Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Kitêba Xwedê Qîmet Dikî?

Tu Kitêba Xwedê Qîmet Dikî?

“Gava we . . . xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir” (1 TÊSLN. 2:13).

KILAMÊN: 44, 40

1-3. Çi dikaribû bibûya menî wekî Eyodiya û Sintîxa hev xeydîn, û ça em dikarin usa bikin wekî xeyd tune be? (Binihêre şiklê ewlin.)

XIZMETKARÊN Yehowa gelek qîmet dikin Xebera wî, dêmek Kitêba wîye Pîroz. Kitêba wîda em dikarin şîretê û rastkirinê bistînin, û ew yek mera gelek lazim e çimkî em gişk gunekar in. Lê hûn şîretên Xwedê qebûl dikin? Were şêwir kin derheqa çetinayîke orta du xûşka, Eyodiya û Sintîxa, yên ku qirna yekêda dijîtin. Lê gelo orta wanda çi çetinayî hebû? Ewê yekê Kitêba Pîroz nabêje, lê were bidine ber çevê xwe ku ew çetinayî çi dikaribû bibûya.

2 Bidine ber çevê xwe, yançi Eyodiyayê hine xûşk-bira teglîfî mala xwe kir, wekî tevayî wede derbaz kin, lê Sintîxayê teglîf nekir. Ewê pêhesiya wekî xûşk-bira mala Eyodiyayê xwera wedekî xweş derbaz kirine. Dibeke Sintîxayê dilê xweda got: “Ez bawer nakim! Eyodiyayê ça gazî min nekir. Ne em hevalên gelek nêzîk bûn?” Paşî vê yekê, Sintîxayê îda îtbariya xwe Eyodiyayê nedianî û hela hê jî xwe ji wê dûr digirt. Lema Sintîxa hema ew xûşk-bira teglîfî mala xwe kirin, wekî wede derbaz kin, lê Eyodiyayê teglîf nekir! Ew çetinaya orta Sintîxayê û Eyodiyayê dikaribû edilaya civatê xirab kira. Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku ewana ça hev hatin, lê diqewime ew du xûşk şîreta Pawlosê şandî qebûl kirine (Fîlî. 4:2, 3).

3 Îro cara çetinayên usa dikarin civatêda nava xûşk-birada jî hebin. Lê hergê em şîretên Xebera Xwedê bînin sêrî, emê bikaribin wan çetinaya safî kin û hela hê jî usa bikin ku ew çetinayî pêşda neyên. Hergê em qîmet kin Kitêba Yehowa, emê emirê xweda timê guh bidine şîretên wî (Zeb. 27:11).

KITÊBA XWEDÊ ME ŞÎRET DIKE WEKÎ XWEGIRTÎ BIN

4, 5. Xebera Xwedê çi şîretê dide me, ku ça hêrsê û xeydê bal xwe bitemirînin?

4 Çaxê kesek dilê me dêşîne yan neheqiyê me dike, çetin e xwe bigirin ku hêrs nekevin û nexeyîdin. Dilê me dêşe çaxê meriv hindava me nebaş in, seva vê yekê ku em ne ji miletê wan in, yan jî rûva ne mîna wan in. Lê gelek çetin e, çaxê ew merivê ku dilê me dêşîne, xûşk yan birê me ye! Gelo Xebera Xwedê çi şîretê dide me derheqa vê yekê?

5 Yehowa xeysetê meriva rind zane. Ew zane wekî çaxê em hêrs dikevin, çi texmîn dikin û ça xwe kifş dikin. Çaxê em hêrs in, em dikarin tiştên usa bêjin û bikin, seva kîjana paşê em poşman dibin. Lê Kitêba Pîroz me şîret dike wekî em hêrsê bitemirînin û dilmayî nemînin. (Bixûne Metelok 16:32; Waîz 7:9.) Belê em gişk gerekê ser xwe bixebitin wekî zû nexeyîdin û hevdu bibaxşînin. Yehowa û Îsa hesab dikin wekî baxşandin gelek ferz e, çimkî hergê em nebaxşînine yên din Xwedê jî wê nebaxşîne me (Met. 6:14, 15). Lê derheqa xwe tu çi dikarî bêjî, tu dikarî hêrsa xwe bitemirînî û bibaxşînî yên din?

6. Çira em gerekê hêrsa xwe bitemirînin?

