Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Mîna Yehowa Heq û Rem bin

Mîna Yehowa Heq û Rem bin

“Bi heqiyê dîwanê bikin, hindava hevdu bi hizkirina amin û bi remtî bin” (ZEKER. 7:9, DT).

KILAMÊN: 125, 88

1, 2. a) Îsa çawa bû hindava Qanûna Xwedê? b) Qanûnzan û Fêrisiya çawa Qanûna Xwedê nerast dianîne sêrî?

ÎSA Qanûna Mûsa hiz dikir. Ew yek ecêbmayî nîne, çimkî ev Qanûn ji Kesê herî bilind bû, ji Bavê wî Yehowa bû. Zebûr 40:8-da hatiye pêxembertîkirinê derheqa hizkirina Îsa hindava qanûna Xwedê: “Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê û va ye hînkirina Te dilê minda ye”. Îsa pê xeberdana xwe û kirên xwe îzbat kir ku Qanûna Xwedê tam e, kêrhatî ye, û her tişt çi jî têda nivîsar e ese wê bê sêrî (Met. 5:17-19).

2 Bidine ber çevê xwe, ku Îsa ça berxwe diket gava didît, wekî qanûnzan û Fêrisî Qanûna Bavê wî nerast şirovedikin û çawa lazim e naynin sêrî. Wana Qanûnêda dîna xwe didane tenê ser tiştên hûr, lema Îsa wanra got: “Hûn dehekê pûngê, anîsoyê û kêmûnê didin”. Dêmek çida wana şaşî berda? Îsa şirovekir: “Lê tiştêd Qanûnêye pêş, awa gotî heqiyê, remê û baweriyê davêjine pişt guhê xwe” (Met. 23:23). Ewan Fêrisiya xwe rast hesab dikirin û meniya Qanûnê fem nedikirin. Lê Îsa nêta Qanûnê fem dikir û zanibû ku pişt her temî û qanûnêda, hunurên Xwedê têne kifşê.

3. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Îro ji me nayê dewakirinê ku Qanûna Mûsa bînin sêrî (Rom. 7:6). Lê yeke Yehowa ev Qanûn Xebera xweda, dêmek Kitêba Pîrozda xwey kiriye. Ew naxwaze wekî em Qanûnêda dîna xwe bidine tiştên hûr, lê dixwaze em “tiştêd . . . pêş” fem kin, dêmek prînsîpên ferz wan temiyada. Besa xeberê, em kîjan prînsîpa divînin temiya derheqa başqekirina şeherên sitarbûnêda? Gotara pêşiya vêda dihate gotinê, ku yê revî çi gerekê bikira seva bikaribûya biketa şeherê sitarbûnê û wêderê bima, û em çi dersê ji vê yekê hîn dibin. Lê ji van şeherên sitarbûnê em usa jî hîn dibin derheqa Yehowa û hîn dibin ku ça em dikarin çev bidine hunurên wî. Lema vê gotarêda, emê caba wan pirsa şêwir kin: Çawa şeherên sitarbûnê eyan dikin remtiya Yehowa? Vê temiyêda em çi pêdihesin derheqa nihêrandina wî ser jîyînê? Çawa ew şeher heqiya wîye tam eyan dikin? Wedê şêwirkirinê, dîna xwe bidin ku hûn ça dikarin çev bidine Bavê xweyî ezmana. (Bixûne Efesî 5:1.)

CIYÊN ŞEHERA DIDINE KIFŞÊ REMTIYA XWEDÊ

4, 5. a) Çira hêsa bû bigihîjine şeherên sitarbûnê? b) Ew yek derheqa Yehowa me çi hîn dike?

4 Yehowa usa kir, wekî hêsa be bigihîjine ewan şeş şeherên sitarbûnê. Ewî temî da Îsraêliya, wekî wan şehera herdu aliyên çemê Ûrdunêva bijbêrin. Usa yê revîra wê hêsa bûya zû bigihîje yek ji van şehera (Jimar 35:11-14). Hin jî riya wan şehera çêkirî bûn (Qan. Dcr. 19:3). Li gora edetê Cihûya, wêderê li ser rê nîşan hebûn, seva revî hêsa bivîne wan şehera. Lema jî ewê ku bêy hemdê xwe kesek bikuşta, nelazim bû bireviya welatê xerîb, seva xwe xilaz ke. Welatê xerîbda ew dikaribû biketa telikê û xudanên qelp bihebanda.

5 Bifikirin derheqa wê yekê: Yehowa temî dabû wekî mêrkuj bihata kuştinê. Lê ewî usa jî temî dabû, wekî merivê ku bê hemdê xwe kesek bikuşta, dikaribû rema Xwedê bistanda û xilaz bûya! Zandarekî Kitêba Pîroz got: “Her tişt pê nêtê bû û gelek hêsa. Ev yek rema Xwedê eyan dikir”. Yehowa hakimê dilsar nîne, kîjan ku menî digere seva xizmetkarên xwe ceza ke. Lê ew “xweyê rema dewlemend e” (Efes. 2:4).

