Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cahilno, Hûn Dikarin Emirê Xwera Şa bin

Cahilno, Hûn Dikarin Emirê Xwera Şa bin

“Tê rîyêd emir minva eyan kî” (ZEB. 16:11).

KILAMÊN: 133, 89

1, 2. Ça mesela Tonî dide kifşê, wekî merî dikare emirê xweda guhastina bike?

TONÎ gedekî cahil ku bê bav mezin bibû, nexwest mektebê xilaz ke, û dixwest ji mektebê zû derketa. Hewasa wî nedihat hîn be û ew her rojên Şemî û Leda diçû sînemê, yan tevî hevalên xwe wede derbaz dikir. Ewî xirabî nedikir, ne jî narkotîk û cixare dikişand, lê nêta emirê wî tune bû. Hin jî ew dudilî dibû, wekî Xwedê heye. Lê carekê, ew rastî jin-mêrekî hat, ku Şedên Yehowa bûn û tevî wan derheqa dudilîbûna xwe xeber da û pirs dida wan. Wana du broşûr dane wî, bi navê “Kaniya Emir-Pênc Pirsên Ferz” û “Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?”.

2 Çaxê jin-mêr cara duda hatin, Tonî nihêrandina xwe guhastibû. Ewî ew broşûr haqas lêkolîn kiribû, ku ev îda qurçimî bûn. Ewî usa got: “Xwedê bi rastî jî heye”. Ew qayîl bû ser hînbûna Kitêba Pîroz û axiriyêda nihêrandina wî ser emir hate guhastinê. Ew usa jî mekteba xweda bû yek ji şagirtên lapî baş. Hela hê dîrêktorê mektebê jî, kîjanî derheqa baweriya wîye teze zanibû, ser Tonî ecêbmayî ma. Ewî Tonîra got: “Nihêrandina te aliyê başda hatiye guhastinê û nîşanên te jî bilind bûne. Tu usa hatî guhastinê, çimkî tevî Şedên Yehowa hevaltiyê dikî?” Tonî got erê û şedetîke baş da. Ewî bi nîşanên baş mekteb xilaz kir û îro ew berdestiyê civatê ye û ça pêşeng xizmet dike. Ew usa jî gelek bextewar e, çimkî niha Bavê wîyî hizkirî heye, dêmek Yehowa (Zeb. 68:5).

GURA YEHOWA BIKE, Û TUYÊ BEXTEWAR BÎ

3. Yehowa çi şîretê dide cahila?

3 Serhatiya Tonî tîne bîra me, wekî Yehowa bona cahila xem dike. Cahilno, ew dixwaze wekî hûn emirê xweda pêşdaçûyî û bextewar bin. Lema ew şîretê dide we: “Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîr neke” (Waîz 12:1, DT). Ew yek dinya îroyînda hêsa nîne, lê yeke dibe. Pê alîkariya Xwedê hûn dikarin ne tenê cahiltiya xweda bextewar û pêşdaçûyî bin, lê temamiya emirê xweda. Were niha em şêwir kin mesela Îsraêliya, gava ewana Erdê Sozdayî zeft kirin û mesela Dawid çaxê ew rastî Golyat hat.

4, 5. Kîjan derseke ferz em dikarin ji Îsraêliya, û usa jî ji serhatiya Dawid û Golyat hîn bin? (Binihêre şiklê ewlin.)

4 Çaxê Îsraêlî nêzîkî Erdê Sozdayî bûn, Xwedê wanra ne got, wekî bona şer xwe hazir kin (Qan. Dcr. 28:1, 2). Dewsê ewî wanra got, wekî gura temiyên wî bikin û îtbariya xwe wî bînin (Yêşû 1:7-9). Bi nihêrandina meriva ew şîret bêkêr bû! Lê bi rastî ew şîreteke gelek baş bû. Yehowa alî cimeta xwe kir, wekî şerê tevî Kenaniyada serkevin (Yêşû 24:11-13). Belê, seva gura Xwedê bikin baweriya qewî lazim e, û ew bawerî timê karê tîne. Ew yek timê usa bû û îro jî usa ye.

5 Golyat eskerekî gelek qewî bû, kîjan ku weke 2.9 mêtir bilind bû û çekên wîyî qewî hebûn (1 Sam. 17:4-7). Lê bal Dawid tenê 2 tişt hebûn: şidan û bawerî hindava Yehowa Xwedê. Dawid ber çevên merivên bi baweriya sist, bêfem dihate kifşê. Lê ewana gişk jî şaş dibûn! Ew Golyat bi rastî yekî bêfem bû! (1  Sam. 17:48-51).

6. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

6 Gotara pêşiya vêda, me şêwir kir derheqa çar tişta, kîjan ku me bextewar dikin. Çar tişt ew bûn: xwarina ruhanî, hevalên ku Xwedê dide me, nêtên hêja, û azaya ku Xwedê dide me. Were em niha dîsa şêwir kin prînsîpên ji Zebûr 16, û pêbihesin ça em dikarin ji wan tişta hê zêde karê bistînin.

RUHANÎDA XWE TÊR KE

7. a) Merivê ruhanî çi cûreyî ye? b) Kê bû “para” Dawid, û ça ew yek ser wî hukum dibû?

7 Merivê ruhanî baweriya xwe Xwedê tîne û ser tişta pê çevê wî dinihêre. Ew timê rêberiya Xwedê digere û dixwaze her tiştîda gura wî bike (1 Korn. 2:12, 13). Dawid vê yekêda meseleke baş hîşt. Ewî distira: “Xudan e para mine jibare û risqê min” (Zeb. 16:5). Dawid razî bû bona “para” xwe, dêmek heleqetiya xwe tevî Xwedê, û ewî cî-sitar bal wî digeriya (Zeb. 16:1). Axiriya vê yekê çi bû? Dawid nivîsî: “Nefsa min eşq dibe”. Belê, dostiya Dawid tevî Xwedê, şabûneke mezin jêra dianî. (Bixûne Zebûr 16:9, 11.)

8. Kîjan in hine tişt, ku me bextewar dikin?

8 Merivên ku pey xwestinên xwe û pera dikevin, nikarin şabûneke usa bistînin, çawa Dawid distand (1 Tîmt. 6:9, 10). Birakî me ji Kanadayê got: “Meriv lezetê distîne ne ji vê yekê çi ku ew emirê xweda distîne, lê ji vê yekê ku ew çi dide Yehowa Xwedê, kîjan ku her pêşkêşên qenc dide me” (Aqûb 1:17). Belê, bawerî hindava Yehowa û xizmetiya wîra, emirê meda şabûnê tîne û dilrihetiyê dide me. Cahilno, lê hûn ça dikarin baweriya xwe qewî kin? Hûn gerekê bona Yehowa wede xerc kin, dêmek Xebera wî bixûnin, dîna xwe bidine efirînên wî, û bifikirin derheqa hunurên wî û usa jî derheqa hizkirina wî hindava we (Rom. 1:20; 5:8).

9. Xebera Xwedê ça dikare te biguhêze?

9 Çawa bavê hizkirî, Xwedê me şîret û rast dike. Dawid şîretkirina Xwedê dişêkirand. Ewî got: “Pesinê Te ezê bidim, Xudanê şîretkar, heta şev jî dil nav minda dibe dersdar” (Zeb. 16:7). Belê, Dawid dişirmîş dibû ser fikirên Xwedê, çev dida nihêrandina wî û îzin dida wî, wekî wî rast ke û aliyê başda biguhêze. Hergê hûn jî usa bikin, hizkirina we jî hindava Xwedê wê mezin be û hûnê bixwazin gura wî bikin. Xêncî vê yekê, hûnê ruhanîda jî bigihîjin. Xûşkeke me bi navê Krîstîn got: “Çaxê ez lêkolîn dikim û ser xwendina xwe difikirim, ez usa texmîn dikim tê bêjî Yehowa xût bona min ew tişt daye nivîsarê!”

10. Hergê hûn ruhanîda gihîştî bin, li gora Îşaya 26:3 ew yek wê çida alî we bike?

10 Hergê hûn ruhanîda mezin bin, hûnê îda ser vê dinyayê û axiriya wê, pê çevê Xwedê binihêrin. Hin jî Yehowa wê zanebûn û serwaxtiya mezin bide we. Lê çira? Çimkî ew dixwaze hûn emirê xweda tiştên ferz daynin ciyê pêşin, safîkirinên aqilayî bikin, û bi baweriyê ser axiriyê binihêrin. (Bixûne Îşaya 26:3.) Birakî me ji Amerîkayê bi navê Coşûa dibêje: “Hergê em timê xwe nêzîkî Yehowa bigirin, wê bal me tiştên ferz timê ser ciyê pêşin bin”.

