Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Nêt-Fikirên vê Dinyayê Xwe Xwey kin

Ji Nêt-Fikirên vê Dinyayê Xwe Xwey kin

“Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji . . . vê dinyayê tên” (KOLS. 2:8).

KILAMÊN: 38, 31

1. Pawlos çi şîret da xûşk-birên Kolosî? (Binihêre şiklê ewlin.)

PAWLOSÊ ŞANDÎ nema Kolosiyara weke sala 60-61  D.M. nivîsî, çaxê Romêda girtî bû. Ewî wanra şirovekir, wekî çiqas ferz e “zanebûna ruhanîva tijî bin” (Kols. 1:9). Pawlos wanra got: “Ez vê yekê dibêjim, wekî tu kes we bi zarê şîrin nexalifîne. Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji edetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh” (Kols. 2:4, 8). Paşê Pawlos şirovekir ku çira hine nêt-fikirên wê dinyayê yên ku belabûyî ne, nerast in û çira gelek meriv wan nêt-fikira qebûl dikin. Mesele, meriv bi nihêrandina vê dinyayê hêlan dibin ku xwe ji yên din gelek aqiltir hesab kin û xwe ser wanra bigirin. Lema jî Pawlos neme nivîsî seva alî xûşk-bira bike wekî nekevine bin bayê nêt-fikirên vê dinyayê û kirên xirab biterikînin (Kols. 2:16, 17, 23).

2. Çira emê şêwir kin meselên nihêrandina vê dinyayê?

2 Merivên ku dikevine ber bayê nêt-fikirên vê dinyayê, prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêjin. Û hergê em miqatî xwe nebin, ew nêt-fikir dikarin hêdî-hêdî baweriya me sist kin. Îro hemû ciya nihêrandina vê dinyayê tê kifşê, mesele têlêvîsyonêda, întêrnêtêda, ser xebatê yan jî mektebêda. Vê gotarêda emê şêwir kin 5 cûre nihêrandina vê dinyayê û bivînin ku ça em dikarin hiş-aqilê xwe xwey kin ji vê yekê.

GELO LAZIM E XWEDÊ BAWER KIN?

3. Îro gelek meriv ça difikirin û çira?

3 “Ez bêy baweriya hindava Xwedê jî dikarim merivekî qenc bim”. Gelek welatada ecêbmayî nîne çaxê meriv dibêjin, ku ewana bawer nakin wekî Xwedê heye. Ewana tu rêlîgiya qebûl nakin. Ewana ne jî dibeke lêkolîn dikin hela Xwedê heye yan na, çimkî dixwazin aza bijîn çawa dilê wan dixwaze. (Bixûne Zebûr 10:4.) Hinek jî yên ku difikirin wekî ewana haş ji her tiştî hene, dibêjin: “Ez bêy baweriya hindava Xwedê jî dikarim pê prînsîpên rast bijîm”.

4. Ça em dikarin xeber din tevî merivên ku Efirandar bawer nakin?

4 Gelo logîkî ye bawer kin ku Efirandar tune? Çaxê meriv zandariyêda caba vê pirsê digerin, ewana pê gelek înformasiya tevhev dibin. Lê bi rastiyê caba vê pirsê gelek hêsa ye. Bifikirin, qe mal xwexa dikare ava be? Femdarî ye na. Lê îlahî efirînên sax ku ser erdê ne û bi şaneyên çetin çêkirî ne, çawa dikarin xwexa pêşda bên? Ew şane dikarin înformasiya top kin û kopî bikin, kîjan ku lazim e seva şane hev zêde bin. Lê mal nikare li hev zêde be. Gelo ew şaneyên sax kê çêkir? Kitêba Pîrozda lêkirî ye: “Her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt efirandiye, Xwedê ye” (Îbrn. 3:4).

5. Çira meriv bêy Xwedê û prînsîpên wî nikare safî ke çi qenc e û çi xirab e?

5 Em çi dikarin bêjin wan merivara yên ku difikirin wekî bêy Xwedê dikarin safî kin çi rast e çi na? Xebera Xwedê dibêje wekî merivên nebawer jî dikarin pê prînsîpên baş bijîn (Rom. 2:14, 15). Besa xeberê, ewana hiz dikin dê-bavên xwe û qedirê wan digirin. Lê ew meriv qebûl nakin ku Yehowa ye ew Kes, kîjan ku qanûna datîne ku çi rast e û çi xirab e. Gelo prînsîpên wan meriva derheqa namûsiyê dikarin rast bin? (Îşa. 33:22). Gelek merivên serwaxt bawer dikin ku alîkariya Xwedê lazim e seva halê dinyayê baş be. (Bixûne Yêremya 10:23.) Belê, em gerekê tu car nefikirin ku kesek dikare bêy Xwedê û prînsîpên wî, safî ke ku çi qenc e û çi xirab e (Zeb. 146:3).

