Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Bi Dil û Can Bistirên!

Bi Dil û Can Bistirên!

“Qenc e eşqî Xudan bistirên” (ZEB. 147:1).

KILAMÊN: 10, 2

1. Çaxê em kilama distirên ew ça ser me hukum dike?

MERIVEKÎ navdar ku kilama dinivîse, got: “Bi saya xebera, hişê meda fikir pêşda tên. Bi saya miqamê, dilê meda hest pêşda tên. Lê bi saya kilamê, herdu tevayî pêşda tên û xeber digihîjine dila”. Pê kilama em pesina didine Yehowa û hizkirina xwe jêra eyan dikin. Rastî jî çiqas xweş e gava em bona wî distirên û hê nêzîkî wî dibin! Firqî tune em tenê distirên yan tevî xûşk-birên xwe, yeke timê kilam xizmetkirina Xwedêda ciyê ferz digire.

2, 3. a) Hinek çira nikarin bi dengê bilind civatêda bistirên? b) Vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

2 Lê hûn civatêda bi dengê bilind distirên, yan şerm dikin? Nav hine miletada mêr şerm dikin ber merivên din bistirên. Ew yek dikare ser temamiya civatê jî hukum ke, îlahî hergê rûspî şerm dikin bistirên, yan jî çaxê civat kilama distirê, lê ewana şixulên din dikin (Zeb. 30:12).

3 Hergê em bi rastiyê stirandina kilama hesab dikin ça para xizmetiya xwe, civatêda wedê kilama emê neçin-neyên. Lema her kes ji me gerekê pirseke usa bide xwe: “Gelo wedê civatê stirandina kilama bona min ferz e? Ez ça dikarim çetinaya alt kim wekî aza û bi dengê bilind civatêda bistirêm? Û ça ez dikarim kilama bi dil bistirêm?”

STIRANDIN HEBANDINA RASTDA CIYÊ FERZ DIGIRE

4, 5. Bona Îsraêliya hebandinêda stirandin çi cî digirt?

4 Berêda xizmetkarên Yehowa pê kilama pesin û şikirî didane Yehowa. Dîna xwe bidinê, ku çaxê Îsraêlî bi aminî Yehowara xizmet dikirin, stirandin hebandina wanda ciyê ferz digirt. Besa xeberê, çaxê Dawid Padşa bona xizmetiya paristgehêda kar dikir, ewî 4 000 Lêwî bijart seva bi kilama pesin û şikiriyê bidine Yehowa. Nava wanda 288 meriv hînkirî bûn, wekî bona Yehowa bistirên, û ew hemûşk jî wê yekêda hoste bûn (1 Dîr. 23:5; 25:7).

5 Çaxê paristgeh tesmîlî Yehowa dikirin, hingê jî miqam û kilama ciyê ferz digirtin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Gava ku borîvana û dengbêja bi hevra pesin û şikirî didane Yehowa, û gava ku dengê boriyê û şingîniya bolma û saza şikirî didane Yehowa . . . rûmeta Yehowa, mala Xwedêyê rast tije kiribû”. Bidine ber çevê xwe, wekî ewê qewimandinê çiqas baweriya Îsraêliya qewî kir (2 Dîr. 5:13, 14, DT; 7:6).

6. Nehemiya dîsa çi kir çaxê dîwarên Orşelîmê hatine tesmîlkirinê?

6 Nehemîya rêberî dikir wekî dîwarên Orşelîmê tezeda bêne danînê. Xêncî vê yekê, ewî usa jî rêberî kir, wekî Lêwiyên dengbêj miqama lêxin û kilama bêjin. Çaxê dîwarên Orşelîmê tesmîl dikirin, bona vê yekê kilama mexsûs lêdixistin, û şabûna Îsraêliya hê zêde dibû. Hingê hebûn “du liqên [komên] mezin ku şikiriyê dikin”. Ewana cûre-cûre aliyava diçûn, û paşê nêzîkî dîwarên paristgehê rastî hev dihatin, seva ku dûrva deng bê bihîstinê (Nehem. 12:27, 28, 31, 38, 40, 43). Bêşik, Yehowa gelek şa dibû gava dibihîst dengê xizmetkarên xwe, yên ku bi dil û can bi kilama şikirî didane wî.

7. Îsa ça nîşan kir ku bona Mesîhiya stiran gerekê ciyê ferz bigire?

7 Wedê Îsada jî hebandina rastda kilama ciyê ferz digirtin. Bînin bîra xwe êvareke mexsûs nav temamiya terîxiya însanetêda. Gava Îsa Şîva Xudan derbaz kir, ewî şagirtên xweva bi kilama pesin dane Yehowa. (Bixûne Metta 26:30.)

