Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 48

“Kirina Xwe Bînine Sêrî”

“Kirina Xwe Bînine Sêrî”

“Kirina xwe bînine sêrî” (2 KORN. 8:11).

KILAMA 35 Kîjan Here Qenc e Em wê Bijbêrin

VÊ GOTARÊDA *

1. Yehowa çi dide me?

YEHOWA azayê dide me, wekî xwexa bijbêrin ça bijîn. Ew me hîn dike ku bizanibin ça safîkirinên ku wî xweş tên, bînin sêrî (Zeb. 119:173). Çiqas zêde em bîlaniya ji Xebera Xwedê didine xebatê, haqas zêde em safîkirinên baş dikin (Îbrn. 5:14).

2. Çaxê em tiştekî safî dikin, çi dikare mera çetin be?

2 Hergê jî me safîkirineke bîlanî kiriye, yeke diqewime mera çetin e vê yekê heta xilaziyê bînin sêrî. Dîna xwe bidine wan mesela: Birakî cahil xwera safî kiriye, wekî bi temamî Kitêba Pîroz bixûne. Ew çend heftiya vê yekêda rind pêşda diçe, lê paşê disekine. Xûşk safî dike, wekî bibe pêşeng, lê paş dixe. Komeke rûspiya tevayî safî kirin, wekî civata xweda hê zêde serlêdana şivantiyê bikin, lê meh derbaz bûn wana hê destpênekir vê yekê bînin sêrî. Ew her sê derece cûre-cûre ne, lê tiştekîda mîna hev in. Wana safîkirina xwe heta xilaziyê neanîne sêrî. Qirna yekêda, Mesîhiyên Korintî rastî çetinaya usa hatin. Were em dîna xwe bidinê, hela em ji wana çi dikarin hîn bin.

3. Korintiya çi safî kirin, lê çi qewimî?

3 Nêzîkî sala 55 D.M., Mesîhiyên Korintîda safîkirina ferz kirin. Ewana pêhesiyan, wekî xûşk-birên wanî ruhanî Orşelîmêda û Cihûstanêda telî-tengasiyada û kesîbiyêda nin, û ku civatên mayîn seva alîkariyê bidine wan, pere top dikirin. Ji qenciyê û merdaniya xwe, xûşk-birên Korintê xwera nêt danîn, wekî ewana jî vê yekêda alîkariyê bidin û ji Pawlos pirsîn, wekî ewana ça dikarin alî wan bikin. Ewî rêberî şande vê civatê û Tîto kifş kir, seva perê qurbankirî top ke (1 Korn. 16:1; 2 Korn. 8:6). Lê çend meh şûnda Pawlos pêhesiya, wekî wana çi ku safî kiribûn neanîne sêrî. Axiriya vê yekê wê ew bûya, ku qurbankirina wan wê hazir nîbûya hingê, gava gerekê bivirana Orşelîmê tevî qurbankirinên civatên mayîn (2 Korn. 9:4, 5).

4. Li gora 2 Korintî 8:7, 10, 11, Pawlos dil da Korintiya ku çi bikin?

4 Korintiya safîkirina baş kirin, û Pawlos bona baweriya wane qewî û merdaniya ku wana dixwest bida kifşê, payê wan da. Lê ewî usa jî dil da wan, wekî wana çi jî destpêkir bînin sêrî. (Bixûne 2 Korintî 8:7, 10, 11.) Ew dereca wan me hîn dike, wekî hela hê Mesîhiyên aminra jî cara nehêsa ye safîkirinên baş heta xilaziyê bînin sêrî.

