Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 50

“Tê Tevî Min Cinetêda bî”

“Tê Tevî Min Cinetêda bî”

“Ez tera rast îro dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî” (LÛQA 23:43, DT).

KILAMA 145 Cineta Xwedê Sozdayî

VÊ GOTARÊDA a

1. Îsa pêşiya mirina xwe mêrekî sûcdarkirîra çi got? (Lûqa 23:39-43)

 ÎSA û du kesên sûcdarkirî, yên ku kêleka wî dardakirî bûn, hêdî-hêdî dest ji jîyîna xwe berdidan (Lûqa 23:32, 33). Van her du mêra qerfên xwe Îsa dikirin, lema jî eşkere ye, ku ew şagirtên wî nîbûn (Metta 27:44; Marqos 15:32). Lê paşê, yekî ji wan fikira xwe guhast. Ewî got: “Îsa, min bîr bînî, gava bi Padşatiya xweva bêyî”. Îsa wîra got: “Ez tera rast îro dibêjim, tê tevî min Cinetêda bî” (Lûqa 23:39-43 bixûne). Kitêba Pîroz nabêje ku vî mêrî mizgîna “Padşatiya Ezmana” pêşda qebûl kiribû. Usa jî, Îsa negot ku ev mêr wê bikeve Padşatiyê (Metta 4:17). Îsa besa Cineta ser erdê dikir. Lê em vê yekê ji ku zanin?

Mêrê ku kêleka Îsa hatibû dardakirinê kî bû, û ewî çi zanibû? (Abzasa 2 û 3 binihêre)

2. Çi nîşan dike ku mêrê tobedar Cihû bû?

2 Ça kifş e, ev mêrê ku tobe kir, Cihû bû. Ewî yê dinra usa got: “Tu ji Xwedê natirsî? Ne tu jî xût wî cezayîda yî?” (Lûqa 23:40). Cihûya bawer dikir, ku Xwedê yek e, lê kesên ji miletên din bawer dikirin, wekî gelek xudan hene (Derketin 20:2, 3; 1 Korintî 8:5, 6). Hergê mêrên sûcdarkirî ji miletên din bûna, dibeke ewî usa yê dinra bigota: “Tu ji xudana natirsî”. Usa jî, Îsa ne ku bona miletên din, lê “tenê bona pezên mala” Îsraêlê, hatibû şandin (Metta 15:24). Xwedê Îsraêliyara eyan kiribû, ku ewê miriya rake. Dibeke mêrê tobedar ev yek zanibû. Xêncî vê yekê, gotinên wî nîşan dikin, ku ewî bawer dikir, wekî Yehowa wê Îsa ji mirinê rake, seva ku ew Padşatiya Xwedêda serwêrtiyê bike. Ew bawer bû ku Yehowa wê wî jî ji mirinê rake.

3. Gava Îsa besa Cinetê dikir, mêrê tobedar çi dida ber çevê xwe? (Destpêbûn 2:15)

3 Çawa Cihû, evî mêrî bêşik zanibû ku Yehowa merivên pêşin Adem û Hewa cinetêda ser erdê cîwar kiribûn. Lema jî, ça tê kifşê ewî fem dikir, wekî Cineta ku Îsa besa wê dikir, baxçekî bedew e, ser rûyê erdê (Destpêbûn 2:15 bixûne).

4. Wê baş be ku em çi hîn bin?

4 Gelo jîyîna Cinetêda, ku Îsa besa wê kiribû, wê çawa be? Dema serwêrtiya Silêman Padşa, cimet edilayêda dijît. Ev yek ku Îsa ji Silêman mezintir e, me dide bawer kirinê, wekî ewê tevî hempadşên xwe keremên mezin ser însanetêda bibarîne (Metta 12:42). Lema jî, lazim e ku ‘pezên din’ bizanibin gerekê çi bikin, wekî bikaribin heta-hetayê Cinetêda bijîn (Yûhenna 10:16).

JÎYÎNA CINETÊDA WÊ ÇAWA BE?

5. Tu jîyîna Cinetêda çawa didî ber çevê xwe?

5 Tu jîyîna Cinetêda çawa didî ber çevê xwe? Diqewime tu baxçekî bedew didî ber çevê xwe, mîna baxçê Êdênê (Destpêbûn 2:7-9). Mîxa pêxember berêva gotibû, ku hemû xizmetkarên Xwedê wê bin reza xweda û bin dara xweye hêjîrêda rûnên (Mîxa 4:3, 4). Usa jî, Kitêba Pîroz dibêje ku xwarin wê têr-tije hebe (Zebûr 72:16; Îşaya 65:21, 22). Lema jî, tu dibeke didî ber çevê xwe, wekî tu çawa bi şabûn tevî dost û merivên xwe, û hela hê tevî kesên ku ji mirinê rabûne jî, baxçekî bedewda ber sifrekî mezin rûniştî yî, û hewa bi bîna kulîrkava tije ye. Belê, jîyîneke pir xweş pêşiya me ye. Lê xêncî van tişta, emê Cinetêda şixulên usa bikin, yên ku wê mera şabûnê bînin.

