Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Nehêle Tu Tişt Te ji Xelatê Dûr xe

Nehêle Tu Tişt Te ji Xelatê Dûr xe

“Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike” (KOLS. 2:18).

KILAMÊN: 122, 139

1, 2. a) Xizmetkarên Xwedê bi dil û can hîviya kîjan xelatê ne? b) Çi alî me dike çevê xwe ser xelatê xwey kin? (Binihêre şiklê ewlin.)

MESÎHIYÊN bi ruhê pîroz bijartî hîviya jîyîna ser ezmana ne. Pawlos ew pêşkêş nav kir ça “lecxelata jorçûyînê, awa gotî gaziya Xwedê” (Fîlî. 3:14). Ewana bi dil û can hîviyê ne, wekî tevî Îsa Mesîh Padşatiya wîda serwêrtiyê bikin û alî wî bikin meriva bikine bêqisûr (Eyan. 20:6). Rastî jî ewana hîviya wedekî gelek xweş in! Lê pezên din hîviya xelateke din in. Ewana jî hîviya jîyîna heta-hetayê ne, lê ser erdê, û eşq şa hîviya wî wedeyî ne (2 Pet. 3:13).

2 Pawlos dixwest, wekî xûşk-birên Mesîhî heta xilaziyê amin bimînin, seva xelatê qazanç kin. Ewî gote wan: “Ser tiştêd jorin bifikirin” (Kols. 3:2). Ewan Mesîhiya gerekê timê dîna xwe bidana ser wê xelata gelek qîmet (Kols. 1:4, 5). Belê, çaxê xizmetkarên Yehowa derheqa keremên Xwedê difikirin, ew yek alî wan dike ku çevê xwe ser xelatê xwey kin, firqî tune ewana hîviyê ne heta-hetayê bijîn ser erdê, yan ser ezmana (1 Korn. 9:24).

3. Pawlos derheqa kîjan xofa Mesîhî şîret kirin?

3 Pawlos usa jî Mesîhî pêşda şîret kirin derheqa wan xofa, ku dikarin Mesîhiya ji xelatê dûr xin. Mesele, ewî civata Kolosîra nivîsî derheqa Mesîhiyên qelp, yên ku dewsa baweriya xwe Îsa bianiyana, pey Qanûna Mûsa diçûn û wana tirê Xwedê wê usa wana qebûl ke (Kols. 2:16-18). Pawlos usa jî ewana şîret kirin derheqa wan telika, ku îro jî hene û dikarin dîna me ji xelatê birevînin. Besa xeberê, ewî şirovekir ku çawa xwestinên bênamûsî bitemirînin, ça çetinayên orta xûşk-birada û çetinayên malbetêda safî kin. Şîretên Pawlos îro jî kêrhatî ne. Lema jî were em çend şîretên wî şêwir kin, kîjan ku ewî nema xweye Kolosiyara nivîsî.

XWESTINÊN BÊNAMÛSÎ BIKUJIN

4. Çira xwestinên bênamûsî dikarin me ji xelatê dûr xin?

4 Çaxê Pawlos anî bîra bira derheqa xelata wane qîmet, paşê ewî nivîsî: “Xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê” (Kols. 3:5). Xwestinên bênamûsî dikarin usa qewî bin, ku em hin heleqetiya xwe tevî Yehowa, hin jî xelata xwe unda kin. Birakî me yê ku ji bo xwestinên bênamûsî wedekî ji riya rast derket, lê paşê vegeriya civatê, got: “Ez usa pêda ketibûme nava wan xwestinên xwe, ku gelek dereng ser hişê xweda hatim”.

5. Çawa em dikarin xwe ji derecên xof xwey kin?

