Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Hazir î Erdê War bî?

Tu Hazir î Erdê War bî?

EV SOZÊ Îsa bi rastî jî dilê me germ dike: “Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be” (Metta 5:5). Bona kesên bi ruh kifşkirî, ew gilî têne hesabê ku ewana wê li ezmana tevî Îsa Mesîh, ça padşa li ser erdê serwêrtiyê bikin (Eyantî 5:10; 20:6). Bona heçî zef Mesîhiya, ew gilî têne hesabê ku ewana wê ser rûyê erdê, bêqisûr, sax-silamet, bextewar û her û her bijîn. Wê demê, wê lazim be ku ewana çend cabdariya bînin sêrî. Mesele, wê lazim be ku ewana erdê bikine cinet û kesên ku ji mirinê rabin, cîwar kin û hîn kin. Dîna xwe bidê ku tu çawa dikarî nihada nîşan kî, ku tu dixwazî van tişta bikî.

HAZIR BE KU ERDÊ BIKÎ CINET

Çaxê Yehowa emir da merivên pêşin, wekî ewana erdê tije bikin û xwey kin, ewî got ku rojekê, temamiya erdê wê bibe cinet (Destpêbûn 1:28). Kesên ku erdê war bin, wê evê temiya Xwedê bînin sêrî. Ji ber ku baxçê Êdênê îda tune ye, wê lazim be ku ewana erd tezeda bikine cinet. Sêrîda, wê lazim be ku ewana erdê paqij bikin. Belê, wê lazim be ku şixulekî mezin bê kirinê!

Ev yek tîne bîra me, ku gava Îsraêlî ji dîltiya Babîlonê vegeriyane welatê xwe, çiqas şixulên wan hebû. Welat 70 sal bêkes û xikî-xwelî mabû. Lê Îşaya pêxember pêşda gotibû ku bi saya kerema Yehowa, ewana wê bikaribin welatê xwe tezeda ava bikin: “[Xwedê] wê beriya wê bike wek Êdên, wê berî û deştên wê bike weke Baxçê Xudan” (Îşaya 51:3, ÎM). Yehowa alî Îsraêliya kir, wekî ewana welatê xwe bikine cîkî xweş. Mîna vê yekê, bi saya alîkariya Yehowa, kesên ku erdê war bin, wê bikaribin temamiya erdê bikin cinet. Tu dikarî nihada nîşan kî, wekî tu bona vî şixulî hazir î!

Mesele, hergê taxa ku tu têda dijî ne haqas paqij be jî, tu dikarî xîret bikî ku mala te û der-dora malê her tim paqij û cîwar be. Usa jî, tu dikarî Oda civatê û odên civata mezin tevî xûşk-bira temiz kî û xwey kî. Hergê ji destê te tê, tu dikarî wedê teşqela alîkariyê bidî. Ev yek wê nîşan ke, wekî tu hazir î alî xûşk-bira bikî. Hela ji xwe bipirse: “Hergê ez erdê war bim, gelo kîjan hunur û fereset wê minra lazim bin?”

HAZIR BE ALÎ WAN BIKÎ, YÊN KU WÊ JI MIRINÊ RABIN

Paşî ku Îsa Mesîh qîza Yayîro ji mirinê rakiribû, ewî got ku xwarinê bidine wê (Marqos 5:42, 43). Hemikî, çetin nîne ku meriv keçikeke 12 salî têr ke. Lê were bifikire ku gava ev sozê Îsa bê sêrî, çiqas xebat wê hebe: “Hemûyên tirbada wê dengê wî bibihên” (Yûhenna 5:28, 29). Rast e, Kitêba Pîroz her tiştî mera nabêje, lê em têderdixin wekî kesên ku ji mirinê rabin wê hewcê xwarin, cî-sitar û kinca bin. Gelo tu çawa dikarî nihada nîşan kî, wekî tu hazir î alîkariyê bidî? Dîna xwe bide van mesela.

Gelo tu çawa dikarî nîşan kî, wekî tu hazir î erdê war bî?

Gava tu dibihêyî wekî berpirsiyarê mihalê wê teseliya civata te bike, tu dikarî wî bona xwarinê teglîfî mala xwe kî. Yan jî, gava xizmetiya Beytelvanekî yan berpirsiyarekî mihalê îda xilaz dibe û teşkîlet wî dişîne deştê, dibeke tu dikarî alî vî kesî bikî, wekî ew xwera malekê bivîne. Usa jî, gava herêma teda civata mezine sêrojî yan civata mezine mexsûs derbaz dibe, diqewime tu dikarî pêşiya yan paşî civata mezin komekê bidî yan herî pêşiya mêvana.

HAZIR BE WEKÎ KESÊN KU JI MIRINÊ RABIN, HÎN KÎ

Li gora Karên Şandiya 24:15, em hîviya vê yekê ne, ku bi mîlyarda meriv wê ji mirinê rabin. Piraniya wan ew in, yên ku Yehowa berê nas nedikirin. Paşî ku ewana ji mirinê rabin, mecala wan wê hebe ku Yehowa rind nas bikin. a Xizmetkarên Xwedê wê wana hîn kin (Îşaya 11:9). Xûşkeke me bi navê Şarlot, ya ku Ewropa, Amêrîkaya Başûr û Afrîkayêda xizmet kiribû, hizreta wê rojê ye. Ew dibêje: “Ez gelek dixwazim kesên ku ji mirinê rabin, hîn kim. Gava ez derheqa kesekî ku wedê berê dijît dixûnim, ez xwera dibêjim: ‘Xwazil ewî Yehowa nas kira. Jîyîna wî wê bi temamî cude bûya’. Ez hîviya wê rojê me wekî wan merivara, yên ku wê ji mirinê rabin, bêjim, ku ewana çi kerema dikarin bistînin”.

Usa jî, wê lazim be ku xizmetkarên Yehowa, yên ku pêşiya hatina Îsa dijîtin, gelek tiştên teze pêbihesin. Mesele, wê qedirekî çiqas mezin be, ku em Daniyêlra besa pêkhatina pêxembertiyên wî bikin, yên ku ewî nivîsîbû, lê fem nekiribû (Daniyêl 12:8). Yan jî, bide ber çevê xwe ku gava Rût û Nahomî bibihên wekî Îsa ji rikiniyata wan bû, ewana wê çiqas şa bin. Emê bikaribin temamiya wedê xwe bona bernama hînkirinê xerc kin, bê kul û derdên îroyîn!

Gelo tu çawa dikarî îroda nîşan kî, wekî tu hazir î alîkariyê bidî vê bernama hînkirinê? Mesele, wê baş be wekî tu feresetên xweye hînkirinê pêş xî û bibî dersdarekî baş. Usa jî, xîret bike wekî tu hertim mizgîniyê bela kî (Metta 24:14). Hergê tu îda emirda mezin î, yan ji bo sebebên din nikarî zêde xizmet kî, tu dikarî bi xîreta xwe nîşan kî, wekî tu bona şixulê hînkirina kesên ku ji mirinê rabin, hazir î.

Gelo tu bi rastî hîviya wê rojê yî ku erdê war bî? Gelo tu hîviya wî wedeyî nînî, ku erdê bikî cinet, alî kesên ku wê ji mirinê rabin bikî û wana hîn kî? Îda îroda bi dil û can şixulê Padşatiyê bîne sêrî, ya ku mîna vî şixulî ye, kîjan tuyê dinya tezeda bikî.

a Gotara bi navê “Yên ku Geleka Digihînin Rastiyê” binihêre, ji “Birca Qerewiliyê”, meha Îlonê, sala 2022.