Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 51

Wedê Tengasiya Dilrihet Bimîne

Wedê Tengasiya Dilrihet Bimîne

“Bira dilê we neqilqile û netirsin!” (YÛHENNA 14:27).

KILAMA 112 Yehowa, Xwedayê Aştîhiz

VÊ GOTARÊDA a

1. “Edilayiya Xwedê” çi ye û ew çima bona me kêrhatî ye? (Fîlîpî 4:6, 7)

 EDILAYÎKE usa heye ku merivên vê dinyayê haş pê tune ne. Ev edilayî, “edilayiya Xwedê” ye. Bavê meyî ezmana vê edilayê dide dostên xwe. Çaxê Xwedê edilaya xwe dide me, dilê me rihet dibe (Fîlîpî 4:6, 7 bixûne). Bi saya vê edilayê, em bûne dostên wan meriva, yên ku Xwedê hiz dikin. Usa jî, me dostiya nêzîk tevî “Xwedêyê ku edilayiyê dide” qazanc kiriye (1 Têsalonîkî 5:23). Çaxê em Bavê xwe Yehowa diha baş nas bikin, baweriya xwe wî bînin û guh bidinê, bêşik edilaya wî wê wedê tengasiya dilê me rihet bike.

2. Em çira bawer in ku em dikarin “edilayiya Xwedê” dest xin?

2 Gava tiştên xirab, mesele nexweşiyên ku bela dibin, teşqelên tebyetê, tevlihevbûna welatda zêde dibin, yan jî em rastî peyketina tên, gelo bi rastî dibe ku em “edilayiya Xwedê” bistînin, û dilê me rihet bimîne? Tiştên usa dikarin tirs û xofê bikin dilê me. Lê Îsa şîreteke usa da şagirtên xwe: “Bira dilê we neqilqile û netirsin!” (Yûhenna 14:27). Ça baş e ku xûşk-birên me guh didin vê şîretê. Bi alîkariya Yehowa, ewana wedê tengasiyên giranda jî dilrihet dimînin.

ÇAXÊ NEXWEŞÎ BELA DIBIN

3. Nexweşiyên ku bela dibin çawa dikarin dilrihetiyê ji me bistînin?

3 Nexweşiyên ku cîkî yan ser temamiya dinyayê bela dibin dikarin jîyîna me bi temamî serobinî kin. Mesele, nexweşiya koronavîrûsê, ser gelek meriva pir xirab hukum kiriye. Çaxê ji meriva pirsîn ku nexweşiya koronavîrûsê ser wan çawa hukum kiriye, ji wan nîvê zef gotin, ku wedê pandemiyê xew nedikete çevê wan. Ji bo vê yekê, hejmara meriva ku xema dikişînin, ketine dêprêsiyayê, îçke û narkotîkêva hatine girêdanê, gelek zêde bûye. Usa jî, malbetada zordarî zêde bûye, û gelek meriva dixwest xwe bikujin. Hergê li ciyê ku tu dimînî nexweşîke usa zû bela bibe, gelo çi dikare alî te bike, wekî tu ji bo xem û derda bi zêdeyî dilteng nebî û ji Xwedê edilayê bistînî?

4. Gotinên Îsa derheqa rojên axiriyê çawa dikarin dilê me rihet bikin?

4 Îsa pêşda gotibû ku rojên axiriyêda gelek ciya nexweşî wê bela bin (Lûqa 21:11). Gelo zanebûna vê yekê çawa edilayê dike dilê me? Çaxê nexweşî bela dibin, em ecêbmayî namînin. Em ji van qewimandina, ku dinêda diqewimin, fem dikin, ku gotinên Îsa yek pey yekê têne sêrî. Lema jî, em guh didin vê şîreta ku Îsa daye me: “Haş ji xwe hebin ku hûn xwe unda nekin” (Metta 24:6).

Bihîstina aûdîo nivîsandina Kitêba Pîroz dikare alî te bike, wekî tu wedê belabûna nexweşiya, dilrihet bimînî (Abzasa 5 binihêre)

5. (a) Li gora Fîlîpî 4:8, 9, gava nexweşî bela dibin, gelo em dikarin bona çi dua bikin? (b) Tu çawa dikarî ji aûdîo nivîsandina Kitêba Pîroz karê bistînî?