GELO MERA RÊLÎGIYA LAZIM E?

6. Gelek meriv derheqa rêlîgiya çi difikirin?

6 “Bêy rêlîgiyayê jî dikarî bextewar bî”. Gelek merivên vê dinyayê usa difikirin, çimkî bona wan rêlîgiya bargiranî û bêkêr e. Hine rêlîgiya derheqa cenimê hîn dikin, piştgiriya polîtîkê dikin yan jî ji meriva pera top dikin, û bi wê yekê meriva ji Xwedê dûr dixin. Lema jî îda hê zêde meriv difikirin ku bêy rêlîgiya ewana hê bextewar in. Ewana usa dibêjin: “Ez Xwedê bawer dikim, lê ez naxwazim tevî tu rêlîgiya bim”.

7. Hebandina rast çawa bextewariyê tîne?

7 Lê gelo meriv bi rastiyê bêy rêlîgiya dikare bextewar be? Bêy dînê qelp meriv dikare bextewar bijî, lê meriv bi temamî nikare bextewar be, heta nebe dostê Yehowa, yê ku “Xwedêyê xwezilî” ye (1 Tîmt. 1:11). Her tişt çi jî Xwedê dike bona kara meriva ye, û xizmetkarên wî jî gelek bextewar in çaxê çev didine wî û alîkariyê didine meriva (Kar. Şand. 20:35). Besa xeberê, dîna xwe bidin ku hebandina rast çawa dikare alî malbetê bike ku bextewar be. Hebandina rast me hîn dike ku qedirê kulfet û malxê xwe bigirin, sonda zewacê pîroz hesab kin, bênamûsiyê nekin, zara mezin kin ku merîfet bin, û hizkirina helal malbetêda bidine kifşê. Rastî jî bi saya hebandina rast meriv civatada û biratiya hemdinyayêda bextewar in û yektiyêda nin. (Bixûne Îşaya 65:13, 14.)

8. Çawa em dikarin bi alîkariya Metta 5:3 merivara şirovekin, ku ça bi rastiyê bextewar bin?

8 Gelo meriv dikare Xwedêra xizmet neke, û bi rastiyê bextewar be? Bifikirin ser vê pirsê: “Çi meriv bextewar dike?” Hineka xebatêda, sportêda yan jî mijûlbûna tiştekîda bextewariyê divînin. Hinek jî dilrihet dibin çaxê miqatî nefer yan jî hevalên xwe dibin. Ev her tişt rast e şabûnê dide meriva, lê nêta emirê me tenê van tiştada nîne. Heye tiştekî usa ku bextewariya dirêj tîne. Em dikarin Efirandarê xwe nas kin û bi aminî jêra xizmet kin, çimkî em usa hatine efirandinê ku çaxê usa dikin bextewar dibin. (Bixûne Metta 5:3.) Mesele, xizmetkarên rast şabûnê divînin û bextewar dibin çaxê tevayî top dibin seva Yehowa bihebînin (Zeb. 133:1). Ewana usa jî biratiya xwera şa dibin, ku yektiyêda nin, nav-namûs dijîn, û hîviya axiriya şa ne ku Xwedê soz dide.

GELO LAZIM E PÊ PRÎNSÎPÊN NAMÛSIYÊ BIJÎN?

9. a) Vê dinyayêda çi fikir derheqa sêksê belabûyî ye? b) Çira qanûna Xwedê qedexe dike sêksê ji zewacê der?

9 “Çi xirab e vê yekêda ku ji zewacê der tevî kesekî bikevine heleqetiya sêksûal?” Dibeke mera dibêjin: “Çi xirab e vê yekêda ku ji zewacê der tevî kesekî din bikevî heleqetiya sêksûal? Emirê xwera şa be û bijî ça dilê te dixwaze!” Lê Mesîhî tu car usa nafikirin ku bênamûsiyêda tiştekî xirab tune. Çira? Çimkî Xebera Xwedê bênamûsî û qaviyê qedexe dike. * (Bixûne 1 Têsalonîkî 4:3-8.) Yehowa em efirandine û lema îzina wî heye ku mera qanûna dayne. Qanûna Xwedê tenê jin-mêrra îzinê dide ku bikevine heleqetiya sêksûal. Xwedê me hiz dike lema qanûna datîne. Hemû qanûnên wî kêrî me tên. Malbetên ku gura wî dikin, mala xweda wê hizkirinê, qedir bistînin û xwe xweykirî texmîn kin. Lê ewên ku qanûna Xwedê pişt guhê xweva davêjin, ew wê dîwana wan bike (Îbrn. 13:4).