6 Merivên ku xeydê ji dilê xwe dernaxin, gelek car usa dibe ku ewana hêrs dibin û kînê dajon. Û axiriyêda merivên din wê xwe dûrî wan bigirin. Merivê usa dikare ser civatê xirab hukum ke. Dibeke ew hêrsa xwe û nefretiya xwe veşêre, lê yeke ber civatê wê “xirabiya wî eşkere” bibe (Metlk. 26:24-26). Rûspî pê Kitêba Pîroz dikarin wî merivî şîret kin, wekî ew hêrsa xwe bitemirîne û qelpiyê ji dilê xwe derxe, çimkî ew hunur Xwedê xweş nayên (Qan. Kah. 19:17, 18; Rom. 3:11-18). Lê hergê mera şîretên usa bidin, gelo emê qebûl kin?

YEHOWA RÊBERIYA ME DIKE

7, 8. a) Yehowa ça rêberiya para teşkîleta xweye ser erdê dike? b) Xebera Xwedê çi hine temî û şîreta dide, û çira em gerekê guh bidine wê yekê?

7 Yehowa rêberiya para teşkîleta xweye ser erdê dike. Ew me hîn dike û şîret dike bi alîkariya “xulamê amin û serwaxt”, kîjan ku bin rêberiya “serê civînê” Îsa Mesîhda ne (Met. 24:45-47; Efes. 5:23). Ew xulamê amin, mîna koma rêberiyê ya qirna yekê, Xebera Xwedê gelek qîmet dike. (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:13.) Were bivînin hine şîret û temiyên ji Kitêba Pîroz ku bona kara me ne.

8 Kitêba Pîroz temiyê dide, wekî em timê bêne civatê (Îbrn. 10:24, 25). Ew usa jî temiyê dide wekî femkirina me hindava hînkirinên Kitêba Pîroz yek be (1 Korn. 1:10). Xebera Xwedê me şîret dike, ku em gerekê Padşatiya Xwedê emirê xweda daynin ciyê pêşiyê (Met. 6:33). Xêncî vê yekê, Xebera Xwedê mera dibêje wekî em gerekê mal bi mal û wan ciya ku gelek meriv in, mizgîniyê bela kin (Met. 28:19, 20; Kar. Şand. 5:42; 17:17; 20:20). Xebera Xwedê usa jî rûspiya şîret dike, wekî ewana miqat bin ku civat ruhanîda temiz bimînin (1 Korn. 5:1-5, 13; 1 Tîmt. 5:19-21). Û usa jî Yehowa me hemûya şîret dike wekî em xwe fîzîkî û ruhanîda temiz xwey kin (2 Korn. 7:1).

9. Îsa kê kifş kir seva alî me bike, wekî em Xebera Xwedê fem kin?

9 Hinek difikirin wekî ewana bêyî alîkarî dikarin Kitêba Pîroz fem kin. Lê Îsa “xulamê amin” kifş kiriye seva ew xwarina ruhanî bela ke. Ji sala 1919, Îsa bi saya xulamê amin alî şagirtên xwe dike, wekî ewana Kitêba Xwedê fem kin û pey riya wî herin. Û çaxê em gura temiyên Kitêba Xwedê dikin, em civatêda temizayê, edilayê û yektiyê xwey dikin. Her kes ji me gerekê pirsê bide xwe: “Lê ez gura Îsa dikim û pey rêberiya xulamê amin diçim?”

EREBA YEHOWA ZÛ PÊŞDA DIÇE

10. Kitêba Hezeqêl ça şirovedike derheqa para teşkîleta Yehowa ser ezmana?

10 Em ji Xebera Yehowa pêdihesin derheqa para teşkîleta wîye ser ezmana. Mesele, Hezeqêl pêxember dîtinokêda dît para teşkîleta Xwedêye ser ezmana (Hezql. 1:4-28). Yehowa erebê rasterê dike, û ew erebe, wî alîda diçe kî alîda ku ruhê Xwedê dibe. Ew para teşkîleta li ezmana, hukum dike ser para teşkîleta li erdê. Rastî jî ew erebe gelek zû pêşda diçe! Bifikirin derheqa gelek guhastinên ku teşkîleta Xwedê kir nava deh salên paşwextiyêda. Timê bîra xweda xwey kin, wekî Yehowa rêberiyê dike, wekî ew guhastin bêne kirinê. Zûtirekê Îsa wê tevî milyaketa qira vê dinya zulm bîne, û lema jî ereba Yehowa zû diçe wekî serwêrtiya Xwedê îzbat ke û navê wî pîroz ke!

Em gelek razî ne seva wan xûşk û bira, yên ku ser avakirina bi dil û can û bi rezedilî dixebitin! (Binihêre abzasa 11)

11, 12. Çida teşkîleta Yehowa pêşda çû?

