GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 51
Gumana Me wê Bê Sêrî
“Guman . . . me rûreş nake” (ROMAYÎ 5:5).
KILAMA 142 Xwe Qewî li Baweriyê Digirin
VÊ GOTARÊDA a
1. Em çira dikarin bêjin, wekî gumana Birahîm qewî bû?
YEHOWA soz dabû dostê xwe Birahîm, ku ewê hemû miletên dinyayê bi saya zureta wî kerem ke (Destpêbûn 15:5; 22:18). Baweriya Birahîm qewî bû û ew dudilî nedibû, ku sozê Xwedê wê bê sêrî. Lê gava Birahîm 100 salî û jina wî 90 salî bû, kurê wan hê tune bû (Destpêbûn 21:1-7). Dîsa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta, çawa hatibû gotinê” (Romayî 4:18). Axiriyêda gumana Birahîm hate sêrî. Ew bû bavê Îshaq, kurê ku ew bi hizret hîviyê bû. Birahîm çira bawer bû, ku Yehowa wê sozê xwe bîne sêrî?
2. Birahîm çira bawer bû, ku sozê Yehowa wê bê sêrî?
2 Dostiya Birahîm tevî Yehowa gelek qewî bû. Lema jî ew “wê yekêda bawer bû, ku [Xwedê] soz daye wê bîne sêrî jî” (Romayî 4:21). Yehowa ji Birahîm razî bû. Ji bo baweriya wî, Xwedê ew ça merivekî rast hesab kir (Aqûb 2:23). Li gora Romayî 4:18, guman û baweriya Birahîm hevva girêdayî bûn. Emê niha bivînin, ku Pawlosê şandî, Romayî serê 5-da derheqa gumanê çi gotibû.
3. Pawlos derheqa gumanê çi got?
3 Pawlos zelal kir, ku em çira dikarin bawer bin, wekî gumana me wê bê sêrî (Romayî 5:5). Usa jî ew alî me dike, ku em çawa dikarin gumana xwe hê qewî kin. Emê niha Romayî 5:1-5 lêkolîn kin. Wedê lêkolînê bifikire, wekî gumana te derheqa axiriyê dilê teda ça gav bi gav geş bûye. Ev lêkolîn wê bide kifşê, wekî tu ça dikarî hêviya xwe diha qewî kî. Were em dîna xwe bidine hêviya ku wê eseyî bê sêrî.
HÊVIYA ME XWEŞ E
4. Romayî 5:1, 2 besa çi dike?
4 Bixûne Romayî 5:1, 2. Pawlosê şandî ev yek civata Romayara nivîsî. Xûşk-birên wêderê derheqa Yehowa û Îsa pêhesiya bûn, wana baweriya xwe ava kiribû û bibûne şagirtên Îsa. Xwedê ewana ji bo baweriya wan “rast” hesab dikir û bi ruhê pîroz hilbijartin. Belê, ewana bibûne xweyê hêvîke xweş.
5. Hêviya kesên bi ruh bijartî çi ye?
5 Wext şûnda Pawlos Mesîhiyên bi ruh bijartîra, yên li bajarê Efesê, derheqa hêviya ku Xwedê daye wan nivîsî. Ewî besa vê xelatê kir, ya ku kesên bi ruh bijartî gerekê bistandana (Efesî 1:18). Pawlos Kolosyara jî nivîsî, ku ewana wê xelata xwe kuderê bistînin. Ewî ev xelat nav kir gumana ser ezmana (Kolosî 1:4, 5). Hêviya kesên bijartî ew e, ku ewana wê bona jîyîna herheyî ser ezmana bêne rakirinê û wêderê tevî Mesîh serwêrtiyê bikin (1 Têsalonîkî 4:13-17; Eyantî 20:6).
6. Birakî bi ruh kifşkirî, derheqa gumana xwe çi gotibû?
6 Kesên bijartî vê hêviyê gelekî qîmet dikin. Yek ji wan, birê Frêdêrîk Frans bû. Carekê ewî derheqa vê gumanê usa got: “Bê şik, gumana me wê bê sêrî, û her kesê bijartî ji 144 000, wê xelata ku Xwedê soz daye, bistîne. Belê, xelata ku emê bistînin wê diha baş be, ne ku ça em didine ber çevê xwe”. Frans usa got: “Heta îro jî [em] qîmeta vê hêviyê zanin. . . . Em çiqas wext hîviya wê bin jî, emê haqas zêde razî bin. Hergê ew paşî mîlyona sala bê sêrî jî, dîsa hêja ye ku em hîviyê bin. Niha ez diha zêde hêviya me qîmet dikim”.
