Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 50

Bi Bawerî û Kirên Qenc Emê Bigihîjin Rastiyê

Bi Bawerî û Kirên Qenc Emê Bigihîjin Rastiyê

“Birahîm baweriya xwe Xwedê anî û ew yek jêra rastî hate hesabê” (ROMAYÎ 4:3).

KILAMA 119 Gere Baweriya Me Hebe

VÊ GOTARÊDA a

1. Gava em derheqa baweriya Birahîm difikirin, dibeke çi pirs cem me pêşda tê?

 GELEK meriv derheqa navê Birahîm pêxember bihîstine, lê dîsa jî heçî zef ji wana derheqa wî hindikî zanin. Hemikî tu derheqa Birahîm gelek tişt zanî. Mesele, tu zanî wekî ew “bavê” hemû bawermenda tê navkirinê (Romayî 4:11). Diqewime tu pirsê didî xwe: “Gelo ez dikarim pêgeha Birahîmda herim û baweriya min dikare mîna ya wî qewî be?” Belê, tu dikarî!

2. Çima ferz e ku em derheqa serhatiya Birahîm lêkolîn kin? (Aqûb 2:22, 23)

2 Seva ku baweriya me mîna ya Birahîm qewî be, em gerekê serhatiya wî lêkolîn kin. Li gora fermana Xwedê, Birahîm çû welatekî dûr, bi deha sala konada dima û hazir bû kurê xweyî delal, Îshaq bike qurban. Ev kirên Birahîm nîşan dikin, wekî baweriya wî qewî bû. Birahîm bi bawerî û kirên xwe qebûlkirin û dostiya Xwedê qazanc kiribû (Bixûne Aqûb 2:22, 23). Yehowa dixwaze wekî her yek ji me wan kerema bistîne. Lema jî Xwedê rêberî Pawlos û Aqûb kir, wekî ewana ji bîna ber wî derheqa Birahîm binivîsin. Emê niha bivînin ku Romayî serê 4-da û Aqûb serê 2-da derheqa Birahîm çi tê gotinê. Him Pawlos him jî Aqûb derheqa Birahîm tiştekî gelek ferz dibêjin.

3. Pawlos û Aqûb kîjan rêz wekilandibûn?

3 Pawlos û Aqûb gotinên xwe ji Destpêbûn 15:6 wekilandin. Ev rêz usa dibêje: “Birahîm baweriya xwe Xwedê anî û ew yek jêra rastî hate hesabê”. Gava Xwedê kesekî rast hesab dike, ev yek tê hesabê ku Xwedê ji wî razî ye û ew kes ber çevê wî bêsûc e. Bona merivên qisûrdar û gunekar çiqas qedirekî mezin e, ku dikarin aliyê Xwedêda bêsûc bêne hesabê! Emê niha pêbihesin, ku Yehowa çira Birahîm ça yekî rast nav kir û em gerekê çi bikin, seva ku em jî usa bêne hesabê.

BAWERIYA ME GEREKÊ HEBE WEKÎ EM RAST BÊNE HESABÊ

4. Çi dikare riya meriva bigire ku rast bêne hesabê?

4 Gava Pawlosê şandî Romayara neme nivîsî, ewî got ku hemû meriv gunekar in (Romayî 3:23). Lê hergê usa ye, meriv çawa dikare çevê Xwedêda rast yan jî bêsûc bê hesabê? Gelo meriv çawa dikare qebûlkirina Xwedê qazanc ke? Pawlos mesela Birahîm da xebatê, wekî caba vê pirsê zelal ke.

5. Yehowa çira Birahîm ça yekî rast nav kir? (Romayî 4:2-4)

5 Gava Birahîm welatê Kenanêda bû, çira Yehowa ew ça yekî rast nav kir? Gelo menî ew bû ku Birahîm gura Qanûna Mûsada bû? Hemikî na! (Romayî 4:13) Çaxê Xwedê got ku Birahîm yekî rast e, hingê Qanûna Mûsa hê tune bû. Ev Qanûn paşî 400 salî zêdetir derket. Lê çira Xwedê ew ça yekî rast hesab kir? Yehowa qenciya xwe wîra da kifşê û ji bo baweriya wî ew ça merivekî rast nav kir (Bixûne Romayî 4:2-4).