6. Fêrisî hindava merivada çawa bûn?

6 Fêrisî hindava meriva dilsar bûn. Mesele, li gora edeteke Cihûya hergê meriv şaşîk sê cara zêdetir berdida, Fêrisiya nedibaxşandine wî merivî. Îsa seva eyan ke ew xeysetê wanî xirab, mesele anî ku ça Fêrisîkî dua dikir: “Xwedêyê min, şikirdar im, ku ez ne mîna wan meriva me, yêd ku talaniyê, neheqiyê, zinêkariyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me”. Lê çira Fêrisî hindava meriva bêrem bûn? Kitêba Pîroz dibêje ku ewana “hemûyêd mayîn ber tiştekî hesab nedikirin” (Lûqa 18:9-14).

Gelo meriv hêsa dikarin ji we baxşandinê bixwazin? Milûk bin ku meriv hêsa nêzîkî we bin (Binihêre abzasa 4-8)

7, 8. a) Çaxê kesek hindava weda gune dike, ça hûn dikarin vê derecêda çev bidine Yehowa? b) Çira seva bibaxşînine meriva lazim e em milûk bin?

7 Çev bidine Yehowa ne ku Fêrisiya. Dilşewat û rem bin. (Bixûne Kolosî 3:13.) Usa bikin wekî merivara hêsa be ji we baxşandinê bixwazin (Lûqa 17:3, 4). Ji xwe bipirsin: “Gelo ez zû dibaxşînme meriva hingê jî, hergê wana gelek car min dane xeydandinê? Gelo ez dixwazim ku tevî wî li hev bêm, yê ku min daye xeydandinê û dilê min êşandiye?”

8 Seva ku bibaxşînine meriva, em gerekê milûk bin. Fêrisiya nedixwestin bibaxşînin meriva, çimkî wana xwe ser wanra digirt. Lê em Mesîhî gerekê bi milûktiyê “hevalê xwe ser xwera” bigirin û bi dil û can bibaxşînine meriva (Fîlî. 2:3). Gelo hûnê milûktiyêda çev bidine Yehowa? Hergê hûn milûk bin, merivara wê hêsa be nêzîkî we bin û baxşandinê ji we bixwazin. Zû nexeyîdin, dilrem bin û zû bibaxşînine merivên din (Waîz 7:8, 9).

EMIR QÎMET KE Û XÛNA TU KESÎ WÊ “LI SER TE NEBE”

9. Yehowa ça Îsraêlî didane femkirinê, wekî emirê meriva pîroz e?

9 Meniya sereke ku çira şeherên sitarbûnê hebûn, ew bû ku cimeta Îsraêl neheq nîbe bona xûnrêtinê (Qan. Dcr. 19:10). Yehowa jîyînê qîmet dike û destên mêrkuja ku “xûna bêsûc dirêjin”, ber çevê wî reş in (Metlk. 6:16, 17). Xwedêyê heq û pîroz çevê xwe danedida ser wê yekê jî, çaxê kesek bêy xwestina xwe, dêmek nişkêva xûna kesekî birêta. Rast e Yehowa hindava wî merivî ku nedixwest bikuje, rema xwe dida kifşê, lê yeke ewî merivî gerekê rûspiyara gilî kira derheqa vê qewimandinê. Û hergê bihata îzbatkirinê, wekî ewî bi rastî nedixwest bikuşta, ew gerekê şeherê sitarbûnêda bima heta mirina serekkahîn. Û dibeke ew temamiya emirê xwe jî wêderê bima. Axiriya wê yekê bona Îsraêliya ders bû, wekî emirê meriva çiqas qîmet û pîroz e. Lema jî seva ku ewana Jîyîndarê xwe rûmet kirana, gerekê haş ji xwe hebûna, wekî tiştên usa nekirana ku emirê kesekî biketa bin qeziyê.

10. Îsa ça nîşan kir ku qanûnzana û Fêrisiya emir qîmet nedikirin?

10 Lê qanûnzan û Fêrisî mîna Yehowa nîbûn, wana xem nedikir bona emirê meriva. Çira? Îsa gote wan: “We kilîta zanebûnê hildaye. Ne hûn ketinê û ne jî we hiştiye yêd ku dixwazin bikevinê” (Lûqa 11:52). Wana gerekê nêta Xebera Xwedê merivara şirovekirana û alî wan bikirana ku jîyîna heta-hetayê bistînin. Dewsê, wana meriv ji “Serokê Jîyînê” dêmek Îsa, dûr dixistin. Bona wê yekê ewan meriva dikaribûn emirê heta-hetayê unda kirana (Kar. Şand. 3:15, ÎM). Qanûnzan û Fêrisî qure û xwehiz bûn, lema berxwe nediketin bona emir û halxweşiya meriva. Rastî jî ew yek çiqas bêxwedêtî û bêremtî ye!

