Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 53

Birên Cahil, Bibine Mesîhiyên Gihîştî

Birên Cahil, Bibine Mesîhiyên Gihîştî

“Hêzdar û mêrxas be” (1 PADŞATÎ 2:2)

KILAMA 135 Yehowa Dibêje: “Kurê Min, Serwaxt be”

VÊ GOTARÊDA a

1. Seva ku bira pêşdaçûyî be, ew gerekê çi bike?

 DAWID Padşa Silêmanra got: “Hêzdar û mêrxas be” (1 Padşatî 2:1-3). Ev şîret bona hemû birên ku dixwazin çev bidine Îsa, gelek ferz e. Seva ku ewana pêşdaçûyî bin, ewana gerekê hîn bin guh bidine qanûnên Xwedê. Usa jî ewana gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweyî herrojîda bînin sêrî (Lûqa 2:52). Çira gelek ferz e ku birên cahil bibine şagirtên Îsa yên gihîştî?

2-3. Çira ferz e ku birên cahil bibine Mesîhiyên gihîştî?

2 Birên me him malbetêda him jî civatêda cabdariyên ferz tînin sêrî. Birên cahil, bê şik hûn jî dixwazin cabdariya bistînin. Diqewime te xwera nêt daniye, wekî bibî xizmetkarê hertim, berdestiyê civatê, û paşê bibî rûspiyê civatê. Dibeke tu usa jî dixwazî bizewicî û bibî bav (Efesî 6:4; 1 Tîmotêyo 3:1). Seva ku tu bigihîjî van nêta, gaveke ferz ew e, ku tu bibî Mesîhiyê ruhanîda gihîştî. b

3 Çi dikare alî te bike, wekî tu ruhanîda gihîştî bî? Bona vê yekê, lazim e, wekî tu hine hunurên ferz nav xweda pêşda bînî. Usa jî, tu dikarî xwe nihada bona cabdariyên teze hazir kî.

GAVÊN FERZ

Hergê hûn çev bidine xeyset-hunurên Îsa, ev yek wê alî we bike ku bibine Mesîhiyên gihîştî (Binihêre abzasa 4)

4. Tu dikarî kîderê bona xwe meselên baş bivînî? (Binihêre usa jî şikil.)

4 Çev bide meselên baş. Kitêba Pîrozda gelek serhatiyên merivên gihîştî hene. Wana Xwedê hez dikir û cûre-cûre cabdarî dianîne sêrî, ku bona cimeta Xwedê xem bikin. Îro jî merivên usa gihîştî malbet û civata teda hene (Îbranî 13:7). Îsa jî meseleke bêqisûr mera hîştiye (1 Petrûs 2:21). Serhatiyên van kesa rind lêkolîn ke û dîna xwe bide hunurên wane here baş (Îbranî 12:1, 2). Paşê bifikire, ku tu çida dikarî çev bidî wan.

5. Çi dikare alî te bike kûr bifikirî û ev yek çira ferz e? (Zebûr 119:9)

5 Hertim kûr bifikire (Metelok 3:21). Mêrê aqil pêşiyê rind difikire û paşê kar dike. Lê çira carna hêsa nîne, wekî em kûr bifikirin? Çimkî heçî zef xortên vê dinê, li gora hest û fikirên xwe safîkirina dikin (Metelok 7:7; 29:11). Usa jî têlêvîziyon, fîlm û întêrnêt dikarin ser fikir û kirên te hukum kin. Lê tu ça dikarî hîn bî ku rast bifikirî? Lêkolîn ke, ku Yehowa derheqa filan tiştî çi difikire, û fem ke ku ev yek bona te çira kêrhatî ye. Paşê bi alîkariya van prînsîpa safîkirinên usa bike, ku dilê Yehowa şa dikin (Bixûne Zebûr 119:9). Hergê tu hîn bî ku usa bifikirî, ev yek wê alî te bike, wekî bibî merivekî gihîştî (Metelok 2:11, 12; Îbranî 5:14). Dîna xwe bidê, ku fikirandina kûr wan herd derecada ça dikare alî te bike: (1) ku tu hindava xûşkada çi cûreyî û (2) safîkirinên te hindava kincxwekirina te çi cûreyî ye.

