Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 52

Tengasiyada Alî Kesên Din Bike

Tengasiyada Alî Kesên Din Bike

“Gava ji destê te tê, ku alîkarîya desttenga bikî, xwe ji vê yekê nede paş” (METELOK 3:27).

KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in

VÊ GOTARÊDA a

1. Yehowa gelek car ça caba duayên xizmetkarên xwe dide?

 GAVA kesek Yehowa Xwedêra dua dike û ji wî alîkariyê dixwaze, ew gelek car bi saya xizmetkarên xwe dilrihetiyê dide wî (Kolosî 4:11). Firqî tune rûspî, berdestiyê civatê, pêşeng, mizgînvan, cahil yan emirda mezin be, Yehowa dikare bi saya wî alîkariyê bide kesên din. Ça baş e ku em dikarin bi vî cûreyî him Yehowara him jî xûşk-birên xwera xizmetiyê bikin! Mesele, gava nexweşî bela dibin, teşqelên tebiyetê diqewimin yan peyketin destpêdibin, em dikarin bêne hewara wan.

GAVA NEXWEŞÎ BELA DIBIN

2. Gava nexweşîk bela dibe, çima carna zor e, alî hev bikin?

2 Çaxê nexweşîk cîkî yan ser temamiya dinyayê bela dibe, ev yek dikare riya me bigire ku alî hevdu bikin. Mesele, dibeke em gelek dixwazin herin cem hevalên xwe, lê em vê yekê nakin bona sax-silametiya xwe û ya wan. Diqewime em dixwazin kesên ku destteng in gazî mala xwe bikin ser nanxwarinê, lê ev jî nabe. Yan jî dibeke em dixwazin diha zêde alî xûşk-bira bikin, lê çimkî em neferê xweyî nexweş dinihêrin, ev jî carna mera zemet e. Lê dîsa jî, em dixwazin alî xûşk-bira bikin. Û gava çi ji destê me tê em dikin, ku alî wan bikin, em dilê Yehowa şa dikin (Metelok 3:27; 19:17). Gelo em çawa dikarin alî kesên din bikin?

3. Em ji mesela rûspiyên civata Monîkayê çi hîn dibin? (Yêremya 23:4)

3 Rûspî dikarin çi bikin? Rûspîno, xûşk û bira diha baş nas bikin! (Yêremya 23:4 bixûne) Xûşka me Monîka, b ya ku me gotara pêşiya vêda besa wê kiribû, usa dibêje: “Pêşiya pandemiyê, rûspiyên koma mine xizmetiyê tevî min û xûşk-birên din diçûn xizmetiyê û wext derbaz dikirin”. Û rûspiyara hêsa bû alî Monîkayê bikin, gava nexweşiya koronavîrûsê destpêbû û çend merivên wê mirin.

4. Rûspiya çawa alî Monîkayê kirin, û ew bona rûspiya çi ders e?

4 Monîka dibêje: “Rûspî îda pêşda bona min ça heval bûn, lema jî minra diha hêsa bû dilê xwe wanra vekim û besa xem û derdên xwe bikim”. Rûspî dikarin ji vê meselê çi dersê hîn bin? Pêşiya ku xûşk-bira bikevin tengasiyê, wanra bibine hevalên baş û şivanên dilovan. Hergê tu rûyê nexweşîke belabûyîda nikaribî herî mala xûşk-bira, mecaleke din bigere, ku halê wan bipirsî û alî wan bikî. Usa jî, Monîka dibêje: “Carna nava rojêda çend rûspiya minra têlê dixistin, yan jî sms minra dişandin. Rêzên ku wana nîşanî min dikirin, çiqas minra nas bûn jî, dilê min gelekî digirtin”.

