Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo Sitara We Yehowa ye?

Gelo Sitara We Yehowa ye?

“Xudan nefsa xulamêd xwe xilaz dike û dîwana ewêd ku xwe dane bin sîya Wî nabe” (ZEB. 34:22).

KILAMÊN: 8, 54

1. Ji bo gune, xizmetkarên Xwedê cara ça xwe texmîn dikin?

“EZ Çi merivekî hêsîr-belengaz im!” (Rom. 7:24). Gelek xizmetkarên Xwedê usa xwe texmîn dikin çawa Pawlos got. Gelo çira? Çimkî em gişk gunekar in û şaşiya dikin. Û çaxê em cara pê kirên xwe dilê Yehowa dêşînin, em dilteng dibin. Hine Mesîhî yên ku gunê giran kirine, hela hê jî difikirin ku Yehowa wê tu car wana nebaxşîne.

2. a) Zebûr 34:22 ça dide kifşê wekî xizmetkarên Xwedê gerekê xwe gelek neçerçirînin seva gunên xwe? b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin? (Binihêre çargoşe bi navê “ Ders yan Şirovekirina Sîmbolîk?”)

2 Kitêba Pîroz mera dibêje wekî ewên ku bal Yehowa sitarê digerin, gerekê seva gunên xwe her gav xwe neheq nekin û neçerçirînin. (Bixûne Zebûr 34:22.) Lê çi tê hesabê xwe bikin bin siya Xwedê, dêmek bin sitara wî? Em gerekê çi gava bavêjin seva ku rem û baxşandina Yehowa bistînin? Caba wan pirsa emê pêbihesin çaxê şêwir kin derheqa şeherên sitarbûnê ku berê Îsraêlêda hebûn. Derheqa başqekirina wan şehera, hate gotinê peymana Qanûnêda, kîjan ku sala 33 D.M., Roja Pênciyê Hesabê ji qewatê derket. Lê bînin bîra xwe ku ev Qanûn ji Yehowa bû. Lema jî ji wan şeherên sitarbûnê, em dikarin pêbihesin ku Yehowa ça dinihêre ser gune, ser wan kê gune kirine, û ser tobekirinê. Pêşiyê, were em pêbihesin ku ev şeher bona çi bûn.

“BAJARÊN . . . SITARGEH, XWERA HILBIJÊRIN”

3. Îsraêliya gerekê çi bikirana hindava mêrkuja?

3 Yehowa sivik nanihêre ser xûnrêtinê. Wedê berê, hergê Îsraêlî kesek bikuşta, merivê yê mirî gerekê wî bikuşta. Ew gerekê mêr bûya, û ser wî digotin “yê ku heyfa xûnê” hildide (Jimar 35:19). Usa mêrkuj heqê xwe distand, çimkî emirê merivê bêsûc sitandibû. Hergê ew mêrkuj nehata cezakirinê, Erdê Sozdayî heram dibû, dêmek îda pîroz nîbû, çimkî Yehowa temî da Îsraêliya: “Erdê ku hûn li ser dijîn, neherimînin, çimkî xûn [xûnrêtina meriva] erdê diherimîne” (Jimar 35:33, 34).

4. Çaxê kesekî bê hemdê xwe merivek bikuşta, ev qewimandin ça safî dibû?

4 Lê çi diqewimî tevî wî merivî, yê ku bê hemdê xwe xûna kesekî birêta? Rast e ewî nedixwest mirina wî merivî, lê ew dîsa jî neheq bû ku xûna merivê bêsûc hate rêtinê (Destp. 9:5). Vê derecêda, ewê ku bê hemdê xwe kuşt, dikaribû bireviya bajarekî sitarbûnê, seva ku xwe ji destê wî xilaz kira, yê ku gerekê heyfa xûnê hilda. Wêderê ew xweykirî bû. Ew gerekê wî şeherê sitarbûnêda bima, heta mirina serekkahîn (Jimar 35:15, 28).

5. Çawa bajarên sitarbûnê dikarin alî me bikin wekî hê rind Yehowa fem kin?

5 Ev bajarên sitarbûnê meriva xwexa ji ber xwe dernexistine. Ev Yehowa temî da Yêşû: “Îsraêlra bêje ku bira bajarên ji wanra bibin sitargeh, xwera hilbijêrin”. Ew bajar hatine pîrozkirinê, dêmek başqekirinê (Yêşû 20:1, 2, 7, 8). Belê, Yehowa xwexa rêberî kir, wekî ev şeher başqe bin bona nêteke mexsûs. Dibeke niha bal me ew pirs pêşda tê: “Gelo ji vê temiyê, ça zelal rema Yehowa tê kifşê? Û ça em dikarin îro bin sitara wîda bin?”

