Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Her Roj Dil Bidine Hev”

“Her Roj Dil Bidine Hev”

“Heger gotineke we heye ku dil bidine cimetê, kerem kin bêjin” (KAR. ŞAND. 13:15).

KILAMÊN: 53, 45

1, 2. Çira gelek ferz e dil bidine hev?

KRÎSTÎNA [1] ya ku 18 salî ye, gilî dike: “Dê-bavê min qe dil nadine min, dewsê, ewana timê ji min neqayîl in. Giliyên wan dilê min gelek dêşînin. Ewana minra dibêjin, wekî ez hê zaro me, bêfem im û xurt im. Û seva vê yekê ez gelek car digirîm û qe ne jî dixwazim tevî wan xeberdim. Ez difikirim, wekî ez bêkêr im”. Rastî jî, çaxê meriv dil nadine ber hev, emir dikare gelek çetin be!

2 Dildayîn dikare kareke gelek mezin bîne. Birakî me dibêje: “Bi sala ez nikarim xwe xilaz kim ji wan fikira ku ez bêkêr im. Lê carekê min tevî rûspî xizmet dikir kîjanî ku têderxist wekî ez medekirî me. Û çaxê min jêra dilê xwe vekir, ewî gelek bi dilşewatî min dibihîst. Paşê ewî anî bîra min kirên mine baş. Ewî usa jî anî bîra min giliyên Îsa, wekî her meriv ji gelek çivîka qîmettir e. Ez gelek car ewê rêzê tînim bîra xwe û heta niha ew min dilgerm dike. Giliyên rûspî gelek dilê min girt in” (Met. 10:31).

3. a) Pawlosê şandî çi got derheqa wê yekê ku dil bidine hev? b) Vê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Kitêba Pîroz dibêje wekî em gerekê timê dil bidine hev. Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra nivîsî: “Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax. Lê her roj dil bidine hev, . . . wekî ji we tu kes bi guna nexape, nebe serhişk” (Îbrn . 3:12, 13). Hergê hûn tînin bîra xwe ku ça hûn pê gilyên kesekî qewî bûne, hûn îda zanin ku çiqas ferz e dil bidine hev. Were em ewan pirsa şêwir kin: Çira gelek ferz e ku dil bidine hev? Em ji Yehowa, Îsa û Pawlos çi dikarin hîn bin wê yekêda, ku wana ça dil didane yên mayîn? Û ça em dikarin yên din dilgerm kin?

MERIV HEWCÊ BERDILIYÊ NE

4. Kê hewce ye ku dil bidine ber, û çira îro meriv hewcê wê yekê ne?

4 Me gişkara lazim e dil bidine hevdu, îlahî dê-bav gerekê dil bidine zara. Dersdarekî giliyên usa got: “Çawa ku şînkayêra av lazim e, usa jî zarara . . . lazim e dil bidine wan. Çaxê dil didine zara, ewana texmîn dikin wekî wana qîmet dikin û hiz dikin”. Lê yazix, em zemanên xirabda dijîn, kîderê ku meriv xwehiz û dilsar in, lema jî meriv kêm dil didine hev (2 Tîmt. 3:1-5). Hine dê-bav payê zarên xwe nadin, çimkî dê-bavê wan jî dil nedidane wan. Merivên mezin jî hewcê paya ne, mesele, gelek xebatçî dikine kute-kut çimkî ewana bona şixulê xwe qe paya nastînin.

5. Em ça dikarin dil bidine yên din?

5 Em dikarin dil bidine meriva, çaxê payê wan didin seva kirê wanî baş. Usa jî em dikarin wana dilgerm kin bi vê yekê, ku wanra bêjin wekî hunurên wanî baş hene, yan jî em dikarin ber dilê wanda bên çaxê ewana dilteng in (1 Têsln. 5:14). Xebera Yûnanî ku tê hesabê “dil bidine” ber kesekî, raste-rast tê hesabê “kêleka kesekî bisenin”. Belê, em gelek car tevî xûşk-birên me ne, û gelek mecalên me hene wekî giliyên şîrin wanra bêjin seva dil bidine wan. (Bixûne Waîz 4:9, 10.) Wê kêrhatî be hergê em pirsê bidine xwe: “Gelo ez mecalê divînim wekî yên dinênara bêjim, ku çira ez wana qîmet dikim û hiz dikim?” Pêşiya ku caba vê pirsê bidin, wê baş be ser vê rêzê bifikirin: “Gotina ku ciyê xweda tê gotinê, çiqas xweşik e!” (Metlk. 15:23).

