Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Merivê Merd wê bê Keremkirinê

Merivê Merd wê bê Keremkirinê

QURBANKIRIN edeteke berê ye, ku timê hebandina rastda ciyê ferz digire. Îsraêliya heywan qurban dikirin, û Mesîhî jî bi “qurbana pesindayînê” timê eyan bûn. Lê hene qurbanên din jî ku dilê Xwedê tê û ew qebûl dike (Îbrn. 13:15, 16). Ew qurbankirin hin şabûnê hin jî kerema tînin. Meselên jêrê vê yekê zelal nîşan dikin.

Hanna, xizmetkara amine berê, bêzuret bû û gelek dixwest, wekî kur jêra bibe. Duada ewê ber Xwedê sond xwar ku hergê jêra kur bibe, ewê wî “temamiya rojên jîyana” wîda bide Yehowa (1  Sam. 1:10, 11). Wede şûnda, ew giran derket û jêra kur bû, ewê navê wî danî Samûyêl. Paşê çaxê Samûyêl şîrevebû, Hannayê wî bire konê pîroz, çawa ku sond xwaribû. Yehowa Hanna kerem kir bona merdanî û rezediliya wê. Paşê, Xwedê dîsa lê kerem kir û 5 zar Hannayêra bûn, û Samûyêl bû pêxember, hin jî bû nivîskarekî Kitêba Pîroz (1 Sam. 2:21).

Mîna Hannayê û Samûyêl, îro bal Mesîhiya jî qedirekî usa heye ku emirê xwe tesmîlî Efirandarê xwe kin. Îsa got ku bona her qurbaneke ku em Yehowara didin, emê gelek bêne keremkirinê (Marq. 10:28-30).

Qirna yekêda, Mesîhîk bi navê Xezal, bi “qencî û xêrkirinada” eyan bû. Seva alîkariyê bide yên mayîn, ewê gelek qurbankirin dikir. Yazix, paşê ew “nexweş ket mir”, û civatê şîna wê dikir. Gava xûşk-bira pêhesiyan ku Petrûs şeherda ne, wana hîvî ji wî kirin ku bê bal wan. Bidine ber çevê xwe ku şabûneke çiqas mezin bû, gava Petrûs hat û Xezal ji mirinê rakir. Ew serhatiya pêşiyê ye derheqa saxkirinê ku aliyê şandîda hate kirinê (Kar. Şand. 9:36-41). Belê, Xwedê qenciya wê û qurbanên wê bîr nekir (Îbrn. 6:10). Serhatiya wê Xebera Xwedêda hate xweykirinê, û bona me mesele ye ku çev bidine wê.

Pawlos jî mesela baş hîşt bona me. Ewî bi merdanî wedê xwe xerc dikir seva merivên mayîn. Çaxê ewî xûşk-birên Korintîra neme nivîsî, ewî got: “Ezê bi dilekî şa xwe jî û mal-halê xwe jî bona we bidim” (2 Korn. 12:15). Pawlos ji cûre-cûre dereca hîn bû, ku qurbankirin bona merivên mayîn ne ku tenê şabûnê tîne, lê ya lape ferz kerem û qebûlkirina Yehowa tîne (Kar. Şand. 20:24, 35).

Eşkere ye, dilê Yehowa gelek şa dibe çaxê em wede û qewata xwe xerc dikin, seva şixulê wî û alîkariya xûşk-bira. Lê gelo dîsa çi cûrêyî em dikarin piştgiriya şixulê belakirina mizgîniyê bikin? Xêncî alîkariya xûşk-birara, em usa jî dikarin bi qurbankirinên rezedilî Xwedê hurmet kin. Ev perê ku em qurban dikin, têne xerckirinê ser şixulê hemdinyayê, û dikeve nava xercên mîsyonêra û xizmetkarên hertime mexsûs. Ew pere usa jî tê xerckirinê ser hazirkirina û welgerandina edebyeta, vîdêoya, ser alîkariya wedê xezeba, û avakirina Odên Civata. Em gerekê dudilî nebin ku “duayê li merd bê kirinê”, dêmek merivê merd wê ese bê keremkirinê. Xêncî wê yekê, çaxê em Yehowara tiştên xweye qîmet qurban dikin, em wî hurmet dikin (Metlk. 3:9; 22:9).