6. Fikirandina kûr çawa dikare alî birên cahil bike, ku qedirê xûşk-bira bigirin?

6 Birê ku nihêrandina Yehowa hildide hesab, qedirê xûşka digire. Gava birak dixwaze xûşkekê rind nas ke, ev tiştekî normal e. Lê hergê nêta wî tune ye ku bizewice, gerekê ew bi gotin û kirên xwe hestên romantîk hindava xûşkêda nede kifşê (1 Tîmotêyo 5:1, 2). Hergê ew rastî xûşkekê tê, ew gerekê miqat be, wekî navê wêye baş biparêze. Lema jî ewê tu car tenê cîkî tevê wê nemîne (1 Korintî 6:18).

7. Birê cahil çawa dikare bona kincxwekirin û xemilandina xwe safîkirinên bîlan bike?

7 Usa jî, bira dikare bi kinc û xemilandina xwe bide kifşê, ku ew yekî gihîştî ye. Gelek car, merivên usa modê derdixin, yên ku qedirê Yehowa nagirin û bi jîyîneke bênamûs dijîn. Mesele, ewana kincên usa derdixine modê, kîjan ku gelek teng in û mêra dikine mîna jina. Merivê gihîştî wê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz kinca xwera bijbêre û civatêda çev bidine meselên baş. Ji xwe bipirse: “Gelo safîkirinên min didine kifşê, wekî ez pêşiya ku kincekî bijbêrim, kûr difikirim û qedir hindava merivên din didime kifşê? Gelo kincxwekirina min nîşan dike, ku ez Şedê Yehowa me?” (1 Korintî 10:31-33; Tîto 2:6). Xortê bîlan, wê him ber çevê xûşk-bira, him jî ber çevê Yehowa Xwedê, gelek qîmet be.

8. Birê cahil çawa dikare bibe yekî xîret?

8 Merivekî xîret be. Xortê bi îtbar hemû cabdariyên xwe tîne sêrî (Lûqa 16:10). Îsa meseleke bêqisûr mera hîştiye. Ew yekî xîret bû û timê cabdariyên xwe dianîn sêrî. Ew hazir bû wî çaxî jî cabdariyên ku Yehowa dabû wî, bîne sêrî, gava wîra çetin bû. Ewî meriva û îlahî şagirtên xwe usa hez dikir, ku hazir bû emirê xwe jî bona wan bide (Yûhenna 13:1). Mîna Îsa xîret be, wekî her cabdariyên xwe, ku te standiye, bînî sêrî. Hergê tu nizanî çi cûreyî cabdariya xwe bînî sêrî, milûk be û ji birên gihîştî alîkariyê bixwaze. Cabdariya xwe ça lazim e bîne sêrî (Romayî 12:11). Vê yekê bi dil û can bike, “çawa bona Xudan, ne ku bona meriva“ (Kolosî 3:23). Hemikî tu bêqisûr nînî, lema jî milûk be û şaşiyên xwe qebûl ke (Metelok 11:2).

FERESETÊN BAŞ QAZANC KE

9. Çira birê cahil gerekê fereset û pêşê kêrhatî hîn be?

9 Seva ku tu bibî yekî gihîştî, gerekê tu feresetên kêrhatî qazanc kî. Ev yek wê alî te bike, wekî tu civatêda cabdariya qebûl kî, xebatê dest xî ku ebûra malbeta xwe bikî û heleqetiya te tevî kesên din baş be. Emê niha derheqa vê yekê, çend tiştên ferz pêbihesin.

Xwendin û nivîsandin wê karê him bide te, him jî civatê (Binihêre abzasa 10-11)

10-11. Birê ku xwendin û nivîsandina wî baş be, wê çawa karê bide xwe û civatê? (Zebûr 1:1-3) (Binihêre usa jî şikil.)

10 Xwendin û nivîsandinê rind hîn be. Kitêba Pîroz dibêje, ku mêrekî bextewar û pêşdaçûyî, her roj Xebera Xwedê dixûne û kûr ser difikire (Bixûne Zebûr 1:1-3). Hergê bira usa bike, ewê nihêrandina Yehowa diha baş fem ke û hîn be, ku bi zelalî bifikire û safîkirinên baş bike (Metelok 1:3, 4). Civatêda hewcetiya birên usa gihîştî heye. Gelo çira?