5. Rûspî çawa dikarin fem kin, hela xûşk û bira hewcê çi ne û ewana çawa dikarin alî wan bikin?

5 Rûspî dikarin bi saya pirsên layîq fem bikin, hela xûşk-bira hewcê çi ne (Metelok 20:5). Gelo cem wana êpêce nan, av, derman û tiştên din hene? Gelo dibeke ewana îda xebatê unda dikin, yan jî perê kiriya wan xilaz dibe? Gelo wanra alîkarî lazim e, ku aliyê dewletêda komekê bistînin? Mesele, xûşk-bira alîkariya matêrîalî dane Monîkayê. Lê rûspiya pêşiya her tiştî bi giliyên şîrin aliyê êmosiyalîda û ruhanîda alî wê kirin, wekî ew himberî tengasiyên xwe sebir ke. Monîka usa dibêje: “Rûspiya tevî min dua dikirin. Rind nayê bîra min ku wana çi digotin, lê tê bîra min ku min xwe çawa texmîn dikir. Qey tê bêjî Yehowa minra digot: ‘Tu tenê nînî’” (Îşaya 41:10, 13).

Birayê ku civînê derbaz dike, bi şabûnê guh dide cabên xûşk-bira, yên ku ser civatê ne, û usa jî caba birakî nexweş, yê ku bi saya vîdêokonfêrênsiyayê tevî civînê têklî bûye. (Abzasa 6 binihêre)

6. Hemû xûşk-birên civatêda çawa dikarin alî hevdu bikin? (Şikil binihêre.)

6 Kesên din dikarin çi bikin? Hemikî rûspî gerekê bona xûşk-bira xem bikin. Lê Yehowa usa jî dixwaze, ku em gişk qenciyê bikin û hevdu qewî kin (Galatî 6:10). Hela hê tiştekî biçûk jî, hergê ji dil be, dikare ser kesekî ku nexweş e qayîm hukum ke. Mesele, zar dikarin şikila neqiş kin, seva ku dilê birakî şa kin. Cahil dikarin bona xûşkekê tiştên bona malê bikirin, yan jî şixulên din bikin. Xûşk-birên din dikarin kesekî nexweşra xwarinê çêkin. Hilbet, gava ku nexweşîk bela dibe, civatêda her kes hewcê hêlanê ye. Paşî civata em dikarin hinekî zêde bimînin û tevî xûşk-bira xeber din, firqî tune rû bi rû, yan jî bi saya vîdêokonfêrênsiyayê. Û rûspiyara jî hêlan lazim e, çimkî gava nexweşî bela dibin, ew bona xûşk-bira gelek tişta dikin. Hinek xûşk-bira razîbûna xwe bi saya smsa nîşan dikin. Hergê em “dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin”, emê aliyê xweda qencîke mezin bikin (1 Têsalonîkî 5:11).

GAVA TEŞQELÊN TEBIYETÊ DIQEWIMIN

7. Teşqelên tebyetê dikarin çi zirarê bidine me?

7 Teşqeleke tebiyetê dikare jîyîna kesekî nişkêva serobinî ke. Hine kes mal û milkê xwe, xaniyê xwe yan hela hê merivên xweyî hizkirî jî unda dikin. Tiştên usa dikarin bêne serê xûşk-birên me jî. Gelo em çawa dikarin alî wan bikin?

8. Pêşiya ku teşqeleke tebiyetê biqewime, rûspî û serên malê dikarin çi bikin?

8 Rûspî dikarin çi bikin? Rûspîno, pêşiya ku teşqeleke tebiyetê biqewime, alî xûşk-bira bikin, wekî ewana xwe hazir kin. Gelo xûşk-birên civatê zanin ku gerekê ewana bona sax-silametiya xwe, kîjan gava bavêjin û çi bikin, wekî tevî we têklî bin? Xûşka me Margarêt, ji gotara pêşiya vê, usa dibêje: “Wedê bernama hewcên civatê, rûspiya pêşda mera gotin û ça bêjî em hişyar kirin, ku xofa agirê mêşeyada hê heye. Wana got ku hergê dewlet mera bêje, gerekê em ji mala xwe birevin, yan jî hergê em bivînin ku hal diha xirab dibe, gerekê em zû birevin”. Ev rêberî wexta rastda hat, çimkî pênc hefte şûnda, agirekî mezin mêşe ket. Wedê qulixkirina malbetê, serên malê dikarin tevî neferên xwe xeber din, hela her kes gerekê dereceke usada çi bike. Hergê hûn û zarên we nihada hazir bin, wedê teşqela wera wê diha hêsa be dilrihet bimînin.

