Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Zebûr 61:8-da, Dawid Padşa nivîsîbû ku ewê “heta-hetayê” pesinê navê Xwedê bide. Gelo giliyên wî dihatine hesabê ku ew difikirî, wekî wê tu car nemire?

Na, ew usa nedifikirî.

Were em binihêrin ku ewî vê rêzêda û rêzên dinda çi nivîsîbû: “Awa ezê heta-hetayê bistirêm eşqî navê Te û her roj ad-qirarên xwe bînime sêrî”. “Bi temamîya dilê xwe ezê şikirîyê bidime Te, Xudan Xwedêyê min û heta-hetayê rûmetê bidime navê Te”. “Ezê . . . pesinê navê Te bidim heta-hetayê” (Zebûr 61:8; 86:12; 145:1, 2).

Dawid Padşa hilbet nedifikirî ku ewê tu car nemire. Ewî zanibû ku axiriya gune, mirin e, û ewî qebûl dikir wekî ew gunekar e (Destpêbûn 3:3, 17-19; Zebûr 51:4, 5). Ewî zanibû ku Birahîm, Îshaq, Aqûb û xizmetkarên Xwedêyî din jî miribûn. Usa jî, Dawid zanibû ku rojekê, ewê jî vegere axê (Zebûr 37:25; 39:4). Lê gotinên wî, ji Zebûr 61:8 xwestin û qirara wî nîşan dikin, ku heta-hetayê, dêmek heta ku ew sax be, ewê pesinê Xwedê bide (2 Samûyêl 7:12).

Hine giliyên Dawid ji Zebûr 18, 51 û 52 nîşan dikin, ku Dawid carna derheqa jîyîna xwe dinivîsî. Mesele, Zebûr 23-da, Dawid gotibû, ku Yehowa mîna şivanekî ye, ku rêberiya wî dike, rihetiyê didê û wî diparêze. Dawid jî şivanekî usa bû û ewî dixwest “hemû rojên emirê xweda” Xwedêra xizmet bike (Zebûr 23:6).

Usa jî, bîr neke ku Dawid ji bîna ber Xwedê dinivîsî, û carna, gotinên wî nîşan dikin, ku bi hezara sal şûnda çi wê biqewime. Mesele, Zebûr 110-da, Dawid besa wexteke usa kir, ku “xudanê” wî wê ser ezmana li milê Xwedêyî rastê rûnê û qewateke mezin bistîne. Lê bona çi? Seva ku dijminên Xwedê alt ke û “nava miletada hakimtîyê bike”. Gelo ev “xudan” kî ye? Ew Îsa Mesîhê sozdayî ye, ji rikiniyata Dawid padşa, yê ku gerekê ji ezmana serwêrtiyê bike û bibe Kahînê heta-hetayê (Zebûr 110:1-6). Îsa Mesîh zelal kir, ku gotinên Zebûr 110 ser wî hatibûn nivîsarê û wê axiriyêda jî bêne sêrî (Metta 22:41-45).

Belê, ji bîna ber Xwedê, Dawid him derheqa rojên xwe, him jî derheqa axiriyê nivîsî. Ew bawer bû, ku wê ji mirinê rabe û heta-hetayê pesinê Yehowa bide. Lema jî, em fem dikin ku Zebûr 37:10, 11, 29 him besa wedê Îsraêla kevin dike, him jî derheqa dinya teze tê gotinê (Vê jûrnalêda binihêre abzasa 8 ji gotara bi navê “Tê Tevî Min Cinetêda bî”).

Rêzên usa ça Zebûr 61:8 nîşan dikin, ku Dawid dixwest heta xilaziya emirê xwe pesinê Yehowa bide. Usa jî ev gilî nîşan dikin ku paşî rabûna ji mirinê, Dawid wê çi bike.