Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Hînî Civata Teze bin?

Çawa Hînî Civata Teze bin?

BIRAKÎ me bi navê Alên * gilî dike: “Ez berxwe diketim çaxê derbazî wira dibûm. Min nizanibû ezê bikaribin xwera hevala bivînin yan na û wê ça min qebûl kin civatêda”. Alên hînî civata xweye teze dibe, kîjan ku 1 400 km zêdetir dûrî mala wî ye.

Hergê hûn derbazî civata teze bûne, dibeke hûn jî berxwe dikevin. Lê çi dikare alî we bike ku hînî civata teze bin? Hûn çi dikarin bikin hergê hûn hîviyê nîbûn ku wê usa çetin be wera? Lê hergê hûn derbazî civata teze nebûne, hûn ça dikarin alî wan bikin, yên ku teze derbazî civata we bûne, seva ewana zû hînî civatê bin?

ÇAWA HÎNÎ CIVATÊ BIN Û PÊŞDA HERIN?

Bifikirin derheqa vê meselê: Çaxê bax kokêva radikin û cîguhastî dikin, ew dikeve strêsê. Gava bax ji erdê derdixin, kokên wî heçî zef têne birînê, seva hêsa be cîkî din daçikînin. Çaxê bax îda dadiçikînin, ew zû destpêke kokên teze bide. Mîna vê yekê, çaxê hûn derbazî civata teze dibin, dibeke dikevine strêsê. Civata xweye berêda we ça bêjî îda “kokên” xwe dabû, çimkî we hevalên baş xwera dîtibû û we timê Yehowara xizmet dikir. Lê niha hûn gerekê îda ça bêjî kokên teze bidin, seva ku hînî ciyê teze bin. Lê çi dikare alî we bike vê yekêda? Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin. Were em çend prînsîpa şêwir kin.

Kesê ku timê Xebera Xwedê dixûne mîna “dara devê ava ye, ku wedê xweda berê xwe dide, belgê li ser naçilimise, çi jî dixwaze mîyaser dibe” (Zeb. 1:1-3).

Çawa bax avê ji kaniyê dikişîne seva qewî be û şîn be, Mesîhî jî gerekê timê pê Xebera Xwedê têr be seva ku ruhanîda qewî bimîne. Lema jî berdewam kin her roj Kitêba Pîroz bixûnin, û timê herine civatê. Bira wera bibe xeyset ku qulixkirina tevî malbetê û hînbûna şexsî derbaz kin. Çawa civata berêda we her tişt dikir seva heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin, civata tezeda jî hûn gerekê berdewam kin usa bikin.

“Avdarra jî avê bê dayînê” (Metlk. 11:25).

Hûnê zû hînî civatê bin û pêşda herin, hergê timê xizmet bikin û civatêda kar bikin. Kêvîn ku rûspî ye dibêje: “Çaxê em derbazî civata teze bûn, xizmetiya ça pêşengên komekdar gelek alî min û jina min kir. Me zû xûşk-bira, pêşeng û mihal nas kirin”. Birakî bi navê Rocêr jî derbazî civateke teze bû, kîjan ku 1 600 km zêdetir dûrî mala wî ye. Ew gilî dike: “Ya lape baş ku çawa hînî civatê bin ew e, ku çiqas dikarin timê xizmet kin. Usa jî, hûn dikarin rûspiyên civata tezera bêjin, wekî hûn hazir in çida lazim e komekê bidin, besa xeberê, temizkirina Oda Civatê, hergê lazim bê dewsa kesekî pareke civatê derbaz kin, yan jî pê temaşê derên, yan jî kesekî pê erebê bivine civatê. Çaxê xûşk-bira bivînin ku civata wanda yê teze çiqas xîret û heyf e, ewana zû wê wî qebûl kin û bixwazin tevî wî hevaltiyê bikin”.

“Dilê xwe . . . vekin” (2 Korn. 6:13).

Dilê xwe vekin bona hizkirina biratî. Xûşkeke me Mêlîsa malbeta xweva derbazî civata teze bû. Wana nêt dane pêşiya xwe, ku hevalên teze xwera bivînin. Ew gilî dike: “Oda Civatêda hin pêşiya civatê û hin paşî civatê me tevî xûşk-bira xeber dida. Ewê yekê mecal dida me, ne ku tenê silavê bidine hev, lê hê nêzîk hevdu nas kin”. Bi saya vê yekê ewê malbetê zû navê xûşk-bira bîra xweda xwey kirin. Xêncî vê yekê, wana mêvanhizî didane kifşê, û ewê yekê alî wan kir hevalên nêzîk xwera bivînin. Mêlîsa zêde dike: “Me hejmara têlên hevdu xwera nivîsîn, seva ku şixulên civatêda û şixulên dinda tevî wan kar bikin”.

Hergê wera çetin e tevî merivên teze xeber din, xeberdanê tiştên biçûkda destpêkin. Mesele, xûşk-birara bikenin hergê jî wera çetin e. Merivê bi beşera xweş, meriva berbi xwe dikişîne. Kitêba Pîroz dibêje: “Ronayîa çeva dil şa dike” (Metlk. 15:30). Xûşkeke me bi navê Rêyçêl derbazî civateke gelek dûr bû. Ew gilî dike: “Xeysetda ez yeke şermoke me. Cara ez zorê xwe dikim, wekî civata tezeda tevî xûşk-bira xeber dim. Ez Oda Civatêda wan meriva digerim, yên ku xwera ker-lal rûniştine, çimkî ew jî mîna min şermoke ne”. Lê wê kêrhatî be ku hûn nêtê daynin pêşiya xwe, wekî pêşiya û paşî civatê tevî kesekî bikevine xeberdanê.