HEVALÊN RAST XWERA QAZANC KIN

11. Dawid hevalên ça xwera dijbart?

11 Bixûne Zebûr 16:3. Dawid zanibû çawa hevalên rast xwera bivîne. Ewî xwera ça heval merivên usa dijbart, yên ku Yehowa hiz dikirin. Ewî wana nav kir “pîroz”, çimkî ewana nav-namûs û helal bûn. Zebûrbêjekî din jî derheqa bijartina hevala giliyên usa got: “Ez hogirê xofkêşêd Te me, ku xwey dikin qanûnêd Te” (Zeb. 119:63). Çawa me gotara pêşiya vêda dît, hûn jî dikarin gelek hevalên baş xwera bivînin, yên ku Yehowa ditirsin û gura wî dikin. Lê femdarî ye, hûn dikarin ne tenê nava cahilada hevala xwera bijbêrin.

12. Çira Dawid û Yonatan hevalên baş bûn?

12 Dawid tenê tevî yên weke xwe hevaltî nedikir. Tê bîra we bona wî hevalekî lapî baş kê bû? Navê wî Yonatan bû. Hevaltiya wan yek ji hevaltiyên lapî baş e, ku Kitêba Pîrozda nivîsarin. Lê we zanibû wekî Yonatan weke 30 salî ji Dawid mestir bû? Lê gelo çira ewana hevalên usa baş bûn? Çimkî ewana herdu jî Xwedê bawer dikirin, qedirê hevdu digirtin û mêrxasiya hevdu didîtin gava tevî dijminên Xwedê şer dikirin (1 Sam. 13:3; 14:13; 17:48-50; 18:1).

13. Çawa hûn dikarin hê zêde hevala xwera bivînin? Meselê bînin.

13 Mîna Dawid û Yonatan, em jî şa dibin, gava tevî wan meriva hevaltiyê dikin, yên ku Yehowa hiz dikin û baweriya xwe wî tînin. Kîêra, ya ku gelek sal e Xwedêra xizmet dike, dibêje: “Min xwera nav temamiya dinyayêda heval dîtine, yên ku ji cûre-cûre mileta ne û edetên wan cûre-cûre ne”. Çaxê hûn jî usa bikin, hûnê eşkere bivînin ku çawa Kitêba Pîroz û ruhê pîroz me dike malbeteke qewî.

NÊTÊN HÊJA DAYNE PÊŞIYA XWE

14. a) Çi wê alî we bike nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe? b) Hine cahil çi difikirin derheqa nêtên ruhanî?

14 Bixûne Zebûr 16:8. Emirê Dawidda xizmetî Xwedêra ciyê pêşin digirt. Hergê hûn jî çev bidine wî, berdewam kin Yehowara xizmet kin û nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, hûnê ji emirê xwe lezetê bistînin. Birakî bi navê Stîvên got: “Çaxê ez nêtê datînim pêşiya xwe, û digihîjime vê nêta xwe, paşê jî dinihêrim ser pêşdaçûyîna xwe, usa ez şa û dilrihet dibim”. Birakî cahil jî ji Almanyayê, yê ku niha welatê xerîbda xizmet dike, got: “Ez naxwazim, ku çaxê ez kal bim û ser emirê xweyî berê binihêrim, bivînim wekî ez tenê bona emirê xwe fikirîme”. Em bawer in, wekî hûn, dêmek cahil jî usa difikirin. Bi pêşkêşên ku Xwedê daye we, wî hurmet kin û alîkariyê bidine meriva (Galt. 6:10). Nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, û duada ji Yehowa hîvî kin, wekî alî we bike ku hûn bigihîjine wan nêta. Dudilî nebin, ku ew wê ese caba duayên we bide (1 Yûhn. 3:22; 5:14, 15).

15. Kîjan nêta hûn dikarin daynin pêşiya xwe? (Binihêrin çargoşe “ Hine Nêtên Ruhanî”).

15 Lê hûn kîjan nêta dikarin daynin pêşiya xwe? Besa xeberê, civatêda pê giliyên xwe caba xwe bidin, bibine pêşeng yan jî Beytelêda xizmet kin. Yan jî zimanê teze hîn bin seva deşta zimanê xerîbda xizmet kin. Birakî cahil bi navê Barak, yê ku xizmetkarê hertim e, dibêje: “Ez çaxê her roj çevê xwe vedikim û zanim ku ez hemû qewata xwe didime Yehowa, ez tiştekî usa texmîn dikim, ku tu şixuleke din beramberî vê yekê nabe”.

BIŞÊKIRÎNE AZAYA KU XWEDÊ DAYE TE

16. Dawid ça dinihêrî ser qanûn û prînsîpên Yehowa, û çira?

16 Bixûne Zebûr 16:2, 4. Çawa me gotara pêşiya vêda dît, qanûn û prînsîpên Xwedê me aza dikin, û alî me dikin qenciyê hiz kin û xirabiyê nefret kin (Ams. 5:15). Yehowa bona Dawid Kaniya qenciyê bû. Qencî ew heye hunureke namûsî, ku her şixul û fikirada tê kifşê. Dawid her tişt dikir seva çev bida Xwedayê xwe. Ewî nefret dikir ew tişt, çi ku ber çevê Xwedê reş bûn, besa xeberê, pûtparistî. Merivên ku pûtparistiyê dikin, xwe diherimînin, çimkî hurmet-rûmeta ku Yehowa Xwedêra dikeve, didine pûta (Îşa. 2:8, 9; Eyan. 4:11).