10. Mesîhî ça dikare xwe ji bênamûsiyê xwey ke?

10 Xebera Xwedê me hîn dike ku çawa xwe ji bênamûsiyê xwey kin. Gelek ferz e fesal bin ku em çi dinihêrin. Îsa got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir. Awa heger çevê teyî rastê te ji rê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje” (Met. 5:28, 29). Mesîhî wê xwe ji pornografyayê dûr bigire û kilamên bi giliyên bênamûsî wê nebihê. Pawlosê şandî xûşk-birara got: “Xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê” (Kols. 3:5). Xêncî vê yekê, gelek ferz e miqatî xwe bin ku em derheqa çi difikirin û çi xeber didin (Efes. 5:3-5).

GELO LAZIM E PEY XEBATÊ KEVIN?

11. Çira gelek meriv pey xebata baş dikevin?

11 “Tu dikarî bextewar bî hergê xebata teye baş heye”. Gelek meriv tevî me dikevine dewê, dibêjin ku em wede û qewata xwe gerekê xerc kin ser xebata baş. Xebat dikare meriva bike navdar, xweyîqedir û dewletî. Vê dinyayêda gelek difikirin ku meriv hingê bextewar e, çaxê xebata wîye baş heye. Em gerekê haş ji xwe hebin wekî nekevine ber bayê nihêrandina wan.

12. Gelo pêşdaçûyîn xebatêda bextewariyê tîne?

12 Gelo bi rastiyê xebata baş ku meriva dike navdar û dewletî, bextewariyê tîne? Na. Bifikirin ser vê yekê: Şeytan gelek dixwest bibe xweyîhukum û navdar, û dikarin bêjin ewî çi dixwest ew jî stand. Lê yeke ew dîsa jî bextewar nîne, hêrs û zulm e (Met. 4:8, 9; Eyan. 12:12). Xebata baş û pêşdaçûyîn dikare ser wedekî kin bextewariyê bîne. Lê çaxê em alî meriva dikin ku derheqa Xwedê û sozên wî bona jîyîna heta-hetayê pêbihesin, ev şabûneke usa tîne ku kuta nabe. Eva dinya meriva hêlan dike ku xwe ser yên dinra bigirin seva pêşda herin. Bona vê yekê meriv hevsûdiyê hev dikin û dibine hêrs. Ew her tişt axiriyêda dibe “girtina bayê” (Waîz 4:4).

13. a) Em ça gerekê binihêrin ser xebatê? b) Pawlos çida bextewarî dît?

13 Em gerekê ebûra xwe bikin, lema jî vê yekêda tiştekî xirab tune ku xebateke usa bijbêrin wekî dilê me be. Ferz ew e wekî xebata me ciyê pêşin negire. Îsa got: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Met. 6:24). Çaxê emirê meda xizmetiya Yehowara ciyê pêşin digire, em lezetê divînin. Pawlosê şandî ev yek ser xwe texmîn kir. Cahiltiyêda bona wî gelek ferz bû pêşda here û xwendina bilind bistîne. Lê çaxê ew bû şagirtê Îsa, û pê çevê xwe didît ku meriv ça Xebera Xwedê qebûl dikin û emirê xwe diguhêzin, ewî şabûn distand û bi rastiyê bextewar bû. (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:13, 19, 20.) Xizmetiya me Xwedêra bextewarîke usa dide me, ku tu xebat û pêşdaçûyîn nikare dewsê bigire.

Em bextewar in çaxê alî meriva dikin wekî Xwedê nas kin (Binihêre abzasa 12, 13)

GELO EM DIKARIN HALÊ ÎNSANETÊ BIGUHÊZIN?

14. Çira gelek bawer dikin ku meriv xwexa dikarin halê însanetê baş kin?

14 “Meriv dikarin xwexa çetinayên xwe safî kin”. Gelek meriv qayîl in vê yekêra. Lê çira? Çimkî wanara dest dide ku bêy rêberiya Xwedê bijîn, û ça bixwazin usa jî bikin. Gelek bawer dikin ku bi rastiyê meriv xwexa dikarin halê însanetê baş kin, çimkî li gora hine lêkolînkirina, şer, qaçaxtî, nexweşî û kesîbbûn dinyayêda kêm dibin. Elametîkêda hatiye gotinê: “Meniya vê yekê ku çira halê însanetê aliyê başda diçe, ew e ku meriv xwexa safî dikin wekî halê dinyayê baş kin”. Lê ev yek rast e? Gelo meriv dikarin çetinayên vê dinyayêda bidine hildanê? Were em şêwir kin derheqa vê yekê.