5. Emê vê gotarêda kîjan pirsa şêwir kin?

5 Mîna wan Korintiya, mera jî dibeke cara çetin be safîkirinên xwe bînin sêrî. Çira? Çimkî ji bo gunekariya me nav meda ew xeyset heye, ku tişta derengî xin. Yan jî cara tiştên usa diqewimin, ku em hîviyê nîbûn, û ji bo vê yekê nayê standinê safîkirina xwe bînin sêrî (Waîz 9:11; Rom. 7:18). Lê ça em dikarin safîkirina xwe bicêribînin û bifikirin hela lazim e evê safîkirinê biguhêzin yan na? Û çi dikare alî me bike, wekî safîkirinên xwe heta xilaziyê bînin sêrî?

PÊŞIYA SAFÎKIRINÊ

6. Kengê dibeke mera lazim be safîkirina xwe biguhêzin?

6 Hine safîkirinên ferz emê tu car neguhêzin. Mesele, emê tu car safîkirina xwe ku Yehowara xizmet kin û jin yan mêrê xwera amin bimînin, neguhêzin (Met. 16:24; 19:6). Lê safîkirinên mayîn, cara lazim e em biguhêzin. Çira? Çimkî derece têne guhastinê. Lê kîjan gav dikarin alî me bikin, ku çiqas dikarin safîkirinên lape baş bikin?

7. Em bona çi gerekê dua bikin, û çira?

7 Dua bikin, wekî Xwedê bîlaniyê bide we. Yehowa rêberî Aqûb kir, wekî binivîse: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê” (Aqûb 1:5). Dikarin bêjin, serwaxtî “têra” me gişka nake. Lema jî çaxê hûn safîkirina dikin, û usa jî çaxê dixwazin safîkirinê biguhêzin, alîkariyê ji Yehowa bixwazin. Hingê Yehowa wê ese alî we bike, ku safîkirina bi bîlanî bikin.

8. Em çi gerekê bikin pêşiya ku tiştekî safî kin?

8 Kûr lêkolîna bikin. Ji Xebera Xwedê şîreta bigerin, edebyetên ku teşkîleta meda hene bixûnin, û tevî merivê bi îtbar xeber din, yê ku dikare şîretên baş bide we (Metlk. 20:18). Ew her tişt gelek ferz in pêşiya vê yekê çaxê em safî dikin ku xebatê biguhêzin, derbazî cîkî din bin, yan jî çi pêşeyî bistînin, seva ebûra xwe bikin û bikaribin xizmet kin.

9. Emê çi karê bistînin hergê hindava xweda helal bin?

9 Meniya safîkirina xwe bicêribînin. Bona Yehowa gelek ferz e, ku em çira û bi çi nêtê filan tiştî dikin (Metlk. 16:2). Ew dixwaze, wekî em hemû tiştada helal û diltemiz bin. Lema jî gava em tiştekî safî dikin, em dixwazin hindava xweda û merivên dinda rast û helal bin. Hergê nêtên me bi temamî rast nîbin, wê mera çetin be safîkirina xwe bînin sêrî. Mesele, birakî cahil safî dike, ku bibe pêşeng. Lê hine wede şûnda jêra çetin dibe sihetên pêşengiyê pêra bigihîne, û lema ew îda xizmetiyêda şabûnê navîne. Ewî tirê nêta wîye ku bibe pêşeng ew e, wekî dilê Yehowa şa ke. Lê dibeke pêşiyê nêta wîye sereke ew bû, wekî dilê dê-bavê xwe şa ke yan jî dilê kesekî din?

10. Çi lazim e seva guhastina bikin?

10 Dîna xwe bidin vê meselê: Merivek ku Kitêba Pîroz hîn dibe, safî kiriye wekî cixarê biterikîne. Pêşiyê heftêkî yan jî du heftiya ew cixarê nakişîne, lê paşê destpêdike dîsa bikişîne. Axiriyêda ewî bi temamî terika cixarê da! Hizkirina wî hindava Yehowa û xwestina wî ku dilê Wî şa ke, alî wî kir evî xeysetî biterikîne (Kols. 1:10; 3:23).

11. Çira lazim e nêtên konkrêt daynin pêşiya xwe?

