Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ew Şixuleke Mezin e

Ew Şixuleke Mezin e

ORŞELÎMÊDA ew civîneke gelek ferz û mexsûs bû. Dawid Padşa gazî hemû seroka, berdestiyên padşa, û mêrên egîd kir, û elametîk wanra got, ji bo kîjanê ewana gelek ecêbmayî man. Dawid got wekî Yehowa, kurê wî Silêman kifş kir, wekî ew avayê mezin û mexsûs ava ke û tesmîlî Xwedayê rast ke, seva têda wî bihebînin. Padşa Dawid ku îda kal bû, ji bîna ber Xwedê nexşê avayî stand, û ewî ew nexş da kurê xwe Silêman. Dawid got: “Kar mezin e; ji ber ku ev qesir [paristgeh] ne bona mirovan, lê bona Xudan Xwedê ye” (1 Dîr. 28:1, 2, 6, 11, 12; 29:1).

Paşê Dawid pirseke usa da: “Wê kî îro bi dilê xweva pêşkêşiyê bide?” (1 Dîr. 29:5). Hergê hûn jî wêderê bûna, weyê ça xwe kifş kira? Gelo weyê bixwesta piştgiriya wî şixulê mezin bikin? Îsraêliya derbêra xwe vî şixulî girtin. Bi rastiyê ewana “bi dilê xweva pêşkêş kirin kêfxweş bûn, ji ber ku bi hemûya dilê xwe ji Xudanra pêşkêş kirin” (1 Dîr. 29:9).

Qirne derbaz bûn, û Yehowa tiştekî ji paristgehê hê mestir saz kir. Ewî paristgeha ruhanî ya mezin saz kir, seva ku meriv nêzîkî wî bin û wî bihebînin ser hîmê qurbana Îsa (Îbrn. 9:11, 12). Lê gelo ça îro Yehowa alî meriva dike ku ewana nêzîkî wî bin? Bi saya şixulê belakirina mizgîniyê (Met. 28:19, 20). Bi saya wî şixulî, her sal tevî mîlyona meriv hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, bi hezara meriv têne nixumandinê, û bi seda civatên teze têne sazkirinê.

Gelek meriv zêde dibin, lema jî hewcetî heye, wekî hê zêde edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bêne neşirkirinê, Odên Civata bêne avakirinê û xwey kirinê, û usa jî lazim in hê zêde odên seva civatên mezin. Belê, em divînin wekî ew şixulê belakirina mizgîniyê çiqas şixuleke mezin e û çiqas kerema tîne (Met. 24:14).

Hizkirin hindava Xwedê û meriva, û usa jî femkirina vê yekê ku şixulê belakirina mizgîniyê gelek ferz e, hêlan dike cimeta Xwedê wekî “bi dilê xweva pêşkêşiyê” bidine Yehowa pê qurbankirina rezedilî. Em çiqas şa dibin ku “bi hebûna xwe” Yehowa rûmet dikin û divînin wekî ew xerc ça rast û bi bîlanî têne xebitandinê, seva şixulê mezin bikin, kîjan nava terîxiya însanetêda tu car tune bûye! (Metlk. 3:9).