Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da gotarên ji “Birca Qerewiliyê” yên vê salê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên van pirsa bidin:

Hergê em wede veqetînin, wekî tevî Yehowa xeber din, guh bidine wî û derheqa wî bifikirin, emê çi karê bistînin?

Emê safîkirinên diha baş bikin, bibine dersdarên diha baş, baweriya me wê diha qewî be, û emê Yehowa hê zêde hiz bikin (w22.01, rûp. 30-31).

Çima ferz e ku em îtbariya xwe Yehowa bînin û usa jî wan bira, yên ku ewî kifş kiriye?

Gerekê em nihada hîn bin ku îtbariya xwe safîkirinên Yehowa bînin û nekevine şikê hela rêberiya rûspiya rast e yan na. Wî cûreyî, wedê tengasiya mezin, hergê hine rêberiyên ecêb bêne dayînê yan nelogîkî bêne kifşê jî, emê hazir bin guh bidine wan (w22.02, rûp. 4-6).

Gelo melek çima Zekerya pêxemberra besa “benikê pîvanê” kir? (Zekerya 4:8-10, ÎM)

Evê xewn-xeyalê nîşanî xizmetkarên Xwedê kir, wekî paristgeh çiqas jî hinekara bedew neyê kifşê, ewê li gora xwestin û standartên Yehowa bê avakirinê (w22.03, rûp. 16-17).

Em çawa dikarin “xeberdanêda” bibine mesele? (1 Tîmotêyo 4:12)

Wedê xizmetiyê bi nermî û bi qedir xeber de, kilama bi dil û can bistirê, ser civata caba bide, rastiyê bêje, bi giliyên xwe meriva qewî ke û xwe ji xeberdana xirab dûr bigire (w22.04, rûp. 6-9).

Reng-rûyê çar cenewirên (dêmek padşatiyên) ku kitêba Daniyêl serê 7 besa wan dike, çima Eyantî 13:1, 2-da gişk cenewirekîda hene?

Cenewirê ku kitêba Eyantî serê 13 besa wî dike, bi sîmbolîk tenê padşatîk, mesele Rom, nayê hesabê. Ev cenewir bi sîmbolîk hemû qewatên polîtîkî tê hesabê, yên ku ser însanetê hukum dikin (w22.05, rûp. 9).

Em çawa dikarin nîşan kin, ku em xwe dispêrin heqiya Xwedê?

Hergê kesekî dilê me êşandiye yan miqabilî me gune kiriye jî, gerekê em kîn û hêrsê berdin û ev problêm bidine destê Yehowa. Ewê zirara ku ji bo gune pêşda hatiye bi temamî bide hildanê (w22.06, rûp. 10-11).

Gava birak ser civatê dua dike, gerekê ew çi bîr neke?

Ew gerekê duayê xweda şîretê nede û tiştekî elam neke. Îlahî destpêka civatêda, ne lazim e ku bira duayê xwe dirêj bike û “pirxeber” nîbe (Metta 6:7) (w22.07, rûp. 24-25).

Ew gotin çi têne hesabê: “Yên ku xirabî kirine bona dîwanê” wê rabin? (Yûhenna 5:29)

Ewana wê ser hîmê kirên xweye berê neyêne dîwankirinê, lê wê li gora rabûn-rûniştina xwe û nihêrandina xweye paşî rabûna ji mirinê bêne dîwankirinê (w22.09, rûp. 18).

Îlonê sala 1922 ser civata mezin, birê Rûtêrford çi got?

Ser civata mezin Sîdar Poîntêda, (Ohayo), ewî bi dengekî bilind got: “Padşa îda hukum dike! Mizgînvanên wî hûn in. Lema jî derheqa Padşa û Padşatiya wî elam bikin, elam bikin, elam bikin!” (w22.10, rûp. 3-5).

Li gora kitêba Îşaya serê 30, Yehowa bi kîjan sê cûra alî me dike, wekî em nava tengasiyada sebir kin?

Ev serî nîşan dike ku Yehowa (1) duayên me dibihê û caba wan dide, (2) rêberiya me dike û (3) me him niha him jî axiriyêda wê kerem bike (w22.11, rûp. 9).

Em çira dikarin bêjin ku gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 wedê berê hatibûn sêrî û wê axiriyêda jî bêne sêrî?

Bi van gotina, Dawid nîşan kiribû ku halê welatê Îsraêlêda wê çawa be, mesele bin serwêrtiya kurê wî Silêmanda. Gava Îsa Mesîh derheqa cineta axiriyê xeber da, ewî besa rêza 11 kir (Metta 5:5; Lûqa 23:43) (w22.12, rûp. 8-10, 14).