6. Çi cûreyî Yehowa merivê gunekar ça yekî rast hesab dike?

6 Pawlos şirovekir, ku gava kesek baweriya xwe Xwedê tîne, “bi vê baweriyê ew rast hesab dibe” (Romayî 4:5). Pawlos usa berdewam kir: “Dawid jî aha xweziya xwe li wî merivî tîne, yê ku Xwedê bêyî kira wî rast hesab dike. ‘Xwezî li wan, ku neheqiyên wan hatine baxşandinê û gunên wan hatine nixamtinê. Xwezî li wî bendeyî, ku Xudan wîra gune hesab nake’” (Romayî 4:6-8; Zebûr 32:1, 2). Xwedê dinixumîne, dêmek bi temamî gunên wan meriva dibaxşîne, yên ku baweriya xwe wî tînin. Ji bo baweriya wan, Xwedê wana rast hesab dike.

7. Em çira dikarin bêjin ku xizmetkarên Xwedêye berê merivne rast bûn?

7 Rast e Birahîm, Dawid û xizmetkarên Xwedêye din merivên gunekar bûn, yeke ewana ça merivên rast hatine hesabê. Lê xizmetkarên Xwedê û kesên ku wî nahebînin, ber çevê Xwedê mîna hev nînin. Xizmetkarên wî baweriya xwe wî tînin, lema jî ew wana bêsûc hesab dike (Efesî 2:12). Çawa ku Pawlos nema xweda zelal kir, meriv bê bawerî nikare bibe dostê Xwedê. Birahîm û Dawid dostên Xwedê bûn, çimkî wana baweriya xwe Xwedê dianî. Em jî dikarin bi baweriya xwe bibine dostên Xwedê.

BAWERÎ Û KIRÊN ME ÇAWA HEVVA GIRÊDAYÎ NE?

8-9. Hine meriva nivîsarên Pawlos û Aqûbda çi şaş fem kirine û çira?

8 Bi qirna, serwêrên dêra hevra dikevine dewê seva vê yekê, ku bawerî kirava girêdayî ye, yan na. Hine serwêrên rêlîgî usa dibêjin: “Baweriya xwe Îsa Mesîh bîne û tuyê xilaz bî”. Ewana xwe li van gotinên Pawlos digirin: “Xwedê bêyî kira wî rast hesab dike” (Romayî 4:6). Lê yên din jî dibêjin, ku hergê meriv here ziyareta yan dêra û tiştên qenc bike, ewê xilaz be. Ewana dibêjin, ku Aqûb 2:24 hîmê nihêrandina wan e, kîderê ku tê gotinê: “Hûn dibînin ku meriv bi kira rast tê hesabê, ne ku tenê bi baweriyê?”

9 Ji bo nihêrandinên cude, hine serwêrên rêlîgî difikirin, ku Pawlos û Aqûb mîna hev nafikirin derheqa vê têmayê, ku bawerî çawa kirên merivava girêdayî ye. Bi giliyên hine serwêrên rêlîgî, Pawlos bawer dikir, wekî seva ku qebûlkirina Xwedê bistînin, tenê bawerî bes e, lê Aqûb bawer dikir, wekî meriv gerekê tiştên qenc bikin. Profêsorekî rêlîgî usa got: “Aqûb fem nedikir ku Pawlos çima digot, wekî seva ku rast bêne hesabê, bawerî tenê bes nîne, û vê pirsêda Aqûb mîna Pawlos nedifikirî”. Lê Yehowa rêberî da him Pawlos him jî Aqûb, wekî van giliya binivîsin (2 Tîmotêyo 3:16). Seva ku em nêta wan giliya rast fem bikin, em gerekê kontêksta nivîsarên wan binihêrin.