9. Rûspî dikarin pêşiya û paşî teşqeleke tebiyetê çi bikin?

9 Hergê tu serkarê komeke xizmetê yî, pêşiya ku teşqeleke tebiyetê biqewime, ji xûşk-birên koma xwe adrês û hejmara têlê bistîne. Xwera başqe binivîse û vê nivîsarê timê teze ke. Paşê wedê teşqelên tebiyetê, tuyê bikaribî zû tevî xûşk-bira têklî bî, halê wan bipirsî û alîkariya lazim bidî wan. Paşê, evê înformasiyayê zû bide koordînatorê koma rûspiya. Ewê jî vê înformasiyayê bide berpirsiyarê mihalê. Bi saya hevkariya van bira, alîkarîke baş wê bigihîje xûşk-bira. Paşî ku agir mêşe ket, berpirsiyarê mihala Margarêtê, seva ku rêberiyê bide rûspiya, weke 36 siheta raneza bû. Ewî wanra digot ku ew çawa dikarin têklî bin tevî 450 xûşk-birên ku ji malên xwe reviya bûn û alî wan bikin (2 Korintî 11:27). Bi vî cûreyî, tu kes bê cî-sitar nema.

10. Rûspî çima baş dîna xwe didin şixulê şivantiyê? (Yûhenna 21:15)

10 Cabdariya rûspiya ew e, ku bi saya Kitêba Pîroz dilbîniyê bidine xûşk-bira û alî kesên dilteng bikin (1 Petrûs 5:2). Çaxê teşqeleke tebiyetê diqewime, rûspî ya pêşin derheqa sax-silametiya xûşk-bira pêdihesin û dipirsin hela wanra xwarin, kinc û cî-sitar lazim e, yan na. Lê paşî çend meha jî, dibeke wanra dîsa dilbînî û alîkariya ruhanî lazim be (Yûhenna 21:15 bixûne). Birê me Harold, yê ku endemê Komîtêya Fîlîalê ye û paşî teşqelên tebiyetê tevî gelek xûşk-bira xeber daye, usa dibêje: “Seva ku birîna dilê wan qenc be, gelek wext lazim e. Jîyîna wan dibeke hêdî-hêdî normal bibe, lê dibeke mirina merivekî wanî delal, undakirina mal-milkê wan, yan belayên ku hatin serê wan, ber çevê wan neçin. Gava ku tiştên usa têne bîra wan, ewana dîsa û dîsa xemgîn dibin. Halekî usa nayê hesabê ku baweriya wan sist e, çimkî fikir û hestên usa normal in”.

11. Malbet hewcê çi ne?

11 Rûspî gerekê li gora vê şîretê hereket bikin: “Tevî yên digirîn bigirîn” (Romayî 12:15). Lazim e ku rûspî timê bînin bîra kesên ku ji teşqela xilaz bûne, wekî Yehowa û xûşk-bira gelekî wana hiz dikin. Gerekê ewana alî malbeta bikin, ku şixulê ruhanî nedine sekinandinê, mesele, duakirin, qulixkirina malbetê, çûyîna ser civata û belakirina mizgîniyê. Usa jî, gerekê ewana dilê dê-bava qewî kin, ku dîna zarên xwe bikişînin ser van tişta, çi ku tu teşqelek nikare ji van bistîne. Dê-bavno, bînin bîra zarên xwe, ku Yehowa hertim dostê wan e û ew tu car destê wan bernade. Û timê zarên xwera bêjin ku ser temamiya dinyayê gelek xûşk-birên wan hene, yên ku hazir in alî wan bikin (1 Petrûs 2:17).

