” bide xizmetkarên xweye amin (Lûqa 10:25; 18:18). Îsa jî çend cara besa vê yekê kiribû, û ew xwexa jî pê qewata Bavê xwe ji mirinê hat rakirin (Metta 19:29; 22:31, 32; Lûqa 18:30; Yûhenna 11:25).

Ev yek ku Êlyas kurê jinebîkê ji mirinê rakir çi mera dide kifşê? (Abzasa 10 binihêre)

10. Ev yek ku demên berêda hine kes ji mirinê hatibûn rakirinê, çi îzbat dike? (Şikil binihêre.)

10 Yehowa Kaniya Jîyînê ye, û qewata wî digihîjê ku miriya vegerîne jîyînê. Mesele, ewî qewat dabû Êlyas pêxember, wekî kurê jinebîke li bajarê Sereptayê ji mirinê rake (1 Padşatî 17:21-23). Paşê, Êlîşa bi alîkariya Xwedê kurê jinikeke Şûnemî ji mirinê rakir (2 Padşatî 4:18-20, 34-37). Serhatiyên usa nîşan dikin, ku qewata Yehowa digihîjê, wekî miriya ji mirinê rake. Gava Îsa ser erdê bû, ewî îzbat kir, wekî Bavê wî qewat daye wî ku miriya rake (Yûhenna 11:23-25, 43, 44). Îsa niha ser ezmana ye, û “hemû hukumê erd û ezmên” jêra hatiye dayînê. Lema jî, qewata Îsa digihîjê, “ku hemûyên tirbada” ji mirinê rake û mecalê bide wan heta-hetayê bijîn (Metta 28:18; Yûhenna 5:25-29).

11. Qurbana Îsa çawa rê vedike ku em heta-hetayê bijîn?

11 Yehowa çima hîşt wekî Kurê wîyî delal haqas êşê bikişîne û bimire? Îsa zelal nîşan kir, ku sebeb çi ye: “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Xwedê Kurê xwe ça qurban bona gunê me berva da, wekî em bikaribin jîyîna her-heyî bistînin (Metta 20:28). Pawlosê şandî derheqa qirara Xwedê usa got: “Mirin rûyê merivekîda bû, bi merivekî jî wê rabûna miriya bibe. Çawa hemûyên ji Adem bûyî dimirin, usa jî hemûyên ji Mesîh bûyî wê sax bin” (1 Korintî 15:21, 22).

12. Qirara Yehowa wê çawa bi saya Padşatiyê bê sêrî?

12 Îsa Mesîh şagirtên xwe hîn kir, wekî dua bikin ku Padşatiya Xwedê bê û qirara Xwedê ser erdê bê sêrî (Metta 6:9, 10). Gelo qirara Xwedê çi ye? Pareke qirara wî ev e, wekî însan heta-hetayê ser erdê bijîn. Seva ku vê qirara xwe bîne sêrî, Yehowa Kurê xwe ça Padşê Padşatiya xwe kifş kiriye. Usa jî, Xwedê 144 000 meriv li ser erdê dijbêre, wekî ewana tevî Îsa qirara Xwedê bînin sêrî (Eyantî 5:9, 10).

13. Yehowa niha çi dike, û tu gerekê çi bikî?

13 Yehowa niha ‘elaleteke mezin’ top dike û hîn dike, wekî ewana bin Padşatiya wîda bijîn (Eyantî 7:9, 10; Aqûb 2:8). Îro, dinya bi tirs û şerava tije ye, lê kesên ku para elaleta mezin in xîret dikin, wekî nefretê bi temamî ji dilê xwe derxin. Niha, ewana bi sîmbolîk şûrên xwe dikin gîsin, dêmek kotan (Mîxa 4:3). Dewsa ku meriva şerada bikujin, ewana derheqa Xwedê û nêtên wî wana hîn dikin û bi vê yekê alî wan dikin, wekî “jiyîna ku rastî jiyîn e qazinc kin” (1 Tîmotêyo 6:19). Dibeke merivên wan miqabilî wan dertên, yan jî ewana aliyê perava çetinaya dikişînin, çimkî piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin, lê dîsa jî, Yehowa bona hewcên wan xem dike (Metta 6:25, 30-33; Lûqa 18:29, 30). Lema jî, em bawer in ku Padşatiya Xwedê bi rastî jî serwêrtiyê dike û wê qirara Yehowa bîne sêrî.

JÎYÎNEKE XWEŞ PÊŞIYA ME YE

14-15. Axiriya axiriyê, sozê Yehowa ku mirinê heta-hetayê bide hildanê, wê çawa bê sêrî?

14 Îsa Mesîh niha ser ezmana serwêrtiyê dike, û ewê hemû sozên Yehowa bîne sêrî (2 Korintî 1:20). Ji sala 1914, Îsa dijminên xwe dike bin piyê xwe (Zebûr 110:1, 2). Demeke nêzîkda, Îsa û hempadşên wî wê hemû kesên xirab qir kin (Eyantî 6:2).

15 Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, kesên mirî wê bêne rakirinê, û merivên guhdar wê bigihîjine bêqisûrtiyê. Paşî cêribandina paşin, merivên ku Yehowa wana ça kesên rast hesab dike, wê “li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:10, 11, 29). Û mirin, dêmek “dijminê xilaziyê” wê kokêva bê rakirinê (1 Korintî 15:26).

16. Gerekê em herî zêde bona çi Yehowara xizmet bikin?

16 Ça me dît, hêviya jîyîna her-heyî hêvîke saxlem e, çimkî hîmê vê hêviyê, Xebera Xwedê ye. Bi saya vê hêviyê, em dikarin li himberî tengasiyên van rojên axiriyê Yehowara amin bimînin. Hemikî, seva ku Yehowa ji me razî be, bes nîne, ku em tenê ji bo jîyîna her-heyî amin bimînin. Ya herî ferz ev e, ku em Yehowa û Îsa Mesîhîra amin bimînin, çimkî em wana gelek hiz dikin (2 Korintî 5:14, 15). Lema jî, em dixwazin çev bidine wan û kesên dinra derheqa hêviya xwe gilî kin (Romayî 10:13-15). Hergê em xwehiz nîbin, lê destvekirî bin, Yehowa wê me heta-hetayê ça dostên xwe qebûl bike (Îbranî 13:16).

17. Her kes ji me gerekê çi bike? (Metta 7:13, 14)

17 Gelo emê jîyîna her-heyî bistînin? Yehowa evê mecalê dide me. Gerekê em riya jîyînê bijbêrin û ser vê rê bimînin (Metta 7:13, 14 bixûne). Gelo jîyîna her-heyî wê çawa be? Gotara dinda, emê caba vê pirsê bistînin.

KILAMA 141 Emir Keremeta Mezin e

a Gelo tu hizreta jîyîna heta-hetayê nînî? Yehowa soz daye ku rojekê, emê îda bikaribin bê tirsa mirinê bijîn. Vê gotarêda, emê dîna xwe bidin çend meniya, ku çira em dikarin sed selefî bawer bin, wekî Yehowa wê sozê xwe bîne sêrî.

b Çargoşe bi navê “ Xebera ‘Heta-Hetayê’ Kitêba Pîrozda”, binihêre.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî emirda mezin dide ber çevê xwe ku jîyîna heta-hetayê wê çawa be.