8. Mesîhiyên qirna yekêda çi mesele hîştine stiranêda?

8 Mesîhiyên qirna yekê tevayî bi kilama pesinê Xwedê didan. Ew bona me mesele ye. Gelek car ewana dizîkava malada top dibûn, lê ewê yekê rê wan nedigirt, wekî pesinê Yehowa bidin. Pawlos pê rêberiya Xwedê birên Mesîhîra got: “Bi hemû serwaxtiyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûre stiranêd ruhanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên” (Kols. 3:16). Kilamên ku kitêba meye kilamada hene, rastî jî “stiranêd ruhanî” ne, kîjan ku gerekê “bi şikirdarî” bêne stiranê. Ev heye pareke xwarina ruhanî ku “xulamê amin û serwaxt” dide me (Met. 24:45).

ÇAWA AZA BISTIRÊN?

9. a) Çi dikare bibe menî ku civatêda yan civatên mezinda bi dil û can nestirên? b) Em ça gerekê bistirên kilamên pesindayînê Yehowara, û pêşiyê kê gerekê vê yekêda mesela baş be? (Binihêre şiklê ewlin.)

9 Dibeke malbeta weda yan nav miletê weda edet nîne ku bistirên. Yan jî diqewime hûn pê têlêvîsyonê yan radîoyê dengê dengbêja dibihên ku gelek rind distirên û hûn dengê xwe beramberî dengê wan dikin. Hingê hûn dikarin berxwe kevin ku mîna wan nikarin bistirên. Lê yeke ev tişt gerekê nebine menî ku cabdariya xwe neynin sêrî, dêmek bi kilama pesina nedin Yehowa. Dewsê, kitêba xweye kilama bilind bigirin, serê xwe bilind kin, û bi dil û can bistirên! (Ezr. 3:11; bixûne Zebûr 147:1.) Îro gelek Odên Civatada, xeberên kilama ser monîtorê têne nîşankirinê, û ew yek alî me dike bi dengê bilind bistirên. Usa jî wedê Mekteba Xizmetiyê ku rûspî derbaz dibin, kilam jî ketine nava bernama vê mektebê. Ev yek dide kifşê ku çiqas ferz e rûspî civatêda bistirên û vê yekêda bibine mesele.

10. Hergê em xwe digirin ku bi dengê bilind nestirên, em çi gerekê bînin bîra xwe?

10 Menîk ku çira gelek xwe digirin û bi dengê bilind nastirên, ev heye tirs. Besa xeberê, hinek ditirsin ku yên din eciz bin hergê bi dengê bilind bistirên. Hinek jî difikirin ku dengê wan ne xweş e, û şerm dikin bistirên. Lê dîna xwe bidin ser vê yekê, ku xeberdanêda “em hemû jî gelekî şaşiya dikin” (Aqûb 3:2). Lê ev yek rê me nagire ku em îda xeber nedin. Lema jî çira em gerekê seva dengê xweyî bi qisûr, xwe bigirin û pê kilama pesina nedine Yehowa?

11, 12. Çawa em dikarin seva stirandinê dengê xwe baş kin?

11 Dibeke em şerm dikin bistirên çimkî nizanin ça bistirên. Lê were em çend şîreta şêwir kin, kîjan ku wê alî me bikin em hê rind bistirên. *

12 Hergê hûn hîn bin ku ça rast bîna xwe bikişînin, wê dengê we hê bilind be û qayîm be. Ça tok ku qewatê dide seva lûs bişixule, bînkişandin jî qewatê dide dengê me wedê xeberdanê û stiranê. Hûn gerekê bi dengê usa bistirên, çawa hûn xeber didin, yan hela hê bi dengê diha bilind jî (Kitêba “Mekteba Dannasînkirinêda” ser rûpêlên 181-184, binseriya bi navê “Çawa Pişkên Xweda Hewê Kontrol Bikin”, derheqa vê yekê hene şîret). Kitêba Pîrozda jî çend ciyada xizmetkarên Yehowara tê gotinê ku “eşq” bistirên (Zeb. 33:1-3).

13. Şirovekin ku çawa em dikarin bona stirandinê dengê xwe hê baş kin.

13 Wedê qulixkirina tevî malbetê, yan jî çaxê hûn tenê ne, evan şîreta bidine xebatê: Kitêba kilamada bijbêrin kilamekê kîjanê hûn hiz dikin. Pêşiyê pêda kilamê bi dengê bilind bixûnin. Paşê, hema bi vî dengê bilind her cimlekê bînekêra bixûnin. Paşê dîsa jî bi wî dengî evê cimlê bistirên (Îşa. 24:14). Usa wê dengê we hê qewî be û baş be. Dengê xwe negirin û tu car şerm nekin bistirên!

14. a) Çaxê wedê stirandinê devê me fire vekirî ye, ew yek çida alî me dike? (Binihêrin çargoşe “ Çawa Diha Baş Bistirên”.) b) Kîjan şîret alî we dikin ku dengê xwe hê baş kin?