Alîkî dinva jî, dibeke hûn destpêkêda şerm dikin tevî merivên teze xeber din. Lê wede derbaz be merivên “teze” jî îda wê “kevin” bin. Lema hingê lazim e berdewam kin hevalên teze xwera bivînin.

Çaxê bax cîguhastî dikin, ew dikevine strêsê, lê çaxê îda wana dadiçikînin, ewana kokên teze didin

WEDE LAZIM E SEVA HÎNÎ CIVATA TEZE BÎ

Hine baxara lazim e gelek wede seva ciyê tezeda kokên xwe bidin. Mîna vê yekê, ne hemûşk zû hînî civata teze dibin. Hergê hûn derbazî civata teze bûne, û wede derbaz bûye, lê hûn hê hînî civatê nebûne, evan prînsîpên ji Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin:

“Ji qencîkirinê . . . aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der” (Galt. 6:9).

Diqewime tera hê zêde wede lazim bê seva hînî civatê bî. Mesele, gelek mîsyonêr ku paşî Mekteba Gîled welatên xerîbda hatine kifşkirinê, çend sala naçine welatên xwe, seva ku hînî wî cîyî, edetên wêderê û hînî xûşk-birên wêderê bin. Ew yek alî wan dike ku heleqetiya xwe tevî wan xûşk-bira qewî kin.

Alêxandro, yê ku çend cara derbazî civatên teze bû, dibêje ku meriv derbêra nikare hînî civata teze be. Ew gilî dike: “Cara paşin ku em derbazî civata teze bûn, jina min got: ‘Hemû hevalên min civata berêda nin!’”. Alêxandro anî bîra wê wekî ewê ew gilî 2 sal pêşda jî got, çaxê ewana derbazî civateke din bibûn. Lê nava wan du salada, ew tevî xûşk-birên nenas nêzîk dibû û ewana jêra dibûne hevalên nêzîk.

“Çima rojên berêda ji vana hîn jî qenctir bûn? nebêje; ji ber ku pirsiyara te ya di derheqa vêyada ne bi zanyarî ye ” (Waîz 7:10).

Tu car civata xweye berê tevî yê teze beramber nekin. Mesele, xûşk-birên ji civata teze dibeke xeberxweş û vekirî nînin. Dîna xwe bidine xeysetên wanî baş, çawa ku hûn dixwazin ewana nav weda bivînin. Hine xûşk-bira ku derbazî civata teze bûn, xwe cêribandin vê pirsêda: “Gelo ez hemû biratiyê hiz dikim?” (1 Pet. 2:17).

“Bixwazin hûnê bistînin” (Lûqa 11:9).

Berdewam kin bona alîkariyê Yehowara dua bikin. Birakî me bi navê Dêvîd, ku rûspî ye dibêje: “Nefikire ku tuyê bi qewata xwe bikaribî sebir kî. Gelek tişt em dikarin bikin tenê pê alîkariya Yehowa. Dua bikin bona vê yekê!” Rêyçêl besa kîjanî me jorê kir, got: “Hergê ez û mêrê min cara difikirin ku em ne para vê civatê ne, em raste-rast Yehowara dua dikin û dibêjin: ‘Yehowa mera eyan ke hergê em tiştekî nerast dikin ku xûşk-birara çetin dibe nêzîkî me bin’. Û paşê em gelek wede tevî xûşk-bira derbaz dikin”.

Dê-bavno, hergê zarên wera çetin e hînî civata teze bin, tevî wan dua bikin derheqa vê yekê. Alî wan bikin wekî hevalên teze xwera bivînin, mesele wana teglîf kin ku wede derbaz kin.

BONA YÊN TEZE BIBINE HEVAL

Hergê kesek teze derbazî civata we bûye, çida hûn dikarin alî wî bikin? Usa bikin wekî ji destpêkêda îda wanra hevaltiyê bikin. Bona wê yekê kêrhatî ye bidine ber çevê xwe, ku hergê hûn tezeda derbazî civatê bûna, hûnê çiqas razîbûna bona xemkirina yên dinêna (Met. 7:12). Mesele, wê baş be ku yên teze teglîf kin ser qulixkirina tevî malbetê, yan jî JW Brodkastîngê tevayî binihêrin. Usa jî tevî wan derkevine xizmetiyê. Hergê hûn wana ser nanxwarineke biçûk jî teglîf kin, ew mêvanhiziya we gelek wext wê bîra wanda bimîne. Lê gelo dîsa çida dikarin alî wan bikin?

Birakî me bi navê Karlos dibêje: “Çaxê em hatine civata teze şeherekî dinda, xûşkekê kaxaz da me kîderê nivîsar bû kîjan in maxaziyên arzan. Ewê yekê gelek alî me kir”. Yên teze ku ji welatên usa hatine kîderê ku hewa cûrekî mayîn e, wê gelek razî bin wekî hûn wanra bêjin kincê ça xwe kin germêda, sermêda û çaxê şilî ye. Usa jî hûn dikarin alî wan bikin ku xizmetiyêda pêşda herin. Mesele, wanra gilî kin derheqa mihala xwe û edet û dînên wî cîyî.

HÊJA YE KU GUHASTINA BIKIN

Alên derheqa kîjanî me jorê got, îda saleke zêdetir civata tezeda ne. Ew dibêje: “Pêşiyê, minra çetin bû nasiya xwe bida xûşk-bira. Lê naka ewana bona min ça malbet in û ez gelek şa me”. Alên fem kir ku çaxê ew derbaz bû, ne ku hevalên xwe unda kir, lê ewî hevalên teze xwera dît.

^ abz. 2 Hine nav hatine guhastinê.