5 Nexweşîke ku bela dibe dikare me gelek dilteng ke û tirs-xofê bike dilê me. Ev yek hate serê xûşkeke me, ya ku em bêjin navê wê Monîka ye. b Paşî ku apê wê, pismamê wê û doxdirê wê ji nexweşiya koronavîrûsê mirin, ew ditirsiya ku ewê jî nexweş keve û vê nexweşiyê derbazî diya xweye emirda mezin ke. Ew difikirî ku ewê rûyê vê pandemiyêda xebata xwe jî unda ke. Lema jî ew berxwe diket hela ewê bikaribe ebûra xwe bike û perê kirê bide, yan na. Ji bo van xem û derda, hişê wê ne rihet bû û xew nedikete çevê wê. Lê wext şûnda, dilê Monîkayê dîsa rihet bû. Gelo çawa? Ewê Yehowara dua kir, dilê xwe wîra vekir û ji wî xwest ku rihetiyê bike dilê wê, wekî ew bikaribe ser tiştên baş bifikire (Fîlîpî 4:8, 9 bixûne). Ewê guh dida “dengê” Yehowa bi saya aûdîo nivîsandina Kitêba Pîroz. Ew dibêje: “Ev dengê xweş dilê min rihet dikir û dianî bîra min, ku Yehowa gelekî bona min xem dike” (Zebûr 94:19).

6. Lêkolîna şexsî û civînên me çawa dikarin tera bibin alîkar?

6 Nexweşiyên belabûyî dikarin jîyîna meye herrojî tevlihev kin. Lê gerekê ev yek nebe menî, wekî em lêkolîna xweye şexsî û civatên xwe berdin. Hergê tu serhatiyên xûşk-birên me, edebyet û vîdêoyên meda binihêrî, tuyê bivînî, ku ewana çawa himberî kul-derdên xwe bi aminî Yehowara xizmet dikin (1 Petrûs 5:9). Civînên me wê alî te bikin, ser tiştên baş bifikirî û ji Kitêba Pîroz dilbîniyê bistînî. Him jî civatêda tu dikarî dilê kesên din qewî kî, û ewana jî dikarin dilê te qewî kin (Romayî 1:11, 12). Bîne ber çevê xwe, ku Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dike, mesele gava ewana nexweş dikevin, gava tirs û xof dikeve dilê wan, yan gava ewana derdê tenêbûnê dikişînin. Hergê tu ser mesela wan bifikirî, baweriya te wê diha qewî be, û tuyê ji dil bawer bî, ku Yehowa piştgiriya te dike.

7. Tu dikarî ji Yûhennayê şandî çi hîn bî?

7 Timê halê xûşk-bira bipirse. Ji bo nexweşiyên belabûyî diqewime lazim e, wekî em bona xweykirina siheta-qewata xwe û ya kesên din, ji xelqê dûr bisekinin, û hela hê ji xûşk-bira jî. Derecên usada, dibeke halê te mîna halê Yûhennayê şandî be. Ewî gelek dixwest dostê xwe Gayos rû bi rû bidîta (3 Yûhenna 13, 14). Lê Yûhenna fem dikir, ku wextekê, ew nikare dostê xwe Gayos bivîne. Dîsa jî, Yûhenna çi ji destê wî dihat dikir, ku xwe bigihîne dostê xwe, û jêra nemek nivîsî. Hergê tu nikaribî herî mala xûşk-bira, dibeke tu dikarî bi saya têl yan Întêrnêtê tevî wan têklî bî. Gava tu tevî xûşk-bira xeber dî, dilê te wê diha rihet be. Hergê derdê te gelek giran be, dilê xwe rûspiyara veke û îzinê bide, wekî ewana te hêlan kin (Îşaya 32:1, 2).

