Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cimeta Xwedê ji Terîstanê Derket

Cimeta Xwedê ji Terîstanê Derket

“[Yehowa] hûn ji terîstaniyê gazî ronaya xweye hujmekar kirine” (1 PET. 2:9).

KILAMÊN: 1, 14

1. Çi qewimî çaxê Orşelîm hate hilşandinê?

SALA 607 B.D.M., ordiya Babîloniya pê fermana Nebûkedneserê II Orşelîm hilşandin. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku ew şer gelek giran bû: “[Nebûkedneser] ciwanên [cahilên] wan bi şûrva kuştin û heyfa wî li egîdê ciwan, li qîza ku nezewiciye, ji zilamê kal û por sipîva nehat. . . . Mala Xwedê şewitandin û dîwarê Orşelîmê xirab kirin û agir hemû qesrên wêva xistin û hemû firaqên wêyî bi qîmet xirab kirin” (2 Dîr. 36:17, 19).

2. Yehowa derheqa çi pêşda got, û çi gerekê biqewimiya tevî Cihûya?

2 Cihû ecêbmayî neman çaxê hilşandina Orşelîmê dîtin. Bi sala, pêxemberên Xwedê Cihûyara pêşda digotin ku hergê ewana berdewam kin Qanûna Xwedê pişt guhê xweva bavêjin, Xwedê wê wana bide destê Babîloniya. Usa jî hate pêxembertîkirinê wekî gelek Cihû wê ji şûr bêne kuştinê, lê ewên ku ji mirinê xilaz bin, dibeke wê temamiya emirê xwe dîltiya Babîlonêda bin (Yêrem. 15:2). Gelo jîyîn dîltiyêda çawa bû? Gelo Mesîhî jî bi sîmbolîk dîltiya Babîlonêda bûn? Hergê erê, kengê?

JÎYÎNA DÎLTIYÊDA

3. Dîltiya Misirêda ça ji dîltiya Babîlonê cude dibû?

3 Çi ku hatibû pêxembertîkirinê hate sêrî. Bi saya Yêremya, Yehowa Cihûyara got ku çaxê ewana bikevine dîltiyêda, gerekê hînî wî emirî bin û çi ku destê wan tê bikin wekî pak bijîn. Yehowa gote wan: “Xaniya ava bikin [Babîlonêda] û rûnin; bexçeyan daynin û mewên wan bixwin. Û li xweşiya ku bajarê we ajotime wir, bigerin û bona wê ji Xudanra dua bikin, ji ber ku bi xweşiya wê, hûnê jî xweşiyê bivînin!” (Yêrem. 29:5, 7). Cihûyên ku temiyên Xwedê dianîne sêrî, dîltiyêda bi jîyîna pak dijîtin. Babîloniya îzin didane Cihûya ku xwexa rêberiya şixulên xwe bikin û hin jî îzina wan hebû nava welatêda serbest herin-bên. Berê Babîlon gelek navdar bû pê arş-vêrşiyê. Ji dokûmêntên berê tê kifşê wekî gelek Cihû hîn bûn şixulê kirîn-firotanê bikin, û hinek jî bûne hosteyên baş. Hela hê hine Cihû jî bûne dewletî. Belê, dîltiya Babîlonêda mîna dîltiya Misirêda nîbû. (Bixûne Derketin 2:23-25.)

4. Xêncî Îsraêliyên ku gura Xwedê nedikirin, dîsa kê bûn dîltiya Babîlonêda, û çira wana nikaribû bi temamî Xwedêra xizmet kin?

4 Babîlonêda tiştek Cihûya kêm nîbû, lê gelo ruhanîda ewana çi halîda bûn? Paristgeh û gorîgeha Yehowa hilşandî bû, kahîn jî îda çawa berê kahîntî nedikirin. Nava Cihûyên ku dîltiyêda bûn, xizmetkarên Xwedêyî amin jî hebûn, yên ku gura qanûnên Xwedê dikirin. Wana jî tevî miletê xwe cefa dikişandin. Lê wana çi ku dikaribûn, hemû tişt dikirin seva Qanûna Xwedê bînin sêrî. Mesele, Babîlonêda Daniyêl, Şedrak, Meşak, Abednego, xwarina ku Cihûyara qedexe bû, nedixwarin. Hin jî ji Kitêba Pîroz em pêdihesin wekî Daniyêl timê Xwedêra dua dikir (Dan. 1:8; 6:10). Cihûyên xwedêxof nikaribûn hemû tiştî bînin sêrî çi ku Qanûnê ji wan dewa dikir, çimkî bin hukumê pûtparistada bûn.