Pawlos gote Mesîhiyên Cihû, yên ku Romêda bûn, wekî ne ku pêkanîna Qanûna Mûsa ferz e, lê bawerî (Binihêre abzasa 10) b

10. Pawlos besa kîjan “kira” dikir? (Romayî 3:21, 28) (Binihêre usa jî şikil.)

10 Romayî serê 3 û 4-da Pawlos derheqa kîjan “kira” digot? Ewî besa pêkanîna “kirên Qanûnê” dikir, dêmek Qanûna Mûsa. Xwedê ev Qanûn ser Çiyayê Sînayê dabû Îsraêliya (Bixûne Romayî 3:21, 28). Ça tê kifşê, rojên Pawlosda hine Mesîhiyên Cihû bawer dikirin, wekî ewana gerekê hela hê xwe li Qanûna Mûsa bigirin. Pawlos pê mesela Birahîm îzbat kir, wekî seva ku meriv rast bê hesabê, hewce nîne ku ew xwe li Qanûna Mûsa bigire. Lê dewsê bawerî lazim e. Gava em baweriya xwe Xwedê û Mesîh tînin, Xwedê me qebûl dike. Ev yek hêlanîke mezin e.

Aqûb Mesîhî hêlan dikirin, wekî baweriya xwe bi kirên qenc nîşan kin û firqiyê nekine orta meriva (Binihêre abzasa 11-12) c

11. “Kirên” ku Aqûb dîna me dikişîne ser wan çi ne?

11 Aliyê dinva, mena xebera “kirên”, kîjan ku Aqûb serê 2-da tê gotinê, û “kirên Qanûnê” derheqa kîjanî Pawlos dibêje, ne mîna hev in. Aqûb dîna me dikişîne ser tiştên ku xizmetkarên Xwedê jîyîna xweye herrojîda dikin. Tiştên usa nîşan dikin, hela em bi rastî baweriya xwe Xwedê tînin yan na. Were em dîna xwe bidine du mesela, kîjan ku Aqûb dide xebatê.

12. Li gora şirovekirina Aqûb, bawerî û kirên qenc çawa hevva girêdayî ne? (Binihêre usa jî şikil.)

12 Mesela pêşinda, Aqûb bi zelalî dibêje, ku xizmetkarên Xwedê gerekê firqiyê nekine orta meriva. Ewî meseleke usa anî, ku gava kesek qedir û qîmetê dide yekî dewlemend, lê yê belengaz ber tu tiştî hesab nake. Ev meriv diqewime dibêje, wekî baweriya wî heye, lê kirên wî vê yekê nîşan nakin (Aqûb 2:1-5, 9). Mesela dudada, Aqûb derheqa wî merivî gilî dike, yê ku birakî yan xûşkeke bê kinc û bê xwarin divîne, lê alî wan nake. Hergê jî ev kes bêje ku baweriya wî heye, lê yeke kirên wî vê yekê nîşan nakin, baweriya wî kêrî tiştekî nayê. Aqûb usa nivîsî: “Bawerî, heger kirên wê tunebin, bi tenê mirî ye” (Aqûb 2:14-17).

13. Aqûb çawa nîşan kir ku him bawerî, him jî kirên qenc gelek ferz in? (Aqûb 2:25, 26)

13 Aqûb besa Rexabê jî kir, ya ku baweriya xwe bi kirên xwe nîşan dikir (Bixûne Aqûb 2:25, 26). Ewê bihîstibû derheqa tiştên ku Yehowa bona Îsraêliya kiribû, û zanibû wekî Yehowa piştgiriya Îsraêliya dike (Yêşû 2:9-11). Rexabê baweriya xwe bi kirên xwe îzbat kir. Gava jîyîna du cesûsên Îsraêlî ketibû qeziyê, ewê ew veşartin. Mîna Birahîm, ew jina ne Îsraêlî jî, rast e gunekar bû û xwe li Qanûna Mûsa nedigirt, lê ew rast hate hesabê. Ji serhatiya Rexabê em hîn dibin, ku ferz e wekî em bi kirên xwe baweriya xwe nîşan kin.

14. Gotinên Pawlos û Aqûb çima ne miqabilî hev in?

14 Derheqa bawerî û kirên qenc, Pawlos alîkîva şirovedike, lê Aqûb alîkî dinva. Pawlos Mesîhiyên Cihûra got, wekî ewana nikarin tenê bi pêkanîna Qanûna Mûsa qebûlkirina Yehowa bistînin. Lê Aqûb zelal kir ku gerekê hemû xizmetkarên Xwedê baweriya xwe bi kirên qenc nîşan kin.

