Xeber ku Gelek Dilgerm Dikir!
“EVDÊ!” Cara Îsa bi wî xeberî tevî kulfeta xeberdida. Mesele, çaxê Îsa kulfetek qenc kir, kîjan ku 18 sala qoncikî bû, ewî jêra got: “Evdê! Tu ji nexweşiya xwe aza yî!” (Lûqa 13:10-13). Çaxê Îsa tevî diya xwe xeberdida, ewî hingê jî ew gilî dida xebatê. Wedê berê ew gilî gelek merîfetî bû (Yûhn. 19:26; 20:13). Lê hebû dîsa xeberek, ku hê zêde dihate hesabê, ne ku tenê merîfetî.
Kitêba Pîroz hindava hine jina xebereke qenc û xweş dide xebatê. Îsa ew xeber gote wê kulfetê, ya ku 12 sala diçerçirî çimkî ser xûnê vebibû. Pê Qanûna Xwedê, ew kulfet nepaqij dihate hesabê, û lema îzina wê tune bû destê xwe bida Îsa. Û meriv dikaribûn bigotana, wekî halekî usada, ewê gerekê ji merivên din başqe bûya (Qan. Kah. 15:19-27). Lê ew kulfet gelek dilşkestî bû, çimkî “ewê gelekî destê hekîmada kişandibû û hemû hebûka xwe xerc kiribû, lê tu çare lê nebibû û serda hê xirab bibû” (Marq. 5:25, 26).
Ew kulfet dizîva nav elaletêra derbaz bû, piştêva nêzîkî Îsa bû, û destê xwe avîte rîşiyên kincê wî. Hingê hema derbêra xûn jê çikiya! Û ew kulfet fikirî, wekî îda dikare here û tu kes wê pênehese ewê çi kir, lê Îsa pirsî: “Ew kî bû ku li min ket?” (Lûqa 8:45-47). Ew kulfet tirsa lerizî, hat xwe avîte ber piyê Îsa û “her tişt rast got” (Marq. 5:33).
Îsa xwest wê kulfetê dilgerm ke, seva ew qewî be, û lema giliyên usa gote wê: “Keça min” (Met. 9:22, ÎM). Zandarên Kitêba Pîroz dibêjin, wekî xebera Îbranî û Yûnanî “qîz yan keç”, dikare bi sîmbolîk bê xebitandinê çawa eyankirina “qenciyê û dilovaniyê”. Îsa ber dilê wêda hat û jêra got: “Baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here û ji êşa xwe qenc be” (Marq. 5:34).
“Qîza min”. Wan giliya Bowazê dewletî Rûta Mowabîra got. Ew jî halê ne başda bû, çimkî ewê ser erdê mêrekî nenas cehê bermayî top dikir. Lê Bowaz jêra got: “Bibihê qîza min”. Û paşê ewî Rût dilgerm kir wekî ew dîsa berdewam ke erdê wîda bermaya top ke. Rût jî deverûya çû erdê û ji Bowaz pirsî ku çira ew hindava wê xerîbê, usa qenc e. Bowaz caba pirsa wê da: “Te çi qencî xwesîya xwera [jinebî Naomîra] kirîye, hemû kirinêd te minra gilî kirine. . . . Bira weke kirina te Xudan bîne pêşîya te” (Rût 2:8-12).
Îsa û Bowaz meselên çiqas baş in bona rûspiya! Cara du rûspî dikarin rastî wan kulfeta bên, kîjanara şîreta û hêlankirina ji Kitêba Pîroz lazim e. Rûspî wê pê Kitêba Pîroz wan kulfeta dilgerm kin û qewî kin, hergê duada rêberî ji Yehowa bixwazin û bi dil can guh bidine Yehowa (Rom. 15:4).