5. Yehowa çi soz dabû cimeta xwe, û çira ew soz gelek ferz bû?

5 Gelo Îsraêliya dîsa wê bikaribûna Xwedêra usa xizmet kin, ça ewî dixwest? Wî wedeyî tê bêjî çare tune bû, çimkî Babîloniya tu car dîlên xwe aza nedikirin. Lê Yehowa Xwedê soz dabû cimeta xwe ku wê wana aza ke, û tu tiştî nikaribû rê wî bigire wekî nêta xwe bîne sêrî. Û çawa Xwedê got usa jî qewimî, çimkî sozên Xwedê timê têne sêrî (Îşa. 55:11).

LÊ GELO TEVÎ MESÎHIYA JÎ TIŞTEKÎ USA QEWIMÎ?

6, 7. Çira lazim e ku em femkirina xwe biguhêzin derheqa dîltiya Babîlonê?

6 Lê gelo tevî mesîhiya jî tiştekî usa qewimî, ça tevî cihûya? Gelek sala jûrnala “Birca Qerewiliyêda” dihate gotinê, wekî xizmetkarên Xwedêyî amin, sala 1918-da bi sîmbolîk ketine dîltiya Babîlonê û sala 1919 ji Babîlonê aza bûn. Lê menî hene wekî em femkirina xwe derheqa vê pirsê biguhêzin. Vê têmayêda û têma dinda emê derheqa vê yekê şêwir kin.

7 Bifikirin ser vê yekê: Babîlona Mezin ew heye împêriya hemdinyayê ya rêlîgiya qelp. Hergê cimeta Xwedê sala 1918-da bi sîmbolîk biketa dîltiya Babîlonê, wî çaxî ewana gerekê bin qolê rêlîgiya qelpda bûna. Bi rastiyê, pêşiya Şerê Hemdinyayê ya I, rûnkirî ne ku ketine dîltiya Babîlona Mezin, lê ewana ji dîltiya vê aza dibûn. Ew yek rast e wekî wedê şerê hemdinyayê ya yekêda rûnkirî dihatine zêrandinê, lê ewana dihate zêrandinê ne ku ji destê Babîlona Mezin, lê ji destê serwêrên dewletê. Dêmek zelal tê kifşê, wekî cimeta Yehowa sala 1918-da nekete dîltiya Babîlona Mezin.

GELO MESÎHÎ KENGÊ KETINE DÎLTIYA BABÎLONÊ?

8. Çawa hînkirinên qelp ketine nava Mesîhiyên rast? (Binihêre şiklê ewlin.)

8 Roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., bi hezara Cihû û necihû bi ruhê pîroz hatine rûnkirinê. Ew Mesîhiyên teze bûne bijartî, “kahînêd padşatiyê, miletê buhurtî, cimeta Xwedê”. (Bixûne 1 Petrûs 2:9, 10.) Heta şandî hê sax bûn, ewana miqatî civata cimeta Xwedê dibûn. Lê civatada hine meriv destpêkirin “tiştêd xêlif” hîn kin, îlahî paşî mirina şandiya, seva ku “şagirta pey xwe bibin” (Kar. Şand. 20:30; 2 Têsln. 2:6-8). Cem geleka ji wana cabdariyên mezin hebûn civatêda. Ewana ça berpirsiyar xizmet dikirin, û paşê îda ça “êpîskop”. Rast e Îsa şagirtên xwera got wekî “hûn hemû jî bira ne”, lê yeke serwêr nava dêrada pêşda hatin (Met. 23:8). Merivên navdar yên ku hiz dikirin fîlosofiyên Arîstotêl û Platon, civatêda meriva hîn dikirin ew hînkirinên qelp. Axiriyêda hînkirina rast ya Xebera Xwedê, hêdî-hêdî hate guhastinê ser hînkirinên qelp.