15. Çi îzbatkirin hene ku însanet nikare çetinayên dinyayêda bide hildanê?

15 Şer: Du şerên hemdinyayê qira 60 mîlyon meriva zêdetir anîn. Şer heta îro merivara kul-derda tîne. Heta sala 2015 hejmara merivên ku ji bo şer û peyketina mecbûr bûn mal-halên xwe bihêlin, gihîşte 65 mîlyona zêdetir. Hema tenê sala 2015-da 12.4 mîlyon meriv revîn. Qaçaxtî û zorbetî: Hine ciyada qaçaxtî û zorbetî kêm bûne, lê îda cûrên qaçaxtiyêye teze pêşda tên, mesele, kîbêr qaçaxtî (qaçaxtiya pê întêrnêtê), zorbetî malbetêda, û têrorîzm gelek belabûyî ne. Xêncî vê yekê, nav temamiya dinyayêda korûpsiya jî çiqas diçe zêde dibe. Însanet nikare qaçaxtiyê bi temamî kuta ke. Nexweşî: Hine nexweşî îda têne qenckirinê. Lê sala 2013-da, elametîkîda hate gotinê, wekî her sal neh mîlyon meriv weke 60 saliyên xweda ji nexweşiyên dilik, însûltê, reqê, nexweşiyên bînkişandinêva girêdayî û ji dîabêtê dimirin. Kesîbbûn: Li gora înformasiya ji Banka Hemdinyayê, sala 1990-da Afrîkayêda 280 mîlyon meriv kesîbiyêda dijîtin, lê sala 2012-da ev hejmar bûye 330 mîlyon.

16. a) Çira tenê Padşatiya Xwedê dikare çetinayên însanetê safî ke? b) Îşaya û Zebûrêda çi pêxembertî hene derheqa Padşatiya Xwedê?

16 Îro sîstêma êkonomîkî û polîtîkî bin destê merivên xwehizda nin. Eşkere ye ku ewana nikarin ne şer, ne zorbetî, ne qaçaxtî ne jî kesîbbûnê bidine hildanê. Tenê Padşatiya Xwedê dikare koka van tişta bîne. Dîna xwe bidinê, Yehowa wê çi bike bona însanetê. Şer: Padşatiya Xwedê wê hemû meniyên şera bide hildanê, ew hene xwehizî, korûpsya, patrîotîzm, dînên qelp, û Mîrê-cina (Zeb. 46:8, 9). Qaçaxtî û Zorbetî: Padşatiya Xwedê wê qaçaxtî û zorbetiyê bi temamî kuta ke, û ew îda îroda bi mîlyona meriva hîn dike ku hevdu hiz bikin û îtbariya xwe hevdu bînin. Tu serwêrtî tiştên usa nikare bike (Îşa. 11:9). Nexweşî: Yehowa wê hemû nexweşiya bide hildanê û cimeta xwera sihet-qewata bêkêmasî bîne (Îşa. 35:5, 6). Kesîbbûn: Yehowa wê kokêva kesîbbûnê bide hildanê û cimeta wî wê bextewariyêda bijî û tiştekî wan kêm nîbe. Emirê wî cûreyî ji dewletiyê qîmettir e (Zeb. 72:12, 13).

“ÇAWA CAYÎZ E CABA HER KESÎ BIDIN”

17. Ça hûn dikarin xwe ji fikirên vê dinyayê xwey kin?

17 Hergê hûn têderdixin ku nêt-fikirekî vê dinyayê baweriya we sist dike, Xebera Xwedê lêkolîn bikin ku ew çi dibêje derheqa vê yekê. Usa jî wê kêrhatî be xeber din tevî xûşk-birên ruhanîda qewî. Bifikirin ku çira ev nihêrandin meriva xweş tê, çira ev nerast e û ça hûn dikarin xwe xwey kin ji vê yekê. Her kes ji me dikare xwe xwey ke ji fikirên vê dinyayê, hergê guh bide vê şîreta Pawlos: “Hindava nebawerada serwaxt bin . . . û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin” (Kols. 4:5, 6).

^ abz. 9 Gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda rêz hatine zêdekirinê, ew hene Yûhenna 7:53–8:11, kîjan ku para nivîsarên orîjînalê nînin. Ser hîmê vê parê hinek dibêjin ku tenê merivê bêgune dikare bênamûsiyê û qaviyê neke. Lê vê qanûnêda ya ku Xwedê Îsraêliyara da, hate gotinê: “Heger mêrek tevî jina mêrkirî serê xwe dayne û ev yek eyan be, bira her du jî bêne kuştinê” (Qan. Dcr. 22:22).