Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 52

Xûşkên Cahil, Bibine Mesîhiyên Gihîştî

Xûşkên Cahil, Bibine Mesîhiyên Gihîştî

“Bira jinên wan giran, . . . xwegirtî, her tiştîda amin bin” (1 TÎMOTÊYO 3:11).

KILAMA 133 Qulix ke Yehowara Cahiltiya Xweda

VÊ GOTARÊDA a

1. Seva ku em bibine Mesîhiyên gihîştî, em gerekê çi bikin?

 GAVA em divînin ku zar çiqas zû mezin dibin, em gelek ecêbmayî dimînin. Çaxê zar mezin dibe, ew bona vê yekê qewatê xerc nake. Lê seva ku ewana bibin şagirtên Îsa yên gihîştî, vê yekêra xîret û qewat lazim e b (1 Korintî 13:11; Îbranî 6:1). Bona vê yekê, gerekê ewana dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Usa jî, seva ku ewana hunurên usa pêşda bînin, yên ku Xwedê xweş tên û bikaribin cabdariya bistînin, wanra alîkariya ruhê pîroz lazim e (Metelok 1:5).

2. Em ji Destpêbûn 1:27 çi hîn dibin, û vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi?

2 Yehowa çawa mêr usa jî jin efirandiye (Bixûne Destpêbûn 1:27). Jin û mêr him ji aliyê fîzîkî, him jî gelek tiştên dinda ji hev cude dibin. Mesele, Yehowa jin û mêr usa çêkirine, ku her kes rola xwe bîne sêrî. Seva ku ewana cabdariyên xwe bînin sêrî, ewana gerekê hunur û feresetên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku vê yekêda wê alî wan bikin (Destpêbûn 2:18). Vê gotarêda emê bivînin, ku xûşkên cahil çawa dikarin bibine Mesîhiyên gihîştî. Gotara dinda, emê lêkolîn kin, ku birên cahil çawa dikarin bibine Mesîhiyên gihîştî.

HUNURÊN KU XWEDÊ XWEŞ TÊN PÊŞDA BÎNIN

Hergê tu mîna jinên bawermend, mesele mîna Rêvêka, Ester û Abîgaylê hunurên baş pêşda bînî, tuyê bibî xûşkeke gihîştî (Binihêre abzasa 3-4)

3-4. Xûşkên cahil dikarin çev bidine meselên kê? (Binihêre usa jî şikil.)

3 Serhatiyên gelek kulfetên ku Yehowa hez dikirin û jêra xizmet dikirin, Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê (Ser jw.org binihêrin gotara bi navê “Kulfetên Ji Kitêba Pîroz; Ji Mesela Wan Em Çi Dikarin Hîn Bin?”). Çawa rêza serekeda tê gotinê, wana xwegirtin dida kifşê û her tiştîda amin bûn. Îro civatên meda jî xûşkên usa hene, yên ku ji dil Yehowa hez dikin û bûne Mesîhiyên gihîştî. Xûşkên cahil dikarin ji wana gelek tişt hîn bin.

4 Xûşkên cahil, bifikirin ku hûn dikarin ji xûşkên gihîştî çi hîn bin. Dîna xwe bidine hunurên wane baş. Abzasên dinda, emê bivînin ku kîjan sê hunurên ferz gerekê bal xûşkên gihîştî hebin.

5. Çira ferz e wekî kulfet ruhanîda gihîştî û milûk bin?

5 Milûktî bona xizmetkarên Xwedê yên gihîştî gelek ferz e. Hergê kulfet milûk be, dostiya wê tevî Yehowa û kesên din wê baş be (Aqûb 4:6). Mesele, kulfeta ku Yehowa hez dike, ew bi milûktî prînsîpa serwêrtiyê tîne sêrî, ya ku Xwedê daye (1 Korintî 11:3). Ev prînsîpa ku Bavê meyî ezmana daniye, gerekê him civatêda him jî malbetêda bê xebitandinê. c

6. Xûşkên cahil dikarin ji Rêvêkayê çi hîn bin?

6 Were em dîna xwe bidine mesela Rêvêkayê. Ew jineke jîr û bîlan bû. Ewê temamiya emirê xweda safîkirinên bîlanî dikir û zanibû, ku gavên xwe kengê û çawa bavêje (Destpêbûn 24:58; 27:5-17). Ewê qedirê kesên din digirt û hazir bû guh bide rêberiyê (Destpêbûn 24:17, 18, 65). Hergê tu mîna Rêvêkayê milûk bî û guh bidî kesên ku Yehowa bijartiye, wekî rêberiya me bikin, tuyê bibî meseleke baş him bona malbeta xwe, him jî bona civatê.