9. Rom ça piştgiriya rêlîgiya Mesîhîtîye qelp girt, û ew yek çi axirî anî?

9 Sala 313 D.M., Împêratorê Romê Konstantîn, yê ku pûtparist bû, rêlîgiya Mesîhîtîye qelp welatêda qanûnî kir. Ji wî wedeyî Serwêrên Dêra û Serwêrên Welatê destpêkirin tevayî şixulkariyê bikin. Mesele, Împêrator Konstantîn jî hatibû ser civîna serwêrên dêra. Paşî vê civînê, ewî ferman da wekî Arîûs keşîş ji dêrê derxin, çimkî Arîûs înkar kir wekî Îsa Xwedê ye. Paşê, wedê Împêrator Têodorê I (379-395 D.M.), rêlîgiya Mesîhîtîye qelp, ku hate naskirinê ça Dêra Katolîkî, Împêriya Romêda bû rêlîgiya fermî. Terîxzan dibêjin wekî Romê pûtparist, “Mesîhîtiyê” qirna çarada qebûl kir. Û hema wî wedeyî rêlîgiya Mesîhîtîye qelp û rêlîgiyên pûtparistî tevîhev bûn, û bûne endemên Babîlona Mezin. Lê hela hê wî çaxî jî koma biçûk ya Mesîhiyên rûnkirî, yên ku mîna “genim” bûn, hemû tişt dikirin çi ku destê wan dihat seva Xwedêra xizmet kin, lê tu kes guh nedida giliyên wan. (Metta 13:24, 25, 37-39.) Ewana bi rastiyê jî dîltiya Babîlonêda bûn!

10. Çira merivên dilsax hînkirinên dêrê kirine bin şikê?

10 Wî wedeyî gelek meriv dikaribûn Kitêba Pîroz bixûnin ser zimanê Yûnanî yan jî Latînî. Û wana dikaribû hînkirinên Xebera Xwedê, beramberî hînkirinên dêrê bikin. Çaxê wana Kitêba Pîroz dixwend, hineka têderdixistin wekî dêr tiştên qelp hîn dikin, çi ku ser hîmê Kitêba Pîroz nîbû, lema ew meriv ewan hînkirina qebûl nedikirin. Lê bona wan ew yek gelek xof bû, çimkî hergê wana ew fikirên xwe eyan bigotana, dikaribûn bihatana kuştinê jî.

11. Serwêrên dêrê ça Kitêba Pîroz kirine bin destê xwe?

11 Wede derbaz dibû, û meriv zimanê Yûnanî û Latînî îda hindik didane xebatê. Lê serwêrên dêra nedixwestin, wekî Kitêba Pîroz ser zimanên belabûyî bê welgerandinê, kîjan ku merivara femdarî bû. Lema tenê kahîn û hine merivên xwendî dikaribûn Kitêba Pîroz bixûnin. Lê ne hemû kahîn rind xwendin-nivîsarê zanibûn. Û hergê kesek tevî hînkirinên dêrê qayîl nîbû, wî qayîm ceza dikirin. Lema, hergê dihate sitandinê wekî tevayî top bin, xizmetkarên Xwedêyî amin dêmek rûnkiriya, gerekê dizîkava kom bi kom top bûna seva ku nekevine çeva. Rûnkirî jî, dêmek “kahînêd padşatiyê”, nikaribûn bi organîze tevayî Xwedêra xizmet kirana, çawa ku Îsraêlî dîltiya Babîlonêda. Meniya wê yekê ew bû wekî Babîlona Mezin wî çaxî meriva qayîm kire bin destê xwe!

RONAYÎ DERDIKEVE

12, 13. Kîjan du menî alîkarî dan Mesîhiya wekî ji Babîlona Mezin aza bin? Şirovekin.

12 Gelo wê bihata ew wede, çaxê Mesîhiyên rast eşkere û ça Xwedê xweş tê, usa jêra xizmet kirana? Erê! Du tişt bû menî ku cimeta Xwedê ji terîstanêda ronayî dîtin. Meniya pêşin ew e, ku weke sala 1450, mekîna neşirkirinê hate derxistinê. Pêşiya derxistina vê mekînê, Kitêba Pîroz pê desta kopî dikirin. Ew xebata giran bû, lema Kitêba Pîroz hindik hebûn û hin jî gelek biha bûn. Hergê hostekî baş pê destê xwe Kitêba Pîroz kopî dikir, weke 10 meh lazim bû seva vê yekê. Hin jî ew tişt ser çi wana dinivîsîn dêmek pêrgamênt biha bûn. Lê mekîna neşirkirinê, nava rojekêda 1 300 belg dikaribû neşirkira, û ew yek alîkariya mezin dida!

