Guh Bidine Rêberiya Xwedê Derheqa Îçkê
BÊ ŞIK em qîmet dikin her pêşkêşa ku Yehowa daye me, mesele azaya bijartinê. Li gora Kitêba Pîroz şerav jî pêşkêşeke ji Xwedê ye. Xebera Xwedê usa dibêje: “Ziyafet [nan] ji bo kenînê tê çêkirin, şerav şayê dide jîyînê” (Waîz 10:19, ÎM; Zebûr 104:15). Diqewime te dîtiye ku problêma hine meriva vê yekêda ne, ku ewana zef îçkê vedixwin. Usa jî ser temamiya dinyayê nihêrandina meriva derheqa îçkevexwarinê cûre-cûre ye. Gelo em çawa dikarin derheqa vexwarina îçkê safîkirinên bîlanî bikin?
Firqî tune em kîderê dijîn, yan kîjan kûltûrêda mezin bûne, şîretên Xwedê timê bona kara me ne. Hergê em guh bidine rêberiya Xwedê, emê safîkirinên bîlanî bikin û bextewar bin.
Em divînin ku îro heçî zef meriv zêde îçke vedixwin, hine kes bona kêfa dilê xwe îçkê vedixwin û hine kes jî seva ku xem û derdên xwe bîr kin. Û hine ciyada jî vexwarina zêde nîşana mêrxasiyê ye.
Xwedayê meyî dilovan derheqa vê yekê rêberiya bîlan daye xizmetkarên xwe. Mesele, ewî şîret daye me ku em çawa dikarin xwe ji axiriya xirab, ku ji bo vexwarina zêde pêşda tê, xwey kin. Metelok 23:29-35 besa halê kesekî serxweş û axiriya vexwarina zêde dike. a Rûspîkî bi navê Daniyêl, yê ku Ewropayêda dijî, gilî dike wekî pêşiya ku ew bibûya Şedê Yehowa, jîyîna wî çawa bû. Ew usa dibêje: “Min gelek îçke vedixwar, lema jî min safîkirinên nebaş dikir û gelek bela anî serê xwe. Gava ez wan rojên xirab tînim bîra xwe, ez xemgîn dibim”.
Gelo em çawa dikarin hindava vexwarina îçkê safîkirinên aqilayî bikin û xwe ji wan problêma xwey kin, kîjan ku vexwarina zêde pêşda tîne? Em gerekê bihêlin ku nihêrandina Xwedê ser fikir û kirên me hukum bike.
Were em binihêrin ku Kitêba Pîroz derheqa vexwarina îçkê çi dibêje, û ku çira hine meriv îçkê vedixwin.
KITÊBA PÎROZ DERHEQA VEXWARINA ÎÇKÊ ÇI DIBÊJE?
Xebera Xwedê qedexe nake vexwarina îçkêye bi maqûlî. Kitêba Pîroz dibêje, ku vexwarina şeravê dikare dilê meriva şa bike. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Tu here bi şayî nanê xwe bixwe û bi dilgeşî şerava xwe vexwe” (Waîz 9:7, ÎM). Îsa Mesîh û hine xizmetkarên Yehowaye din jî carna şerav vedixwarin (Metta 26:27-29; Lûqa 7:34; 1 Tîmotêyo 5:23).
Xebera Xwedê eşkere dike ku orta vexwarina maqûlî û serxweşbûnê firqiya mezin heye. Ew usa dibêje: “Bi şeravê serxweş nebin” (Efesî 5:18). Xêncî wê yekê, ew dibêje ku kesê “serxweş . . . Padşatiya Xwedê wê war nebe” (1 Korintî 6:10). Belê, Yehowa vexwarina zêde û serxweşbûnê nefret dike. Dewsa ku em xwe li kûltûra xwe bigirin, em dixwazin xwe li şîretên Xwedê bigirin, ku ewî daye me.