Dinya tezeda, emê kesên ku ji mirinê bêne rakirinê, hîn bikin (Abzasa 6 binihêre)

6. Cinetêda, emê çi bikin? (Şikil binihêre.)

6 Yehowa em usa efirandine, ku em ji keda xwe şabûnê distînin (Waîz 2:24). Îlahî wedê Serwêrtiya Îsa ya Hezarsalî, emê gelek tiştava mijûl bin. Wê demê, kesên ku ji tengasiya mezin derbaz bûne û bi mîlyona kesên ku ji mirinê hatine rakirinê wê hewcê kinc, xwarin û mala bin. Seva ku hewcên wan razî kin, gelek xebat gerekê bê kirinê, û emê bêşik ji vê xebatê şabûneke mezin bistînin. Çawa ku Yehowa dixwest, wekî Adem û Hewayê baxçê ku ewana têda dijîtin, xwey kirana, wê lazim be ku em jî Cineta teze xwey bikin. Usa jî, wê lazim be, wekî em bi mîlyona merivara, yên ku ji mirinê bêne rakirinê, derheqa Yehowa û qirara wî gilî kin, û hela hê wanra jî yên ku gelek sal pêşiya rojên Îsa dijîtin.

7. Em dikarin çida bawer bin, û çira?

7 Em dikarin bawer bin, ku jîyîna Cinetêda wê edil, berdar û bi organîze be. Gelo çira? Çimkî Yehowa xwexa bi meseleke biçûk nîşan kiribû, wekî jîyîna bin serwêrtiya Kurê wîda wê çawa be. Ev mesela, serwêrtiya Silêman Padşa ye.

SERWÊRTIYA SILÊMAN PADŞA DIDE KIFŞÊ KU CINET WÊ ÇAWA BE

8. Gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 cara pêşin çawa hatin sêrî? (Vê jûrnalêda “Pirsên Xwendevana” binihêre.)

8 Ji bîna ber Xwedê, Dawid Padşa nivîsîbû ku axiriyêda, jîyîna bin serwêrtiya padşakî bîlan û aminda wê çawa be (Zebûr 37:10, 11, 29 bixûne). Gava em merivara besa dinya teze dikin, em gelek cara Zebûr 37:11 dixûnin. Îsa xwexa jî wedê Xizmetiya ser Çiyê besa vê rêzê kiribû û bi vê yekê nîşan kiribû, wekî gotinên vê rêzê wê axiriyêda bêne sêrî (Metta 5:5). Lê usa jî, van gotinên Dawid eşkere dikir, ku wedê serwêrtiya kurê wî Silêmanda, jîyîn wê çawa be. Gava Silêman Padşa ser Îsraêlê serwêrtî dikir, cimet li welatekî “ku şîr û hingiv jê dikişe” nav xweşî û silametiyêda bû. Xwedê wanra usa gotibû: “Heger hûn pê qeyde-qanûnên min rabin-rûnên û temîyên min xwey kin û wan biqedînin, . . . Ezê edilayê bidime welatê we, hûnê rihet paldin” (Qanûna Kahîntiyê 20:24; 26:3, 6). Ev sozên Xwedê bin serwêrtiya Silêman Padşada hatin sêrî (1 Dîrok 22:9; 29:26-28). Usa jî, gotinên Dawid nîşan dikin, ku “nepakê betavebe” (Zebûr 37:10). Lema jî, em fem dikin ku gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 wedê berê hatin sêrî û axiriyêda jî wê dîsa bêne sêrî.

9. Jin-padşa Şebayê derheqa serwêrtiya Silêman Padşa çi got?

9 Jin-padşa Şebayê derheqa xweşî û silametiya Îsraêliyên bin serwêrtiya Silêman Padşada, bihîst. Lema jî, ew ji welatê xwe heta Orşelîmê hat, ku halê wêderê pê çevê xwe bivîne (1 Padşatî 10:1). Paşî ku ewê padşatiya Silêman dît, ewê got: “Bi rastî nîvî tenê jî ji bo min nehatibû gotin. . . . Xwezî bi zilamên te û bi wan xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya [bîlaniya] te dibihîsin” (1 Padşatî 10:6-8, ÎM). Lê serwêrtiya Silêman Padşa tenê siya vê yekê bû, ku bin serwêrtiya Îsa Mesîhda, Yehowa wê çi kerema ser însanetêda bibarîne.