7-8. Hêviya heçî zef xizmetkarên Yehowa çi ye? (Romayî 8:20, 21)
7 Heçî zef xizmetkarên Yehowa xweyê gumaneke din in. Ew bawer in, ku wê mîna Birahîm heta-hetayê ser erdê, bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda bijîn (Îbranî 11:8-10, 13). Pawlos derheqa axiriya baş, ya vê hêviya xweş nivîsî (Bixûne Romayî 8:20, 21). Gava te cara pêşin bihîst, ku Kitêba Pîroz derheqa axiriyê çi soz dide, gelo herî zêde kîjan soz te xweş hat? Diqewime sozê ku rojekê, tuyê bêqisûr û bêgune bî? Yan jî sozê ku merivên teyî hezkirî wê ji mirinê rabin û cinetêda ser erdê bijîn? Belê, rojên gelek xweş hîviya te ne.
8 Firqî tune em hîviya jîyîna herheyî ya ser ezmana, yan ser erdê ne, hêviya me dilê me şa dike. Lê hêviya me dikare hê qewî be. Pawlos zelal kir ku ev yek wê çawa bibe. Emê niha bivînin ku ewî derheqa hêviya me çi nivîsî ye. Giliyên wî wê alî me bikin, ku em hê zêde bawer bin, wekî hêviya me wê eseyî bê sêrî.
GUMAN ÇA DIHA QEWÎ DIBE?
9-10. Çawa ku serhatiya Pawlos nîşan dike, çi dikare bê serê xizmetkarên Xwedê? (Romayî 5:3) (Binihêre usa jî şikil.)
9 Bixûne Romayî 5:3. Pawlos got ku gava em rastî tengasiya tên, hêviya me dikare diha qewî be. Diqewime ev yek bona me ecêbmayî ye. Bi rastî, hemû şagirtên Îsa dikarin rastî çetinaya bên. Were em dîna xwe bidine serhatiya Pawlosê şandî. Ewî Têsalonîkiyara usa gotibû: “Gava em cem we bûn, me hê hingêda wera digot, ku emê rastî tengasiya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin” (1 Têsalonîkî 3:4). Û Pawlos Korintiyara usa nivîsî: “Em naxwazin ku hûn haş ji wan telî-tengiya tunebin xûşk-birano, . . . heta ku me destê xwe ji emirê xwe jî kişand” (2 Korintî 1:8; 11:23-27).
10 Îro xizmetkarên Xwedê jî dikarin rastî çetinaya bên (2 Tîmotêyo 3:12). Ji bo vê yekê tu baweriya xwe Îsa tînî û pey wî diçî, gelo tu jî rastî çetinaya hatî? Diqewime heval û merivên te qerfên xwe te dikin, yan jî miqabilî te dertên. Ji bo vê yekê ku tu dixwazî her tiştîda rast û heq bî, gelo hevalxebatçî yan serkarê te miqabilî te naçin? (Îbranî 13:18) Ji bo vê yekê ku te kesên dinra besa hêviya xwe kiriye, gelo ji aliyê serwêrên dewletê, tu rastî peyketina hatî? Firqî tune em rastî çi tengasiya tên, gelo Pawlos çira dibêje ku em gerekê şa bin?
11. Em çira dixwazin çetinayada sebir kin?
11 Em dikarin çetinayada jî şabûna xwe unda nekin, çimkî Romayî 5:3 dibêje ku “tengasî sebirê tîne”. Hemû xizmetkarên Xwedê wê rastî tengasiya bên. Lema, çi bê serê me jî, em gerekê bi dil û can hazir bin sebir kin. Hergê em usa bikin, emê bivînin ku gumana me wê bê sêrî. Were em dîna xwe bidine mesela ku Îsa anî. Ewî got ku toximê rastiyê ketine ser erdê kevirî. Sêrîda merivên usa bi şabûnê rastiyê qebûl dikin. Lê gava ewana rastî “tengasiya û zêrandinê” tên, ewana ji riya rastiyê derdikevin. Em naxwazin bibine mîna wan meriva (Metta 13:5, 6, 20, 21). Belê, gava em rastî tengasî û zêrandinê tên, ev yek hêsa nîne, lê hergê em sebir kin, emê karê bistînin. Gelo çi cûreyî?
12. Em çi karê distînin gava çetinayada sebir dikin?
12 Aqûb kifş kir, ku sebirkirin çi karê tîne. Ewî nivîsî: “Sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kamil û gihîştî bin, tu kêmasîke we tunebe” (Aqûb 1:2-4). Çaxê Aqûb besa sebirkirinê kir, gelo ewî çi dixwest bigota? Sebirkirin dikare alî me bike, ku em diha zêde teyax kin, baweriya xwe diha qewî kin û diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînin. Lê sebir kareke din jî tîne.