11. a) Ça Pawlos nîşan kir ku mîna Yehowa emir qîmet dike? b) Çi wê alî me bike çev bidine xîreta Pawlos xizmetiyêda?

11 Lê em çi gerekê bikin, wekî mîna wan qanûnzana û Fêrisiya nîbin û çev bidine Yehowa? Em gerekê emir qîmet kin, dêmek pêşkêşa Xwedê. Pawlosê şandî bi şedetiyê îzbat dikir ku ew emir qîmet dike. Lema jî ewî aza derheqa xwe got: “Cabdarê xûna . . . tu kesî nînim”. (Bixûne Karên Şandiya 20:26, 27.) Pawlos merivara mizgînî bela dikir ne ji bo wê yekê ku neheq derneyê yan jî çimkî borcdar bû, lê ewî meriv hiz dikirin û emirê wana qîmet dikir (1 Korn. 9:19-23). Em jî gerekê ser emir usa binihêrin ça Yehowa. Yehowa “dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9). Lê tu? Hergê tu dilê xweda meriva hiz dikî û rem î, tuyê bi xîret xizmet kî û şabûneke mezin bistînî.

12. Çira bona cimeta Xwedê gelek ferz e fesal bin hindava xwexweykirinêda?

12 Hergê em mîna Yehowa ser emir dinihêrin, lazim e em fesal bin. Mesele, em gerekê timê fesal bin çaxê avtê dajon û dixebitin. Usa jî çaxê ser avakirinê dixebitin, tiştên êlêktrîkî dikin. Tu car pera û wede ser emirra, sihet-qewatêra û ser merivara negirin. Em dixwazin çev bidine Xwedê, yê ku timê tiştên rast dike. Îlahî rûspî gerekê fesal bin, wekî ne emirê xwe ne jî emirê merivên dor berê xwe nekine qeziyê (Metlk. 22:3). Hergê rûspîk tîne bîra we derheqa qanûn û prînsîpên xwexweykirinê, şîretên wî qebûl kin (Galt. 6:1). Ser emir usa binihêrin çawa Yehowa dinihêre, û xûna tu kesî wê li ser we nîbe.

“DÎWANA . . . BI VAN QANÛNA BIKE”

13, 14. Rûspiyên Îsraêlî ça dikaribûn çev bidana heqiya Yehowa?

13 Yehowa temî da rûspiyên Îsraêlî ku çev bidine heqiya wîye mezin. Pêşiyê rûspî gerekê derheqa mêrkuj hemû înformasiya û îzbatkirin pêbihesiyana. Paşê wana gerekê kûr têderxistana nêt û fikirên wî, û usa jî kirên wîyî berê, û paşê safî kirana hela remtiyê hindava wî nîşan kin yan na. Rûspiya usa jî gerekê têderxistana hela ewî merivî “ji neyartiyê” û “qesta” kiriye yan na. Bi wî cûreyî wana wê bi heqiya Xwedê dîwana wî bikirana. (Bixûne Jimar 35:20-24.) Hergê 2 şede hebûna û bigotana ku ew yek rastî jî usa bû, hingê ew mêrkuj gerekê bihata kuştinê (Jimar 35:30).

14 Çaxê rûspî her tişt pêbihesiyana ku çi ça bû, paşê wana gerekê dîna xwe bida ser wî kesî, ne ku tenê ser kirê wî. Wana gerekê kûr fem kirana ev yek çi ku nedihate kifşê û pêbihesiyana ku çi bû menî wekî ew yek qewimî. Ya lape ferz ew bû, ku rûspiyara lazim bû ruhê Yehowayî pîroz, çimkî bi saya vê yekê wana wê bîlanî, rem û heqiya wî bidana kifşê (Derk. 34:6, 7).

15. Nihêrandina Îsa hindava gunekara ça cude dibû ji nihêrandina Fêrisiya?

15 Fêrisiya dîna xwe didane tenê ser kirê wî merivî, ne ku ew dilda yekî ça ne. Çaxê Fêrisiya dîtin ku Îsa çû mala Metta ser nanxwarinê, wana ji şagirtên wî pirsîn: “Çima dersdarê we tevî xercgir û gunekara dixwe û vedixwe?”. Îsa caba wan da: “Saxlem ne hewcê hekîm in, lê nexweş. Herin mena van xebera hîn bin: ‘Ez remê dixwazim, ne ku qurbanê’. Ez nehatime gazî yêd rast kim, lê gazî gunekara” (Met. 9:9-13). Lê gelo Îsa bi wan giliya kirên nerast heq derdixist? Tu car na. Bi rastiyê Îsa dixwest, wekî ewana tobe bikin û ji gunekirinê vegerin (Met. 4:17). Îsa serwaxt bû û didît ku hinek ji wan “xercgir û gunekara” dixwestin emirê xwe biguhêzin. Ewana hatibûn mala Metta ne tenê bona nanxwarinê. Gelek ji wana “pey [Îsa] diçûn” (Marq. 2:15). Yazix, lê gelek Fêrisî mîna Îsa ser meriva nedinihêrîn. Ewana difikirîn ku meriv tu car nikare bê guhastinê û wana ew meriv hesab dikirin ça undabûyî. Rastî jî ewana çiqas cude dibûn ji Xwedêyê heq û rem.