Hergê herêma teda teşqeleke tebiyetê biqewime, gelo tu hazir î alîkariyê bidî? (Abzasa 12 binihêre) e

12. Kesên din çawa dikarin wedê teşqelên tebiyetê alîkariyê bidin? (Şikil binihêre.)

12 Kesên din dikarin çi bikin? Hergê nêzîkî mala te teşqeleke tebiyetê biqewime, ji rûspiya bipirse hela tu çawa dikarî alîkariyê bidî. Dibeke tu dikarî xûşk û birên ku ji teşqelekê xilaz bûne, yan jî yên ku avakirinêda kar dikin, wedelû teglîfî mala xwe kî. Yan jî, dibeke tu dikarî xwarin yan tiştên din wanra bivî. Lê hergê teşqeleke tebiyetê dûrî mala te biqewime, gelo tu çawa dikarî alîkariyê bidî? Mesele, tu dikarî bona kesên zirardîtî dua bikî (2 Korintî 1:8-11). Usa jî, tu bi saya qurbankirinên xwe, bona şixulê hemdinyayê alîkariyê bidî, yên ku usa jî têne xerckirinê gava teşqelên tebiyetê diqewimin (2 Korintî 8:2-5). Hergê mecal hebe wekî tu herî vî ciyî kîderê ku teşqele qewimî ye, derheqa vê xwestina xwe rûspiyara bêje. Hergê xwestina te bê qebûlkirinê, diqewime tu bêyî hînkirinê, wekî bikaribî bi cûrê herî baş alîkariyê bidî.

GAVA PEY ME DIKEVIN

13. Welatên usada, kîderê şixulê me hatiye qedexekirinê, xûşk û birên me rastî çi tengasiya tên?

13 Welatên usada kîderê ku şixulê me qedexekirî ye, jîyîna xûşk-birên me zemet e. Wan welatada ewana rastî problêmên perava girêdayî tên, nexweş dikevin yan merivên xweyî hizkirî unda dikin. Lê ji bo qedexê, diqewime rûspî nikaribin aza herin teseliya xûşk-bira bikin û dilbîniyê bidine wan. Birê me Andrêy, yê ku me gotara pêşiya vêda besa wî kiribû, ketibû vî halî. Xûşkeke ji koma wîye xizmetiyê aliyê perada ketibû tengasiyê. Paşê jî, ew bi erebê kete qeziyê. Wêra çend opêrasiya lazim bû, û ew îda nikaribû bixebitiya. Wedê qedexekirin û pandemiyê, xûşk-birên me bi dil û can alî wê dikirin. Belê, Yehowa Xwedê tevî wê bû.

14. Mesela rûspiya çawa nîşanî me dike, ku em dikarin xwe bispêrin Yehowa?

14 Rûspî dikarin çi bikin? Andrêy dua kir û çi ji destê wî dihat dikir. Gelo Yehowa çawa caba duayê wî da? Ewî bi saya wan xûşk-bira, azaya kîjana diha zêde hebû, alî xûşka me kir. Mesele, hineka bi ereba xwe lê dibirin cem doxdir. Hineka jî pere dane wê. Yehowa nêt kire dilê wan, ku li gora mecalên xwe alî wê bikin, û ked û xîreta wan kerem kir (Îbranî 13:16). Rûspîno, hergê şixulê me tê qedexekirinê, ji kesên din bixwazin ku ewana jî alîkariyê bidin (Yêremya 36:5, 6). Berî her tiştî, xwe bispêrin Yehowa. Ewê alî we bike, ku hûn bêne hewara xûşk-bira.

15. Gelo em çawa dikarin wedê peyketina, yektiyê orta hevda xwey kin?

15 Kesên din dikarin çi bikin? Wedê qedexekirina, dibeke em tenê bi komên biçûk tevayî top bin. Lema jî gelek ferz e, wekî îda nihada edilayê orta hevda xwey kin. Gerekê em ne ku miqabilî xûşk-bira, lê miqabilî Mîrê-cina şer bikin. Wê baş be, ku em dîna xwe nedin ser şaşî û qisûrên xûşk-bira, û problêma nav hevda zû-zû safî kin (Metelok 19:11; Efesî 4:26). Were em bi dil û can alî hevdu bikin (Tîto 3:14). Komeka ku xûşk-bira dane vê xûşka ku hewcê alîkariyê bû, ser temamiya koma xizmetiyê baş hukum kir. Ewana hemû ça malbetek nêzîkî hev bûn (Zebûr 133:1).

