Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da gotarên ji Birca Qerewiliyê yên vê salê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên van pirsa bidin:

Em çawa dikarin “hiş-aqilê xwe nû kin”? (Romayî 12:2)

“Hiş-aqilê xwe nû kin”, ne tenê tê hesabê wekî em jîyîna xweda kirên qenc bikin, lê usa jî em gerekê bêne guhastinê, wekî çiqas dikarin li gora prînsîpên Xwedê bijîn (w23.01, rûp. 8-9).

Em çawa dikarin ser tiştên ku dinyayêda diqewimin, nihêrandina rast xwey kin?

Em dixwazin pêbihesin hela tiştên ku niha dinyayêda diqewimin, çawa nîşan dikin ku pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tê sêrî. Lê em gerekê fikirên xwe derheqa van qewimandina bela nekin, hergê ew fikir ser hîmê edebyetên me nînin, çimkî em naxwazin bi giliyên xwe yektiya civatê xirab kin. Diha baş e wekî gotinên me ser hîmê van edebyeta bin, yên ku teşkîleta Yehowa neşir dike (1 Korintî 1:10) (w23.02, rûp. 16).

Nixumandina Îsa çawa ji ya şagirtên wî cude dibû?

Hewce nîbû ku Îsa jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kira, çimkî ew nava miletekî usada hatibû bûyînê, kîjan ku îda jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kiribû. Ew bê gune bû, lema jî hewce nîbû ku ew seva gunên xwe tobe kira (w23.03, rûp. 5).

Em çawa dikarin alî kesên din bikin, ku ewana civatêda caba xwe bidin?

Hergê cabên me kin bin, emê mecalê bidine kesên din, wekî caba xwe bidin. Usa jî hergê em carekêra hemû fikira nebêjin, merivên din jî wê bikaribin caba xwe bidin (w23.04, rûp. 23).

Riya Pîroz, derheqa kîjanî Îşaya 35:8-da tê gotinê, çi tê hesabê?

Ev riya sîmbolîk pêşiyê derheqa riya Cihûya hate gotinê. Ev rê ji Babîlonê diçû welatê wan, Îsraêlê. Bi qirna pêşiya sala 1919-da, bona hazirkirina vê rê, şixul dihatine kirinê, mesele welgerandin û neşirkirina Kitêba Pîroz. Çaxê em ser vê rê dimeşin, ev yek alî me dike, wekî em timê Yehowa bihebînin û bigihîjine van kerema, yên ku Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe bide me (w23.05, rûp. 15-19).

Metelok serê 9 besa kîjan du jinên sîmbolîk dike, û em çi dersê dikarin xwera hildin?

Kitêba Metelok dibêje, ku teglîfa jineke “bêfem” dibe berbi mirinê, lê teglîfa jineke “bîlan”, dibe berbi “rîya bîlantîyê” û jîyînê (Metelok 9:1, 6, 13, 18) (w23.06, rûp. 22-24).

Xwedê çawa milûktî û serwaxtiya xwe nîşanî Lût kir?

Yehowa Lûtra got, wekî ew gerekê ji Sodomê bireve herêmeke çiyayî. Lê Lût dewsa ku here çiyê, ji Xwedê hîvî kir wekî here bajarê Soharê. Xwedê xwestina Lût qebûl kir (w23.07, rûp. 21).

Hergê mêrê te pornografiyayê dinihêre, tu dikarî çi bikî?

Xwe sûcdar neke. Dîna xwe bide dostiya xwe tevî Xwedê. Kitêba Pîroz besa serhatiyên van kulfeta dike, derdên kîjana giran bû, û tê gotinê ku Xwedê dilbînî dida wan. Serhatiyên wan bixûne û ser wan kûr bifikire. Alî mêrê xwe bike ku ew xwe ji derecên xof dûr bigire (w23.08, rûp. 14-17).

Em çawa dikarin caba wî merivî bidin, yê ku dixwaze baweriya me bike bin şikê?

Pirsa meriv eşkere dike, ku ew çawa difikire, yan jî çi bawer dike. Bi saya pirsên wî tuyê bikaribî derheqa nihêrandin û xemên wî pêbihesî. Û ew yek wê alî te bike, wekî bi nermî rind caba wî bidî (w23.09, rûp. 17).

Em dikarin ji Meryemê çi hîn bin, seva ku qewatê bistînin?

Gava Meryem pêhesiya ku ewê bibe diya Mesîh, ewê bi saya kesên din qewat stand. Melek Cibrayîl û Êlîzabêtê, pê Nivîsarên Pîroz dilê wê qewî kirin. Em jî dikarin ji xûşk-bira qewatê bistînin (w23.10, rûp. 15).

Yehowa çawa caba duayên me dide?

Ew soz dide ku ewê duayên me bibihê û dîna xwe didê, ku xwestinên me ça tevî qirara wî girêdayî ne (Yêremya 29:12). Yehowa dibeke carna caba xwestinên mîna hev bi cûre-cûre mêtoda bide, lê yeke ewê hertim alî me bike (w23.11, rûp. 21-22).

Romayî 5:2 besa “gumanê” dike, lê çira rêza 4-da ew dîsa besa vê yekê dike?

Kesê ku guh dide mizgîniyê, dibe xweyê gumana jîyîna herheyî ya ser erdê. Lê gava ew rastî tengasiya tê, sebir dike û divîne ku Xwedê ji wî razî ye, gumana wî hê qewî dibe (w23.12, rûp. 12-13).