11 Niha were bifikirin ku teşkîleta Xwedê çida pêşda çû wan rojên axiriyêda. Avakirin. Bi seda xûşk-bira dil û can dixebitin ser avakirina fîlîala sereke ya Şedên Yehowa, Niyû Yorkêda şeherê Worvîkêda. Usa jî bi hezara xûşk-bira bin rêberiya Îdara Proêktên Avakirinê ya Hemdinyayê, bi rezedilî xebata giran dikin seva Odên Civata û fîlîala ava kin. Em gelek razî ne, wekî xûşk-birên me bi dil û can û bi rezedilî dixebitin ser wan proêkta! Usa jî bîr nekin, wekî Yehowa kerem dike wan xizmetkarên amin, yên ku bi milûktî çiqas dikarin pera qurban dikin seva avakirina wan avaya (Lûqa 21:1-4).

12 Hînkirin. Dîna xwe bidinê wekî çiqas mekteb hene, kîderê ku Yehowa cimeta xwe hîn dike (Îşa. 2:2, 3). Bal me heye Mekteba seva Pêşenga, Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê, Mekteba Gîled, Mekteba bona Xizmetkarên Beytelê, Mekteba seva Berpirsiyarên Mihalê û Jinên Wan, Mekteba seva Rûspiyên Civatê, Mekteba Xizmetiyê, û Mekteba seva Endemên Komîtêya Fîlîala û Jinên Wan. Belê em divînin wekî Yehowa çiqas hiz dike cimeta xwe hîn ke! Xêncî wan mekteba, usa jî heye malpera me jw.org, bi saya kîjanî em dikarin edebyeta ser gelek zimana bixûnin. Ser malperê hene têmên başqe seva zara, malbeta, û usa jî deng û besên teze. Lê gelo we qe daye xebatê malpera jw.org xizmetiyêda û qulixkirina tevî malbetêda?

YEHOWARA AMIN BIMÎNIN Û PIŞTGIRIYA TEŞKÎLETA WÎ BIKIN

13. Ça xizmetkarên Yehowayî amin, çi cabdarî bal me heye?

13 Çiqas qedirekî mezin e wekî em nava teşkîleta Yehowada nin! Em zanin derheqa dewakirinên Xwedê û prînsîpên wî, lema em borcdar in, wekî wê yekê bikin çi ku çevê wîda rast e. Ev dinya hê xirab û xirab dibe, lê em gerekê xirabiyê “nefret bikin” çawa ku Yehowa nefret dike (Zeb. 97:10). Em gerekê tu car mîna wan meriva nîbin yên ku “ji xirabra dibêjin qenc, ji qencra dibêjin xirab” (Îşa. 5:20). Em gelek dixwazin dilê Xwedê şa kin, lema em fîzîkîda, namûsiyêda û ruhanîda temiz dimînin (1 Korn. 6:9-11). Em Yehowa hiz dikin û îtbariya xwe wî tînin. Em dijîn pê temiyên wî, ku Kitêba wîye qîmetda nivîsar in. Ew temî û şîretên wî em didine xebatê, malda, civatêda, xebatêda, mektebêda, dêmek hemû ciya (Metlk. 15:3). Lê were em niha şêwir kin derheqa hine tişta, bi kîjana em dikarin aminiya xwe Xwedêra îzbat kin.

14. Dê-bavê ku Mesîhî ne ça dikarin nîşan kin ku amin in Xwedêra?

14 Mezinkirina zara. Dê-bav ku Mesîhî ne, aminiya xwe Yehowara îzbat dikin çaxê zarên xwe li gora Xebera wî mezin dikin. Dê-bavên xwedêxof, zarên xwe pê edetên vê dinyayê mezin nakin (Efes. 2:2). Bav ku Mesîhî ye tu car wê usa nefikire: “Welatê meda, jin zara hîn dikin û şîret dikin”. Kitêba Pîroz zelal dibêje derheqa vê yekê: “Bavno, zarêd xwe . . . bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efes. 6:4). Dê-bav ku Xwedê hiz dikin, dixwazin wekî zarên wan mîna Samûyêl bin, çimkî Yehowa timê tevî wî bû (1 Sam. 3:19).

15. Em ça aminiya xwe Yehowara îzbat dikin, çaxê safîkirina dikin?

15 Çaxê safîkirina dikin. Em dixwazin wekî safîkirinên me Yehowa xweş bên. Lema çaxê em ji Xebera wî û teşkîleta wî alîkariyê digerin, bi vê yekê em aminiya xwe Yehowara didine kifşê. Mesele, şêwir kin derheqa pirsekî ku gelek belabûyî ye. Hine dê-bavên ku çûne welatê xerîb bijîn, zarên xweye tezebûyî dişînin bal merivên xwe, seva ewana zara wan mezin kin. Ewana usa dikin seva welatê xerîbda dîsa berdewam kin bixebitin û pera çêkin. Rast e ew safîkirina şexsî ye, lê em gerekê bîra xweda xwey kin, wekî emê bona safîkirinên xwe ber Xwedê caba xwe bidin. (Bixûne Romayî 14:12.) Gelo wê aqilayî be hergê em bêyî şîreta Kitêba Pîroz, safîkirina bikin derheqa malbeta xwe û xebata xwe? Na! Mera lazim e alîkariya Bavê meyî ezmana, çimkî em xwexa nikarin rêberiyê gavên xwe bikin (Yêrem. 10:23).