11 Xûşk-birên me hewcê birên gihîştî ne, yên ku dikarin li gora Kitêba Pîroz rêberî û şîreta bidin (Tîto 1:9). Hergê xwendin û nivîsandina te baş be, tuyê bikaribî cabên baş bidî û gotarên kêrhatî hazir kî. Ev yek wê baweriya xûşk-bira diha qewî ke. Usa jî tu dikarî wedê civatê, civatên mezin û lêkolîna şexsî, xwera fikirên kêrhatî binivîsî. Ev fikir wê alî te bikin, wekî tu baweriya xwe hê qewî kî û merivên din bişidînî.

12. Çi wê alî te bike, wekî tu bikaribî tevî meriva bikevî xeberdanê?

12 Hîn be ku rind guh bidî meriva û tevî wan bikevî xeberdanê. Gelek ferz e, wekî bira bizanibin ku ça tevî meriva bikevine xeberdanê. Seva ku bira fikir û nihêrandina kesên din diha baş fem ke, ew gerekê rind guh bide wan (Metelok 20:5). Ew dikare ji dengê meriv, beşera wî û jêstên wî, gelek tişt derheqa wî pêbihese. Bona vê yekê, tu gerekê wede tevî wan derbaz kî. Hergê tu bona xeberdanê timê hacetên elektronîk, mesele nema û êmayla didî xebatê, wext şûnda wê tera çetin be tevî meriva bikevî xeberdanê. Lema jî mecala bigere, wekî rû bi rû bi tevî meriva xeber dî (2 Yûhenna 12).

Van pêşa hîn be, yên ku wê alî te bikin xwera xebatê bivînî (Binihêre abzasa 13)

13. Birê cahil usa jî gerekê hîn be? (1 Tîmotêyo 5:8) (Binihêre usa jî şikil.)

13 Hîn be ebûra xwe bikî. Birên gihîştî gerekê ebûra xwe û malbeta xwe bikin (Bixûne 1 Tîmotêyo 5:8). Hine welatada, birên cahil ji bavê xwe yan jî ji merivên xwe pêşekî hîn dibin. Lê welatên dinda, hine xort kolêcada hine pêşe qazanc dikin. Vê yekê hîn be, çi ku wê alî te bike xwera xebateke baş bivînî (Karên Şandiya 18:2, 3; 20:34; Efesî 4:28). Şixulda ser xwe be û şixulê xwe nîvîda nehêle. Usa kesên din wê bivînin, wekî tu yekî xebathez î. Hergê tu usa bikî, tuyê hêsa xwera xebatê bivînî û unda nekî. Usa jî, fereset û pêşên usa qazanc ke, yên ku wê bona cabdariya kêrî te bên. Were em dîna xwe bidine çend tişta, yên ku wê alî te bikin.

XWE BONA AXIRIYÊ HAZIR KE

14. Birê cahil ça dikare xwe hazir ke, seva ku bibe xizmetkarê hertim?

14 Xizmetiya hertim. Gelek birên gihîştî cahiltiyêda dibine xizmetkarên hertim. Xizmetiya pêşengtî alî xorta dike, ku tevî cûre-cûre meriva hevkariyê bikin. Usa jî, ev yek alî wan dike, ku perê xwe bi bîlanî xerc kin (Fîlîpî 4:11-13). Pêşiya ku bira destpêke ça pêşeng xizmet ke, ew dikare wedekî ça pêşengê komekdar xizmetê ke. Xizmetiya pêşengtî dikare derî bona gelek cûre xizmetiya veke, mesele xizmetiya Beytelêda yan jî xizmetiya ser proêktên avakirinê.

15-16. Çi wê alî birê cahil bike, ku bibe berdestiyê civatê, yan jî rûspî?

15 Berdestiyê civatê yan jî rûspî. Gerekê her bira xwera nêt dayne, ku bibe rûspî û alî xûşk-bira bike. Ça Kitêba Pîroz dibêje, her birê ku dixwaze bigihîje vê nêtê, “şixulekî qenc dixwaze” (1 Tîmotêyo 3:1). Pêşiya ku bira bibe rûspî, ew gerekê ser xwe bixebite, wekî bibe berdestiyê civatê. Berdestiyên civatê gelek aliyada piştgiriya rûspiyên civatê dikin. Him rûspî him jî berdestiyên civatê, bi milûktî alî xûşk-bira dikin û bi xîret mizgîniyê bela dikin. Birên cahil ji 17 heta 19 salî, dikarin bibin berdestiyên civatê. Û berdestiyên civatê yên ruhanîda gihîştî, dikarin 20 saliya xweda bibine rûspî.