16. Li gora Kolosî 4:3, 18, em çawa dikarin alî van xûşk-bira bikin, yên ku rastî peyketina tên?

16 Bi hezara xûşk-birên me, nava qedexekirinên welatda jî Yehowara xizmet dikin. Hinek ji wan, ji bo baweriya xwe ketine kelê. Em dikarin bona wan û malbetên wan dua bikin. Usa jî, em dikarin bona wan dua bikin, yên ku alîkariya ruhanî, fîzîkî û qanûnî didin xûşk-bira û hazir in bona wana azaya xwe jî unda kin c (Kolosî 4:3, 18 bixûne). Tu car bîr neke, ku duayên te dikarin alî van xûşk-bira bikin! (2 Têsalonîkî 3:1, 2; 1 Tîmotêyo 2:1, 2)

Tu çawa dikarî malbeta xwe îda nihada bona peyketina hazir kî? (Abzasa 17 binihêre)

17. Em çawa dikarin xwe îda nihada bona peyketina hazir kin?

17 Hûn nihada dikarin malbeta xwe bona peyketina hazir kin (Karên Şandiya 14:22). Derheqa tiştên xirab, yên ku hûn difikirin dikarin bêne serê we, nefikirin. Dewsa vê yekê, dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin û vê yekêda alî zarên xwe jî bikin. Çaxê hûn dilteng in û berxwe dikevin, dilê xwe Yehowara vekin (Zebûr 62:7, 8). Tevî malbeta xwe xeber din, ku hûn çira dikarin îtbariya xwe Yehowa bînin. d Çawa ku hazirbûna bona teşqelên tebiyetê alî we û zarên we dike, usa jî hazirbûna bona peyketina, wê alî we bike ku hûn qewî û dilrihet bimînin. Bi vî cûreyî zarên we wê hîn bin îtbariya xwe Yehowa bînin, usa jî mêrxas bin û dilrihet bimînin.

18. Çi roj hîviya me ne?

18 Edilaya Xwedê dikare dil û hişê me biparêze (Fîlîpî 4:6, 7). Bi saya vê edilayê Yehowa dilê me rihet dike, gava ku nexweşî bela dibin, teşqelên tebiyetê diqewimin yan pey me dikevin. Ew bi saya rûspiyên xîret şivantiya me dike. Û ewî mecal daye me hemûya, ku destê xwe dirêjî hevdu bikin. Edilayî, dêmek dilrihetiya ku îro dilê meda heye, alî me dike, ku em xwe bona oxirmên giran û hela hê bona tengasiya mezin jî hazir kin (Metta 24:21). Wî çaxî, wê lazim be, ku em edilaya xwe biparêzin û alî kesên din bikin, wekî ewana jî usa bikin. Paşî tengasiya mezin, hemû kul-derd wê îda tune bin, û li gora qirara Yehowaye pêşin, emê ji edilaya rast, heta-hetayê şabûnê bistînin! (Îşaya 26:3, 4)

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

a Yehowa gelek car bi saya xizmetkarên xwe alî wan dike, yên ku dikevin tengasiyê. Ew dikare bi saya te jî dil bide xûşk-bira. Were em binihêrin ku em çawa dikarin alîkariyê bidine wan.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

c Fîlîal yan ofîsa sereke nemên meye şexsî xûşk-birên girtîra naşîne.

d Binihêre gotara “Îda Nihada bona Zêrandinê Hazir bin” (“Birca Qerewiliyê”, Tîrmeh 2019).

e ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Paşî teşqela tebiyetê, jin-mêrek malbetekêra xwarinê dibin.