16. Jinikekê çi safîkirin kir çaxê kur jêra bû, û çi alî wê kir safîkirina rast bike?

16 Kulfetekêra ku welatê xerîbda dijî, kur hate bûyînê. Ewê dixwest zara xwe bişîne welatê xwe seva ku dê-bavê wê zara wê xwey kin. Lê wî wedeyî ewê jinikê tevî Şedên Yehowa destpêkir Kitêba Pîroz hîn be, û ruhanîda gelek zû pêşda çû. Ew pêhesiya wekî Xwedê jêra borcdarî daye ku ew xwexa zara xwe mezin ke û derheqa Xwedê hîn ke (Zeb. 127:3; Metlk. 22:6). Ewê jinikê duada dilê xwe Yehowara vekir, çawa ku Kitêba Pîroz me şîret dike (Zeb. 62:7, 8). Ewê jinikê derheqa dereca xwe xûşkêra gilî kir kîjan ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî wê derbaz dikir, û usa jî xûşk-birên dinra. Merivên wêyî nêzîk û hevalên wê ew didefandin wekî zara xwe bişîne bal kalik û pîrika zarê, lê yeke ew difikirî, wekî ew yek nerast e. Mêrê wê gelek ecêbmayî ma ku ça xûşk-birên civatêda seva wê û zara wê xem dikin, û ewî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û tevî jin-zara xwe here ser civatê. Belê ew jinik gelek şa bû, çaxê fem kir ku Yehowa duayê wêyî bi dilê sax bihîst û alî wê kir.

17. Çi şîret me stand ji teşkîletê, ku çawa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin?

17 Pey rêberiyê herin. Çaxê em pey rêberiya teşkîleta Xwedê diçin, bi vê yekê jî em aminiya xwe Yehowara îzbat dikin. Mesele, were şêwir kin şîretekê ku teşkîletê da me derheqa wan meriva, tevî kê em Kitêba Pîroz derbaz dikin. Şîret ew bû ku çaxê em kesekî pê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” hîn dikin, paşî hînbûnê çend deqa wîra gilî kin derheqa teşkîleta me. Mesele, em dikarin wanra nîşan kin vîdêo bi navê “Çi Diqewime Oda Civatêda?” û broşûra “Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?” Çaxê tevî kesekî hînbûnê xilaz dikin pê kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, mera şîret hate dayînê, wekî paşê destpêkin tevî wî derbaz kin kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke”, hela hê wî çaxî jî hergê ew meriv îda hatiye nixumandinê. Teşkîlet ewê şîretê dide me seva yên teze “baweriyêda şidiyayî hîmgirtî bin” (Kols. 2:7). Lê tu pey rêberiya teşkîleta Yehowa diçî?

18, 19. Çi menî hene ku em gerekê ji Yehowa razî bin?

18 Gelek meniyên me hene ji bo çi jî em gerekê ji Yehowa razî bin! Seva emirê xwe em wîra borcdar in, çimkî bêyî wî emê tune bûna û nejîtana (Kar. Şand. 17:27, 28). Ewî usa jî kitêba xwe daye me, ew heye Kitêba Pîroz. Çawa ku Mesîhiyên Têsalonîkîda Xebera Xwedê qebûl kirin, me jî ew kitêb qebûl kir ça elametiya Xwedê (1 Têsln. 2:13).

19 Kitêba Pîroz alî me kiriye ku em nêzîkî Yehowa bûne, û ewî xwexa jî em nêzîkî xwe kirin (Aqûb 4:8). Bavê meyî ezmana qedirekî mezin daye me ku em nava teşkîleta wîda nin. Belê, em gelek qîmet dikin ewan hemû kerema, ku ew dide me! Zebûrbêj jî Xwedêra gelek razîbûna xwe dida kifşê. Ewî got: “Ji Xwedêra spas bikin, çimkî ew qenc e; kerema wî her û her e” (Zeb. 136:1; ÎM). Ew gotin “kerema wî her û her e” Zebûra 136-da bîst şeş cara tê wekilandinê. Hergê em amin in Yehowara û pey rêberiya teşkîleta wî diçin, ew wê jîyîna heta-hetayê bide me û kerema wî jî wê her û her be!