“EW GEREKÊ . . . RÛSPIYARA GILÎ KE KU ÇI QEWIMΔ

6, 7. a) Rûspiya çi dikirin hindava merivê ku bê hemdê xwe kesek kuştibû? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Çira bi bîlanî bû hergê ew mêrkuj nêzîkî rûspiya bûya?

6 Hergê Îsraêlîkî bê hemdê xwe kesek bikuşta, ew gerekê bireviya şeherê sitarbûnê, û ber dergeh “rûspiyara” gilî kira ku “çi qewimî”. Rûspiya gerekê wî bi dil û can qebûl kirana (Yêşû 20:4, DT). Hine wede şûnda, wana wî dişandine bal rûspiyên wî şeherî, kîderê ku kuştin qewimîbû, seva ewana dîwanê bikin ku ça û çira kuştin qewimî. (Bixûne Jimar 35:24, 25.) Hergê evan rûspiya elam kirana ku ewî bi rastiyê nexwestibû û bê hemdê xwe kuştibû, ew dikaribû dîsa vegeriya şeherê sitarbûnê.

7 Lê çira lazim bû ku rûspî bikevine nav wî şixulî? Çimkî ewana gerekê civata Îsraêl xwey kirana, û usa jî alî wî bikirana yê ku bê hemdê xwe kuştibû, seva ewî rema Yehowa bistanda. Zandarekî Kitêba Pîroz nivîsî ku hergê yê revî neçûya bal rûspiya, “ewî xwe dikire xetayê”. Ewî got: “Xûna wî ser stûyê wî dima, çimkî ewî nexwest xweykirina Xwedê bistîne”. Wîra lazim bû alîkariyê bigere û qebûl ke. Hergê ewî cî-sitar nedigeriya wan şeherada yên ku Yehowa başqe kiribû, îzina merivê nêzîk yê mirî hebû ku heyfê hilde û wî bikuje.

8, 9. Hergê Mesîhî gunê giran kiriye, çira gerekê here bal rûspiya?

8 Îro, hergê Mesîhî gunê giran kiriye, ew gerekê here bal rûspiya, seva ku ewana wî ruhanîda qenc kin. Gelo çira ew yek ferz e? Ya pêşin, xwexa Yehowa cabdarî da rûspiya, wekî gunên giran safî kin, û Xebera wî ewê yekê zelal dide kifşê (Aqûb 5:14-16). Ya duda, rûspî alî wî kesî dikin ku dîsa qebûlkirina Xwedê bistîne û îda gune neke (Galt. 6:1; Îbrn. 12:11). Ya sisiya, rûspî cabdar in û hînkirî ne, ku dilbîniyê bidine wan yên ku tobe dikin, wekî ewana xwe neçerçirînin seva gunê xwe û êşa wan sivik be. Yehowa wan rûspiya nav dike ça cî-sitara ku “ji bayê . . . vedişêre” (Îşa. 32:1, 2). Belê, ew temî ku Yehowa daye, dide kifşê wekî ew ça rem e hindava me.

9 Gelek xizmetkarên Xwedê dilrihet bûne çaxê nêzîkî rûspiya bûne û alîkarî ji wana xwestine. Mesele, birakî me bi navê Danîêl, gunê giran kir, û çend meha ewî şerm dikir ku nêzîkî rûspiya be. Ew gilî dike: “Haqas wede derbaz bû ku ez difikirîm wekî îda rûspî nikarin alî min bikin. Lê timê tirsa min hebû ku kirên min eşkere bin û ezê axiriya kirên xwe bistînim. Gava min Yehowara dua kir, min ji wî baxşandin hîvî dikir bona kirên xwe”. Axiriyêda, Danîêl çû bal rûspiya. Ew tîne bîra xwe û dibêje: “Belê, ez gelek ditirsiyam nêzîkî wan bim. Lê çaxê min tevî wan xeber da, tê bêjî barekî giran ser min hate hildanê. Niha ez îda aza dikarim tevî Yehowa xeber dim”. Îro îsafa Danîêl temiz e, û wan paşwextiya ew ça berdestiyê civatê hate kifşkirinê.

