Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tê Bîra We?

Tê Bîra We?

We rind dîna xwe da gotarên ji “Birca Qerewiliyê” ya wan paşwextiya? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên wan pirsa bidin:

Nivîsarên Pîrozda çi tê gotinê derheqa dilşewatiya Xwedê hindava me?

Çaxê cimeta Îsraêlêye berê dîltiya Misirêda bû, Xwedê zanibû û fem dikir derd û êşa wan (Derk. 3:7; Îşa. 63:9). Em dilqê Xwedêda hatine efirandinê, lema em jî mîna wî dilşewatiyê dikarin bidine kifşê. Ew hela hê hingê jî dilşewatiyê hindava meda dide kifşê, gava em xwe ne hêjayî hizkirina wî texmîn dikin (wp18.3, rûp. 8-9).

Hînkirinên Îsa ça alî meriva dikin, wekî firqiyê nekine orta hevdu?

Gelek Cihû wedê Îsada firqî dikirine orta meriva. Îsa da kifşê ku milûktî gelek ferz e, û wan yên ku miletên xwera qure dibûn, sûcdar kir. Ewî peyçûyên xwe hêlan dikir, wekî hevdu ça xûşk-bira hesab kin (w18.06, rûp. 9-10).

Em çi hîn dibin ji wê yekê, ku çira Xwedê nehîşt wekî Mûsa bikeve Erdê Sozdayî?

Heleqetiya Mûsa tevî Yehowa gelek nêzîk bû (Qan. Dcr. 34:10). Weke 40 sal derbaz bû çaxê rêwîtiya Îsraêliya beriyêda îda xilaz dibû, wêderê wana dîsa bona avê kirine kute-kut. Xwedê gote Mûsa wekî qeyayêra xeber de. Lê dewsa wê yekê, Mûsa qeyayê xist. Yehowa dibeke ser Mûsa hêrs ket, çimkî ewî pey rêberiyên Wî neçû, yan jî çimkî Mûsa hurmet neda Xwedê, yê ku ew keremet kir (Jimar 20:6-12). Ew yek me hîn dike wekî gelek ferz e em gura Yehowa bikin û wî hurmet-rûmet kin (w18.07, rûp. 13-14).

Hergê em li gora dîtina çevên xwe meriva sûcdar dikin, em çi şaşiya dikarin berdin?

Hene sê derece, kîderê ku meriv gelek car li gora dîtina çevên xwe meriva başqe dikin: ew heye çaxê firqî dikine orta mileta, orta merivên dewletî û kesîb, û anegorî saliyên meriva firqiyê dikin. Lê bona me gelek ferz e em ser yên din usa binihêrin, ça Yehowa, çimkî ew firqiyê nake orta meriva (Kar. Şand. 10:34, 35). (w18.08, rûp. 8-12).

Çi cûre Mesîhiyên emirda mezin dikarin alîkariyê bidine yên din?

Mesîhiyê amin, yê ku cabdariyên xwe dide kesekî din, dîsa jî ber çevê Xwedê qîmet e û dikare gelek alîkariyê bide merivên mayîn. Ew dikare alî mêrên nebawer bike, yan alîkariyê bide xûşk-birên ku ruhanîda sist bûne, hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz ke, û xizmetiyêda hê zêde bike (w18.09, rûp. 8-11).

Bal Mesîhiya kîjan Hacetên Sereke bona Hînbûnê hene?

Ew hene kartên malpera me, teglîfkirin, heyşt belavok ku hêsa ne bidine xebatê, jûrnala “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”. Çend broşûr jî dikevine nava wan haceta, usa jî du kitêbên bona hînbûnê û çar vîdêo, mesele “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” (w18.10, rûp. 16).

Li gora Metelok 23:23-da, Mesîhî ça dikare “rastiyê bikire”?

Seva rastiyê qazanc kin, mera pere nelazim e. Lê em gerekê wede û qewata xwe xerc kin seva rastiyê qazanc kin (w18.11, rûp. 4).

Em çi hîn dibin ji Hoseya, ku ew ça bû tevî jina xwe Gomerê?

Gomerê qavî dikir, lê Hoseya dibaxşande wê û dîsa jî tevî wê zewacêda dima. Hergê jin yan mêrê Mesîhî bênamûsî kiriye, ew dikare wî yan jî wê bibaxşîne. Çaxê ew tevî wî yan wê dîsa dikeve heleqetiya sêksûalî, ew tê hesabê wekî îda meniya ser hîmê Kitêba Pîroz tune ku hev biqetin (w18.12, rûp. 13).