6. Çira Mîrê-cin dixwaze me dilteng ke? Meselê bînin.

6 Şeytan dixwaze me dilteng ke, çimkî ew zane wekî diltengî dikare ruhanîda me sist ke. Metelok 24:10-da tê gotinê: “Heger tu roja tengasiyêda metirsiya [mêrxasiya] xwe unda bikî, dibe ku hêza te kêm be”. Şeytan xwest pê tengasiyên giran Îboyê amin dilteng ke, lê yeke xwestina wî nehate sêrî (Îb. 2:3; 22:3; 27:5). Em jî dikarin Xwedêra amin bimînin û dilê Şeytan şa nekin. Hergê em dil bidine neferên mala xwe û xûşk-birên civatêda,emê çawa malda usa jî Oda Civatêda bextewar û qewî bimînin.

EM DIKARIN ÇEV BIDINE KÊ KU DIL BIDINE HEVDU?

7, 8. a) Yehowa ça dil dida meriva? b) Dê-bav ça dikarin çev bidine Yehowa? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Yehowa dil dide meriva. Zebûrbêj nivîsî: “Xudan nêzîkî kesên dilşikestiya ne û yên ku ruhê wan eciqîne xilaz dike” (Zeb. 34:18). Çaxê tirs kete dilê Yêremiya û ew dilteng bû, Yehowa ew qewî kir û şidand (Yêrem. 1:6-10). Bidine ber çevê xwe, ku Daniyêl pêxember qewateke ça stand çaxê Xwedê miliyaket şand seva wî qewî ke, û wîra got ku ew yekî gelek qîmet e (Dan. 10:8, 11, 18, 19). Hûn jî dikarin dil bidine xûşk-bira, pêşenga, û xûşk-birên emirda mezin, yên ku sist bûne.

8 Yehowa û Îsa gelek wext ser ezmana tevayî bûn, lê çaxê Îsa ser erdê bû, Yehowa nedifikirî wekî nelazim e payê wî bide û dil bide wî. Dewsê Yehowa du cara ji ezmana Îsara got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Met. 3:17; 17:5). Bi wan giliya Xwedê payê Îsa da û jêra da kifşê ku wîra firnaq dibe. Cara pêşin Yehowa wan giliya jêra got çaxê Îsa destpêkir xizmet ke, lê cara duda ew sala paşiyê bû ya jîyîna wî ser erdê. Usa jî, çaxê Îsa şeva pêşiya mirina xwe nav cefayê giranda bû, Yehowa milyaketê xwe şand seva Îsa qewî ke û dilbîniyê bide wî (Lûqa 22:43). Dê-bavno, werên em çev bidine Yehowa, ku timê dil bidine zarên xwe û payê wan bidin seva kirên wanî baş. Usa jî, çaxê mektebêda ewana rastî cêribandina tên, em gerekê hemû tiştî bikin seva wana qewî kin û bişidînin.

9. Em ji Îsa çi dikarin hîn bin, ku ew ça bû hindava şandiyên xwe?

9 Îsa jî meseleke baş e seva em çev bidinê. Çaxê Îsa derheqa derbazkirina Êvara Bîranînê temî da şandiya, ewî texmîn kir wekî bal wana qurebûn pêşda hatiye. Lema Îsa bi milûktî nigên wan şûşt seva dersê bide wan. Lê yeke dîsa jî nav wanda dew pêşda hat, ku ji wan kê ye herî mezin. Ji wan şandiya Petrûs ser xwe gelek bawer bû (Lûqa 22:24, 33, 34). Lê Îsa dîna xwe neda ser şaşiyên wan, dewsê ewî payê wan da, ku ewana nava cêribandinên wîda tevî wî man. Îsa usa jî got ku ewana ji wan kira ku ewî dikir, hê mestir bikin. Ewî usa jî ewana qewî kirin çaxê got, ku Bav wana hiz dike (Lûqa 22:28; Yûhn. 14:12; 16:27). Em dikarin pirsê bidine xwe: “Lê gelo ez çev didime Îsa û payê yên mayîn didim bona hunurên wanî baş, yan ez dîna xwe didim ser kêmasiyên û şaşiyên wan?”

10, 11. Ji çi tê kifşê wekî Pawlos hesab dikir ku gelek ferz e dil bide yên din?