Hine kes dibêjin, wekî ewana dikarin gelek îçkê vexwin û serxweş nebin. Lê ev fikir gelek xof e, çimkî Nivîsarên Pîrozda tê gotinê, wekî Kesên ku îçkêva têne girêdanê, dikarin şaşiyên mezin bikin û miqabilî Yehowa gunên giran bikin (Tîto 2:3; Metelok 20:1). Îsa Mesîh gotibû ku hergê em zêde vexwin, emê nikaribin derbazî dinya teze bin (Lûqa 21:34-36). Gelo çi dikare alî me bike ku em îçkêva neyêne girêdanê?
BIFKIRE KU TU ÇIRA Û ÇIQAS VEDIXWÎ
Hergê em tenê li gora kûltûra xwe derheqa vexwarina îçkê bifikirin, diqewime em zirarê bidine xwe. Em dixwazin ku Yehowa pirsa xwarin û vexwarinêda ji me razî be. Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Awa hergê hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (1 Korintî 10:31). Were em derheqa hine pirsa û prînsîpên Kitêba Pîroz bifikirin:
Gelo ez dixwazim tenê kesên din xweş bêm? Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê pey “piranîyêva” neçin (Derketin 23:2). Yehowa Îsraêliyara got ku ewana gerekê pey wan meriya neçin, yên ku şîretên wî hilnadin hesab. Em jî gerekê guh bidine vê şîretê. Hergê pirsa îçkevexwarinêda em bikevine ber bayê fikirên kesên din, diqewime em ji qanûn û prînsîpên Yehowa dûr kevin (Romayî 12:2).
Gelo ez dixwazim qewata xwe nîşan kim? Hine kûltûrada, vexwarina zêde tiştekî normal e (1 Petrûs 4:3). Lê dîna xwe bidê ku 1 Korintî 16:13 me berbi çi hêlan dike: “Hişyar bimînin, baweriyêda hîmgirtî bin, egît bin, bişidin”. Gelo îçke bi rastî hiş û dilê me diha qewî dike? Na! Îçke dikare hiş û aqilê me tevlihev bike û bibe sebebê safîkirinên nebaş. Bi rastî vexwarina zêde nîşana qewatê nîne, lê nîşana sistbûnê ye. Mesele, Îşaya 28:7 besa kesekî dike, yê ku ji bo vexwarina îçkê ancax rê diçe û dilikume.
Qewata rast ji Yehowa tê. Seva ku ew vê qewatê bide me, gerekê em hişyar bimînin û baweriyêda qewî bin (Zebûr 18:32). Em gerekê xwe xwey kin ji telika û her tiştên xirab, yên ku dikarin ziyanê bidine dostiya me tevî Yehowa. Îsa Mesîh meseleke gelek baş mera hîştiye. Gava ew ser erdê bû, ewî bi mêrxasî tiştên rast dikir. Ji bo vê yekê, gelek meriva qedirê wî digirtin.
Gelo ez vedixwim wekî xem û derdên xwe bîr kim? Zebûrbêjekî Yehowara got: “Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyên Te nefsa min şa dikin” (Zebûr 94:19). Gava dilê te teng dibe, xwe bispêre Yehowa, ne ku îçkê. Seva ku dilê te rihet be, gelek car Yehowara dua bike û dilê xwe wîra veke. Usa jî wê baş be, ku tu ji xûşk-birên gihîştî şîretê bixwazî, çawa ku gelek dikin û karê distînin. Bîr neke: Gava meriv ji bo derdê xwe vedixwe, ev yek dikare xwestina wî sist ke, wekî tiştên rast bike. Axiriyêda, dibeke ew bênamûsiyê yan jî tiştekî nebaş bike (Hoseya 4:11). Daniyêl, besa kîjanî me jorê kiribû, vê yekê tîne ser xwe: “Ez dilteng bibûm û min xwe sûcdar dikir. Seva ku ez xemên xwe bîr kim, gelek car ez pey îçkê diketim. Lê problêmên min diha zêde dibûn. Min hevalên xwe unda kir û xwe bêqîmet hesab dikir”. Gelo çi alî Daniyêl kir? Ew dibêje: “Min fem kir ku ez hewcê Yehowa me, ne ku îçkê. Bi alîkariya Xwedê, min karibû ber problêm û derdên xwe teyax kim”. Halê me çiqas bêçare bê kifşê jî, Yehowa hertim wê destê xwe dirêjî me dike (Fîlîpî 4:6, 7; 1 Petrûs 5:7).