11 Nêtên konkrêt daynin pêşiya xwe. Hergê nêtên we konkrêt bin, wera wê diha hêsa be bînin sêrî. Mesele, besa xeberê we xwera safî kiriye, ku her gav Kitêba Pîroz bixûnin. Lê hergê we plana bona xwendinê konkrêt kifş nekiriye, wera wê çetin be evê nêta xwe bînin sêrî. * Yan jî mesele, rûspiyên civatêda safî kirine, wekî hê zêde serlêdanên şivantiyê bikin, lê wede derbaz bû, wana nêta xwe neanî sêrî. Wana dikaribûn wan pirsa bidine xwe, seva evê safîkirinê bînin sêrî: “Me qe konkrêt safî kiriye, ku kîjan xûşk-birara lazim e serlêdanên şivantiyê bikin? Me wede kifş kiriye, ku kengê teseliya wan bikin?”.

12. Çi dibeke mera lazim be bikin, û çira?

12 Bi rêalî binihêre ser dereca xwe. Bal me her kesî haqas wede, tişt, û qewat tune ye, wekî her tiştî bikin çi em dixwazin. Lema jî em gerekê bi rêalî û rast binihêrin ser dereca xwe. Cara dibeke lazim be hûn safîkirina xwe biguhêzin, çimkî qewata we nagihîjê ku vê yekê bînin sêrî (Waîz 3:6). Besa xeberê, we safîkirina xwe cêriband, paşê guhast, çimkî usa lazim bû, û hûn difikirin ku gerekê îda bînin sêrî. Were pênc gava şêwir kin, ku dikarin alî we bikin safîkirina xwe bînin sêrî.

GAVÊN KU DIKARIN ALÎ WE BIKIN, WEKÎ SAFÎKIRINÊN XWE BÎNIN SÊRÎ

13. Ça hûn dikarin qewatê bistînin seva safîkirina xwe bînin sêrî?

13 Dua bikin, wekî qewata we hebe kirina xwe bînin sêrî. Xwedê dikare vê yekê bike dilê me, ku em safîkirina xwe bînin sêrî (Fîlî. 2:13). Lema jî ji Yehowa ruhê pîroz bixwazin, seva qewatê bide we nêta xwe bînin sêrî. Berdewam kin dua bikin, hergê jî hûn difikirin ku caba duayê we derengî dikeve. Çawa Îsa got: “Bixwazin hûnê [ruhê pîroz] bistînin” (Lûqa 11:9, 13).

14. Prînsîpa Metelok 21:5-da ça dikare alî we bike, ku safîkirina xwe bînin sêrî?

14 Xwera planê çêkin. (Bixûne Metelok 21:5.) Seva nêt yan jî safîkirina xwe heta xilaziyê bînin sêrî, wera plan lazim e. Paşê wera lazim e xwe li vê planê bigirin. Mesele, wedê safîkirinekê konkrêt xwera binivîsin, ku wera çi lazim e seva safîkirina xwe bînin sêrî. Hûn dikarin şixulê mezin parevekin ser şixulên biçûk, seva ewî şixulî bînin sêrî. Pawlos şîret da Korintiya, wekî “her yekşem” perê bona qurbanê başqe kin, dewsa ku hîviya Pawlos bin heta ew bê û paşê top kin (1 Korn. 16:2). Hergê em şixulê mezin parevekin, mera wê bargiran nîbe ku wan tişta bînin sêrî.

15. Çaxê em xwera başqe dinivîsin derheqa şixulên xwe, ew yek çida dikare kêrî me bê?

15 Hergê hûn derheqa safîkirina xwe başqe xwera binivîsin ku ça bînin sêrî, hûnê bikaribin heta xilaziyê bînin sêrî (1 Korn. 14:40). Mesele, bona koma rûspiya rêberî heye, wekî rûspîkî kifş kin seva her safîkirina koma rûspiya binivîse, û usa jî ku kê gerekê ewî tiştî bike û kengê gerekê ew şixul xilaz be. Wan rûspiyara yên ku pey vê rêberiyê diçin, diha hêsa ye safîkirina xwe bînin sêrî (1 Korn. 9:26). Hûn jî şixulê xwe dikarin usa bikin. Mesele, her roj binivîsin ku hûn çi gerekê bikin, û pêşiyê çi bikin. Ew yek wê alî we bike ne ku tenê şixulên xwe bînin sêrî, lê usa jî wedekî kinda hê zêde tişt bikin.