13-14. Çi diqewime gava em sebir dikin û ew yek ça ser gumana me hukum dike? (Romayî 5:4)
13 Bixûne Romayî 5:4. Pawlos got ku sebir “qebûlkirina Xwedê, DT” pêşda tîne. Dêmek, gava baweriya me tê cêribandinê û em amin dimînin, em qebûlkirina Yehowa qazanc dikin. Ev yek nayê hesabê, ku Yehowa şa dibe çaxê em rastî tengasiya tên. Dewsê, gava Yehowa divîne ku em teyax dikin, ew mera firnaq dibe. Rastî jî ev yek keremeke gelek mezin e! (Zebûr 5:12)
14 Birahîm jî bi aminî tengasiyada sebir dikir û dilê Yehowa şa dikir. Yehowa ew ça dostê Xwe û merivekî rast hesab dikir (Destpêbûn 15:6; Romayî 4:13, 22). Yehowa me jî usa hesab dike. Ew me qebûl dike, ne ji bo vê yekê, ku em çi şixulî dikin, yan çi cabdariyên me hene, lê ev yek aminiya meva girêdayî ye. Firqî tune em çend salî ne, çi halîda nin, yan jî çi feresetên me hene, em dikarin sebir kin. Gelo niha tu bi aminî tengasiyada teyax dikî? Hergê erê, bîr neke ku Xwedê ji te razî ye. Gava em divînin ku Xwedê ji me razî ye, ev yek gumana me diha qewî dike.
GUMANA QEWÎ
15. Pawlos besa kîjan fikira din kir, û hine meriv çira ecêbmayî dimînin?
15 Çawa ku Pawlos şirovekir, gava em himberî tengasiyên xwe sebir dikin, Yehowa ji me razî dibe. Pawlos usa dibêje: “Sebir jî qebûlkirina Xwedê, qebûlkirina Xwedê jî gumanê, DT” pêşda tîne. “Û guman jî me rûreş nake”, dêmek wê bê sêrî û pûç dernekeve (Romayî 5:4, 5). Gelo hine meriv çira ji vê fikirê ecêbmayî dimînin? Pêşiya wan giliya, Pawlos Romayî 5:2-da gotibû, ku gumana Mesîhiyên Romê îda hebû. Lema jî dibeke hine meriv pirseke usa bidin: “Hergê gumana wan Mesîhiya îda hebû, çira Pawlos dîsa besa vê yekê kir?”
16. Hêviya meriv çawa dikare gav bi gav qewî be? (Binihêre usa jî şikil.)
16 Seva ku em fem bikin Pawlos çi dixwest bigota, em gerekê bîr nekin, wekî hêvî dikare hêdî-hêdî mezin be. Mesele, gava te cara pêşin bihîst, ku Kitêba Pîroz derheqa hêviya jîyîna heta-hetayê çi dibêje, tu çi fikirîyî? Diqewime te digot ku ev giliyên çiqas xweş in, lê naqewime ew bêne sêrî. Lê çaxê tu derheqa Yehowa û sozên Kitêba Pîroz diha zêde pêhesiyayî, tu bawer bûyî ku ev hêvî wê bê sêrî.
17. Paşî sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê, hêviya me çawa gav bi gav qewî bûye?
17 Paşî sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê, me Yehowa diha baş nas kir û hê zêde Wî hez kir. Paşî vê yekê, gumana me diha qewî bû (Îbranî 5:13–6:1). Me emirê xweda dîtiye ku gotinên ji Romayî 5:2-4 çiqas qewî ne. Em rastî gelek tengasiya hatine, lê me sebir kiriye û dîtiye, ku Xwedê ji me razî ye. Xwedê me hez dike, lema jî em hê zêde bawer dikin wekî sozên wî wê bêne sêrî. Gumana me gav bi gav qewî dibe û diha rêalî dibe. Gumana me hê zêde hukum dike ser safîkirinên me, heleqetiya me tevî malbetê û ser vê yekê, ku em ça wedê xwe xerc dikin.
18. Yehowa çi soz daye me?
18 Pawlosê şandî dostên Xwedêra nivîsî, ku hêviya wan wê bê sêrî. Em vê yekê ji ku zanin? Pawlos ev yek ji bîna ber Xwedê Mesîhiyara nivîsî: “Guman jî me rûreş nake, çimkî hizkirina Xwedê ser meda bi wî Ruhê Pîroz bariye, yê ku mera hatiye dayînê” (Romayî 5:5). Bê şik, em dikarin baweriya xwe hêviya ku Xwedê daye me bînin.
19. Em çira dikarin bawer bin, ku gumana me wê bê sêrî?
19 Yehowa ji Birahîm razî bû û ça dostê xwe hesab dikir û jêra sozekî xweş dabû. Hêviya Birahîm pûç derneket. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê” (Îbranî 6:15; 11:9, 18; Romayî 4:20-22). Gumana Birahîm hate xelatkirinê. Hergê em gumana xwe unda nekin û amin bimînin emê jî bêne xelatkirinê! Gumana me rêalî ye, ev mera şabûnê tîne û wê eseyî bê sêrî (Romayî 12:12). Pawlos usa nivîsî: “Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û edilayiyêva bikimkimîne, bona wê baweriya we, wekî gumana we bi qewata Ruhê Pîroz zêde be” (Romayî 15:13).
KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe
a Vê gotarêda emê bivînin ku gumana me çi tê hesabê û çira em dikarin bawer bin, ku ewê pûç derneyê. Ji kitêba Romayî serê 5 emê pêbihesin ku ça gumana meye îroyîn ji ya berê cude bibe.