7. Xûşkên cahil çida dikarin çev bidine Esterê?

7 Şkestîbûn jî hemû xizmetkarên Xwedêye gihîştîra lazim e. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Serwaxtî tevî şkestîya ye” (Metelok 11:2). Ester jineke şkestî bû û her tişt usa dikir, çawa ku Xwedê dixwest. Gava ew bû jina padşê, dîsa jî ew nebû yeke kubar-babax. Ewê guh dida şîretên pismamê xwe Mordokay (Ester 2:10, 20, 22). Belê, gava hûn şîretên baş digerin û emirê xweda didine xebatê, vê yekêda şkestîbûna we tê kifşê (Tîto 2:3-5).

8. 1 Tîmotêyo 2:9, 10 çawa alî xûşkên cahil dike, wekî ewana bona kinc û xemilandinê safîkirina rast bikin?

8 Esterê şkestîbûna xwe bi cûrekî mayîn jî dida kifşê. “Ew qîzike bedew û bejin-balêda xase-xewan bû”, lê ewê dîna kesên din nedikişande ser xwe (Ester 2:7, 15). Xûşkên me çawa dikarin ji mesela Esterê karê bistînin? Pawlosê şandî kulfetara got, ku bira ewana bi “şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin” (Bixûne 1 Tîmotêyo 2:9, 10). Xeberên Yûnanî, yên ku van rêzada hatine xebitandinê, nîşan dikin wekî kulfet gerekê pê kinc û xemila xwe, hurmetê bidine Xwedê. Usa jî, ewana gerekê hest û îsafa kesên din hildin hesab çaxê xwe dixemilînin. Gelî xûşkên xîret, em wera firnaq dibin, ku hûn bi dil guh didine vê şîretê!

9. Ji mesela Abîgaylê, em çi dikarin hîn bin?

9 Serwaxtî jî hunureke ferz e, kîjan ku kulfet gerekê bidine kifşê. Serwaxtî çi ye? Merivê serwaxt dikare tiştên baş û xirab ji hev derxe û safîkirinên bîlan bike. Were em dîna xwe bidine mesela Abîgaylê. Mêrê wê safîkirineke ne bi bîlanî kir û jîyîna hemû kesên mala xweda kire bin qeziyê. Lê Abîgaylê derbêra hereket kir. Bi saya serwaxtiya wê, emirê gelek meriva xilaz bû (1 Samûyêl 25:14-23, 32-35). Merivên serwaxt zanin, ku wexta hişbûnê û wexta xeberdanê heye. Gava ewana dikevine heyra kesên din, ewana nakevin nava şixulên wane şexsî (1 Têsalonîkî 4:11).

FERESETÊN KÊRHATÎ QAZANC KIN

Xwendin û nivîsandina baş çira bona te kêrhatî ye? (Binihêre abzasa 11)

10-11. Xwendin û nivîsandin çira kêrhatî ye? (Binihêre usa jî şikil.)

10 Xûşkên me gerekê feresetên kêrhatî nav xweda pêşda bînin. Hine tiştên ku ewana zarotiyêda hîn dibin, temamiya emirê wanda karê dide wan. Emê niha dîna xwe bidine çend mesela.

11 Hîn be ku rind bixûnî û binivîsî. Hine kûltûrada, ferz nîne ku jin xwendin û nivîsandinê bizanibe. Lê ev yek bona hemû Mesîhiya gelek ferz e d (1 Tîmotêyo 4:13). Çiqas zor be jî, nehêle ku tu tişt riya te bigire, wekî tu hîn bî ku rind bixûnî û binivîsî. Lê ev yek çira usa ferz e? Feresetên usa dikarin alî te bikin, wekî tu xwera xebateke baş bivînî. Usa jî, tuyê bikaribî Xebera Xwedê rind lêkolîn bikî û bibî dersdarê Xebera Xwedê. Lê ya here ferz ev e, ku çaxê tu Xebera Xwedê bixûnî û lêkolîn bikî, tuyê diha nêzîkî Yehowa bî (Yêşû 1:8; 1 Tîmotêyo 4:15).

12. Metelok 31:26 çida dikare alî me bike?

12 Hîn be ku tevî meriva bikevî xeberdanê. Mesîhî gerekê hîn bin, ku baş xeber din. Aqûb şîreteke usa da me: “Bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19). Gava tu ji dil guh didî kesên din, tu nîşan dikî wekî tu yeke “rem” î (1 Petrûs 3:8). Hergê te hest, yan jî giliyên kesekî rast fem nekiriye, bi nermî lê bipirse ku ew çi texmîn dike û difikire. Lê pêşiya ku tevî meriv xeber dî, kûr bifikire (Metelok 15:28). Ji xwe bipirse: “Tiştên ku ezê bêjim, gelo rast in û wê kesên din bişidînin? Gelo xeberdana min bi nermî û dilovanî ye?” Çev bide wan xûşka, yên ku ji dil guh didine meriva û bi nermî xeber didin. Rind dîna xwe bide xeberdana wan (Bixûne Metelok 31:26). Belê, xeberdana baş wê alî we bike, ku hevalên baş xwera qazanc kin û tevî wan edilayêda bin.