14 Seva ku bi dengê qewî bistirên, lazim e devê xwe fire vekin. Dêmek, çaxê hûn distirên devê xwe hinekî zêde vekin, ne ku çaxê hûn xeber didin. Lê hûn çi gerekê bikin hergê dengê we gelek nimiz e yan jî gelek bilind e? Derheqa vê yekê bixûnin Kitêba “Mekteba Dannasînkirinêda”, rûpêla 184, çargoşêda bi navê “Çawa Çetinayên ku Dengva Girêdayîne Safî kin”.

BI DIL BISTIRÊN KILAMÊN ŞIKIRDARIYÊ

15. a) Ser civata hersalî ya sala 2016-da çi hate elamkirinê? b) Çira kitêba kilama hate guhastinê?

15 Sala 2016-da ser civata hersalî ya Şedên Yehowa, elametiya mexsûs hate gotinê. Stîvên Lêt bira, elam kir derheqa derxistina kitêba kilama ya teze, bi navê “Bi Dil û Can bona Yehowa Bistirên”. Ewî şirovekir ku meniya derxistina vê kitêbê ew e, ku li gora welgerandina “Dinya Teze” be, kîjan ku sala 2013-da hate tezekirinê. Lema jî lazim bû wekî kilamada hine gilî bêne derxistinê yan jî bêne guhastinê, kîjan ku welgerandina “Dinya Teze”-da tune ne. Xêncî vê yekê, kilamên teze derheqa xizmetiya me û razîbûnê seva kirînê hatine zêdekirinê. Hin jî, çimkî stirandin ew heye para xizmetiya me, Koma Rêberiyê xwest ku ev kitêb bi matêryalên baş bê çêkirinê û hin jî rûyê kitêbê bibe mîna ya Kitêba Pîroze welgerandina “Dinya Teze”, ya tezekirî.

16, 17. Çi guhastin hatine kirinê kitêba kilamaye tezeda?

16 Seva ku hêsa be evê kitêba teze bidine xebatê, kilam pê têma hatine parevekirinê. Mesele, 12 kilamên pêşiyê derheqa Yehowa ne, paşê 8 kilam derheqa Îsa û kirînê ne û dîsa yên mayîn. Usa jî vê kitêbêda heye îndêksa hemû kilama, kîjan ku alî gotarvana dike hêsa kilama bijbêrin.

17 Kilamada hine xeber hatine guhastinê, seva ku fikir hê zelal bêne femkirinê. Usa jî xeberên çetin û kîjan ku meriv îda nadine xebatê hatine derxistinê. Ew guhastin hatine kirinê seva ku her kes bikaribe bi dil bistirê. Xeberên kilamada usa hatine bijartinê, wekî dilê me bigire. Û hine navên kilama û xeberên têda, kîjan ku hinekî sert dihatine kifşê, ew jî hatine guhastinê. Ew yek alîkariyê dide, wekî ser civata û civatên mezin mêvan, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, cahil, û usa jî xûşk bikaribin aza bistirên.

Wedê qulixkirina tevî malbetê kilama hîn bin ça bistirên (Binihêre abzasa 18)

18. Çira lazim e em hîn bin kilamên meyî teze? (Binihêre spartin.)

18 Vê kitêba tezeda gelek kilam mîna dua ne. Bi van kilama hûn dikarin dilê xwe Yehowara vekin. Kilamên din jî wê alî we bikin ku “hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine” hev (Îbrn. 10:24). Belê, em dixwazin gilî, miqam û rîtmên kilamên me hîn bin. Malpera me jw.org-da bibihên ku xûşk-bira ça wan kilama distirên, û ew yek wê alî we bike ku hûn rind bistirên. Çaxê hûn malda wan kilama bistirên, hûnê hê aza û bi dil û eşq bistirên. *

19. Çi cûreyî temamiya civatê dikare Yehowa bihebîne?

19 Bîr nekin ku stirandin xizmetiya meda ciyê ferz digire. Ev mecala mezin dide me, wekî hizkirin û razîbûna xwe Yehowara nîşan kin. (Bixûne Îşaya 12:5.) Hergê hûn bi dil û can bistirên, yên din jî wê çev bidine we ku aza û bi dil bistirên. Her kes civatêda, firqî tune cahil, yan mezin, yan yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, dikarin bi vê yekê Yehowa bihebînin. Lema jî şerm nekin û xwe negirin wekî bistirên. Dewsê, guh bidine vê şîretê ku zebûrbêj nivîsî: “Bistirên eşqî Xudan”. Belê, were em timê bi şabûnê bistirên! (Zeb. 96:1).

^ abz. 11 Bona hê zêde şîret ku çawa bistirên, binihêrin JW Brodkastîng ya meha Kanûna Pêşin sala 2014 (vîdêo JI STÛDIYA ME).

^ abz. 18 Her civateke mezin destpêdibe pê bernama miqamê ya deh deqeyî. Ew yek alî me dike seva em dilê xwe û hişê xwe hazir kin, wekî bernama civata mezin rind bibihên. Lema jî wê baş be ku her kes ji me destpêka bernama miqamêda ser ciyê xwe rûnên û bibihên.