“BIREVE JI VAN BAJARA YEKΔ

10. Ewê ku bê hemdê xwe kesek kuşt, ça dikaribû baxşandin bistanda?

10 Merivê ku bê hemdê xwe kesek kuştibû, seva ku baxşandin bistanda, gerekê bireviya şeherê sitargehê. (Bixûne Yêşû 20:4.) Seva emirê xwe xilaz kira, ew gerekê zû bireviya wî şeherî û wêderê bima. Ew yek bona wî hêsa nîbû, çimkî ewî gerekê gele tişt ji xwe kêm kira. Besa xeberê, ewî gerekê xebata xwe û mal-halê xwe bihîşta. Ew usa jî heta mirina serekkahîn wê nikaribûya kuda bixwaze here * (Jimar 35:25). Lê çi jî ewî ji xwe kêm dikir, hêja bû. Lê hergê ew ji wî şeherî biçûya, bi vê yekê ewî nîşan dikir ku talaşa wî nîbû ku xûna kesekî hate rêtinê, û hin jî ewî emirê xwe dikire bin qeziyê.

11. Mesîhiyê ku gunê xwe tîne rûyê xwe, ça nîşan dike wekî rema Xwedê qîmet dike?

11 Îro jî ewê ku gunê xwe tîne rûyê xwe, gerekê tiştekî bike seva rema Xwedê bistîne. Ew gerekê bihêle riya nerast, û ji her tiştî xwe dûr bigire çi ku dikare wî berbi gunên giran bive. Pawlosê şandî gilî kir ku Mesîhiyên Korintî ça pê kirên xwe, gunên xwe anîne rûyê xwe. Ewî nivîsî: “Dîna xwe bidine wê berxweketina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kar da we: We çawa cedand bi rûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqiyê!” (2 Korn. 7:10, 11). Çaxê em her tiştî dikin seva îda gune nekin, em nîşan dikin wekî em xwerazî nînin, lê poşman dibin, û em rema Xwedê hindava xwe qîmet dikin.

12. Seva ku Mesîhî berdewam ke rema Xwedê bistîne, ew gerekê çi biterikîne?

12 Lê Mesîhî çi gerekê biterikîne, seva ku Yehowa berdewam ke rema xwe jêra nîşan ke? Ew gerekê wan tişta jî biterikîne kîjana ew begem dike, lê dikarin wî berbi gune bivin (Met. 18:8, 9). Mesele, hergê heval te hêlan dike vê yekê bikî çi ku Yehowa xweş nayê, gelo tuyê dîsa berdewam kî tevî wî hevaltiyê bikî? Yan jî hergê tu xwe digirî wekî îçkê gelek venexwî, tu dikarî xwe dûr bigirî ji wan dereca, kîderêda wê tera çetin be xwe bigirî? Hergê tera çetin e xwestinên sêksûalî kontrol kî, tuyê xwe dûr bigirî ji fîlm, malper, û tiştên din kîjan ku fikirên netemiz pêşda tînin? Bîr nekin ku hêja ye em tiştekî ji xwe kêm kin seva aminiya xwe hindava Yehowa xwey kin. Hergê Yehowa me bihêle, ji vê xirabtir tiştek tune. Lê çaxê em texmîn dikin “hizkirina wîye amin”, ji vê çêtir tiştek tune (Îşa. 54:7, 8, DT).

“EW BONA WE WÊ BIBIN CÎ-SITAR”

13. Şirovekin ku çira yê revî şeherê sitarbûnêda dikaribû bêtirs, xweykirî û bextewar bijîta.

13 Gava ku yê revî dikete bajarê sitarbûnê, wêderê ew xweykirî bû. Derheqa van bajara Yehowa got: “Ew bona we wê bibin cî-sitar” (Yêşû 20:2, 3, DT). Yehowa dewa nedikir wekî ewê ku bê hemdê xwe kuştibû, dîsa bona vê yekê bê dîwankirinê. Û ew merivê ku dikaribû heyfê hilde, îzina wî tune bû biketa bajarê sitarbûnê. Dêmek, ev meriv tu car wê netirsiya ku kesekê wî ceza bike. Wî şeherîda ew bin xweykirina Yehowada bû. Ew kelêda nîbû. Vî şehe-rîda ew dikaribû bixebitiya, alî meriva bikira, û edilayêda Yehowara xizmet kira. Belê, ewî dikaribû bi emirê bextewar bijîta!