16 Tu çawa dikarî bona vê cabdariyê xwe hazir kî û kîjan hunur bona vê yekê ferz in? Derheqa van hunura Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê. Ev hunur hezkirina Yehowa, malbet û civatêva girêdayî ne (1 Tîmotêyo 3:1-13; Tîto 1:6-9; 1 Petrûs 5:2, 3). Seva ku tu van hunura fem bikî û bînî sêrî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. c

Yehowa dixwaze ku mêr kulfeta xwe û zarên xwe hez bike, bona hewcên wan xem bike, wanra bibe hevalekî baş û berî pêşin alî wan bike, ku ewana baweriya xwe qewî kin (Binihêre abzasa 17)

17. Birên cahil, seva ku rêberiya malbeta xwe bikin, çawa dikarin xwe hazir kin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Serê malê. Çawa Îsa gotibû, hine birên gihîştî azep dimînin (Metta 19:12). Lê hergê tu bixwazî bizewicî, tu gerekê ça serê malê rêberiya malbeta xwe bikî (1 Korintî 11:3). Yehowa dixwaze, wekî mêr jina xwe hez bike, hemû hewcên wê hilde hesab, jêra bibe hevalekî baş û alî wê bike, ku ew diha nêzîkî Yehowa be (Efesî 5:28, 29). Hunur û feresetên ku vê gotarêda hatine şêwirkirinê, mesele fikirandina kûr, qedirgirtina jina û xîret, gelek ferz in. Ev tişt wê alî te bikin, wekî tu zewacêda bibî hevalekî baş û cabdariyên xwe ça serê malê bînî sêrî.

18. Seva ku birê cahil bibe bavekî baş, ew ça dikare xwe hazir ke?

18 Bav. Paşî zewacê, dibeke tu bibî bav. Tu dikarî ji Yehowa hîn bî, wekî bibî bavekî baş (Efesî 6:4). Yehowa eşkere Kurê xwe Îsara got, ku ew lê hez dike û ji wî razî ye (Metta 3:17). Hergê tu bibî bav, her roj zarên xwera bêje, wekî tu wana hez dikî. Bona kirên wane baş payê wan bide. Bavên ku çev didine Yehowa, alî zarên xwe dikin, ku ewana bibine Mesîhiyên gihîştî. Tu çawa dikarî nihada bona vê cabdariyê xwe hazir kî? Mesele, bi dil û can bona malbeta xwe û xûşk-bira xem bike, usa jî hezkirin û razîbûna xwe wanra bide kifşê (Yûhenna 15:9). Ev yek wê alî te bike, wekî tu bibî bav û mêrekî baş. Tu ber çevê Yehowa gelek qîmet î û dikarî alîkariya mezin bidî malbet û civata xwe.

TUYÊ NIHA ÇI BIKÎ?

Gelek birên cahil, yên ku ji Kitêba Pîroz hîn dibin û şîretên wê emirê xweda didine xebatê, dibine Mesîhiyên gihîştî (Binihêre abzasa 19-20)

19-20. Çi wê alî birên cahil bike, ku bibine merivên ruhanîda gihîştî? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

19 Birên cahil, hûn dikarin xîret bin, ku bibine Mesîhiyên gihîştî. Bona vê yekê lazim e ku hûn xwera meselên baş bijbêrin, timê kûr bifikirin, xîret bin, feresetên kêrhatî qazanc kin, ku ebûra xwe bikin û xwe bona cabdariyên teze hazir kin.

20 Diqewime hûn difikirin, wekî hûn nikarin kêrî van tişta bên. Lê em bawer in, ku hûnê pêşdaçûyî bin. Bîr nekin, Yehowa timê hazir e alî we bike (Îşaya 41:10, 13). Bê şik, xûşk-birên civatê jî wê alî we bikin. Gava hûn bibin merivên li gora dilê Yehowa Xwedê, hûnê bi emirekî xweş û bextewar bijîn. Xortên hêja, em dixwazin wekî Yehowa we hemûya kerem ke, ku hûn bibine Mesîhiyên gihîştî. Em we gelekî hez dikin! (Metelok 22:4)

KILAMA 65 Timê Pêş!

a Civat hewcê wan bira ye, yên ku ruhanîda gihîştî ne. Vê gotarêda emê bivînin, ku çawa birên cahil dikarin bibine Mesîhiyên ruhanîda gihîştî.

b Gotara pêşiya vêda, “Xebera Şirovekirî” binihêre.