Xûşkeke xîret, ya ku mala xwe dibe xweyî, him bona malbeta xwe, him jî bona civatê meseleke baş e (Binihêre abzasa 13)

13. Tu ça dikarî hîn bî, ku şixulê malê bikî? (Binihêre usa jî şikil.)

13 Şixulê malê hîn be. Gelek ciya, şixulê malê destê jinada ye. Tu dikarî ji diya xwe yan jî ji xûşkên civatê hîn bî, ku ça şixulê malê bikî. Xûşkeke me usa dibêje: “Yek ji wan tiştên ku diya min ez hîn kirime ev e, ku çaxê xebatê bi dil û can dikî, ev yek şabûnê tîne. Ez hîn bûme xwarinê çêkim, malê temiz kim, kinca bidirûm û tişta bikirim. Evê yekê emirê min hêsa kiriye û ez dikarim diha zêde Yehowara xizmet kim. Usa jî, ez ji diya xwe hîn bûme, ku mêvanhez bim. Bi saya vê yekê, min gelek xûşk-bira nas kiriye, û ji serhatiyên wan kar standiye” (Metelok 31:15, 21, 22). Xûşkeke xîret û mêvanhez, ya ku hîn bûye mala xwe bibe xweyî, him bona malbeta xwe, him jî bona civatê gelek kêrhatî ye (Metelok 31:13, 17, 27; Karên Şandiya 16:15).

14. Em ji serhatiya Krîstêlê çi hîn bûn û em gerekê çi bîr nekin?

14 Ser xwe be. Bona hemû xizmetkarên Xwedê yên gihîştî, nêteke gelek baş ew e, ku ser xwe bin (Fîlîpî 4:11). Xûşka me Krîstêl dibêje: “Dê-bavê min ez hêlan dikirim, ku pêşên usa xwera bijbêrim, yên ku wê kêrî min bên. Bavê min ez hêlan dikirim, wekî ez kûrsên hesabdariyê xilaz kim, û îro ez ji vê yekê karê distînim”. Meriv gerekê ne ku tenê hîn be, ku çawa pera dest xe, lê usa jî gerekê bizanibe, ku ça wan pera bi bîlanî bide xebatê (Metelok 31:16, 18). Seva ku tu bikaribî dîna xwe bidî xizmetiyê, bi emirekî sivik bijî û badîhewa deyna neke stûyê xwe (1 Tîmotêyo 6:8).

BONA AXIRIYÊ XWE HAZIR KIN

15-16. Xûşkên azep çira gelek qîmet in? (Markos 10:29, 30)

15 Hergê tu hunurên baş nav xweda pêşda bînî û feresetên kêrhatî qazanc kî, ev yek wê paşê jî kêrî te bê. Were em dîna xwe bidine çend nêta.

16 Safî ke ku wextekî azep bimînî. Çawa ku Îsa gotibû, hine meriv safî dikin ku nezewicin. Rast e hine kûltûrada cahila hêlan dikin ku mêr kin û bizewicin, dîsa jî hine xûşk safî dikin azep bimînin (Metta 19:10-12). Hine kes jî, ji bo meniyên din azep dimînin. Em bawer in, ku Yehowa û Îsa kesên nezewicî gelekî qîmet dikin. Ser temamiya dinyayê, xûşkên azep bona civatên xwe keremên mezin in. Ewana meriva hez dikin û dikevine heyra kesên din. Ewana bona geleka dibin xûşk û dayîkên ruhanî (Bixûne Markos 10:29, 30; 1 Tîmotêyo 5:2).

17. Xûşka cahil çawa dikare xwe bona xizmetiya hertim hazir ke?

17 Bibine xizmetkarên hertim. Kesên ku şixulê belakirina mizgîniyêda kar dikin, heçî zef xûşkên meye xîret in (Zebûr 68:11). Gelo tu dikarî xwera nêtê daynî, wekî bibî xizmetkara hertim? Mesele, tu dikarî bibî pêşeng, ser proêktên avakirinê kar bikî, yan jî Beytelêda xizmet kî. Derheqa nêta xwe Yehowara bêje. Ji kesên din bipirse ku ewana ça gihîştine vê nêtê, û pêbihese ku tu gerekê çi bikî, wekî bigihîjî vê nêtê. Paşê xwera grafîkê çêke, wekî bigihîjî nêtên xwe. Hergê tu bibî xizmetkara hertim, wî çaxî xizmetiyêda wê gelek derên teze û hewas ber te vebin.