Gelo bawerî te hêlan dike, wekî wan tişta bikî, çi ku Yehowa qebûl dike? (Binihêre abzasa 15)

15. Bi kîjan kirên qenc em dikarin baweriya xwe nîşan kin? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Seva ku em ça kesên rast bêne hesabê, Yehowa nabêje ku gerekê em hema vê yekê bikin çi ku Birahîm kir. Gelek mecal hene ku em baweriya xwe bi kirên xwe nîşan kin. Civatêda em dikarin wan meriva silav kin, yên ku teze hatine, alîkariyê bidine xûşk-birên destteng û neferên xwera qenciyê bikin. Hergê em usa bikin, Xwedê wê ji me razî be û me kerem ke (Romayî 15:7; 1 Tîmotêyo 5:4, 8; 1 Yûhenna 3:18). Seva ku em baweriya xwe bi kirên xwe nîşan kin, mecaleke din ew e, ku bi xîret mizgîniyê bela kin (1 Tîmotêyo 4:16). Em gişk dikarin pê kirên xwe nîşan kin, wekî em bawer dikin ku hemû sozên Yehowa wê eseyî bêne sêrî û rêberiya wî ya here baş e. Hergê em usa bikin, em dikarin dudilî nebin ku Xwedê wê me rast hesab ke û me ça dostê xwe nav ke.

GUMAN BAWERIYA ME QEWÎ DIKE

16. Guman û baweriya Birahîm çawa hevva girêdayî bûn?

16 Ji Romayî serê 4, em pêdihesin ku gelek ferz e gumana me qewî be. Yehowa soz dabû ku ewê bi saya Birahîm “gelek mileta” kerem ke. Ev gumana ku Xwedê dabû Birahîm, gelek xweş bû! (Destpêbûn 12:3; 15:5; 17:4; Romayî 4:17) Lê gava Birahîm 100 salî bû û Serah 90 salî, kurê ku Xwedê soz dabû wan hê wanra nebibû. Li gora nihêrandina meriva, ev yek ça tiştekî nebûyî dihate kifşê. Ev bona Birahîm cêribandineke mezin bû. Lê “Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta” (Romayî 4:18, 19). Axiriya-axiriyê, ew çida guman bû, hate sêrî. Birahîm bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hizret hîviyê bû (Romayî 4:20-22).

17. Em ji ku zanin ku em dikarin bibine dostên Xwedê?

17 Em dikarin qebûlkirina Xwedê bistînin û çawa Birahîm bibine dostên Xwedê. Pawlos ser Birahîm usa gotibû: “Lê ev gotin ne tenê bona Birahîm hate nivîsarê, ku Xwedê ew rast hesab kir, lê belê bona me jî rastbûn wê bê hesabê, kîjanên wî bawer dikin, yê ku Xudanê me Îsa ji mirinê rakir” (Romayî 4:23, 24). Em gerekê mîna Birahîm baweriya xwe Yehowa bînin, tiştên qenc bikin û bawer bin ku hemû sozên Yehowa wê bêne sêrî. Pawlos Romayî serê 5-da besa vê gumanê dike, ya ku Xwedê daye me. Gotara dinda emê derheqa vê yekê şêwir kin.

KILAMA 28 Dostiyê Tevî Yehowa Qazanc kin

a Em dixwazin ku Xwedê ji me razî be û me rast hesab ke. Bi saya nivîsarên Pawlos û Aqûb, emê bivînin ku bawerî û kirên qenc çawa hevva girêdayî ne û em çawa dikarin bibine dostên Xwedê.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Pawlos Mesîhiyên Cihûyara got, wekî ne hewce ye ku ewana Qanûna Mûsa bînin sêrî, mesele xwekirina kirasekî, ku têlê şîn bi rîşiyên wîva dirûtî ye, derbazkirina Cejina Derbazbûnê û edetên destşûştinê. Dewsa van tişta, gerekê wana dîna xwe bida baweriya xwe.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Aqûb Mesîhî hêlan dikirin, wekî kirên qenc bikin, mesele alîkariyê bidine kesîba.