10 Pawlosê şandî nemên xweda derheqa bira baş xeberdida. Tevî hineka ewî bi sala rêwîtî dikir, û dikarin bêjin wekî ewî kêmasiyên wan jî zanibû. Lê ewî timê derheqa wan giliyên şîrin digot û payê wan dida. Mesele, Pawlos Tîmotêyo hesab dikir ça “lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin”. Pawlos îtbariya xwe Tîmotêyo danî ku ew wê bona Mesîhiyên din xem bike (1 Korn. 4:17; Fîlî. 2:19, 20). Pawlosê şandî derheqa Tîto civata Korîntîra nivîsî: “Ew heval û xebatkarê tevî min e bona we” (2 Korn. 8:23). Belê, giliyên Pawlos gelek dilgerm kirin Tîmotêyo û Tîto.

11 Pawlos seva bira qewî ke, gelek car diçû wan ciya, kîderê ku emirê wî dikete bin qeziyayê. Mesele, Pawlos û Barnabas Lîstrayêda rastî peyketina hatin, lê yeke dîsa jî vegeriyane wêderê seva ku şagirtên teze bişidînin û dil bidine wan, wekî ewana baweriyêda bimînin (Kar. Şand. 14:19-22). Efesîda jî pey Pawlos diketin, lê yeke ew wî şeherîda ma seva bira qewî ke. Karên Şandiya 20:1, 2-da tê gotinê: “Gava qalme-qalm seqirî, Pawlos gazî şagirta kir, dil da wan û xatirê xwe ji wan xwest, rabû çû Mekedonyayê. Li wan alîya gerîya, bi gelek gotina dil dane wan. Paşê çû Yûnanistanê”. Belê, em divînin wekî bona Pawlos gelek ferz bû ku xûşk-bira qewî ke.

DIL BIDINE BER HEV

12. Çira lazim e ku em timê bêne civatê?

12 Yek ji wan meniya ku çira Yehowa civat saz kir, ew e ku Yehowa dixwaze wekî em tevayî top bin, û dil bidine ber hev. (Bixûne Îbranî 10:24, 25.) Çawa şagirtên Îsa qirna yekêda, îro em jî tevayî top dibin wekî hîn bin û hevdu qewî kin (1 Korn. 14:31). Krîstîna, derheqa kîjanî jorê hate gotinê, dibêje: “Ya lape zef çi ku min xweş tê civatêda, ew e ku ez wêderê hizkirinê û hêlanê distînim. Cara ez dilteng tême oda civatê. Lê xûşk nêzîkî min dibin, min hemêz dikin û dibêjin, wekî ez gelek wan xweş têm. Ewana dibêjin, ku min hiz dikin û gelek şa ne, wekî ez ruhanîda pêşda diçim. Ez xwe gelek baş texmîn dikim çaxê ewana dil didine ber min”. Rastî jî çiqas ferz e wekî em hêlanê bidine hev (Rom. 1:11, 12).

13. Çira xizmetkarên cêribandî hewce ne ku dil bidine ber wan?

13 Hela hê xizmetkarên cêribandî jî hewce ne ku hêlana bidine wan. Were em mesela Yêşû şêwir kin. Ewî gelek sala Xwedêra bi aminî xizmet dikir. Lê yeke Yehowa gote Mûsa ku here Yêşû qewî ke. Yehowa got: “Li Yêşû emir ke, dil bide li ber wî û bişidîne, çimkî ewê pêşiya vî miletîva here û wî erdî kîjanî tê bibînî wanra bike milk” (Qan. Dcr. 3:27, 28, PKM). Yêşû gerekê rêberî Îsraêliya bikira seva ewana erdê sozdayî war bûna. Ew gerekê biketa nav gelek şera û hela hê jî ya lape kêm şerekîda wê bida der (Yêşû 7:1-9). Bêşik, Yêşûra gelek lazim bû wekî dil bidine wî û wî qewî kin. Were em jî dil bidine rûspiya û usa jî berpirsiyarên mihalê, çimkî ewana xebata giran dikin bona cimeta Xwedê. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:12, 13.) Berpirsiyarekî mihalê gilî kir: “Cara bira neme mera dinivîsin, seva razîbûna xwe bidine kifşê bona serlêdana me. Em wan nema xwera xwey dikin û çaxê em dilteng dibin dixûnin. Ew neme bi rastiyê jî dil didine ber me”.

Çaxê em bi dil payê zara didin ewana geş dibin (Binihêre abzasa 14)

14. Çi dide kifşê wekî payîdayîn û hêlankirin gelek ferz in, çaxê em şîretê didine kesekî?