Dudilî nebin ku Yehowa dibaxşîne (Binihêre abzasa 14-16)

14. Mesîhî ku gunê xwe tîne rûyê xwe çida dikare bawer be?

14 Hine Mesîhî ku gunên giran kirine, lê paşê tobe kirine, yeke dîsa xwe diçerçirînin seva gunên xwe. Hinek hela hê jî difikirin ku Yehowa wê tu car bîr neke gunên wan. Hergê tu usa xwe texmîn dikî, dudilî nebe ku çaxê Yehowa te dibaxşîne, dilê te gerekê rihet be, çimkî Yehowa bi temamî dibaxşîne. Danîêl, besa kîjanî me jorê kir, bawer kir ku ev yek usa ne. Rûspiya wî şîret kirin û alî wî kirin, wekî ew îsafa xwe temiz ke. Danîêl gilî kir: “Tê bêjî ez tezeda sax bûm. Çaxê her tişt safî bû ça lazim bû, îda min xwe neheq nedikir. Gava gune tê baxşandinê, ew îda derbaz dibe diçe. Çawa Yehowa got, ew barê me hildide û davêje dûr. Hûnê tu car îda vê nevînin”. Çaxê yê revî dikete bajarê sitarbûnê, ew îda gere netirsiya, wekî yê ku heyfa xûnê gerekê hilda, wê wî bikuje. Usa jî em dikarin bêjin derheqa xwe, gava Yehowa gunê me dibaxşîne, em îda gerekê netirsin ku ew wê meniya bigere seva dîsa evî guneyî bike bîra me yan jî me ceza ke. (Bixûne Zebûr 103:8-12.)

15, 16. Qurbana Îsa û cabdariya wî ça Serekkahîn, ça dikare baweriya we hindava rema Xwedê qewî ke?

15 Îro diha zef meniyên me hene ku rema Yehowada dudilî nebin. Çaxê Pawlos got ku ew xwe çiqas hêsîr-belengaz texmîn dike, paşê got: “Şikir ji Xwedêra, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!” (Rom. 7:25). Rast e ewî şer dikir miqabilî gune û poşman dibû bona kirên xweyî berê, lê yeke ew bawer bû ku Xwedê bi saya Îsa wî baxşandiye. Îsa bona me emirê xwe da ça kirîn, û ew îsafa temiz û dilrihetiyê dide me (Îbrn. 9:13, 14). Çawa Serekkahîn, “ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî ew timê sax e, ku bona wan lava-navçêtiyê bike” (Îbrn. 7:24, 25). Wedê berê serekkahîn alî Îsraêliya dikir ku bawer kin, wekî Yehowa gunên wan dibaxşînine. Îlahî em gerekê vê yekêda qe dudilî nebin, çimkî Îsa ye serekkahînê me. Ew dibêje ku “remê bistînin û keremê bibînin ku gava em hewce bin, alîkariya me bike” (Îbrn. 4:15, 16).

16 Xwe bike bin sitara Yehowa û baweriya xwe qurbana Îsa bîne. Belê, qurbana Îsa bona temamiya însanetê ye, lê bawer ke ku xût şexsî bona te ye jî (Galt. 2:20, 21). Dudilî nebe ku qurbana Îsa ew heye hîmê baxşandina gunên te. Qayîm bawer ke ku ev qurban tera mecalê dide ku jîyîna heta-hetayê bistînî. Qurbana Îsa ji Yehowa pêşkêş e xût bona te jî.

17. Çira hûn dixwazin bin sitara Yehowada bin?

17 Belê, şeherên sitarbûnê zelal eyan dikin rema Yehowa. Bi temiya derheqa van şehera, Yehowa ne ku tenê nîşan kir ku emir qîmet dike, lê usa jî nîşan kir çawa rûspî alî me dikin, çi tê hesabê bi rastiyê gunên xwe tobe bikin, û çira em gerekê dudilî nebin wekî Yehowa bi temamî me dibaxşîne. Lê hûn xwe dikine bin sitara Yehowa? Hûn tenê vê sitarêda dikarin xweykirî bin! (Zeb. 91:1, 2). Gotara dinda emê bivînin çawa ev şeherên sitarbûnê dersê didine me, wekî çev bidine heqiya û rema Yehowa.

^ abz. 10 Li gora hine kitêbên Cihûya, neferên wî kesî jî dikaribûn tevî wî şeherê sitarbûnêda bijîtana.