10. Îsa Mesîh çi aliyava ji Silêman Padşa mezintir e?

10 Îsa hemû aliyava Silêman Padşa mezintir e. Silêman mêrekî qisûrdar bû. Ji bo hine şaşiyên wîye mezin, cimet wext şûnda kete tengasiyê. Lê Îsa Serwêrekî bêqisûr e, yê ku qe şaşiya nake (Lûqa 1:32; Îbranî 4:14, 15). Himberî cêribandinên mezin, yên ku Mîrê-cina anîn serê wî, Îsa Xwedêra amin ma. Îsa îzbat kiriye, ku ewê tu car gune neke û tu cara zirarê nede kesên ku bin serwêrtiya wîda nin. Qedirekî çiqas mezin e, ku ew Padşê me ye!

11. Kî wê tevî Îsa Mesîh hevkariyê bike?

11 Seva ku qirara Yehowa bona însanetê û erdê bê sêrî, 144 000 kes wê tevî Îsa Mesîh hevkariyê bikin û bona meriva xem bikin (Eyantî 14:1-3). Gava ewana hê ça meriv ser erdê dijîtin, ewana rastî gelek tengasiya dihatin, lema jî wê bibin serwêrên dilrem. Gelo ewana wê çi bikin?

KESÊN KIFŞKIRÎ WÊ ÇI BIKIN?

12. Yehowa wê çi şixulî bide 144 000 kesên kifşkirî?

12 Cabdariya ku Îsa û hempadşên wîra hate dayînê, ji cabdariya ku Silêman Padşara hatibû dayînê zêdetir e. Silêman tenê bona çend mîlyon meriva welatekîda cabdar bû. Lê serwêrtiya Padşatiya Xwedê, wê bona hemû merivên ser temamiya dinyayê cabdar be. Belê, Yehowa bi rastî jî cabdarîke gelek mezin dide 144 000 kesên bijartî.

13. Hempadşên Îsa Mesîh wê çi cabdariya ferz bînin sêrî?

13 Mîna Îsa Mesîh, 144 000 kesên kifşkirî wê ça padşa û kahîn xizmet bikin (Eyantî 5:10). Bin Qanûna Mûsada, şixulê kahînaye sereke ew bû, ku sihet-qewata meriva ya fîzîkî û ruhanî biparêzin. Ev yek ku “Qanûn siya wan tiştên qenc e”, logîkî ye ku hempadşên Îsa Mesîh wê bona hewcên xizmetkarên Xwedê, ça aliyê fîzîkî usa jî aliyê ruhanîda xem bikin (Îbranî 10:1). Gelo dinya tezeda, emê çawa rêberiyê ji wana bistînin? Em vê yekê nizanin, lê em dikarin bawer bin, ku her tişt wê bi organîze bê kirinê (Eyantî 21:3, 4).

SEVA KU ‘PEZÊN DIN’ CINETÊDA BIJÎN, GEREKÊ EW ÇI BIKIN?

14. Heleqetiya orta ‘pezên din’ û birên Mesîh çiqas nêzîk e?

14 Îsa Mesîh, kesên ku wê tevî wî serwêrtiyê bikin, ça ‘keriyê biçûk’ nav kir (Lûqa 12:32). Usa jî, ewî besa kesên din kir, yên ku ewî ça ‘pezên din’ nav kir. Ev du kom dibin kerîk (Yûhenna 10:16). Îro, ewana tevayî hevkariyê dikin, û ser erdê Cinetê jî hevkariya wan wê berdewam be. Wê demê, ‘keriyê biçûk’ wê îda ser ezmana be, û ‘pezên din’ wê bikaribin heta-hetayê ser erdê bijîn. Lê seva ku ‘pezên din’ Cinetêda bijîn, lazim e ku ewana îda nihada hine tişta bikin.

Em dikarin xwe nihada bona jîyîna Cinetê hazir bikin (Abzasa 15 binihêre) b

15. (a) ‘Pezên din’ çawa tevî birên Mesîh hevkariyê dikin? (b) Tu çawa dikarî çev bidî vî birayî ku dermanxanêda şedetiyê dide? (Şikil binihêre.)