17, 18. a) Dawid çi fem dikir derheqa hebandina qelp? b) Çi îro merivara kul û derda zêde dike?

17 Wedê berê, gelek car bênamûsî dikete nava hebandina qelpda (Hos. 4:13, 14). Gelek meriva xweş dihat ew hebandina qelp, çimkî dikaribûn xwestinên xweye bedenê razî kin. Lê gelo ewê yekê ewana bextewar dikirin? Tu car na! Çawa Dawid got, ewên ku pey wan xudana diketin, tenê kul û derd xwera zêde dikirin. Wana usa jî qira gelek zara dianîn, seva ça qurban wan xudanara bidin (Îşa. 57:5). Ew bêremtî ber çevê Yehowa reş bû! (Yêrem. 7:31). Hergê we wî wedeyîda bijîta, bêşik hûnê gelek ji dê-bavê xwe razî bûna, yên ku baweriya xwe Yehowa dianîn û gura wî dikirin.

18 Îro jî hebandina qelp gelek car bênamûsiyê qebûl dike, hela hê homosêksûaliyê jî. Lê axiriya vê yekê berên gelek xirab tîne, çimkî ewana yançi azayê distînin, lê bi rastî tu karê nastînin (1 Korn. 6:18, 19). Meriv “derd û kulêd xwe zêde dikin”, û dibeke hûn xwexa jî vê yekê divînin. Lema cahilno, guh bidine Bavê xweyî ezmana. Dudilî nebin wekî hergê hûn gura wî bikin, ew yek wê bona kara we be. Kûr bifikirin ku ew lezeta wedelû kîjan meriv distîne, gava pey xwestinên xweye bedenê dikeve, axiriya çiqas xirab tîne (Galt. 6:8). Coşûa besa kîjanî me jorê kir, got: “Em dikarin azaya xwe usa bidine xebatê ça dixwazin, lê çaxê em rast nadine xebatê, em tu karê nastînin”.

19, 20. Kîjan kerem hîviya wan cahila ne, yên ku baweriya xwe Yehowa tînin û gura wî dikin?

19 Îsa gote şagirtên xwe: “Heger hûn ser hînkirina min bimînin, hûnê rast şagirtêd min bin. Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhn. 8:31, 32). Belê, ew azayî usa jî heye azaya ji rêlîgiya qelp, nezaniyê, û hînkirinên qelp. Hin jî, emê axiriyêda “tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21). Hergê hûn ser hînkirina Îsa bimînin, hela hê niha jî hûn dikarin evê azayê tem kin. Wî cûreyî hûnê ne ku tenê “rastiyê nas kin”, lê anegorî vê bijîn.

20 Cahilno, evê azayê ku Xwedê dide we bişêkirînin. Azaya xwe bi aqilayî bidine xebatê, çimkî usa hûnê axiriyêda pêşdaçûyî bin û safîkirinên bîlan bikin. Birakî cahil got: “Hergê cahiltiyêda azaya xwe bi bîlanî didî xebatê, ew yek wê alî te bike wedê safîkirinên mezin ku axiriyêda rastî te bên, mesele kîjan xebata layîq qebûl kî, safî kî bizewicî yan mêr kî, yan jî wedelû azep bimînî”.

21. Çawa hûn dikarin riya Xwedêda bimînin?

21 Vê dinyayêda, ew jîyîn ku meriv hesab dikin jîyîna lape baş, wedelû ye. Em nizanin sibê wê çi biqewime (Aqûb 4:13, 14). Lema jî aqilayî ye ku riya Xwedêda bimînin, kîjan ku axiriyêda wê mera “jiyîna ku rastî jiyîn e” bide, dêmek jîyîna heta-hetayê (1 Tîmt. 6:19). Lê Xwedê tu car zorê me nake riya wîda herin. Em xwexa gerekê vê yekê bijbêrin. Lema jî cahilno, Yehowa bikin “para” xwe, bişêkirînin wan tiştên qenc ku ew dide we (Zeb. 103:5). Û dudilî nebin, wekî ew dikare “heta-hetayê xêr û xweşî” û “şabûneke mezin” bide we (Zeb. 16:11).