14 Carekê Pawlos şîret da Korintiya. Wana ew şîret qebûl kir, û seva wê yekê Pawlos payê wan da. Ewê yekê hêlan da wan ku berdewam kin tiştên rast bikin (2 Korn. 7:8-11). Îro rûspî û dê-bav jî dikarin çev bidine Pawlos, wekî paya bidine wan, yên ku şîretên Kitêba Pîroz tînin sêrî. Andrêas ku du zarên wî hene dibêje: “Çaxê em dil didine ber zara, ew yek alî wan dike ku ruhanîda mezin bin û gihîştî bin. Rast e zarên me zanin ku çi rast e, lê hergê em timê hêlana bidine wan, wê wanra bibe xeyset wekî wê yekê bikin çi ku rast e”.

ÇI CÛREYÎ EM DIKARIN DIL BIDINE HEV

15. Gava pêşin kîjan e ku em dikarin bikin, seva dil bidine yên din?

15 Bêjin xûşk-bira ku hûn şixulê wan û hunurên wane baş qîmet dikin (2 Dîr. 16:9; Îb. 1:8). Dibeke qewata me tune seva şixulê Padşatiyêda gelek tişt bikin û pera qurban kin, lê yeke Yehowa û Îsa gelek qîmet dikin çi ku her kes ji me dike. (Bixûne Lûqa 21:1-4; 2 Korintî 8:12.) Mesele, hine xûşk-birên me, yên ku emirda mezin in, cefa dikişînin seva bêne civatê û xizmet kin. Ewana bi rastiyê jî hêja ne, wekî em dil bidine wan û payê wan bidin!

16. Çira em gerekê xwe paş nexin, ji wê yekê ku hêlanê bidine xûşk-bira?

16 Çawa ku mecelê divînin, dil bidine yên din. Hergê em divînin wekî kesek hêjayî paya ye, em gerekê xwe paş nexin. Were binihêrin ku çi qewimî çaxê Pawlos û Barnabas çûne Entakya Pisîdyayêda. Serwêrên kinîştê wanra gotin: “Gelî bira, heger gotineke we heye ku dil bidine cimetê, kerem kin bêjin” (Kar. Şand. 13:13-16, 42-44). Rastî jî hergê em dikarin dil bidine ber hev, em gerekê hema usa jî bikin. Hergê em dil bidine yên din, ewana jî wê hêlan bin dil bidine me (Lûqa 6:38).

17. Kengê payîdayîna me dikare kareke mezin bîne?

17 Dilsax bin, û bêjin seva çi paya didin. Çaxê Îsa payê Mesîhiyên Tiyatîrayê da, ewî raste-rast wanra got ku seva çi ew payê wan dide. Em jî gerekê çev bidine Îsa. (Bixûne Eyantî 2:18, 19.) Hergê zarên me hene, em dikarin payê wan bidin, ku ewana ruhanîda pêşda diçin. Usa jî, em dikarin payê jinebiya bidin û wan ku bê mêr in, ku ewana halê xweyî giranda ça baş zarên xwe mezin dikin. Giliyên meyî şîrin dikarin meriva gelek dilgerm kin!

18, 19. Em ça dikarin geş kin wan, yên ku hewcê berdiliyê ne?

18 Yehowa gote Mûsa wekî ew here û dil bide Yêşû. Rast e îro Yehowa xwexa mera nabêje, ku em gerekê dil bidine kesekî, lê Yehowa gelek şa dibe çaxê em pê xeberdana xwe xûşk-bira qewî dikin (Metlk. 19:17; Îbrn. 12:12). Mesele, em dikarin bêjin wî birayî yê ku gotar xwend, wekî ew şîretên ji gotara wî gelek lazim û kêrhatî bû. Yan jî bêjin, wekî ewê gotarê alî we kir ku rêzekê ji Kitêba Pîroz hê rind fem kin. Xûşkek birakîra ku ser civata mezin gotar xwend, nivîsî: “Rast e ser civata mezin te tevî min tenê çend deqa xeberda, lê te pêra-pêra texmîn kir ku ez çiqas dilteng bûm. Tu ber dilê minda hatî û te min qewî kir. Ez dixwazim wekî tu bizanibî, ku çaxê te usa heyf û nerm xeberda, hin ji sênê, hin jî başqe tevî min, ew giliyên şîrin bona min pêşkêş ji Yehowa bû”.

19 Belê em dikarin gelek mecela bivînin seva ruhanîda yên din qewî kin. Were em ev şîreta Pawlos bidine xebatê: “Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî” (1 Têsln. 5:11). Hergê em “her roj dil bidine hev”, emê dilê Yehowa gelek şa kin.

^ [1] (abzasa 1) Hine nav hatine guhastinê.