GAVA TEŞQELÊN TEBIYETÊ DIQEWIMIN

8. Teşqelek çawa dikare dilrihetiyê ji me bistîne?

8 Gava teşqelên usa diqewimin ça lêyî, erdhej yan jî agir mêşeya dikeve, tirs û xofeke mezin dikare wexteke dirêj dilê teda bimîne. Hergê rûyê vê yekêda merivekî te emirê xwe unda kiriye, yan temamiya mal û milkê te ji destê te çûye, hingê dibeke dilê te bêşe, tu xwe bêçare texmîn kî û hela hê hêrs kevî jî. Lê ev nayê hesabê ku dilê te tenê li ser mal û milk e, yan jî baweriya te kêm e. Gava meriv dikeve tengasiyê, normal e, ku ew eciz be (Îbo 1:11). Lê van derecên giranda jî tu dikarî dilrihetiyê bivînî. Gelo çawa?

9. Îsa em çawa bona teşqela hazir kirine?

9 Gelek meriv difikirin ku herêma wanda tu teşqeleke tebiyetê wê neqewime. Lê hela gotinên Îsa bîne bîra xwe. Em ji gotinên wî zanin ku teşqelên xirab wê zêde bin û ew dikarin bêne serê me jî. Îsa şagirtên xwera gotibû, pêşiya ku xilazî bê, “erdhejên mezin” û teşqelên din jî wê biqewimin (Lûqa 21:11). Usa jî, ewî pêşda besa “zêdebûna neheqiyê” kiribû. Mesele, em îro divînin ku zulm, zordarî û têrorîzm diqewimin (Metta 24:12). Îsa qe negotibû, ku ev bela wê tenê bêne serê kesên ku Yehowa Xwedê înkar dikin. Çawa em zanin, gelek xizmetkarên Yehowa jî rûyê van teşqelada zirar standine (Îşaya 57:1; 2 Korintî 11:25). Dibeke Yehowa me bi keremetî ji hemû teşqela xwey neke, lê ew wê bona hewcên me xem bike, wekî em bîna xwe fire kin û dilrihetiyê unda nekin.

10. Çaxê em nihada xwe bona teşqelekê hazir dikin, ev yek çawa nîşan dike, ku em baweriya xwe Yehowa tînin? (Metelok 22:3)

10 Hergê em nihada xwe hazir kin, wê mera diha hêsa be, wekî halekî çetinda dilrihet bimînin. Gelo ev hazirbûn tê hesabê, ku baweriya me hindava Yehowa kêm e? Hemikî na. Bi rastî gava em xwe hazir dikin, em baweriya xwe nîşan dikin, ku Yehowa bi rastî dikare alî me bike. Xebera Xwedê şîretê dide me, wekî em xwe bona teşqelên tebiyetê hazir kin (Metelok 22:3 bixûne). Û teşkîleta Xwedê bi saya jûrnal, civîn û elametiya gelek cara dilê me qewî kiriye, ku em xwe bona derecên xof hazir kin. c Belê, çimkî em Yehowa bawer dikin, em nihada, pêşiya ku teşqelek bê serê me, li gora vê şîreta Kitêba Pîroz dijîn.

Hazirbûn dikare alî te bike wedê teşqela sax bimînî (Abzasa 11 binihêre) d

11. Em ji mesela xûşka me Margarêt çi hîn dibin?

11 Were binihêrin çi hate serê xûşka me Margarêt. Gava ku agirekî mezin herêma wê ket, dewletê jêra got wekî ew ji mala xwe bireve. Gelek kes ji malên xwe direviyan, lema ser rê gelek erebe hebûn, û rê-dirb hate dadanê. Her dera dûmaneke reş bela bibû, û Margarêt wextekê ji ereba xwe nikaribû derketa. Lê çentê wêda xerîte hebû, ewê ew derxist û xwera rêke din dît. Ewê hela hê ev rê pêşda cêribandibû, ku gava tiştekî xof biqewime, ew bikaribe vê rê zû bivîne. Bi saya vê yekê, ku ewê xwe pêşda hazir kiribû, ewê emirê xwe xilaz kir.