5 Em gerekê haş ji xwe hebin û gelek fesal bin gava dikevine derecên usa, kîjanada em dikarin prînsîpên Yehowa derheqa namûsiyê biteribînin. Mesele, wê aqilayî be hergê Mesîhiyên ku hevra dibine nas seva hev bistînin, ji destpêka hevnaskirinê îda sînora daynin derheqa eyankirina nazikayê, paçkirinê, û çaxê tenê ne (Metlk. 22:3). Aliyê namûsiyêda Mesîhî usa jî dikare bê cêribandinê kengê bona xebatê diçe ciyê dûr, yan jî çaxê gede û qîz gerekê tevayî bixebitin (Metlk. 2:10-12, 16). Hergê hûn dereca usada nin, derbêra bêjin ku hûn Şedê Yehowa ne û rabûn-rûniştina xwe cayîz xwey kin. Tu car bîr nekin, wekî flîrt dikare axiriya xirab bîne. Usa jî gelek xof e çaxê em dêprêsiyêda nin û dilşkestî ne. Hingê dibeke em bixwazin ku kêleka me kesek hebe seva bona me xem bike. Xof ew e ku ji diltengiyê em dikarin bikevine halekî usa, ku kê jî mera dilgermiyê û nazikayê nîşan ke, em wî hiz kin. Hergê tu bikevî dereca usa, derbêra alîkariyê ji Yehowa û cimeta wî bixwaze, seva xelata xwe unda nekî. (Bixûne Zebûr 34:18; Metelok 13:20.)

6. Em ça gerekê wedederbazkirina bijbêrin?

6 Seva xwestinên bênamûsî bikujin, em gerekê xwe dûr bigirin ji tiştên bênamûsiyêva girêdayî. Ew yek ku îro gelek meriv tiştên çava mijûl dibin û wedê xwe ça derbaz dikin, Sodom û Gomorayê tîne bîra me (Cihûd. 7). Besa xeberê fîlm, mûzîk, û wedederbazkirinên din, bênamûsiyê usa eyan dikin yançi ew tiştekî normal e û ziyanê nayne. Lê em gerekê timê haş ji xwe hebin, û ne hemû wedederbazkirina qebûl kin. Em gerekê wedederbazkirinên usa bijbêrin, kîjan ku wê rê me negirin xelata xwe bistînin (Metlk. 4:23).

HIZKIRINÊ Û QENCIYÊ “LI XWE WERGIRIN”

7. Civatêda Mesîhî dikare rastî kîjan çetinaya bê?

7 Em bextewar in ku civata Mesîhtîda nin. Civatêda em Xebera Xwedê lêkolîn dikin, û bi hizkirin alî hevdu dikin. Û ev yek jî alî me dike ku çevê xwe ser xelatê xwey kin. Lê cara dikare usa biqewime, ku hevnefemkirin pêşda bê, û seva vê yekê dikare orta xûşk-birada çetinayî pêşda bên. Hergê em wan çetinaya zû safî nekin, ev dikare hêrsketinê û bîntengiyê bal me pêşda bîne. (Bixûne 1 Petrûs 3:8, 9.)

8, 9. a) Kîjan hunur wê alî me bikin xelatê qazanç kin? b) Çi wê alî me bike edilayê xwey kin çaxê ji xûşk-bira kesek me dide xeydandinê?

8 Çawa em dikarin hêrsa xwe bitemirînin seva xelata xwe unda nekin? Pawlos Kolosî şîret kirin: “Çawa cimeta Xwedêye bijartiye pîroz û hizkirî, dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin. Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev. Û ser van hemûyada hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide” (Kols. 3:12-14).

9 Hizkirin û qencî dikare alî me bike ku bibaxşînine hev. Mesele, hergê xûşk yan birak pê gilî yan kirên xwe dilê me êşandiye, hingê em dikarin bifikirin ku me jî gelek car pê gilî û kirên xwe meriv dane xeydandinê û wana baxşandiye me. Em çiqas razî ne bona hizkirin û qenciya wan, ku wana çevên xwe dadane ser şaşiyên me! (Bixûne Waîz 7:21, 22.) Îlahî em çiqas razî ne bona qenciya Îsa, ku ew me dike yektiyê (Kols. 3:15). Em gişk Xwedêkî hiz dikin, mizgînîkî bela dikin, û gelek çetinayên me mîna hev in. Çaxê em pê hizkirinê bi dil û can dibaxşînine hev, nav civatêda tifaqî dimîne û em çevê xwe ser xelatê hilnadin.