Bi saya derxistina mekîna neşirkirinê û merivên mêrxas ku Kitêba Pîroz weldigerandin, hukumetiya Babîlona Mezin sist bû (Binihêre abzasa 12, 13)

13 Meniya duda ew bû, wekî hine merivên mêrxas, destpêka qirna 16-da safî kiribûn, wekî Kitêba Pîroz welgerînin ser wan zimana ku gelek meriv fem dikirin. Rast e wana zanibû ku seva vê yekê ewana dikarin emirê xwe unda kin, lê yeke wana ew şixul dikir. Kitêba Pîroz destê wan merivên xwedêxofda, ça çek bû miqabilî serwêrên dêra! Çawa ku Kitêba Pîroz îda dest diket, meriv destpêkirin ew bixûnin. Çaxê wana dixwend, pirs cem wana pêşda dihatin: “Gelo kîderê Xebera Xwedêda tê gotinê wekî meriv paşî mirinê, dikevine ciyê paqijkirinê? Kîderê nivîsiye Kitêba Pîrozda wekî meriv gerekê keşîşara pera bidin wekî ser miriya qewila bêjin? Yan jî kîderê Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî gerekê pop û kardînal hebin?” Serwêrên dêra gelek hêrs ketin, çimkî meriv îzin dane xwe hînkirina dêr bikine bin şikê. Lema wana ew meriv ceza dikirin, çimkî wana hînkirinên dêrê qebûl nedikirin. Ew meriv têderdixistin wekî hine hînkirinên dêra ser hîmê fîlosofiya pûtparista bû, mesele fîlosofiya Arîstotêl û Platon, yên ku pêşiya Îsa Mesîh dijîtin. Dêr digotine dewletê wekî ew meriv bikujin. Nêta serwêrên dêra ew bû, wekî meriv îda nexwazin Kitêba Pîroz bixûnin û ne jî pirsa bidin. Gelek car usa jî dibû, lê yeke hine merivên mêrxas nediketine bin bayê Babîlona Mezin, dêmek rêlîgiya qelp. Wana îda zanibû derheqa rastiya Xebera Xwedê, û dixwestin hê zêde pêbihesin derheqa vê. Dêmek, ewana îda hêdî-hêdî diçûne berbi azaya ji rêlîgiya qelp.

14. a) Ça xilaziya qirna 19-da femkirina rastiya Kitêba Pîroz hê zelal bû? b) Gilî kin ku ça Rassêl, rastiyê digeriya.

14 Gelek merivên ku dixwestin hê zêde rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin, direviyane welatên mayîn, kîderê ku dêr hindik ser meriva hukum dikirin. Wana nedixwest wekî dêr wanara bêjin ku ewana çi bawer bikin. Wana dixwest Kitêba Pîroz xwexa bixûnin û lêkolîn bikin, û tevî yên din şêwir kin çi ku ewana pêdihesiyan. Yek ji wan welata Dewletên Yekbûyî bû. Li wêderê, xilaziya qirna 19-da, Çarlz Têîz Rassêl û hine hevalên wî destpêkirin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Pêşiyê Rassêl bira, dixwest ku lêkolîn bike û têderxe, hela kîjan rêlîgiya rastiyê hîn dike. Ewî hînkirinên cûre-cûre rêlîgiya, hûr bi hûr beramberî hînkirinên Kitêba Pîroz dikir. Zûtirekê ewî fem kir, wekî tu rêlîgiya bi temamî hînkirinên Kitêba Pîroz hîn nedikirin. Carekê, Rassêl rastî hine serwêrên dêra hat. Ew bawer bû wekî ewana wê qebûl kin rastiyên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku ew tevî hevalên xwe dîtin, û ku ewana derheqa wan rastiya meriva dêrada hîn kin. Lê serwêrên dêra guh nedidane wî. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz fem kirin wekî ewana nikarin Xwedêra xizmet kin tevî wan meriva, yên ku piştgiriya rêlîgiya qelp dikin. (Bixûne 2 Korintî 6:14.)

15. a) Kengê Mesîhî ketine bin destê Babîlonê? b) Kîjan pirsa emê têma dinda şêwir kin?

15 Em îro pêhesiyan wekî Mesîhiyên rast ketine dîltiya Babîlonê hine wede paşî mirina şandiya. Lê dîsa pirs pêşda tên: Dîsa çi îzbatkirin hene wekî pêşiya sala 1914, rûnkirî îda bin hukumê Babîlona Mezin derdiketin? Gelo ew yek rast e wekî Yehowa xizmetkarên xwe qebûl nedikir, yên ku wedê şerê hemdinyayê ya I şixulê belakirina mizgîniyêda nexîret bûn? Gelo wî wedeyî hebûn birên usa ku tevnebûyînê xwey nekirin û qebûlkirina Yehowa unda kirin? Û pirsa xilaziyê ew e hergê Mesîhî ketine dîltiya Babîlonê paşî qirna duda D.M., gelo kengê ewana derketin ji vê? Ew pirs rastî jî gelek ferz in û caba wan pirsa emê şêwir kin têma dinda.