12. Em çima guh didin rêberiya ku bona sax-silametiya me tê dayînê?

12 Bona sax-silametiya me û ya merivên din, dibeke dewlet derketina derva ser wextekê qedexe bike, yan bêje ku gerekê em mala xwe bihêlin birevin, yan jî rêberîke din bide me. Hinek kes guh nadin van rêberiya, çimkî naxwazin mal û milkê xwe bihêlin û birevin. Lê gelo derecên usada xizmetkarên Xwedê çi dikin? Kitêba Pîroz mera dibêje: “Gura her serwêriyên merivayêda bin, bona xatirê Xudan, gura padşêda bin, çawa serwêrê herî bilind, usa jî gura weliyada bin, ku ji aliyê padşêda şandî ne” (1 Petrûs 2:13, 14). Teşkîleta Xwedê jî bona sax-silametiya me rêberiyê dide me. Mera îda gelek car hatiye gotinê, ku gerekê em adrês û hejmara têla xwe bidin rûspiyên civatê, wekî ewana derecên çetinda bikaribin tevî me têklî bin. Gelo te îda ev yek kiriye? Diqewime mera rêberî bê dayînê, ku em çawa dikarin xwe biparêzin, kuda birevin û ji kîderê alîkariyê bistînin. Yan jî, dibeke mera bê gotinê, ku em çawa û kengê dikarin alîkariyê bidin kesên din. Hergê em guh nedin van rêberiya, em dikarin jîyîna xwe û jîyîna rûspiya jî bikine qeziyê. Bîr nekin ku ev mêrên amin miqatî me dibin û bona me xem dikin (Îbranî 13:17). Margarêt usa dibêje: “Ez ji sed selefî bawer im, ku rêberiya rûspiya û teşkîletê ez ji mirinê xilaz kirime”.

13. Gelek xizmetkarên Xwedê, yên ku bûne koçber, çawa dilrihetî û şabûna xwe unda nekirine?

13 Gelek xûşk-birên me ji bo şer, teşqelên tebiyetê yan tevlihevbûna welatda, bûne koçber. Ewana her tiştî dikin, wekî hînî halê xweyî teze bin û berdewam dikin şixulên ruhanîva mijûl bin. Mîna Mesîhiyên qirna yekê, yên ku ji bo peyketina bibûne koçber, ewana jî her dera “Mizgîniya xeberê” bela dikin (Karên Şandiya 8:4). Belakirina xebera xêrê alî wan dike, ku berî her tiştî dîna xwe bidin Padşatiya Xwedê, ne ku çetinayên xwe. Lema jî ewana dilrihetî û şabûna xwe unda nakin.

GAVA PEY ME DIKEVIN

14. Çawa peyketin dikare dilrihetiyê ji me bistîne?

14 Wedê peyketina, em dikarin gelek tiştên ku dilrihetiyê didin me, unda kin. Çaxê em aza tevî hev top dibin, mizgîniyê bela dikin û natirsin ku emê bikevin kelê, em şabûnê û dilrihetiyê distînin. Lê hergê em nikaribin van tişta aza bikin, tirs û xof dikare bikeve dilê me, ku axiriyêda çi wê biqewime. Fikir û hestên usa normal in. Lê gerekê em haş ji xwe hebin, çimkî Îsa pêşda gotibû ku şagirtên wî dikarin wedê zêrandina bilikumin (Yûhenna 16:1, 2). Seva ku em wedê zêrandina dilrihetiya xwe unda nekin, gerekê em çi bikin?

15. Çima ne lazim e ku em zêrandina bitirsin? (Yûhenna 15:20; 16:33).

15 Xebera Xwedê usa dibêje: “Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê” (2 Tîmotêyo 3:12). Gava welatekîda, şixulê me hate qedexekirinê, birakî bi navê Andrêy bawer nedikir, ku wê pey hemû xûşk-bira kevin. Ewî xwera usa digot: “Welatê meda Şedên Yehowa gelek in. Dewlet ça dikare me hemûya bavêje kelê?” Lê fikirên usa, dilrihetî ji wî distandin. Aliyê dinva jî, xûşk-birên din xwe dispartine Yehowa, û nedifikirîn ku ewana wê qe nekevine kelê. Wana zanibû ku rojekê, diqewime ewana bikevin kelê, lê wana mîna Andrêy gelek xem nedikir. Lema jî ewî safî kir, wekî mîna van xûşk-bira bifikire û xwe bi temamî bispêre Xwedê. Gelek wext derbaz nebû ku dilê wî rihet bû. Û niha çiqas problêmên wî hebin jî, ew şabûna xwe unda nake. Halê me jî dikare usa be. Rast e em dikarin rastî zêrandina bên, lê çawa Îsa gotibû, em dikarin amin bimînin (Yûhenna 15:20; 16:33 bixûne).