10, 11. a) Çira hevsûdî xeyseteke xof e? b) Çawa xwe ji hevsûdiyê xwey kin seva ku xelata xwe unda nekin?

10 Hevsûdî dikare rê me bigire ku xelatê bistînin. Serhatiyên Kitêba Pîroz nîşan dikin ku ev xeyseteke xof e. Mesele, Qayîn ji hevsûdiyê birê xwe Habîl kuşt. Qorax, Datan, û Abîram hevsûdî Mûsa kirin û miqabilî wî rabûn. Şawûl Padşa jî hevsûdî Dawid dikir, çimkî ev pêşda diçû, û dixwest wî bikuje. Xebera Xwedêda badîhewa nehatiye gotinê: “Kîderê hevsûdî û çevnebarî hene, li wir bêterbetî û her kirinêd xirab jî hene” (Aqûb 3:16).

11 Hergê em bi rastiyê bi hizkirin in û qenc in, wê mera hêsa be xwe ji hevsûdiyê xwey kin. Xebera Xwedê dibêje: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hizkirin hevsûdiyê nake” (1 Korn. 13:4). Seva ku hevsûdî dilê meda şîn nebe, em gerekê ser tişta pê çevê Xwedê binihêrin, û xûşk-bira hesab kin ça endemên bedenekê, dêmek civatê. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava endemek tê pesindayînê, hemû endem tevî wê şa dibin” (1 Korn. 12:16-18, 26). Belê, çaxê xûşk-bira pêşda diçin û kerema distînin, emê ne ku hevsûdiyê wana bikin, lê tevî wan şa bin. Dîna xwe bidine mesela kurê Şawûl Padşa, Yonatan. Çaxê Dawid dewsa wî hate kifşkirinê ça padşa, Yonatan hevsûdî wî nekir, lê dewsê piştgiriya wî kir û dil da wî (1 Sam. 23:16-18). Lê gelo em jî çev didine Yonatan?

MALBETA XWEVA XELATÊ QAZANÇ KIN

12. Kîjan şîretên ji Kitêba Pîroz alî me bikin ku malbeta xweva xelatê bistînin?

12 Hergê malbetêda em prînsîpên Kitêba Pîroz bînin sêrî, malbeta me wê edilayêda be û bextewar be, û alî me bike ku xelatê qazanç kin. Pawlos bona malbeta şîret da. Ewî got: “Kulfetno, gura mêrêd xweda bin, çawa ku li yektiya Xudan dikeve. Mêrno, kulfetêd xwe hiz bikin, dilê wan neêşînin. Zarno, her tiştîda gura dê û bavê xweda bin, çimkî ew yek li Xudan xweş tê. Bavno, hêrsa zarêd xwe ranekin, wekî ew ber xwe nekevin” (Kols. 3:18-21). Bêşik, hergê îro jî malbetêda ewan şîreta bînin sêrî, malbet wê karê bistîne.

13. Ça xûşk ku Mesîhî ye dikare dilê mêrê xweyî nebawer bikire?

13 Dibeke tu xûşk î û mêrê te nebawer e. Tuyê çi bikî hergê mêrê te hindava te nebaş e? Gelo tuyê hêrs kevî û tevî wî bikevî dewê, seva ev çetinayî safî be? Hergê tu zorê wî bikî ku usa bike ça tu dixwazî, gelo tuyê usa bikaribî dilê wî bikirî ku bê bal Yehowa? Lê hergê tu qedirê wî bigirî ça malxê malê, wê malbetêda edilayî hebe, tuyê navê Yehowa hurmet kî, û dibeke mêrê te bê ser riya rast. Usa hûn herdu jî dikarin xelatê bistînin. (Bixûne 1 Petrûs 3:1, 2.)