16. Komîtêya dîwankirinê çi gerekê têderxe?

16 Îro rûspî gerekê çev bidine Yehowa, yê ku “heqîyê hiz dike” (Zeb. 37:28). Rûspî seva ku têderxin hela gune rastî hatiye kirinê yan na, pêşiyê gerekê evî şixulî bi temamî lêkolîn kin, enene kin û hemû tiştî rind pêbihesin. Paşê ewana gerekê pê rêberiyên Kitêba Pîroz safîkirinê bikin (Qan. Dcr. 13:12-14). Çaxê rûspî komîtêya dîwankirinêda xizmet dikin, ewana gerekê fesal bin û têderxin hela ew Mesîhî ku gunê giran kiriye bi rastiyê gunê xwe tîne rûyê xwe yan na. Lê hêsa nîne vê yekê têderxin. Tobekirina rast tê hesabê ku meriv ça dinihêre û çi difikire derheqa kirê xwe û dilê wîda çi ye (Eyan. 3:3). Mesîhiyê ku gune kiriye, gerekê helal tobe bike seva aliyê Xwedêda bê baxşandinê. *

17, 18. Rûspî ça dikarin têderxin tobekirina helal? (Binihêre şiklê ewlin.)

17 Yehowa û Îsa dilên meriva divînin, lê rûspî nikarin dila bivînin. Hergê hûn rûspî ne, hûn ça dikarin têderxin kê bi rastiyê tobe dike? Pêşiyê, bona bîlaniyê û femkariyê Yehowara dua bikin (1 Padş. 3:9). Ya duda, Xebera Xwedê û edebyetên ji xulamê amin, lêkolîn bikin, seva têderxin “berxweketina ji vê dinyayê” û “berxweketina li gora xwestina Xwedê”, dêmek tobekirina helal (2 Korn. 7:10, 11). Dîna xwe bidin ku Kitêba Pîroz ça eyan dike wan meriva yên ku bi rastiyê gunên xwe tînin rûyê xwe û yên ku qelp tobe dikin. Bifikirin ku Kitêba Pîroz ça fikir, nihêrandin û rabûn-rûniştina wan eyan dike.

18 Ya sisiya, bifikirin derheqa wî merivî, ne ku tenê derheqa kirê wî. Hildin hesab ku xeysetda ew yekî ça ne. Çira ewî safîkirina usa nerast kir? Çi çetinayên wî, kêmasî û sînorên wî hene? Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê derheqa Îsa, dêmek serê civatê: “Ew wê tenê li gora dîtina çevên xwe dîwanê neke, û tenê li gora bihîstina guhên xwe şîret neke. Ew wê bi heqiyê dîwana belengaza bike, û pê rastiyê şîret ke bona kara milûkên ser erdê” (Îşa. 11:3, 4, DT). Rûspîno, hûn bin şivantiya Îsada nin, û ew wê alî we bike mîna wî dîwanê bikin (Met. 18:18-20). Em gelek razî ne bona wan rûspiya, ku bona me xem dikin! Em gelek dişêkirînin mesela wan ku civatêda ewana ça remtî û heqiyê didine kifşê.

19. Hûn çi dersê hîn dibin ji şeherên sitarbûnê?

19 Qanûna Mûsa “zanebûnê û rastiyê” eyan dikir derheqa Yehowa û prînsîpên wî (Rom. 2:20). Mesele, şeherên sitarbûnê rûspiya hîn dikin ku çawa bi heqiyê şixulê dîwankirinê bikin, û me hemûşka hîn dikin ku çawa “hindava hevdu bi hizkirina amin û bi remtî bin” (Zeker. 7:9, DT). Rast e em bin Qanûna Mûsada nînin, lê yeke Yehowa nayê guhastinê û bona wî îro jî heqî û remtî gelek ferz in. Qedirekî çiqas mezin e wekî Xwedêkî usa bihebînin, bi cûrê kîjanî em hatine efirandinê, û dikarin çev bidine wî û bin perê wîda bêne xweykirinê!

^ abz. 16 “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Adarê sala 2006, ser rûpêla 30, binihêrin “Pirsên Xwendevana”.