15 Mecala vî mêrê tobedar tune bû, ku pêşiya mirina xwe şêkirdariya xwe Îsara bida kifşê. Halê ‘pezên din’ ji halê mêrê sûcdarkirî, cude ye. Gelek mecalên wan hene ku şêkirdariya xwe nîşan kin. Mesele, gava ewana piştgiriya birên Îsa Mesîh yên kifşkirî dikin, ewana nîşan dikin, ku wî hiz dikin. Îsa gotibû ku ewê dîwana ‘pezên din’ ser hîmê vê yekê bike (Metta 25:31-40). Lema jî, gerekê em şixulê belakirina mizgîniyêda bi dil û can piştgiriya birên Mesîh bikin (Metta 28:18-20). Seva vê yekê, wê baş be ku em hacetên bona hînbûna Kitêba Pîroz rind bidine xebatê, mesele kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”. Hergê tu niha tevî tu kesî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz nakî, gelo tu dikarî xwera nêt daynî, wekî çiqas destê te tê hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva destpêkî?

16. Em çawa dikarin xwe bona jîyîna Cinetêda hazir kin?

16 Gelo em çawa dikarin xwe bona jîyîna Cinetêda hazir bikin? Mesele, em dikarin xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînin, wekî Yehowa ji me razî be. Em dikarin nihada xîret bikin, wekî bi gotin û kirinên xwe helal bin û merivne terbet bin. Usa jî, em dikarin Yehowara, hevalzewacê xwera û xûşk-birara amin bin. Hergê em vê dinya xirabda guh bidin Yehowa, wê mera diha hêsa bê, dinya tezeda jî guh bidin wî. Vê jûrnalêda gotara bi navê “Tu Hazir î Erdê War bî?” binihêre.

17. Gelo lazim e ku em bin barê gunên xweyî berêda bimînin?

17 Em usa jî gerekê bin barê gunên xweyî berêda nemînin. Hilbet em gerekê nefikirin, ku qurban hatiye dayînê, û em dikarin bi hemdê xwe guna bikin (Îbranî 10:26-31). Lê em dikarin bawer bin, hergê me gunekî giran ji dil tobe kiriye, ji Yehowa alîkarî xwestiye û rabûn-rûniştina xwe rast kiriye, ew bi merdanî dibaxşîne me (Îşaya 55:7; Karên Şandiya 3:19). Bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh Fêrisiyara çi gotibû: “Ez nehatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara” (Metta 9:13). Belê, qurbana Îsa dikare hemû gunên me afû bike.

TU DIKARÎ HER-HEYÎ CINETÊDA BIJÎ

18. Tu dixwazî tevî mêrê ku kêleka Îsa hatibû dardakirinê derheqa çi xeber dî?

18 Tu dikarî bidî ber çevê xwe, wekî tu îda Cinetêda nî û tevî mêrê ku kêleka Îsa hatibû dardakirinê, xeber didî? Bêşik, hûnê xeber din, ku hûn bona qurbana Îsa çiqas razî ne. Usa jî, tu dibeke wî bipirsî hela pêşiya mirina Îsa çi qewimî bû û gotinên Îsa ser wî çawa hukum kiribûn. Ew jî dibeke ji te bipirse ku jîyîna rojên axiriyêda çawa bû. Em şa ne ku Cinetêda, emê bikaribin kesên mîna vî mêrî Xebera Xwedê hîn kin (Efesî 4:22-24).

Wedê Serwêrtiya Hezarsalî, birak feresetekî hîn dibe ku ewî berê gelek dixwest hîn bûya (Abzasa 19 binihêre)

19. Emê çira tu car ji jîyîna Cinetêda newestin? (Binihêre şikilê rûyê jûrnalê.)

19 Emê tu car ji jîyîna Cinetêda newestin. Emê timê kesên teze nas bikin û ji şixulên xweş şabûnê bistînin. Ya herî xweş jî ev e, ku emê bikaribin Bavê xweyî ezmana roj bi roj diha baş nas bikin, û bin siya wîda bextewar bijîn. Emê heta-hetayê derheqa wî û derheqa tebiyetê tiştên teze hîn bin. Roj bi roj, emê Xwedê hê zêde hiz bikin. Em ji Yehowa û ji Îsa çiqas razî ne, ku emê bikaribin heta-hetayê Cinetêda bijîn!

KILAMA 22 Bira Padşatiya Te Bê!

a Gelo tu jîyîna Cinetêda carna didî ber çevê xwe? Ev yek bi rastî jî mêrxasiya me zêde dike. Usa jî, her car gava em ser sozên Yehowa difikirin, em bi mêrxasî kesên dinra besa dinya teze dikin. Ev gotar baweriya me hindava cineta ku Îsa besa vê kiribû, wê diha qewî ke.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birakî ku hîviyê ye, wekî kesên ku ji mirinê rabûne hîn bike, îro jî kesên din hîn dike.