16. Gerekê em wedê zêrandina guh bidin kîjan rêberiyê?

16 Gava şixulê me bi temamî yan hine aliyada tê qedexekirinê, dibeke em ji Beytelê yan ji rûspiya rêberiyê bistînin. Nêta vê rêberiyê ew e, ku em bêne xweykirinê, xwarina ruhanî berdewam kin bistînin û heta ku mecal heye mizgîniyê bela kin. Hergê em meniya rêberiyê rind fem nekin jî, em bi dil û can dixwazin li gora wê bimeşin (Aqûb 3:17). Usa jî, gerekê em tu car înformasiya derheqa xûşk-bira yan şixulên civatê, wan merivara eşkere nekin, îzina kê tune vê yekê bizanibe (Waîz 3:7).

Çi wê alî te bike wekî tu rojên giranda dilrihet bimînî? (Abzasa 17 binihêre) e

17. Mîna şandiya em dixwazin bi dil û can çi bikin?

17 Menîke sereke ku Mîrê-cina çira himberî xizmetkarên Xwedê şer dike ew e, ku ewana derheqa Îsa şedetiyê didin (Eyantî 12:17). Îzinê nede ku Mîrê-cina û dinya wî te bitirsînin. Gava em himberî miqabilîbûnê mizgîniyê bela dikin û meriva hîn dikin, dilê me rihet e û em şa dibin. Qirna yekêda, gava şandiyara hate qedexekirinê wekî mizgîniyê bela kin, wana safî kir ku berî pêşin guh bidin Xwedê. Wana belakirina mizgîniyê neda sekinandinê, û ji vê yekê şabûneke mezin distandin (Karên Şandiya 5:27-29, 41, 42). Hemikî, hergê şixulê me bê qedexekirinê, gerekê em wedê belakirina mizgîniyê fesal bin (Metta 10:16). Lê hergê em çi ji destê me tê bikin, ku xebera xêrê bela kin, Yehowa wê ji me razî be û dilê me wê rihet be.

“XWEDÊYÊ EDILAYIYÊ WÊ TEVÎ WE BE”

18. Edilayî û dilrihetiya ku mera lazim e ji ku tê?

18 Bawer be ku wedê herî giranda jî, em dikarin dilrihet bin. Wextên usada, gerekê em bîr nekin wekî em hewcê edilaya Xwedê ne, edilayî û dilrihetiya ku tenê Yehowa dikare bide me. Lema jî çaxê nexweşî bela dibin, teşqelên tebiyetê diqewimin yan jî zêrandin destpêdibin, xwe bispêre Yehowa, û li gora rêberiya teşkîleta wî bimeşe. Bîne ber çevê xwe ku rojên xweş hîviya te ne. Kitêba Pîroz usa soz dide: “Xwedêyê edilayiyê wê tevî we be” (Fîlîpî 4:9). Gotara dinda, emê bivînin, ku em çawa dikarin alî wan xûşk-bira bikin, yên ku ketine tengasiya, ku ewana bikaribin “edilayiya Xwedê” bistînin.

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

a Yehowa soz daye ku ewê edilayê bide kesên ku wî hiz dikin. Gelo edilaya ku Xwedê dide me çi ye, û em çawa dikarin vê edilayê dest xin? Çaxê nexweşî bela dibin, teşqelên tebiyetê diqewimin yan jî pey me dikevin, gelo “edilayiya Xwedê” çawa alî me dike? Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin.

b Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

c Gotara bi navê “Bona Axiriya Rojên Axiriyê Hazir bin” binihêre (mwb21.05 rûp. 9).

d ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Xûşkekê pêşda xwe hazir kiriye, ku bireve serê xwe xilaz ke.

e ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Welatekîda kîderê şixulê belakirina mizgîniyê hatiye qedexekirinê, birakî me fesal kesên dinra şedetiyê dide.