Hergê tu cara îçkê vedixwî, ser van pirsa bifikire: “Gelo neferekî malbeta min, yan hevalekî min ber xwe dikeve, ku ez çiqas vedixwim?” Hergê usa ye, diqewime tu ne jî haş pê heyî, wekî xeysetekî usa nav teda pêşda tê. “Gelo ez niha hê zêde vedixwim, ne ku berê?” Hergê usa ye, diqewime tu îda hêdî-hêdî îçkêva têyî girêdanê. “Gelo bona min çetin e, wekî ez çend roja yan wexteke dirêj bêyî îçkê derbaz kim?” Hergê usa ye, dibeke tu îda vexwarina îçkêva hatî girêdanê. Vî halîda dibeke alîkariya doxdira jî tera lazim be.
Vexwarina îçkê dikare bibe sebebê gelek kul-derda, lema jî hine xizmetkarên Xwedê qe venaxwin. Hine kes jî tema îçkê hez nakin. Hergê kesek nexwaze îçkê vexwe, qedirê safîkirina wî bigire.
Dibeke tuyê bixwazî xwera sînora daynî. Pêşda safî ke ku tu dixwazî çiqas û çend cara vexwî. Yan jî bifikire ku tu dixwazî kengê vexwî, mesele heftê carekê yan jî hinekî wedê xwarinê. Kesên din xwera safî kirine, ku kîjan îçkê vexwin û kîjanê na. Mesele, ewana şerav yan bîreyê vedixwin, lê îçkên sert venaxwin. Seva wî kesî, yê ku bona vexwarinê xwera sînor daniye, diha hêsa ye îçkevexwarinêda xwe kontrol ke. Mesîhiyê gihîştî
ber xwe nakeve derheqa vê yekê, ku merivên din çi difikirin bona sînorên vexwarinê, ku ewî xwera daniye.Gava em safîkirinekê dikin, em gerekê bifikirin ku kesên din vê yekê wê çawa qebûl kin. Romayî 14:21 dibêje: “Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikeve”. Tu çawa dikarî vê şîretê bînî sêrî? Hezkirinê nîşan ke. Mesele, hergê tu bivînî ku kesek ji vexwarina îçkê eciz dibe, wê baş be ku tu ber wî venexwî. Bi vî cûreyî, tuyê nîşan kî ku tu qedirê hestên wî digirî û nakevî heyra xwe (1 Korintî 10:24).
Usa jî em gerekê guh bidine qanûnên dewletê derheqa îçkê. Li gora van qanûna, diqewime bona vexwarina îçkê seva cahila sînor hatine danînê, yan jî diqewime qedexe ye ku meriv îçkê vexwe çaxê erebê dajo yan jî mekînekê dide xebatê (Romayî 13:1-5).
Yehowa gelek pêşkêşên baş mera daye. Yek ji wan azaya bijartinê ye. Em xwexa dikarin safî kin, ku em çi bixwin û çi vexwin. Lê em ji dil dixwazin bi safîkirinên xwe nîşan kin, wekî em qîmet dikin vê azaya ku Yehowa daye me. Belê, em dixwazin dilê Bavê xweyî ezmana şa kin.
a Li gora hesabekê vexwarina zêde ya îçkê dibe sebebê van tişta: kuştin, xwekuştin, zordariya sêksûalî û berçûyîna zara (The U.S. Centers for Disease Control and Prevention).