14. Mêrê ku Mesîhî ye ça dikare dilê jina xwe bikire, hergê ew qedirê wî nagire?

14 Dibeke tu bira yî û jina te nebawer e, tuyê çi bikî hergê jina te qedirê te nagire? Gelo ew wê hê qedirê te bigire hergê tu ser wê bikî qarînî û bidî kifşê malda kê ye serwêr? Na. Xwedê dixwaze wekî tu çev bidî Îsa ku bi hizkirin malxêtiyê bikî (Efes. 5:23). Îsa bi hizkirinê û sebirê serwêrtiyê civatê dike (Lûqa 9:46-48). Hergê mêr çev bide Îsa vê yekêda, ew dikare dilê jina xwe bikire seva ew bê ser riya Xwedê.

15. Malxê malê ku Mesîhî ye ça dide kifşê ku jina xwe hiz dike?

15 Xwedê mêrara dibêje: “Mêrno, kulfetêd xwe hiz bikin, dilê wan neêşînin” (Kols. 3:19). Mêrê ku bi hizkirin e qedirê jina xwe digire, û çaxê ew fikirên xwe dibêje guh dide wê. Usa ew jêra dide kifşê ku giliyên wê bona wî ferz in (1 Pet. 3:7). Rast e her gav mêr nikare usa bike çi ku jina wî dixwaze, lê çaxê ew tevî wê şêwir ke, hingê wê safîkirina baş bike (Metlk. 15:22). Mêrê ku jina xwe hiz dike wê ne ku ji wê dewa bike ku qedirê wî bigire, lê usa bike ku qedirgirtina wê qazanç ke. Mêr hergê jin-zarên xwe hiz bike, malbeta wî wê bextewar be, çimkî ewana wê bi şabûnê Yehowara xizmet kin û xelata jîyîna heta-hetayê qazanç kin.

Çawa çetinayên malbetêda dikarin rê we bigirin ku xelatê bistînin? (Binihêre abzasa 13-15)

CAHILNO, BIRA TU TIŞT RÊ WE NEGIRE KU XELATÊ BISTÎNIN

16, 17. Cahilno, hûn ça dikarin bîna xwe teng nekin?

16 Hergê tu cahil î, dibeke difikirî ku dê-bavê te, te fem nakin yan jî tevî te gelek sert in. Ev yek dikare te usa dilteng ke, wekî hela hê jî dudilî bî ku xizmetî Yehowara riya lape baş e. Lê hergê tu Yehowa bihêlî, axiriyêda tuyê poşman bî, çimkî tuyê fem kî ku tu kes usa qayîm te hiz nake û bona te xem nake, çawa dê-bavê te û civata te.

17 Hergê dê-bavê te qe te şîret nekin, tuyê bifikirî ku ewana te hiz dikin û xem dikin bona te? (Îbrn. 12:8). Diqewime te xweş nayê ku ewana ça te şîret dikin, û lema tu bîna xwe teng dikî. Lê wê baş be hergê tu dîna xwe bidî ser meniya şîretkirina wan, ne ku ser cûrê şîretkirinê. Dilê xwe fire ke û çiqas dikarî hêrs nekeve gava ewana te şîret dikin. Xebera Xwedê dibêje: “Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e” (Metlk. 17:27). Nêtê dayne pêşiya xwe ku gihîştî bî seva şîreta hêsa qebûl kî, karê ji wan bistînî û berxwe nekevî ku çawa şîret têne dayînê (Metlk. 1:8). Ew kerem e ku dê-bavê te Yehowa hiz dikin û dixwazin alî te bikin xelata jîyînê qazanç kî.

18. Çira hûn dixwazin çevê we ser xelatê be?

18 Firqî tune em hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne yan ser ezmana, ev xelata mezin pêşiya me ye. Ev xelat xwexa Efirandarê me mera soz daye. Xwedê derheqa Cineta ser erdê dibêje: “Wê dinya . . . bi zanîna Xudanva tijî bibe” (Îşa. 11:9). Her kes ku wê ser erdê bijî wê aliyê Xwedêda bê hînkirinê. Hêja ye ku em evê xelatê qazanç kin. Bira çevê we ser sozên Yehowa be, û bira tu tişt rê we negire ku evê xelatê bistînin!