16. Çi gelek ferz e seva safîkirina xwe bînin sêrî, û ça Romayî 12:11 vê yekê dide kifşê?

16 Xîret bin, wekî nêtên xwe bînin sêrî. Mera qewat û wede lazim e, seva xwe li nêtên xwe bigirin, wekî heta xilaziyê bînin sêrî. (Bixûne Romayî 12:11.) Pawlos gote Tîmotêyo, wekî xwe bide şixulê xwe û nava wan tiştada bimîne, seva bibe dersdarê baş. Ewê şîretê em gerekê hildin hesab, çaxê nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe (1 Tîmt. 4:13, 16).

17. Ça Efesî 5:15, 16 dikare alî me bike, ku nêta xwe bînin sêrî?

17 Wedê xwe bi bîlanî parevekin. (Bixûne Efesî 5:15, 16.) Xwera wede bijbêrin seva safîkirina xwe bînin sêrî û ewî wedeyî neguhêzin. Hîviya wedê lapî baş nîbin, çimkî dibeke ew wede ne jî wê bê (Waîz 11:4). Fesal bin wekî tiştên neferz wede û qewatê ji we nestînin, wekî hûn bikaribin tiştên hê ferz bikin (Fîlî. 1:10). Hergê tê standin, xwera wedekî usa başqe kin, ku kesek we aciz neke. Û usa bikin ku meriv bizanibin, wekî wî wedeyî hûn betal nînin û hiş-aqilê xwe bi temamî didin ser şixulê xwe. Wê baş be têla xwe vêsînin û wî wedeyî nekevine întêrnêtê ser malperên sosyal. *

18-19. Hergê jî nehêsa ye safîkirina xwe bînin sêrî, çi dikare alî we bike?

18 Bifikirin ser axiriya safîkirina xwe. Axiriya safîkirina we mîna xilaziya rêwîtiyê ye. Hergê hûn dixwazin bigihîjine cîkî, rê çiqas jî çetin be, hûnê riya xwe berdewam kin, û hergê jî lazim be hûnê riya xwe biguhêzin. Wî cûreyî, hergê em difikirin ser axiriya safîkirinên xwe, emê heta xilaziyê safîkirina xwe bînin sêrî, hergê jî rastî çetinaya bên (Galt. 6:9).

19 Belê, safîkirinên baş bikin û heta xilaziyê bînin sêrî, nehêsa ye. Lê pê alîkariya Yehowa hûn dikarin bîlanî û qewatê bistînin, kîjan ku wê alî we bike şixulê xweyî destpêkirî bînin sêrî.

KILAMA 65 Timê Pêş!

^ abz. 5 Tevî we qe usa qewimiye, ku hûn bona safîkirinên xwe poşman bûne? Yan jî qe usa dibe, ku cara wera çetin e tiştekî safî kin û heta xilaziyê bînin sêrî? Ew gotar wê alî we bike, ku ça safîkirina bikin û safîkirina xwe bînin sêrî.

^ abz. 11 Hergê hûn dixwazin Kitêba Pîroz pê planê bixûnin, hûn dikarin “Bernama Xwendina Kitêba Pîroz” bidine xebatê ku ser malpera me jw.org heye.

^ abz. 17 Bona hê zêde înformasiya ku ça wede xwera başqe kin, binihêrin gotar bi navê “20 Gav ku Çawa Hê Zêde Wede Xwera Bivînin”, jûrnala “Hişyar Bin!”, ya meha Nîsanê, sala 2010.