Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Çi tê hesabê ku Pawlosê şandî “heta ezmanê sisiya hate hilatinê” û “heta buhiştê”? (2 Korn. 12:2-4)

Pawlos 2 Korintî 12:2, 3-da, derheqa merivekî dibêje, kîjan ku “heta ezmanê sisiya hate hilatinê”. Gelo ew kê bû? Pawlos nema xweye Korintiyara da kifşê, wekî Xwedê wî çawa şandî dida xebatê (2 Korn. 11:5, 23). Paşî vê yekê, ewî besa “dîtin û eyantiya” kir, yên ku Xudan nîşanî wî kiribû. Vê kontêkstêda Pawlos besa tu bira nekir. Dêmek, logîkî ye ku ewî derheqa xwe digot, yê ku xewn-xeyal û eyantî stand (2 Korn. 12:1, 5).

Dêmek, ew Pawlos bû yê ku “heta ezmanê sisiya hate hilatinê” û “heta buhiştê hate hilatinê” (2 Korn. 12:2-4). Ewî xebera “eyantî” da xebatê, çi ku dide kifşê, wekî jêra hate eyankirinê ku axiriyêda wê çi biqewime.

Lê “ezmanê sisiya” çi bû ku Pawlos dît?

Kitêba Pîrozda ezman dikare bê hesabê ezmanê fîzîkî (Destp. 11:4; 27:28; Met. 6:26). Lê xebera “ezman” cûrekî mayîn jî tê xebitandinê. Cara ew tê hesabê serwêrtiya meriva (Dan. 4:20-22). Yan jî serwêriya Xwedê, mesele serwêrtî bi saya Padşatiya Xwedê (Eyan. 21:1).

Pawlos “ezmanê sisiya” dît. Ew çi tê hesabê? Kitêba Pîroz carna tiştekî sê cara diwekilîne, seva ewî tiştî rind kifş ke, cude ke yan jî qewata wê bide kifşê (Îşa. 6:3; Hezql. 21:27; Eyan. 4:8). Ça tê kifşê, çaxê Pawlos derheqa “ezmanê sisiya” got, ewî dida kifşê serwêrtiya here baş, bilind û girîng, dêmek Padşatiya Mesîhtî, kîjanêda Îsa Mesîh û 144 000 wê serwêrtiyê bikin (Binihêrin “Femkirina Nivîsarê”, Para 1, rûp. 1059, 1062). Çawa Pawlos nivîsî, em anegorî sozê Xwedê, hîviya “ezmanêd nû ne” (2 Pet. 3:13).

Lê Pawlos derheqa kîjan “buhiştê”, dêmek cinetê digot?

Xebera “buhişt” jî dikare cûre-cûre tişt bê hesabê: 1) cinet, ku wê ser erdê be û pêşiya me ye. 2) Usa jî ew edilayî ku Xwedê wê dinya tezeda bide cimeta xwe. 3) Xêncî vê yekê, ew dikare bê hesabê halê pir baş ser ezmana, “buhişta Xwedêda”, derheqa kîjanî Eyantî 2:7-da tê gotinê (Binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 1 Tîrmehê, sala 2015, rûp. 13, abz. 8).

Pawlos 2 Korintî 12:4-da derheqa xwe gilî dikir, diqewime derheqa wan hersêk cûra jî digot.

Were em ewan fikira temam kin:

“Ezmanê sisiya” derheqa kîjanî 2 Korintî 12:2-da tê gotinê, diqewime Padşatiya Mesîhîtî ye, ku destê Îsa û 144 000-da ye, dêmek “ezmanêd nû” (2 Pet. 3:13).

Ew heye “ezmanê sisiya”, çimkî ew Padşatî cûrê serwêrtiya here bilind û mexsûs e.

“Buhişt”, li kîderê Pawlos “hate . . . hilatinê” diqewime ew heye 1) Cinet ku wê ser erdê be, 2) cineta ruhanî ku wê diha mezin be, ne ku ça niha, û nav temamiya dinyayêda be, û 3) “buhişta Xwedê” ya ezmana, ku wê wedê dinya teze be, çawa cineta ruhanîye ser erdê.

Dêmek, dinya teze ew e, çaxê hin ezmanên nû hin jî erdê nû wê tevayî hebin. Ew wê sazkirina teze be, dêmek Padşatiya ezmana û însanet, kîjan ku wê ser erdê cinetêda Yehowara xizmet ke.