Hergê tu safî kî ku mêr kî, hevalzewacê baş bijbêre (Binihêre abzasa 18)

18. Xûşk ça dikare hevalzewacê baş xwera bijbêre? (Binihêre usa jî şikil.)

18 Tu dikarî safî kî ku mêr kî. Ev hunur û feresetên ku me şêwir kir, wê alî te bikin, wekî tu zewacêda bibî kulfeteke baş. Hergê tu bixwazî mêr kî, xwera hevalzewacê baş bijbêre. Ev yek emirê teda safîkirineke gelek ferz e. Li ser vê yekê bifikire: Gava tu mêr kî, mêrê te wê bibe serê malê (Romayî 7:2; Efesî 5:23, 33). Lema ji xwe bipirse: “Gelo ew Mesîhîkî ruhanîda gihîştî ye? Gelo Yehowa jîyîna wîda ciyê pêşin digire? Gelo ew safîkirinên bîlanî dike? Gelo ew şaşiyên xwe qebûl dike? Gelo ew qedirê jina digire? Gelo ew dikare ji aliyê ruhanî û matêrîalîda alî min bike û minra bibe hevalekî baş? Gelo ew cabdariyên xwe ça lazim e tîne sêrî? Mesele, civatêda çi cabdariyên wî hene û ew wan cabdariya ça tîne sêrî?” (Lûqa 16:10; 1 Tîmotêyo 5:8). Belê, hergê tu bixwazî hevalzewacekî baş xwera bivînî, tu gerekê xwexa jî yeke baş bî.

19. Çira bona xûşka qedirekî mezin e, gava Kitêba Pîroz wana nav dike ça komekdar?

19 Kitêba Pîroz kulfeta baş nav dike ça komekdara mêrê xwe (Destpêbûn 2:18). Gelo ev gilî qedir û qîmeta jinê kêm dike? Na! Bi rastî, ev yek bona wê qedirekî mezin e. Kitêba Pîroz gelek cara dibêje, wekî Yehowa jî alîkar e (Zebûr 54:4; Îbranî 13:6). Gava kulfet piştgiriya mêrê xwe dike û alî wî dike, ku ew bona malbetê safîkirinên baş bike, ew jêra dibe alîkar. Ew Yehowa hez dike. Lema jî ew ber kesên din ser mêrê xwe xirab xeber nade, lê payê wî dide (Metelok 31:11, 12; 1 Tîmotêyo 3:11). Seva ku tu bona hevalzewacê xwe bibî kulfeteke baş, nihada hezkirina xwe hindava Yehowa mezin ke û usa jî malbetêda û civatêda alî kesên din bike.

20. Dayîk çi karê dikare bide malbeta xwe?

20 Tu dikarî bibî dayîk. Paşî zewacê, gelek kes dixwazin ku zarên wan hebin (Zebûr 127:3). Wê baş be, wekî pêşda bifikirî ku çi tê hesabê bibî dayîkeke baş. Ev hunur û feresetên ku me vê gotarêda şêwir kir, wê alî te bikin wekî tu bibî jin û dayîkeke baş. Hezkirin, dilovanî û sebira te, wê malbeta teda edilayî û yektiyê pêşda bîne (Metelok 24:3).

Gelek xûşkên cahil, yên ku Nivîsarên Pîroz dixûnin û emirê xweda tînin sêrî, dibine Mesîhiyên gihîştî (Binihêre abzasa 21)

21. Em derheqa xûşkên me çi difikirin û çira? (Binihêre şikilê ser rûyê pêşin.)

21 Xûşkên delal em we gelekî hez dikin, çimkî hûn ji dil bona Yehowa û xizmetkarên wî gelek tiştên baş dikin (Îbranî 6:10). Hûn xîret dikin ku hunur û feresetên qîmet qazanc kin. Ev yek wê emirê we û emirê merivên din hê baş ke. Hûn bona Yehowa û teşkîleta wî gelek qîmet in!

KILAMA 137 Kulfetên Amin

a Xûşkên delal, hûn bona me gelek qîmet in. Hergê hûn hunurên ku Xwedê xweş tên nav xweda pêşda bînin, fereset û pêşên kêrhatî qazanc kin û bona axiriyê xwe hazir kin, hûnê bibine Mesîhiyên gihîştî. Bi vî cûreyî, hûnê xizmetiyêda gelek kerema bistînin.

b XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Gava kesek ruhanîda digihîje, ev bin rêberiya ruhê pîrozda safîkirina dike, û nahêle ku bîlaniya vê dinyayê ser wî hukum ke. Ew çev dide Îsa, her tiştî dike wekî dostiya xwe tevî Yehowa qewî ke û hezkirina rast hindava kesên din dide kifşê.

d Seva ku pêbihesin ku çira xwendin ferz e, ser jw.org binihêrin gotara bi navê “Çira Xwendin bona Zara Ferz e?”—Para 1.